pen-kurd.org

Navenda PEN a Kurd

Mêhvan û xwandevanên Malpera PEN-Kurd ê:

Her nivîsek yan bûçûnek di Malperê da bê weşandin, ew nivîs yan raman bi tenê derbirînê ji hizir û ramanên xwediyê nivîsê dike, malper berpirs nîne ji derencaman.

 

Konto û Hesaba

Navenda PENa Kurd

 
     

•  Ji weşanên Nû

 

Rêbaza nû gûherînên piştî

kongra 7an 2010ê

 

•  Rêbaz û destûra navxweyî ya PEN a Kurd

 

Temamiya wê bixwîne

 

•  Kampaniyên PENa kurd yên heta niha ji bo azadkirina endamên xwe ji girtîgehan û eşkence û lisêdaredanê sazkirîn...

 

Temamiya wê bixwîne

 

Helbest

Darvekirina birînan

 Evîn Şikakî 

Belê Mamoste!

 Konê Reş

Hezdikim Ji te nikarim bi Dilê xwe

Muruvet Cacim

Ziman û Civak

 

Ahmet Aktaş

çîrok

 

 

 

 

 

 

Sedat Yurtaş

Didara Dengê Amrîka

 

 

 

 

 

 

Necîb Balayî

Helbestên

Dilawerê ZENGÎ

Helbestên

Bihrî Bênij

Helbest

 

Kamîran Simo

Helbest

 

Nizar Yosif 

Serpêhati

 

Salihê Kevirbirî 

Goşiyek Raz

Hoşeng Osê 

Nama e !

Sînemxan

Fikira Min 

Eskerê BOYÎK

SITO SIRGûN E !

 A.Bali

 Ziman û Civak

Hezkirin bi kurdî xweş e

Rukiye Ozmen

Kî HILGIRE Vî BARê MIN„

Kemal Tolan

Edebiyat

 Pirtûka Rêbazên Edebî  

 

Hêvî berwarî 

Romana bi guftûgo

Mîrhem Yigit

Siyaset û dîrok

Di siyaseta Swêdê de jineke kurd

HAYDAR DILJEN

Seyîd Riza û Qazî Mihemed!

Kakşar Oremar

Helbest     

 

 

 

 

 

 

Ebdil Mecît Şêxo 

XWE-Serî“

Siyamed Sîpan Uğurlu

Taya Faşîzmê

Evdile Koçer

 

هێستریای  پاراستن بوون

Bederdîn Salih

Axxx….Efrîn

Dîlan Zêbo

Lêgerîna ji bo Rastî û Heqîqetê

Ahmet Dere 

Yekîtîya Netewî ye Erênîya demê!

Ezîz ê  Cewo   

Lî ser Tekoşina Akademisyen Dr. Îsmaîl Beşîkçî

 

Dr Ali KILIÇ   

ROMANGERI

HESEN HUSEYîN DENîZ

Felsefe

Abdusamet Yigit

Helbest

Ehmed mustefa 

Melekî Sebrê

Hisên Abbas

Dilê min

şerzad Berwarî

 

 

 

 

 

 

 

Agehdarî:

Mêhvanên Hêja Pirsgirêkek di malpera meda heye, emê hewilbidîn, bi zûtirîn dem Chareser bikîn..di gel rêz û silavan

Webmasterîya PEN a Kurd

 

 

Danasîna PENa Kurd

---------------------------------------------------------

 Beriya Mêrdînê Û Rola Jinê Di Civaka Kurdî De

- 30 -

 

Konê Reş

 

  Berî vê lêkolînê min di lêgerînên xwe de, Beriya Mêrdînê bi berfirehî daye nasîn. Bi min xweş e ku di vê xepartinê de jî karibim ronahiyê berdim ser rola jinê di civaka Kurdan a Beriya Mêrdînê de.

Dibêjin; jin nîvê civakê ye û wek ku diyar e, di vê serdemê de guhdanek mezin bi jinê heye. Nexasim ji rex saziyên sivîl, dewletên demokrat û Netewên Yekgirtî ve û wiha ev dewlet û saziyên têvel bi hewildanin ku wê zilm û zora ku ji sedê salan ve li ser jinê tê meşandin hilînin û nema bikin.

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

PISGIRÊKÊN  ZIMÊN  ÇAWA  DIVÊ  Ç’ARESER BIBIN?

Ezîz ê Cewo

2 -4-ê adarê di p’aytexta K’urdistanê –Amedê  da K’omcivîna zimanê k’urdî pêk hat. Ji heçar p’arç’eyên K’urdistanê û ji gelek welatên cîhanê pisporên zimanê k’urdî, mamosta û gelek kesayetîyên din ên bi pirsên zimên r’a p’ewendîdar hatibûn vê k’omcivînê. Wek hercar, amadek’arên  k’omcivênê ez jî dawetkiribûm,

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

Xweziyên General Mistefa Barzanî!

( 14. 03. 1903 Barzan – 01. 03. 1979 Waşington D.C )

 

Kakşar Oremar

Gmail:kaksharoremar@gmail.com 

Li adarê hat dinê û li adarê jî wefat kir. 76 sal…, salên ku piraniya wan di nexweşî, awareyî û şerê bi dijminên dagîrker re derbas bûn. Bi navê wî re: şoreş, komara Kurdistan, Barzan, dilê Kurdistanê Kerkûk, Pêşewa Qazî Mihemed, Mehabad, peymana Adarê, Erwendrûd, Elcezîre, Pêşmerge, mêranî, wefadarî, şervanî û berxwedan tên bîra me. Ew bi serê xwe lîstikvanê herî mêrxasê qonaxeke dîroka me ya azadîxwaziyê bû. 

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

Li Moskovayê kurdek heye, lê ne kurdê Sovyetê ye, jê re dibêjin Mustefa Barzanî!’

Salihê Kevirbirî / Alma Ata

Prof. Dr. Nadirê Kerem ku li seranserê dinyayê wekî Nadir Nadirov tê naskirin, meha derbasbûyî 80 saliya xwe pîroz kir. Ew bixwe kurdekî ji dorhêla Wanê, ji Eşîra Birûkan e. Hê gava bavê wî Keremê Hacî Nadir ciwan e, malbat, qewim û eşîra wî, piştî şikestina Şerê Şêx Seîd, di navbera salên 1925-1926’an de ji ber zilma Roma Reş bar dikin têne ber Çemê Arasê.

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

Gelo wê zivistan derbas bibe ? 

Ahmed Dere

Zivistana îsal pir cuda bû. Di demekê ku me hêvî dikir ku wê bahar were de serma çê bû. Ew serma ya ku me îsal dît pir cuda bû. Çendî zarokatiya min li serhedê derbas bûbe û ez li Botan û Zagros jî mabim, min tu car sermayekê weke ya îsal nejî bû. Xirabiya hewuldorê ku ji aliyê pîşesaziyê ve çê bûyî bandorekê mezin dide ser hewayê û tesîra sermayê zêdetir dike. Di meha Sibatê de li Ewropayê me vê xezebê jiyan kir.

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

Meşa 1993 û 94 an -3-

Mirhem Yigit

 Meşên salên 76 û 86 an li Siwêdê, li dijê balyozxaneyên Iran û Tirkiye ji bo min bûn du tecrûbe, du faktorên cesaretê û bahweriya bi xwe. Êdî dema gotin dihate ser meşên dirêj ez ne ew kesê meşnenas û dudilî bûm.

Êdî ez di aliyê hest, dil û mêjî de diserxweretir, ji awira meşên dirêj konetir û bikêrhatîtir bûm. Bi nisbet salên pêşmeşan li ling, cog û bedena xwe jî ewletir bûm.

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

 DÎROKA ZIMANÊ KURDÎ, Kevneşopî, aqil û ziman

Abdusamet Yigit

Li ser zimanê kurdî, heta nahaka pirr nivîs, pirtûk û roman hatina nivîsandin. Hemû jî di derbarî kurdî, bi karhanîna kurdî û fonolojî û nasîya wê de ya. Di derbarê bi karhanîn û awayê bi karhanînê û denêg peyvên wê de jî heta roja me pirr nivîs û nivîsand in bûya. 

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

 Zimanê dayê

Edîb Çelkî

                    

Dîroka dêrîne, gewher û zêrrîne

Dayê zimanê te, gelekê şîrîne

Van dijminan hinde, çêkirin berbende

Lê çemê te her ma, pirr viyan û jîne

 

 (Serbend)

 

Kurrên te em pêncîn, Kirmancî û Soranî

Yê siye Kelhurr, Lek, Feylî, Lurristanî

Yê çarê Zazakî, Domilî, Kirmanckî

Dayê kurrê pêncê  Hewramî, Goranî

***

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

 ÇIMA SEROKKOMARÊ ALMANYA ÎSTIFA KIR?

                                                                                                              FÛAD SÎPAN

 Kurdistaniyên hêja!

 Serokkomarê Almanya Christian Wulff îstifa kir. Ev demeke dirêje li Alamnya hema hema ji sibê heya êvarê li ser serokkomarê Almanya tê axifitin. Di destpêkê de rojnama Alman “Bild Zeitung” derbarê xaniyê ku Wulff ji xwe re kirîbû nûçeyek belav kir ku ewî ji dosteka xwe kredît stendiye. Dema Wulff dibihîze ji wî mirovê ku li ser avahiya wî lêkolîn çêkiriye re telefon dike ku ew vê nûçeyê belav neke, heya ew ji serlêdana xwe ya li welatên Ereb vedigere.

 

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

 KURD IM NAVÊ MIN HILDIN

EHMED MUSTEFA

Diyarî ji bo giyanê Şehîdê kurd( Dr: Şêrzad Hac Reşîd .. Şêrzad Alemdar. Şêrzad Efrînî) 
Kurd im  ser bilindim
Navê min hildin
Bila zanbin ez Egît dim ez merdim
Ez lawê kurd im
Pêşmerge  me
Hevalê Şêxê Meşûq im
Navê min hildin
Hevalê Mişelê kurd im
Kurd im wek lat im
çemê diçl e û ferat im
kurd im ez hesin û bolat im
şêrzad im evîndarê welat im

 

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

 Şopa Xezalê û Rojnivîsên Pezkoviyekî’ .. berhema nû a Hoşeng Osê

HoşengOsê

Ji weşanên yekîtiya nivîskarên Kurd li Duhokê, berhema nû ahelbestê ya helbestvan û nivîskarê Kurd Hoşeng Osêderket.

Berhevoka helbestê bi nave ‘Şopa Xezalê û RojnivîsênPezkoviyekî’ ye û ji 114 rûpel, çapa orte, pêktê. Taboya bergê a hinermendê KurdFehmî Baleyî e.

Bi Forma PDF hemû Helbestan bixwîne..bibîne

 

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

 MİZGÎNİYA BERHEMEK NÛ

Jİ WEŞANÊN RÊ BERHEMEK NÛ Jİ 5 BERGAN

-ANTOLOJİYA ŞAİRÊN KURD-

Jİ WEŞANÊN RÊ

Xwendekarên Hêja!

Mamoste A. Balî Han cara yekem di destpêka salên 1980 yî de bi navê "Berevoka Helbestvanên Kurd" ji 110 rûpelan berhemek li Frankfurtê daye weşandin. Paşê li sala 1992 an li Stenbolê qasî 456 rûpelan bi navê "Antolojiya Helbestvanên Kurd" carek dîn ew berhem hate weşandin. Bi navê "Helbestvanên Kurd Yên Sedsala 20 an" çapkirinek dîn di nav weşanên rê de hate weşandin. Bi kurtahî ew karê sîh salî zêdetir berdewam kirî bi 5 bergan (cilt) dawî lê hat...

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

 KOMARA KURDİSTAN


                                            Bedirhan Epözdemir

Komara Kurdistan ya Mahabadê, roja 22'ê Çile ya 1946'an de li Rojhilatê Kurdistanê,  bi serokatiya Qazî Mûhamed de hate îlan kirin. Damezrandina Komara Kurdistan ya Mahabadê, li qada navdar Çarçirayê bi coş û kelecaneke nedîtî ji alîyé girseyeke mezin va hate péşewazî kirin.

Ez dixwazim berî hertiştî 66 saliya damezirandina Komara Kurdistanê li kurdên herçar beşên Kurdistanê pîroz bikim.

Damezrandina Komara Kurdistané, di dîroka Kurdan da nimûneyeke heré balakéş e..

  

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

Rusiya û siyaseta  kevneşopî

Dr.Ebdilmecît Şêxo

 Em  dixwazin bê serdorên dirêj û fereh bêjin ; Sovyetistana  berê jî siyaseta xwe ya dervayî li gor berjewendiyên xwe dajot ; ewê raman û bîrdozên Markis-  lênîn û  ramanên  pêşverû  bin pê diikir û ewanan  dikir rajeya aboriya siyaseta  dewleta xwe .

Destlata Sovyetistanê  hevpeymana dostaniyê di sala 1972  an de bi rêcîma Ehmed Hesen Bekir ( Partiya Bes ) ya faşîst  re  mor kir û her weha jî  ewê partiya kumunîst jî neçar kir ku ewa  bi partiya (Bes )re di hundir (Eniyekê )de alîkar be . Destlata Bes pişta xwe bi Sovyetistanê    

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

DEMOKRASÎ ÇI YE?

 

Kurdistaniyên hêja!

 

FÛAD SÎPAN

  Ne pêwiste em li ser koka gotina demokrasiyê têkevin nava dîrokê, hûr û kûr li ser bisekinin. Kêm zêde her kes jî dizane dîroka wê ji 2500 sal berê ji Yûnanîstanê ango welatê Grekan derketiye. Lê ezê li ser hêjayiya demokrasiya kolektîv ango ya hevbeş ku kara wê ji bo milletan re çi ye kurtasî bisekinim. Bi taybet jî ji bo milletê Kurd.

 

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

 

xebat…

                                                                            Beşîr Mele

 

Ne tenê hezkiryê axa te bû Dêrik ev şehîd

Wer li şopa wî binêre  kî bû hemsazê Egîd

 

 Bîst û hevt kulîlk vejandin li kat û kohî ro lê

 Cûdî zane  kî bi Nûh re  ketî  keştiya  xwedê

 

Berf û baranek girane li sert xaka Horiya

                   Ê li van giran bikole  wê  bizane çi  çiya

 

 

 

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

 

JÎNBÎ KURDISTANA MIN!

 

Ava li ser pelên daran,

Diheriqê wekî çeman,

Dêm li keçik wekî sêvan,

Wek hingiv û şerbetê`ye!

*     *     *

Nêzikê bûm kire roj baş,

Pozê xizêm, bi çavê reş

 

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

 Navenda PENa Norwêj û semînareke giring

li ser Turkiyayê

 

Roja sêşemê, 17.01.2012 Navenda PENa Norwêj semînarek li ser rewşa nivîskar, rojnamevan û xwediyên weşanxaneyên Kurdî li Bakûrê Kurdistan û li Turkiyê birêve bir.

Semînar di bin sernavê  «Turkiye sala 2012 ber bi ku ve diçe», li «Avayiya Wêjeyê» li  Oslo ya paytext bi beşdariya hejmarek zor ji nivîskarên bi navûdengên yên welatê Norwejê, nûnerên saziyên parêzerên mafê mirov û kesayetiyên siyasî û akademîk û hejmarek sazî û kesayetiyên Kurd bi rê ve çû.

 

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

 Ji bo serwextkirina malbatên Şehîd û Windayan.

Malbatên dilovan, kezebşewêt û birûmet,

 

Mîna hun agehdar in berî bi du salan li Elmanya, li bajarê Dortmundê, di konferanseke fireh de, Saziya Malbatên Şehîd û Windayan hate damezrandin.

Sala piştre ev gava yekemîn û damezrêner bi konferanseke duhem li Bonê hinekî din hate bipêş xistin û çespandin.

 

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

 

KOMKUJÎ:

 

Daxweyaniya Komîta Rêveber Ya Înstîtûta Kurdî Ji bo lêkolîn û zanist, li ser Komkujiya Şirnexê

 

Artêşa Tirk Şeva 28´ê kanûnê 2011´an bi balafirên F 16´yan li Şirnexê li Navçeya Qilebanê gundiyên Roboskî û Bujehê yên sivilên bêguneh bi zanayî bi bombeyên napalm bombekirin û jê 35 kes qetil kirin. Kesên ku hatine qetilkirin hemû bêçek û sivîlin û salên wan di navbera 12 û 25´an de ne. Li gor hiquqa navneteweyî ev bûyer komkujî ye.

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

 Cegerxwîn, kelepûr û helbesta hevber

-1-                   

Dergeh:

‌Hider Omer

Gava metirsî û belayên mezin gef û guran didin miletan û hebûna wan dixin ber dava dagîrkirin û pişaftinê, û gava zordariya polîtîkî û civakî hêzdar dibe, û hemî awayên azadiya gel dorpêç dike, û xwediyên peyva azad, çi helbestvan bin, û çi jî nivîsevan û ramanbîr bin, bi kotekî neçareyî bêdengiyê dike, wê hîngê ew miletan ji xwe berê û yekser vedigerin rehên xwe yên netewî, bi her du destan û bi hestên germ pê digirin, da hebûna xwe li hember wan metirsiyan biparêzin û giyanê berxwedana xwe gur bikin.

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

 Fînal :Paul Geraldy

                                            Wergerandina ji Tirkî : Dîlan Zêbo

 

Niha wisa ye?

Tu wisa dibêjê ?

Tiştekî tu jibîr nakê!

Başe,

Ger wisa bê bixatirê te, de here

Tiştê meyî taybet ku em ji hevre bêjin tune ye

Ez destûrê didim, tu kanê herê.

 

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

 Giyan ê hemdem

 Nizar Yosif

 

Bi gihêje banga vê hawar ê

Hesabdar ê stiriyên vî baxî be

Dîwar ên bi guh

Destvala na!

Û pêxwas neyê

Kelş ên çemê zuha

Avzê daqurtandin

Lewma kelekxem ên me

Liser kimaxan veziliyan

Awirên nêremêr ên tirsok

Di bîrên kûr de çûn jêr

Bayê  Das ên sitemê

Çep û rast

 

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

 Di şevê de                                                                                            

Silêman Azer

 

                      Tiliyên te
binermiya xwe,
vedikirin qumçikên
şevên min di westandinê de.
Tu li bijiandinê gur dibî,
ji te dibijive mêraniya
kelgerim.
Li ber dîwarê keçîndariya min

 

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

 Nameya Navenda PENa Kurd ji hemû Endaman ra.

 

Gelî birêzan, endam, berendam, heval û hogirên Navenda PENa Kurd,

Gelî birêzan, nivîskar û wêjevanên Kurd,

 di 19.09.2011an de peymanek di navbera bîroyên cihgira serekê PENa Navneteweyî  û Navenda PENa Kurd de hate destnîshan kirin (imze kirine) – Peyman di pêvekê de ye.

 Ev bîroyên PENa Navneteweyî di bin navên POETIKI and Diversity  (Wêje û Cidarengî) de dixebitin.

 Armanca wan jî berhevkirin û weshandina berhemên wêjeyî yên PENa Navneteweyî ye, wek helbest, kurtechîrok, chîvanokên gelêrî, essay,  (pexshan bi gishtî) ûwd.

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

 Endamê PENa Kurd, Miraz Ronî (Mulazim Ozcan) hate girtin!

Miraz Ronî, bi navê xwe yê fermî Mulazim Özcan e. Endamê Senatoya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye, endamê PEN'a Kurd a Navneteweyî, nivîskar, helbestvan û wergêr e.

Miraz Ronî di sala 1966'an de li gundekî Betlîsê yê bi navê Nîstê hatiye dinê. Dibistana seretayî li Norşên û Tetwanê, ya navîn li Tetwanê û Lîse li Tetwan û Betlîsê qedandiye. Li Zanîngeha Anadoliyê beşa Îktîsadê xwendiye û belgeya karê hesabdariyê girtiye. Piştî sala 1992'yan di nav gelek karên çandî û siyasî de cih girtiye.

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

 KONGRA  PEN INTERNATIONAL U LITTERATURA ZONE DINA

Dr. Ali KILIÇ

Paris 01-10-2011

Vatisé  Litteraturî, zône latini ‘ra vejio, Litteratura ya ki “ littera » ra yena nustenê.Latinu’ra avê Hellenu ,filozofia, tragedia, poétika de zof  karo delal  vıraşti vi.  Historia litteratura  latini kılmekia  ho na é’ra ana’ra zôn. Litteratura dina avê evê kamij zôn dina ama nusténé ama vırasténé, çũtıri littera bena zône dina waxto khe zônê sma ji kırmancũ dewletune koledaru  qêdêxê kerdô ? Coka Kongra PEN Internationali a 77 ne Belgrad de  Litterature ve Zônê dina sero ma’re zof hewla..

çima ez na xepêrim û nivîsekê li dor şêxên

 

  Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

ARZÛYÊN JANKÊŞ

Xizan Şîlan

lê lê kezîzerê

ez êş û janên evîna dilê xwe yê ehmeq

mîna secadeyek reş

li ber lingên te yên narîn

radixim

germa dengê gewriya te

di paranteza deftera çaxên westiyayî de

diparêzim

konê hesreta xwe yê koçber

li ser dermanê lêvên te yên hingivî

vedigirim

  Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

77 mîn Kongireya PENa Navneteweyî (International PEN), BelgraSirbistan 12-18 September 2011

Daxuyanî

Şanda PENa Kurd îsal jî bi awayek çalak beşdarî Kongireya PENa Navneteweyî li Belgrad bû

 

Civîna Civata Giştî ya 77 mîn Kongireya PENa Navneteweyî li Belgrad paytextê Sirbistanê, roja çarşem 14.09.2011 bi beşdariya 220 nivîskaran ji 83 welatan karê xwe destpê kir u roja 18.09 bi pejirandina hin biryar u da xuaniyên giring bi dawî hat. Di rojên navbera 12 -14.09.2011 de civînên her çar komîteyên girêdayî PENê pêk hatin. Li ser navê Navenda PENa Kurd, îsal rêzdaran Bêrivan Doskî sekretera PENê u Abdullah Hicab ji KBG beşdarî Kongireya Belgradê bûn. Kongireya îsal li ser navê ”Wêje – Zimanê Cîhanê” bi axaftina 

    Bi Forma PDFZêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

     hatime jibîrkirin

Kamîran Simo Hedilî

pencera biharê hatiye girtin

û pelzeriya payîzê dixuye

xwedewenda şadiyê reviya ye

û ewr

giriyê sorxemgîniya min in

baranê li deşt û çiyan dibarîn im

    Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

     

ASTENGÊN Lİ  PÊŞ ÇAPEMENİYA KURD

DAXUYANÎ Jİ BO ÇAPEMENİYA  KURDİSTAN

A. BALÎ

FERHENGA KURDÎ-TIRKÎ YA ANSÎKLOPEDÎK

 KÜRTÇE-TÜRKÇE ANSİKLOPEDİK SÖZLÜK

ÇAPA SÊYEMÎN

FERHENGA KURDÎ-TIRKÎ YA ANSÎKLOPEDÎK çapa sêyêmîm di dema 2011 an, meha Tebaxê de li Meletyê di çapxana Flaş Digital de hate çapkirin û weşandin. Ew berhema jı 3 bergan (cild) pêk hati  di navbeyna 34 salan de hatiyê amadekirin.  Di naveroka 3 bergan de qasî 2600 wêneyên rengîn jî hene. Çapek wusa ofset ji bo 3 bergan jê re bes ji bo çapkirinê 700 TL pêwist e.  Di aliyê dinde ji bo belav kirin û firotina pirtûkxanan % 50 li ser buhayê çapkirinê lê zêde bibe,  kirîn û firotina vê berhemê di mercên wusa de hîn jî dijwartir dibe... 

    Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

      Û ez Hemza me                                                            

Yasin Hisên

   Ez Hemza me, hûn min nas dikin

Hemzayê Pêlewan

Kurê Xwedê û Yezdanan

 

 

      Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

Gelî birêzan, endamên Navenda PENa Kurd,

 

Wek Hûn agadar in, kongireyê PENa Navneteweyî îsal di rojên 12.09. – 18.09.2011 li Belgradê/Serbiya tê li dar xistin.

Ji bo beshdarbûnê di kongire de mafê her PENeke neteweyî heye, ku du endamên fermî bo kongire bishîne. Wekî din endamên din jî yên her PENekê dikarin wek mêvan li kongre beshdar bibin.

     Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

    Di zarava Kurdaxê de hinek pevek

 

Yek ji yekî re dibêje: Min Ciwan dît, lê "Destek li pêş, yek li paş". 

Ji vê pevekê em têdigihin ku Ciwan ji wê ve tê û destek daye pêș xwe û yek daye paș xwe... Wekî mirovekî tazî ku dixwaze xwe bisitirîne..Hema mebesta bêjerê vê pevekê ne wilo ye. Ev gotin bi mebesta diyarkirina rewșa Ciwan tê gotin..

 

 

      Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

     Ji bo raya giştî

 

Çend hefte ne, bûyera siyasetmedarê Kurd, parlamenterê kevin yê Partiya DEP ê (Partiya Ked û Demokrasiyê), yê ku niha di zîndanê de ye, bûye xala rojevê.

 

Xetîb Dîcle di nav kurdan de kesayetiyeke hezkirî û xwiya ye. Di hilbijartinên 12 ê meha Hezîranê de wek berendamê Biloka Ked, Azadî û Demokrasiyê ji bajarê Amedê bi hejmara herî zêde hate hilbijartin.

      Bi Forma Word,Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

     Ji Navenda PEN a Kurd ji Raya Giştî re

 

Navenda PEN a Kurd pirozbahiya her 36 berbijêrên Enya Ked, azadî û demokrasiyê û hemu Gelê Kurdistanê dike ku bi irade û deng û yektiya gelê xwe ew şandin Parlemanê Tirkî.

Roj bi roj gelê Kurd nişanî hemu cihanê dide ku ew netewek ştî û demokrat xwaze û dikare bibe inisiatîvek ji buy guhertinên erênî li devera Rojhilata Navîn ger ku derfet jê re hebe.

Yektî û Iradeya gelê me li Bakurê Kurdistanê nişanî hemu cihanê da ku em bixwene yên ku berpirs û nuner û xebatkarên Doza xwe ya rewa heldibjêrîn. Iradeya gelê me girtin û tumetên hin ji wan berbijêran bê wate xistin ku dîsan hatin hilbijartin.

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

43. mîn civîna nivîskarên Komîta Aştiyê ya PEN a Navnetewî li Bled, Slovenia 

Bêrivan Dosky

 

Kela Bajarvê Bled

Navenda PENa Kurd, îsal jî di civîna Komîteya Aştiya PENa Navneteweyî de bi awayek çalak beşdar bû u hin destkevtên giring bi dest xwe ve anîn. Di 43.mîn civîna nivîskarên cîhanî de ku, ji aliyê Komîteya Aştiya PENa Navneteweyî ve li rojên 4-8ê Gulanê li bajarê bedeve Bled li welatê Slovenia birêve çû, li ser navê Navenda PENa Kurd, sekretera PENê, Bêrîvan Dosky beşdar bû. Rojeva serekeye civîna Bled mijarên wêjeyî u aştî bû. Piştî vekirina civînê li roja 4ê Gulanê, PENa mîvandar hin xalên serekeye rojevê anîne ber basê ku asoya wêje u astengiyên ser riya nivîsê diyar dikir.

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

 

EZBENΠ

 

Helbestek nû a helebstvanê kurd yê bi navûbang Dr. Bedirxan Sindî

Dr.Bedirxan Sind

Ez benî av şêlî bû, wexte rîbar rabibin,

jî rabûn zehmet e, çare bo wan nabitin.

Begler û axa ji nwi, tijî bajêrên me ne,

Heçiyê bigrî paşa ye, û serdarên serên me ne.

Xadimê Ke'ba Kurdan, herema wê tu bişo,

Zor fere paqij bibit, bawerke hetka me ço. 

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

 

 

Nameyeke vekirî ji rewshenbîrê kurd re

 li bashur-rojavayê Kurdistanê

 

Dr. Zerdesht Haco

Kekê birêz,

bi destûra Te dixwazim  bi kurtî be jî ez dîtina xwe di biwara tevgera kurdî de li bashur-rojavayê Kurdisatanê  bi Te re  parve bikim. Li gor chavdêriya min di van salên dawî de du diyardeyên wêranker di tevgera rizgarîxwaza kurdî de li vî parchê welatê me xwe dane pêsh.

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

 

Bîranîna Seydayê Cegerxwîn 

 

Dilawerê ZENGÎ

 

Ey pênûsa mest û jar, li şûnwara tu kanî?!

Li ser van rûpelên xav, tu bê zar û zimanî

Di desta wek şûrê rûs, bêkaranîn bi zanî

Bi gemsarî vebestî, zeng û êşa giranî

 

Hoşiyarî te ne kir, Peya ji te re nebûn

Êşa milet te nego, Xwendin û rê serxwebûn

Tu ket destê neçakan, Xwenda şêx û mele bûn

Lewra îro ‘m nezanin, Ew paşmêr û kole bûn

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

Gelo xwe daweşî

 

                                                                   Bihrî Bênij

 

Gelê min gelê min

Birîna vî dilê  jar

Barê ser  mile min

Hem derd û hem kulê har

***

 

Bi  xwarin û bi xew

Bi pel pel  û bi lew lew

Bi gazin  û  tew

Hê kes ne bûye  rizgar

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

Konferansa 2’mîn a Malbatên Şehîdên Kurdistanê

 

Ahmet Aktaş

Vê saziya me ya pîroz konferansa xwe ya 2’mîn çêkir.

Li goreyî agahiyan, li dor 40 hezar şehîdên şoreşa me hene.

Li gel hejmara ewqas mezin a şehîdan, avabûna saziyekê ji bo van rûmetên herî bilind ê şoreşa me, mirov dikare bêje em gelek dereng man.

Her çendîn derengmayî be jî, damezrandin û her wiha domandina vê xebata hêja, li gel xemgînîyê serbilindiyekê jî bi xwe re tiine û dide mirova.

Ez beşdarî herdû konferansan jî bûm û min ev hest û hilwest bi xwe re û bi giraniya beşdaran jî re dît.

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

Zimanê Kurdî xeleka(1) 

                                                  Deham Ebdulfettah     

TÊBÎNÎ

Bêguman , babeta herî giring û herî aloz di zimanê Kurdî de babeta "kar " ( verb)e . Bi helkeftina roja navnetewî , ya " Zimanê Dayikê " (21)ê Reşemehê – em ê çend  xelekên peyapey derbarî babeta " kar " belav bikin.

Hêviya min ji we xwendevanên rêzdar herî ew e , ku hûn sirinc û nêrînên xwe yên rêzimanî , derbarî mijarên belavkirî berçav bikin, Ji nuha ve spas ….!

 

 

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

Çîrûkek ji Sedat Yurtaş

Zoe

 Sedat Yurtaş

Du meh berê, dehemîn salvegera zewaca me bû. Me deh salên gilover, deh salên zîvîn, zêrîn; deh salên almasî li pêy xwe hîştibûn. Me yê êdî, salên ku mîna avê ji emrê diçûn, ji wan salan ji sala yanzdehan bixwaraya.

 

Min û kebaniya xwe, di nava van deh salan da, du qîzên ku her yek ji ya din xweşiktirîn bûn, anîbûn dinê û me ew bi çav û dilên têrbûyî digîhandin. Ew bibûn armanca me, hêviya me bibûn pêlîstokên me.

 

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

Hêviyên zîldayî

Evîn şikskî                                                          

peyîza pêşî bû êvarkî  bê dil û bê rumet bû, dara hinarê xwe ji

guneha diweşand peymaneke nu bi bûharê re girê di da ,di  çavê Gulê  de neçarî  û belengazî xûya dikir,  biskên pora wê ya bi henê sorkirî ji ber kefika wê ya sipîreng  derket bû, xem di dilê xwe de diristin û zîq li kurê xwe Ferhad di nehêrt,  kirrênî ji kezeba wê dihat  te di got qey ev cara ewilî ye kurê xwe di bîne yan jî ev cara dawî ye wê bibîne di dilê xwe de dikelî ..diforî.. û dipijqî , kesî hest pê nedikir, dixwest ku giyanê xwe ji dîmenên wî yê levhatî tijjî bike  dizanî bû kû kurê wê rêwî ye ji xwe

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

Gotina Kovara PIRSê

Di yekemîn salvegera koçbûna rewşenbîr û nivîskarê Kurd "Rezoyê Osê" de

Dost û hevalên dilsoz

Belkî ji qedera gelê Kurd e, ku boneyên wî yên herî gewre û rojên wî yên bi êş û şewat jî di mehe Adarê de ne. Berî niha bi salekê, li çarê meha Adarê, lawê gelê Kurd, mirovê zana û rewşenbîr, birayê me yê hêja Rezoyê Osê govdeyê xwe yê nazik li êşa xwe pêça û bi rêwîngiya xwe ya bêveger de çû.

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

 Zanatiya rêvebiran û pergala civakê

Azad ZAL

Di nava civakê de ku zana, xwenda û nezan bi awayê rêjeyî ne guncaw bin ew civak tu caran bi ser nakeve û her tim ya bindest e ya jî dîlê nezaniya mercên azad e.

Di her civakê de zana û hişmend hene.

Di her civakê de xwenda û têgihîştî hene.

Di her civakê de nezan û famekor hene.

Ku di civakekê de zana û hişmend têra xwe hebin û di qadên wekî rêveberî, ramyarî û sazûmankariyê de cî bigirin; ku di wê civakê de xwenda û têgihîştî têra xwe hebin û bi rêk û pêk bikaribin bendewarî û peyrewiya zana û hişmendan bikin wê demê zana û famekor çi qas zêde û jimarpir bin jî tu caran pişta wê civakê nagihîje erdê.

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

Helbestvan Tengezarê Marînî:

Helbest mîna sîberê ye, di gel mirov bi rê dikeve! *

SALIHÊ KEVIRBIRÎ

 

Helbestvan Tengezarê Marînî, di sala 1959’an de li Tirbespiya Başûrê Rojavayê Kurdistanê hatiye dinê. Pisporiya Karmendiya Mediya Nû’yê; Communication, Relation and Presentation (Ragehandin, Têkilîgirêdan û Xwepêşandan) xwendiye. Di kovarên Stêr, Pirs, Pêl û  Bultena Tewşoyê de kar kiriye. Di Azadiya Welat de, qunciknivîs e. Di gelek rojname û kovarên kurdî de, li welat û derveyî welêt de dinivîse.

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

Ev perda dawî ye

RUKIYE ÖZMEN 

Şevê din dîrokê xwe pirbare kir di rabirduya mêjiya neteweya me de.Gur û hovan peyman danibûn; rûyê xwe ji şerma mirovahiyê bi maskên reş pêçabûn.
Û derketin nêçîra rûmeta min li aqarê Medan.

Şevê din, tîmsahan bi neynokên xwe yên qirêj nava min qelaştin û bi diranên xwe yên zingarî xwîn ji kezeba min dohtin..

Dilê min gurand, giyan tavizand di laşê min de û bêbextan rayê hêviyên min qetandin, hemu reng reşkirin di çavên min de.

Nêçîra karxezala dikir..

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

 Ji birçîbûnê re                                             Yasîn Hisên

-1-

       ji bona te

min çiqas dest ramûsandin

Lê....

ne mîna lêvê te bûn...

-2-

Ger tu jinek baya

Min dê te himbêz bikira..

Da dîsa bême kuştin

Zêdetir bixwîne

-----------------------------------------------------

Necîb Balayî ji bo Radioya dengê Amerîka di peyive

Necîb Balayî                                                                                       

Roja dûşembî 07.02 Radioya dengê amerîka VOA - Kurdî

Dîdarek li gel Nivîskar û rojnamevan Necîb Balayî saz kirîye, dîdar ji layê Rojnamevan Dexîlê şemo ve hatîye encam dan,Necîb Balayî mêvanê bernama Ferheng û Torê Kurdî bû û wî gazinde ji nivîsevan û helbestvanên nû kir inkû lezê dikin li nivîsînê.  

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

اشو ک با

باشوری کوردستان و باشوری سودان


به دره ددین ساڵح

به هۆی ئه وه ی ئێمه ی کوردتا ئێستا ناوه ند ی زانستی و زانکۆ و کانالی درێژخایه نی سیاسی ودیپلۆماسیمان نه بووه بۆیه زۆر ئاسانه خه لکی ولاته که مان، کۆمه لانیکوردستان له خشته ببرێن و نه خوازراوو دژی به رژه وه ندییه کانی خۆشیان به کار بهێنرێت..

له ماوه ی چه ند سالی رابردوودا جار نا جار هه والی وه ک رۆژهه لاتی ناوه راستی نوێ..

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

 Derheqê Gotina “Kurd û Zaza” de

Îsmaîl Beşîkçî

 Bi navê BÎLGESAM dezgehek heye: Navenda Merivên Zanyar û Lêgerînên Stratejîk. Wezîr, general û dozgerên teqawutbûyî (malnişîn), herwisa, profesor û hwd. dibin endamê vê dezgeyê. Wezîrê karê derve yê wextekê û balyozê teqawutbûyî Îlter Turkmen, musteşarê wextekê yê MÎTê (Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî) Sonmez Koksal, Serekê rûmetê yê dadgeha bilind Prof. Dr. Samî Selçuk endamên vê dezgehê ne. 

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

 Bîranîna damezrandina Komara kurdistan

 

Hevpeyvîna Bi Dr. Huseynê Xelîgî re

(Hevpeyvîn di sala 2008an da hatîye kirin)

Mirhem Yigit 

Doktor em di meha damezrandina Komara Kurdistan de, ango di meha Çile de ne. Vaye salvegera 62 an jî hat. Berî bi 62 salan li meydana Çarçira Pêşewa Qazî, Komara Kurdîstan îlan kir. Di dîroka Kurdan de cihê vê rojê, deng, olan û hêza wê, bandêra wê li ser salên piştî xwe di nav Kurdan de tê zanîn. Îlana Komarê li ser asteke berz bilaşûgewdbûna kiyaneke neteweyî ye, yan na?

 

Bê goman. Ji awura ramana neteweyî îlana Komarê nîşana asteke berz e. Kurt be jî xewnên Ehmedê Xanî, Hecî Qadirê Koyî dibin rastî, dikevin jiyanê. Kiyaneke Kurdî, êdî ne bi tenê daxwaz û niyazek e. Bi îlanê re dibe bûyereke dîrokî. Hezar û sedhezar vê dijîn, bi çavên serê xwe dibînin. Li perçên din Kurd pê dihesin. Welatên der û dor, cîran û cîhan dibhîze. Kurd serbilind in. Bi çavekî din li xwe û li cîhanê dinerin. Bahweriya ku “em ne kêmî kesekî ne, vaye em jî dibin xwediyê desthelatdarî û dewleta xwe”, bela dibe, serdest û degel dibe.

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

Melekî Sebrê

 

Hisên Abbas

ji Sebrê re ez bume melek

Dinya li min bu sur û xelek

Îdî bese... were felek

Carek bidem taca belek

Rojek bibim ez jî melek

 

Ji sebre re ez bum melek

Îdî bese... were felek

Ez jî li xwekim şalê sipî

Dora wî jî Xetên rengî

runim ji xwer li ser kursî

Deynim li pêş ala rengî

li mi bicijivin têr û birçî

ez ji wan re  bibim qazi

Zêdetir bixwîne

--------------------------------                                        -------------------------

 Divê Hizbûlah Mûhatap neyê girtin!

 

HESEN HUSEYîN DENîZ

 

Qatilên gelê kurd ên bi destê hikûmeta AKP ya xwînxwar azad hatin berdan, dixwazin niha bi rêka banga agirbestê ji xwe re li Kurdistanê statuyeke fermî bidest bixin. Dema ku PKK bersivê bide banga Hizbûlah û agirbesta wê bipejirîne ev tê wateya ku Hizbûlahê wekî hêzeke fermî ya li ser navê gelê kurd kar dike bidest digre û wê demê Hizbûlah li Kurdistanê dikare bi hêsanî xebatên xwe yên xwe jinûverêxistinkirinê bidomîne.

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

Lêkolîn 16 Derket

 

Kovara Lêkolîn a weşana Instîtûta Kurdî ji bo lêkolîn û zanist-li Almanya, hejmara 16´an derket.

Mijara vê hejmarê li ser diho, îro û siberoja romana kurdî ye. Hejmar ji pêşgotineke dirêj, çar gotar û deh hevpeyvînan pêk tê.

Wek tê zanîn Întîtûta Kurdî ji bo lêkolîn û zanist li Almanya, van salên dawî ji xwe re kiriye armanc ku her hejmareke xwe ji bo mijareke dîrokî, çandî, wêjeyî, hunerî an jî ji bo kesayetêkî/e kurdî î/ê zanyar veqetîne. Vê carê saziyê dest avêtiye romana kurdî û di vê hejmarê de ew ji her aliyî ve daye nirxandin.

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

Fikira min derheqa axrîya rojnema RÎYA TEZE da

 

Eskerê BOYÎK

 

80 sal berê, sala 1930 î, bi biryara hukumdarîya weletê sovêtê li paytextê komara Ermenistan Yêrêvanê dest bi weşena rojnema bi zimanê kurdî (kurmancî) RÎYA TEZE bû. Rojneme bi elfeba kurdî girafîka latînî, ( ya ewlin) hate weşendin. Ew elfeba dîsa li wur sala 1928 a bi dewletî hatibû çêkirin, hazirkirin û qebûlkirin. (Elfeba Îsahak Marogûlov û Erebê Şemo).

Dema li heçar perçê Kurdistanê her alîya va kurdeyatî qedexe bû, heyîtî nav û nasnema kurdan, bi destê dagerkirên Kurdistanê dinîyayê da dihat qedexekirin, tunekirin weşena  rojnemeke bi zimanê kurdî, aw jî bi dewletî,  di emrê gelê kurd da bûyateke dîrokî û sîyasîye pirr gring bû.

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

Nama Seroka Rûmetê ya, PEN a Kurd

Sînemxan Celadet A.Berdirxan  

 

Silav 

Birastî gelek xweşhalbûm ku xuşka Simin Çaycî ji aliyê hikûmeta Îranê ve hate berdan..

Hêvîdarim ku eve helwesta dawiya Hikûmeta Îranê be ku ev çend sale dijî çalakvanên azadî demokrasiyê helwestên tûnd nîşan dide. Heta niha çendîn rojnamevan û çalakvanên mafê mirovan bi awayeke neheq, bi tawanbarkirina sixûriya welatên Ewrupî dide nîşandan û wan siza dike û her wiha çendîn kesan darvekiriye....

Zêdetir bixwîne

---------------------------------------------------------

TIRKÎFÎKASYONA XWEMALÎ DI ZIMANÊ MEDYAYA KURDÎ DE LI BAKURÊ KURISTANÊ

Ji bo bilindkirina navê Elîşêrê Koçgîrî ku berî gelek kesan xema kurmanciyê xwar…

Mazlûm Doxan

Armanca vê nivîsarê ew e ku bide xuyakirin tevn û pergal û dengsaziya zimanê tirkî li bakurê Kurdistanê karekî dijwar û berfireh di tevn û pergala zimanê kurdî de kiriye û ev yek dike kurdiyeke nû peyda bibe ku li gorî hiş û tevn û dengsaziya zimanê tirkî hatiye dariştin.

Zêdetir bixwîne

------------------------------------------------------------

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.               org              

 Malper | Helbest | Siyaset | Lêkolîn | Gotar | English | Kurdî | کوردی  | عربي | Nivîskar | Arshîv| Ziman | Civak | Navenda PEN ê | Komîte| Destûr û Rêbaza navxweyî |