pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 Nivîsên din yên Nivîskarî:

:EZ IM KURDISTAN!

Va sersal hat 

Vegere destpêkê

 

 BANG LI SEROK!

Bang li Serok me,
Rabe bibêj gelê me,
Bila her kes zanabin
Zanibin nasnama xwe!
      *     *
Bi hêva dil roja te
Serok û rêhberê me
Hezar sal bû em kole
Te jîn da etewa me!
      *     *
Tu natirsî ji kesan
Rêxne bikî wa kesan
Bila her kes zanabun
Gel idî nînê xapan
     *     *
Bê kesayet nabin nas
Te rakirin bûn gernas
Idî serî li xwe hildan
Di cîhan da bûne nas
     *     *
Rêxne bike xarîya wan
Ko xwe bikin mîrovan
Pêwîste gel xwe çêke
Bibin hêza Kurdistan!
     *     *
Nebên roje, nebên şev
Em gel bikin tevî hev
Tu jî wekî Polropson
Ko gel bikî serî û dev
    *     *
Keç, xort û zanê me
Tev bibêjin gelê xwe
Hêzê bikin yek destûr
Li hember dijminên me
     *     *
Gel her dikê pirr ji te
Bo rizgarîya gelê me
Ew Selhedînê Ereb,
Nasnekir netewa me!
     *    *
Bi dijmin re hevkarî
Wan vekirin tev derî
Ew Cehwerî û Aksoy
Bi dijmin re xwînxarî!
    
*     *
Ew naxwazin zana bin
Bi rûmet û rêzan bin
Ko xwe bikin kesayet
Di nav gel da hostabin!
     *     *
Bûne Tirk, Ereb û Îran
Em didane dijminan
Ji dijmin re kûçik û ker
Gel firotin çend pûlan!
    *     *
Hinek bûne umetchî
Hinek jî bûne çîncî
Xwe pirr zana dibînin
Li cem dijmin qurucî!
    *     *
Hinek bûne serok hoz
Destê dijmin bûne qoz!
Bi gijmin re bûne yek
Li hemberî gelî û doz
    *     *
Bi dijminan sond xwarin
Ders ji dîrok nexwarîn
Beg, Axa, Mîr û xayîn
Bi dijmin re xwîn xaein!
    *     *
Bawer bikin em ji xwe
Newek bav û kalê me
Nebin dînik û Olperes
Zîlan û Mazlûmên me!
    *     *
Bi gelê xwe bibin nas
Cîhan zanin em gernas
Feqîr Helbestvanê me
Ko li cîhan bibin nas!
    *     * 
Gel ra bimeşin bê şert
Pirrîyan bibin kesazet
Em huh nedin zirtonan
Kesên virek û bêbext!
    *     *
Gel re bikin tev xebat
Berxwedana çîya û lat
Cîhan tev hev zanabin
Jînbê Kurd û tev welat!

Feqîr Ehmed

  

Vegere destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org