pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

Nivîsên din yên Nivîskar A.Balî

 

 

Vegere destpêkê

 

 MİZGÎNİYA BERHEMEK NÛ

Jİ WEŞANÊN RÊ BERHEMEK NÛ Jİ 5 BERGAN

-ANTOLOJİYA ŞAİRÊN KURD-

Xwendekarên Hêja!

Mamoste A. Balî Han cara yekem di destpêka salên 1980 yî de bi navê "Berevoka Helbestvanên Kurd" ji 110 rûpelan berhemek li Frankfurtê daye weşandin. Paşê li sala 1992 an li Stenbolê qasî 456 rûpelan bi navê "Antolojiya Helbestvanên Kurd" carek dîn ew berhem hate weşandin. Bi navê "Helbestvanên Kurd Yên Sedsala 20 an" çapkirinek dîn di nav weşanên rê de hate weşandin. Bi kurtahî ew karê sîh salî zêdetir berdewam kirî bi 5 bergan (cilt) dawî lê hat...

Di naveroka ew 5 bergan de, di destpêka wêjeya Kurd ya bi nivîskî destpêkirî, ji sedsala 9 an heya roja îro em tê de dijîn, ji  409 şairên Kurd bi wêneyan, ew di vî karî de cihê xwe digirin. Berhem 2126 rûpelan pêk hatiye. Bê guman di wêjeya Kurdî de, ewqas şair cara yekem e, ku têne cem hev. Ew karê hêja jî, di wêjeya Kurdî de bûyê para nivîskar Mamoste A. Balî.  Ji xeynî vê berhemê hefdeh berhemên nivîskar yên dîn çapbûyîn hene...

Weşanên rê di amadekirin û çapkirina berhemê de rastî gelek çetinahiyan hat. Lê di dawî de berhemek wusa  tevî pirtûkxaneya Kurdî bû. Bi wê jî em pê kêfxweş in. 05.02.2012

Ligel silav û rêz

 Weşanên Rê

                   

 

 

 Vegere destpêkê

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org