Abdusamet Yigit
Li ser zimanê kurdî, heta nahaka pirr nivîs, pirtûk û roman hatina nivîsandin. Hemû jî di derbarî kurdî, bi karhanîna kurdî û fonolojî û nasîya wê de ya. Di derbarê bi karhanîn û awayê bi karhanînê û denêg peyvên wê de jî heta roja me pirr nivîs û nivîsand in bûya. Çend ku mirov beşekê ji wan nivîs û nivîsandinan di qada qdademikî de bihasibêne jî, mirov nikarê bi tememnî, weke berhemne hûr û kûr yên diderbarê dîroka kurdî zimanê kurdî ên zanistî bi hasibêne. Zimanê kurdî, hê,ji aliyê xwe yê zanistî ve ji pirr aliyên xwe ve divêt ku bi serekeyî were lêkolîn û lêkolîn li ser werina kirin. Di vê qadê de, bi teybetî kar û bar dikeve ser milê kurdan bixwe de. Kurd, divêt ku dîroka zimanê xwe bênina ser ziman. Dîroka ziman, di aslê xwe de, li gor min, weke beşek ji dîroka civatê jî ya. Bi vê yekê re mirov divêt ku bibêje ku ziman, bi hebûna xwe re, di aslê xwe de, xwediyê dîrokaka pirr giring û mazin a jî. Di derbarê kurdîya berê ya kevn de, wilo zêde di destê me de zanîn kêm in. Gelek berhemên ku hatina nivîsandin jî, ji ber ku hatina xuruxandin, êdî di destê me de nîn in. Ev nikarim bahse wan bikim. Bi teybetî, ku weke karekî adademîikî, pêdivîya zimên bi bi nivîsandina ansiklopediya xwe heya. Bi wê re giringiya wê û rastîya wê êdî wê baştir were li holê û fahm kirin. Zimanê kurdî, xwediyê dîrokaka pirr kevn a. Divêt ku mirov bibêje ku zimanê kurdî, dîroka wê, hertimî jî ji ya me zanîya bêhtirî piştre derketiya ber me û me dîtîya. Ji ber vê yekê, ez karim bêjim ku zimanê kurdî, hertimî ji ya ku em dizanîn bêhtirî xwediyê hebûn û rastiyekê ya. Ji gelek zimanên ku di roja me de tên bikarhanîn ên weke farsî bi xwe re jî hin aliyna ve ji pêşketina wê dayiktî jî kirîya. Zimanê kurdî, ji ber çi, î ro, çendî ku qadaxaya mazin li ser heya û hê jî karê xwe bide afirandin. Di aslê wê de, ew pêşketin û demên pêşketinê ên ku di demên berê de jîya na, ew dem û serdem hemû jî, bi hev re di xêva her kurdekî de dijîn, ew jî bi awayekî ku rêşanî hebûna genetike wî dide, pêşketina wî bi ya civatê re dide der û kifş dike. Bi vê yekê re divêt ku em di serî de, hebûna ziman û fahmkirina wê, pirr baş û qanc fahm bikin û bênina ser ziman.
Di vê çerçovê de ziman, rastiya wê çî ya? Di serî de, em bersiva wê pirsa xwe bidin û bi buhur in. Ji ber ku ev yek, her weha giring a û ji vir û pê de, hanîna li ser ziman ya dîroka zimên, giringîya wê bi me bide fahm kirin. Di serî de, zimanê kurdî, dîroka wê ku ji destpêka wê bidina dest pê kirin, em karin deme Sûmerîyan ku weke deme şaristaniyê li herêmê ya pêşî jî tê ser ziman û nasîn. Ji wê jî, di zane min de mirov karê hinekî dîn bi wir ve herê. Di derbarê çanda kurdan de, ku mirov bû xwediyê zanînê, mirov wê hinekî bi wê re hin kodên kevnbûna zimanê kurdî jî bi serekeyî bixwêne û fahm bike. Kevneşopî, di aslê xwe de, jîr û bîrewerîya ku bi bûna civatê re diafirê ya. Bi vê yekê re, hebûna wê, bi xwe re giringiyekê di afiurêne. Aliyekê wê yê bi ziman re, di aslê xwe de, divêt ku mirov hinekî li ser vê yekê bi teybetî bi sekinê û wê fahm bike. Kevneşopî, di aslê wê de, bi avabûna gotinên wê yên ku dibina weke qalibên têgihiştinî di nava xalkê de, bi wan re, rastiya ku bi xwezatiya zimên re tê ser zimên heya. Ji ber vê yekê, bi teybetî, mirov karê li ser wê kevneşopîyê bi sekinê û fahm bike. Bi sereke bi çend xalan jî bê, ez karim bêjim ku kevneşopî,. Ji çend aliyan ve giringiya di pêşketin û hebûna civatê de heya. Ev jîn bi sereke ev in. Kevneşopî, bi ziman, çand, nirxên olî û bîrewerîyê ên wêjeyî û hwd re dihê ser ziman. Bi vê yekê re, em bi teybetî li ser vê yekê divêt ku bisekin in û wê fahm bikin û bênina ser ziman.
Di dîrokê de, çawa hatiya jîn kirin? Ev awa, di serî de ez bêjim ku giringiya wê bi ziman re û hebûna ziman re dihê ber mirov. Li gor min ziman, her gotina wê, giringiya wê, bi şeklê pêşketina civatê re jî heya. Bi vê yekê ve girêdayî ku ez vê giringiyê ji berçav dur nekim, ezê kim ku wê pêşketina zimanê kurdî bi serekê bênina ser ziman. Ji ber vê yekê, êdî divêt ku mirov bi dîrokê re, wê û pêşketina wê fahm bike û bêne ser ziman. Di vê çerçovê de, emê mijare xwe ku çend xalan bi hev re li berçav bigirin bi wan re bikin ku ji destpêkê wê bi sereke jî bê bênina ser ziman. Bi vê yekê re, emê hew bidin ku zimanê çawa afirîya bi teybetî zimanê kurdî çawa afirîya wê bidina berçav. Di vê deme ku li ser zimanê kurdî pirr niqaşên qirêt tên kirin. Bi teybetî, ev nîqaşên ku bi awayekî weke hêrîş in li zimanê kurdî, ji bo ku ez bi teybetî bi çand, kevneşopî, pêşektina ziman û çanda wê ya pêşketî ya li kurdistanê re bersivekê bidine wan nîqaşan min ev nivîs hilde li pênûsê. Ziman, weke xalaka giring ya ku mirov pirr bi giringî li ser bisekinê ya. Bi vê yekê re, ziman, divêt ku mirov bi pêşketinê re wê hildê li dest û bêne ser ziman. Bi vê yekê re, wê êdî bi awayekî rast û pak were ser ziman û mirov wê karibê bi teybetî bi awayekî baş û qanc wê fahm bike.
-- Ku mirov pêşîya xwe nizanibê û li ser zimên bidest nivîsandinê bike, wê nivîsandinên mirov weke axaka zûwa ku ji têhan bikelbûya wê werina li holê. Ji ber vê yekê, hewceyî pê heya ku mirov wê dîrokê bi awayekî rast û pak fahm bike û bêne ser ziman. Ku mirov zimanê kurdî, hildê li dest û destpêka wê ya pêşî bêne ser ziman, mirov divêt ku bi wê re pêşketina gelek şaristaniyên ku bi wê re jînbûna bi wê re di rêza wê de bênina ser ziman. Bi vê yekê re, wê hingî ew pêşketina wê, bi awayekî rast û pak were ser ziman. Di ziman de, gotinên ku dihêmn bi kar hanîn, bi demê re bi wê pêşketina bi xwe re û bi mirov re dide çêkirin re dibina weke xêvna ku bîrê di jîrê di xwe de bar dikin a. Jîr. Ew zanebûna ku di hundurê xêvê de ku afirîya û êdî di wê de şenber e, mirov ji wê re dibêne. Bîr jî, hebûna wê ya ku mirov derxe têgihiştinê ya. Di derbarê zaney van herdû gotinan de bi demê re pirr pêşketin bûya. Ji ber vê yekê, li ser van herdû gotinan re, biteybetî, mirov karê hinekî li vir bisekinê û piştre bi buhurê û herê. Ziman, hebûna wê, di aslê xwe de, bi vê yekê re, wê giringiya wê ya bi gotinên wê re ku heya jî, wê ji aliyekî xwe ve were fahmkirin û ser ziman.
Jîr, di aslê xwe de di kurdî, weke gotinaka şênber a aqil a. Bi wê re bi tememê ne aqil lê aqilê du hundurê gotina aqil de ku heya bi wê re dihê ser ziman. Bi vê yekê re, mirov karê di asta kirdeyeke zimên de jî bi zanebûnê re û têgihiştin pû hebûna zanebûnê re werêne ser ziman. Jîr, ji wê bîrewerî dihê li holê. Ew jî, weke ku em di carna di jiyane xwe dibêjin ”me bibîr kir” û an jî ”me hingî li bîr da” û hwd, dihê ser ziman. Di wê de, hebûnaka bi aqilî dihê ser ziman. Bi vê yekê re mirov karê bibêje ku aqil, bi vê yekê re hinekî dîn mazin bi têgihiştin heya. Ji vê gotinê, mirov karê kirde aqil bi gotina wê re fahm bike. Bi vê yekê re, mirov karê rastiya zanîna aqil bi wê re bi têgihiştin fahm bike.
Jîr, gotinaka ku di kurdî pirr kevn a. Afirîna wê mirov karê bêje ku hê di deme Gûtîyan heya. Ji wê wirdetir jî heya ku hebe. Lê di vê demê de, weke gotinaka ku dihê bi kar hanîn a. Car bi car ku dihat bi karhanîn di hat gotin ”de bijîr ba, êdî” Weke deme ku mirovekî ku tiştekî kir û di wê kirinê de xelatiyeka ku di demeke berê de ku kiribû weke hebû jî ew kiribû û di wê demê de jî heman xelatî kir, êdî ev gotin dihat gotin. Bi gotina vê gotinê û vî rengî re, êdî dihat gotin ku ”êdî hinekî di serî xwe de bihizira û û fahm bike û bêne ser ziman. Yanî, pêwîstiya zanebûnê bi têgihiştin di wê gotinê de dihat ser ziman. Bi vê yekê re, êdî ew zanebûn, bi teybetî, dihat ser ziman û fahm kirin. Yên ku ev gotin digotin, êdî ew mirovna ku ew xelatî bi zanebûn dîtibûn ku êdî ew dîtina xwe digotin. Bi vê yekê re, êdî gotina jîrê dihat ser ziman. Li dûv vê gotinê, gotina ku dihat, ev bû, ”bi bîr ka”. Yanî, êdî fahm bike, derxe têgihiştin û zanebûnê û êêdî heman kêmesiyê dûbare neke. Bi vê yekê re, mirov tiştekî din jî fahm bike. Ew jî ev a, ku xelatî ji nezaniyê dihat hasibandin û lê nerin. Mirovê ku xelatî dikir, weke yekî nezan di hat ser ziman. Ji bo van mirovan jî, her weha, hin gotinên ku rewşa wan mirovên ku xelatî dubare dikirin dihate ser ziman hebû. Gotina ”şevekorî”tiyê gotinak ji van gotinên ku bi teybetî dihat serr ziman bû. Ji wê gotinê, mirov karê fahm bike. Mirovê ku xelatî kir, ji nezaniya xwe kirîya. Lê ku mirov bi zanebûn xelatiyek bikira, êdî ev gotin jê re ne dihat bikarhanîn. Gotinaka din dihat bikar hanîn. Ew gotin jî bi teybetî di kurmancî ”xirabî”tî bû. Ji bo ji xwe qayîlbênê jî, bi teybetî ji mirovên ku pirr ji xwe bi qayîl diaxiftin û gotina xwe li ser hevdû dikirin, ji wan re dihat gotin meleq. Bi vê yekê re, ew dihat salixkirin. Ku yekî, bi gotina xwe re quratî kir, piştre wê yek çûba ber wî û gotibayê de ” hey gidî ti, ti çi meleqî!” Di gotinê de bêjeya ”gidî”, di wateya yemantîya mirov de dihat ser ziman. Bi wê re êdî ew dihat gotin. Bi wê re êdî ew bahse wî dihat kirin. Gidîtî, di aslê wê de, di kurdîya berî ya kurmancî de pirr bui teybetî dihê ser ziman. Di gotinê de serewerbûn û pirr baş bi karhanîna zimên jî ji wê hinekî serweriya wê dihê xwandin. Bi wê yekê re, di nav kevneşopîyê de buhur în û çûyin jhî dihê serr ziman. Ji ber ku bi kevneşopî û çandê re êdî nirxên ku weke xal û destûrên nêzîkatîyê êdî afirîna û herkesek di derbarê wan de bûya xwediyê têgihiştin û zanebûn.
Di deme Gûtîyan de ev gotin heya. Gûtî li herême Cizîrî û li dora wê demne dirêj ên şaristaniyî jîyan. Kurdîya wan jî, ji wê kurmancîya ku î ro weke ku bi li botanê û li dora wê dihê axiftin ji wê ne dûr bûya. Di deme wan de, pêşketinaka mazin heya. Serwerî ziman û bi karhanîna wî pirr xort bûya. Bi vê yekê re mirov karê bênje ku zimanê wan di astaka zanistî de bû bi wan re ku wan bi kar dihanî. Bi wê re, mirov karê bêne ser ziman ku têgihiştina bi ziman û di derbarê zimanê de bûya û heya. Di civatên wan de, ku ew lev dirunuştin. Wê bi hev re, êdî bidin û bidestênin. Di deme ku yekî ji wan re ji civatî vegotinek û an jî tiştek ji derekê hiskir û li wir ji civatê re got, wê di civatê de tiştek di deme lê hisandinê de wê lê bê lêgerîn. Ew jî, herikandina vegotinê û bi hev re ku di vace xwe de bê. Ku lev bike. Ku gotinênku hatina ser ziman hevdû vala dernexin. Ev lê dihate lê gerin. Ev kirin û nêzîkatî, heta demê me yên dawiyê jî li civatên kurdan li herêmê botanê ku lev dirûniştin, bi hev re ku didan û distandin, wê wilo bikiran. Di deme ku vegotinek ba, û na jî çîrokek ba ku bihate gotin û an jê ku jîyane mêrxasakî weke rûstemê kurê zal ba û hwd, wê di vegotinê li levkirina vacî lê bihate lêgerîn. Bi wê yekê re, ku yê ku digot ku di levkirina vacî de hanî ser ziman, wê hingî, bi hatiba hasibadina ku ew bizaneya û bi aqile û li gor wê bizanebûn û aqiliya xwe hanîya ser ziman. Ev lêgerîn, tiştekî bi me dide têgihiştin. Ew jî, her weha ew ku di gotinê de zanebûn bi têgihiştin bûya û mirov jî di farq wê de ya.. Mirov karê wê bi teybetî êdî bi gotinên xwe re bêne ser ziman..
Gotin, di wê de, zanînaka ku mirov wê fahm bike heya. Her bêje, tîp û dengên wan yên ku bi hev ve hatina hunandin, bi wê re xwediyê pergala xwe ya teybet in. Ew deng, bi wê re çî têne ser ziman, ew dihê zanîn. Ew dengê ku dihê derxistin, ji wê hîsek dihê girtin. Ew hîs jî, weke aqilekî ku di ji wê levkirinê ku mirov re di deme aqil çêkirinê di serî de rê şanî mirov dide di afirandina aqil û hanîna wê ya li ser ziman de. Gotin, bi teybetî, di kurdî, deme ku mirov li awayê bi karhanîna wan dinerê, mirov fahm dike ku gotin, bi serê xwe afirîna û hatina ser ziman. Lê gotin, çi têne ser ziman, li ser wê jî dihê hizir in. Bi vê yekê, mirov karê bêje ku li ser aqilê gotinê dihê hizirin û fahm kiirn. Aqilê gotinê, di aslê xwe de, aqilê ku afirîya û bi jîrbûya ya. Mirov karê vê yekê di vir de kifş bike.. Aqil, di aslê xwe de, di xwe de xwediyê pêvajoyna pêşketinê ya. Aqil, bêî ku xêve mirov hebe, nîn a û na afirê. Bi vê yekê re, di serî de, ev gotinên ku di serî de xêvê kifş dikin û jê jîrê dikê ku fahm bike, ku mirov wan dibîne, mirov dibîn û fahm dike ku Gûtî û demên berî wan yên kurdî ji ya ku em dizanîn bêhtirî xwediyî pêşketin aqiliyaka bixwe re ya.
Li ser gotinê serî hîşandin, weke xalaka teybet ya li pêşîya me ya. Ji gotinê, biqasî ku mirov karê pêşketin û kevneşopîya civatê ji aliyna vê ve kifş bike, her weha bi awayê bi karhanînê ji wan gotinên ku tên bi karhanîn, mirov karê ji wan, wê gotinê, têgihiştina wê û deme wê ya asta wê ya pêşketinê fahm bike. Kevneşopî, weke gotinaka ku di nava kurdan de giringiyaka wê ya ku li ser nayê nîqaşkiirn heya. Ku bahse wê dihê kirin, cidiyete diaxiftinê xwe dide li rû. Gotinên ku dihên ser ziman, bi zanebûn dihên seer ziman. Di temenê ku yê ku dihê ne ser ziman ku ew di têgihiştina wan gotinên xwe yê ku dihêne seer ziman de, mirovên li dorê jî cidiyetê didin û wê gotinê fahm dikin û li ser disekin in. Di vir de, divêt ku ez bibêjim ku kurdî, dîroka wê ya demên berê, li ser wê sekin in, di serî de, hêzekê di me de çê dike. Ez bixwe, deme ku li ser disekin im, bi min re ew kêf û dilxweşî, dibe. Ji ber ku deme ku ez li ser gotinên wê re bi hizirkirinê dimeşîm û qavzên xwe diavêjim û gotinên xwe dihênim ser ziman, hingî, ew fahmkirina ku bi wê re bi min re çêbû, ew min bi dilxweş dike. Kurdîya demên berê, bi teybetî ku mirov ji deme sûmerîya hilde li dest, mirov wê fahmikirina wê ya dîrokî bibînê. Di serî de, em hinekî weke gotinaka giring, li vir lis er gotina Gilgamêş bisekin in. Gotina Gilgamêş, weke gotinaka ku herî zêde tê zanîn, me ew hilbijart. Di kurdî, de, weke ku tê zanîn, ”ga” di wateya gamêşekê de dihê ser ziman. Ga, sawalaka gir a. Bi vê gotine me ya li pêşîya wê, di aslê xwe de, e hinekî dest avêta navaroka gotina gilgamêş. Di serê gotina gilgamêş de weke ku herkesek dihêne ser ziman ”gil” heya. Gil, di aslê wê de, hebûn û wate xwe ji bêjeya ”gir” digirê. Gir, di kurmancî de û bi teybetî, di zaravayên kurdî ên din de jî di wate bicûsebûnê, mazinbûnê, zaxmbûnê û hwd de tê ser ziman. Gayek, haçîyê ku lê dinerê di zanê ku ew çendî gir e û mazin a. Pirr ji qelew a. Ji aliyekî ve bi ew girbûna ga, bi qelewbûna wê re jî dihê ser ziman. Ev gotin, li herême botanê weha weke gotinaka teybet ku dihê sert ziman weke ”girga” jî hatiya ser ziman, Hata roja me jî ev hatîya bi karhanîn. Bi girbûna ga re, rastîyek û mazinbûnak û an jî zaxmbûnek û an jî hêzbûnek hatîya ser ziman. Ga, ku pirr mazin bû û êdî ji wê mazinbûna ku hatiyê de êdî wê mazin nebe, hingî, jê re tê gotin ”Gamêş” Gamêş, êdî tê ser ziman. Girgamêş, ji wê afirîya û hatîya ser ziman. Di roja me de jê re tê gotin ”gilgamêş” Gotina girgamêş, di aslê xwe de, tiştekî bi me dide fahm kirin. Di serî de afirîna gotinan û bi fahmkirina wan a. Ji wê di vir de ji du aliyan ve bisereke mirov digihijê fahmna. Fahma pêşî ew e ku gotin û an jî bêj, bi wê wateya xwe ku heya ya binav a ji wê êdî wateyên din dihên derxistin û afirandin. Minaq, weke ji wate navê ´ga´ derxistina wateye zaxmbûn û hêzbûnê hwd. Bi vê re mirov karê bahse van jî bike, di deme sûmerîyan de ji mê re mî, ji gamêş re gameş, ji bapîr re pa-bil-ga, ji guh re gu, ji gel re gal, dihat gotin. Di wê demê de "nîn" jî navê jin û jîyanê bi hev re ya weke ku î ro hê navê "jîn" hem dibê navê jin û jîyanê. Wate wê ya wê demê û ya vê demê wekhev a. Ku mirov li kêvalberên tûfana nuh dinerê, mirov van kifş dike. Hê jî, mirov karê zêde bike.
Ji vir, emê hinekî dîmn jî bi berdewamî bênina ser zziman, ev yek di vir de, weke ku pêdivîya wê bi wê heya. Di serî de, bêje ”ga”, dihê ber me. Di vir de, di serî de, em vê jevcudabûnê bikin. Bêje ”ga” ya û gotin ”girgamêş” a. Di vir de, çendî ku mirov karê wan di wate hevdû de bi kar bêne ser ziman jî, lê disa, bi sereke ev jevcudabûn di wan de û di nava wan de heya. Bi têgihiştinî û watekirinê re ew jevcudabûn afirîya û dihê ser ziman. Bi vê yekê re, mriov karê bêje ku kurdî, di vê yekê de, wê demê de bûya xwediyê pêşketina xwe ya dîrokî. Kurdî, bi gotina ”bêje”yê, bêjeyên weke ên ”ga” û hwd tên ser ziman. Bi teybetî nav in. Lê bi ya ”gotinê” jî, minaq, gotina ”girgamêş” dihê ser ziman. Temen û koka bêjeyê, ji gotinkirinê dihê û afirê. Bi wê re, çendî ku ”gotin” piştî ya ”bêjeyê” jî ku weke ku dihê ber mirov, lê ji wateyê û têgihiştina di hundurê gotinê de, berî wê demê afirandin bûya. Bi vê yekê, êdî mirov fahm dike ku ji bêjeyên ku ji çend bêjeyên bi hatina wan ya li cem hevdû ku pêktê, ji wan re tê gotina gotinê dihê bi karhanîn.Bi vê yekê re mirov tiştekî kifş dike, ew jî ev a, ew zanîna di gotinê û di naqabîna gotinan de. Ew mirov wê fahm dike. Di kurdî de, ev pêşketîya. Ew zanîna di nava gotinan de. Bi hanîna li cem hevdû ya bêjeyan re û afirandina gotinên dirêj û mazin û bi wateyên kûrtir re dihê ber mirov. Di vir de, di serî de pêşî em hinekî li ser zanîna di naqabîna bêjeyan de li ser wê bi sekin in. Ev yek,weke mijareke giring li vir xwe dide ber mirov. Ji ber vê yekê, divêt ku em hinekî li vir li ser wê serî biqastênin û wê fahm bikin. Ev yek, wê bi wê re, wê têgihiştina wê ya ziman, ya ku bi wê re afiirandina gotin û bêjeyan ji hevdû wê bi me bide têgihiştin. Deme ku mirov got ”gayê gir”, hingî, em du gotinan nayênina ber hevdû. Em didênina cem hevdû û bi wan hevokê ava dikin. Lê deme ku me got ”girga”, hingî, em ji wê afirandinekê çê dikin û beêyekê jê derdixin û diafirênin. Bi vê yekê re ziman, êdî digihijê bêjeyeke xwe din ya nû. Bi vê yekê re, ev li ser çi diafirê? Ya ku wê afirandinê bi mirov dide çêkirin, li ser wê sekin in û fahm kirina wê di vir de weke zanîna di bin û bingihê wê afirandinê de ya dihê ber mirov ku mirov wê fahm dike.
Di vir de, ew zanîna gotinê ya ku wê diafirêne, di aslê wê de, tişte ku ew bi gotina bêjeyên ”ga”, ”gir” û ”mêş” re didêne ber mirov fahmkirina wê hinekî giring a. Hê di dema sûmerîyan de, gotinên biçûk ên weke ”GA” û hwd, ku î ro jî, hê hebûna xwe di zimanê kurdî de diparêzên, dihê bikar hanîn. Hebûna wan gotinan, wilo zêde ne dirêj in. Hevok û gotinên kin in û tiştan tênin ser ziman. Minaq, heta roja me jî tîpa ”A” bi serê xwe, di zimanê kurdî de, di wate ”herê” de dihê bikar hanîn. Di wate herêkirinê û pejirendinê de dihê bikar hanîn. Kurd, bi teybetî li herêmê botanê, heta vê roja me jî, wê tîpê bi vê rengê bikar dihênin û di gotinên de dibêjin. Gotina ”GA”, di wate gayekî de tê bikarhanîn. Piştre, di demên şaristaniyê de, hin bi hin ku dem buhurtîya, hin wateyên weke hêzî jî, bi wê re hatina bikar hanîn. Minaq, ji mirovekîê re bikarhanîna ”tû weke gagamêşekî yî”, wê hingî, jê re bê gotin ku ti hingî, bi zaxmî û bi hêzî, wê bê gotin. Navê destena ”Gilgamêş” jî, ji wê gotinê tê. Dema ku ji Gilgamêş re gilgamêş tê gotin, hingî, jê re tê gotin ku ew biqasî gamêşekî ”gir” a. Yanî, hevokên ”ga” û ”gir” dihêne cem hevdû û bi hev re temenê wateya gilgamêş diafirênin. ”Gir”, wek ku tê zanîn, heta roja me jî, do kurdî de, wate ya wê ne guharîya û wateya wê mazinbûnaka bi zaxmî têne ser ziman. Bi wê re û bi wê watê re, girbûnekê dihêne ser ziman. Girtîya gilgamêş, bi bêjeya ”gir” re dihê ser ziman. Bi wê re bi bêjeya ”ga” ya di hundurê gotina ´gilgamêş´ de jî ew şibandina gayekî tê kirin. Bi wê şîbandinê re, girbûna wî dihê ser ziman. Wek tê zanin, ji xwe ga jî, pirr gir a. Bi vê yekê re, bi gotina gilgamêş re, girbûna ga jî, bi teybetî tê fahm kirin.Bi wê re, dîtinek tê salixkirin. Bi vê salixkirinê re, mirov karê bibêje ku zimanê kurdî, êdî hin bi hin, ne bi hevokên biçûk tê axiftin. Bi wê re, bi hevokên mazin tê axiftin. Minaq, bêjeyên ”ga” û ”gir” tên cem hevdû. Ew di dema afirandina hevokekê de dihên cem ev hevdû. Ev bi serê xwe, ast û pêvajoyeka zimanê kurdî bi xwe re radixe li berçav. Bi vê yekê re, divêt ku mirov bibêje ku zimanê kurdî, êdî pirr mazin dihê bikarhanên. Bêjeyên ku hê ji wê demê û berî wê demê hatina afirandin,, ên weke ”ga” û ”gir” hewd, êdî tenê bi serê xwe nayêna bikarhanîn. Ji wê zêdetir, maztir têne bikarhanîn. Hûrî û Mîtanî, wê ji herêma botanê dest bi pêşketina xwe bikin. Her weha mirov karê bêje ku Gûtî jî wê ji Cizîra bota bidest pêşketina xwe bikin. Ji yekê mirov fahm dike ku ev herêm, êdî bi teybetî, wê demna pêvajoyên civakî wê bijî. Ji xwe, hem pêşketina Hûrî û Mîtanîyan û hem jî ya Gûtîyan, pêşketinaka dema civakî ya. Civata wan li darketîya. Kevneşopîya wan afirîya. Êdî tevger û gavavêtînên xwe bi aqilê xwe re karin bisalix bikin. Bi vê yekê re, êdî mirov karê bêje ku demeka kevneşopîyê wê bijî. Hem demên ûrîyan û hem jî demên Hûrî û mîtanîyan û piştî wan re demên Gûtîyan jî, deme ku têne ser ziman, şîbandina awayê pêşketinî yê ”xanadantiyî” jî, divêt ku mirov bi vê yekê ve girêdayî hilde li dest û bêne ser ziman. Minaq, tirkî, çawa ku rastîya kurdan înkar dike û hwd. Zimanê wan înkar dike û hwd. Ev inkara zimên, di aslê xwe de înkara şaristaniyên ku bi wî zimanî hatîna jîn kirin in. Vê gotinê ku mirov vajî wê bixwêne, dîsa mirov wê rastî heman tiştî were. Şarîstaniyên ku hatina jînkirin înkarkirina wan, bi awayekî xweza, dibê înkara wî zimanî û pêşketina wê ya bi deman re jî ya. Demên berî zayînê, demna ku zimanê kurdî bi hebûna xwe re weke demne zêr dijî na. Minaq, dema Medîya û hwd demne bi vî rengî na. Berî Medîyalîyan demên Gûtîyan ku em karin bi sadsalan bênina ser ziman, bi heman rengî demna civakî ên zêr în. Bi vê yekê re divêt ku mirov bibêje ku ev zaraveyê kurdî ku em nahaka pê dinivîsênin ê kurmancî bixwe jî, weke zimanê kurdî yê deme civaktiyê ya. Kurmancî, hemû pêşketin û pêvajoyên wê yên pêşketin ku bi demê re bûna, yên dema civaktiyê na. Li ser wan pêvajoyên wê re, mirov karê pêvajoyên civaktiya kurdî bixwêne. Zimanê kurdî, bi koka xwe re bihêz a. Ji ber vê yekê, bandûra wê, bêhtirî li zimanên din ên ku nêzî wê jîyanan bûya. Em kurd, nikarin bêjin ku me di sadsale 19 û an jî 20´an de, me zimanê xwe ji nû ve pêşxist. Me giramatika wê ji nû ve adiland. Ku em vê bêjin, wêl ne rast bê. Hemû zanistên zimên ên weke C. Bedirxan bixwe jî, kirina ku kurmancîya ku berê dihat axiftin û di wê demê de jî, hê dijî, kifş bikin û bidina pêşîya mirovan û hwd. Tenê ku mirov li ferhengên ku wan nivîsandin û hwd jî binerê mirov wê vê yekê di cih de kifş bike. Zimanê kurdî, bi sadsalan ku di bin pêvajoyên bişavtinê re buhurtîya jî, hê jî, karîya xwe ku xwe bijî. Tenê ev jî, dide nîşandin ku ev ziman, xwediyê çi koka saxlam û bikevneşop a. Di serî de, li gor destûra rêzimanê kurdî, afirandina wê gotinê afirandina wê ya bi ”girga” re rast a. Lê pêveoka ”mêş”, di vir de, hatina wê ya li dawiya herdû bêjeyan û bi wê re afirîna gotinê, weke ku bi wê re hin teybetmendiyên cuda ên zimanê kurdî ku mirov wan kifş bike, bi wê re dihêne ber mirov, Bi vê yekê re, di roja me de jî, ev awayê afirandinê hê heya. Lê çend ji gelek aliyên xwe ve hatibê ji bîr kiirn jî, ji ber ku demêmn dirêj bi demê û dîrokê re bi ser wê bi karhanîn û afirîna xwe re buhurandina, êdî qalibekî wê afirêne afirîya û ew di serî û mejiyan de bicihbûya û ew dihê bi karkanîn. Bi vê yekê re, wê xwe li ser lingan hiştîya. Ev xwe hiştina li ser lingan, weke xaleka zimên ya teybet ya bi demê û kevneşopîyê hişkirinê re ya. Kevneşopîya hişkiirnê, bi xêvê re û bi zanîna di wê de ya. Ewe zanîn çawa û bi çi awayê di wê de biçi bûya deme ku biçi bûya? Bersiva wê pirsê, wê me bigihêne wê kevneşipîya zaninî ya hiş bixwe jî. Bi vê yekê re, êdî divêt ku mirov vê yekê, fahm bike ku dîmen û şeklê wê yê ku di mirov de di xêve mirov de bi bi awayê xwe re bi xêv bûya, ew di aslê xwe de, divêt ku mirov bibêje ku temenê kevneşopîya hiş ya bi gotinê re ya. Ji vir, ku mirov hinekî dî bi wir de diçê, mirov ku li dûv hevdû rêz bi rêz mirov rastî qaydkiirnên demî yên ku bûna tê. Bi wê yekê re, êdî mirov karê bêje ku bêjeyên din xwe ji wê diafirênin. Lê divêt ku mirov bibêje ku ew zanîna xêvî ya dixêvê de. Bi wê re rastkirinaka bi hev re ku dem bi dem bi wê re bûya heya. Li gor wê ya. Ya ku êdî bi wê qaydkirina di xêvê de êdî bi mirov re weke ku temenê zanînê di afirêne ew a. Bi vê yekê re, ez karim bêjim, ku hemû demên ku mirov ji destpêkê jîn kirina û hata ku têne roja me, di wê xêvê de dîmen bi demen hene û qaydkirî na.
Ziman, ji wê re, bi gotinkirinê re tenê weke ku hebûna navitiyê û navîtîya çûnûhatinî dike. Bi vê yekê re, ew bêje bixwe jî, di wê de, di aslê xwe de ew kirdeye wê ya ku ew bi wê salix bûya, ji wê re, mirov karê bêje ku temenekî mazin ê xêvî heya. Lê ser wê temenê re êdî mazin dibe. Bi wê temenê dihêne ser ziman. Bi wê temenê, êdî weke ku bi awayekî barkirinê, bêje, wê zanînê dihêne ser ziman. Lê di vir de, divêt ku ez bibêjim ku bêje, hebûna wê ya ku afirîya, di vir de, bi kijan wateyê ew hatiya salixkirin û xwediyê çi kirdeyê ya, di wê deme barkirinê de xwe notr dike ji aliye bandûra kirde xwe ve. Kirde wê bixwe, ya ku ew ji wê afirîya û bi wê afirîya, ew weke kirdeyeye veşartî di wê gotinê û wateya ku ew dihê de ser ziman de dijî. Di gotina ”girgamêş” de, ji iyekê zêdetir pirr wate yên ku salizkirî hene. Yek, navê ga ya. Ya din navê gir a. Girî, rewşekê ku berçav dihêne ser ziman. Minaq girbûna ga û hwd. Ya din jî girga ya. Ya din jî ku em bêjina ser ziman, mêşîya, ku şibandin û tijbandinê bi xwe re bi salix dike û dihê ser ziman. Bi vê yekê re, mirov fahm dike, yek û an jî tiştek li ber mirov heya. Ji wê şibandin û tişjbandinê, mirov wê fahm dike. Ew tê şîbandin li çi? Tê şibandin û tijbandina li gayekî. Ew ga çawa ya? Ji gotinê tê fahm kirin ku gir a. Lê di vir de, divêt ku ez vê jî bêjim, çend ku mêşî ji aliyê xwe ve temenê şîbandinê di afirêne, lê bi awayekî din jî, temenbûna navê ga bi awayê gamêş dihêne ser ziman. Bi vê yekê re,. Êdî pêvoka dawiyê, du wateyî ya. Yanî du kirde di wê de heya, ku mirov wê fahm bike.
Zimanê kurdî, ev demên wê yê destpêkê, demne ku bêjeyên wê ne zêde dirêj in. Lê di wê demê de, hin bi hin dirêj dibin û piştre bi hev ve kirina bêjeyan re gotin tênn afirandin. Bi vê yekê re, êdî ziman demeke xwe ya pêşketinê dijî. Lê di vir de, ez vê jî bêjim ku bi navê weke ên girgamêş û hwd re, mirov fahm dike, ku bi zimên re û hwd re, pêvajoya pêşketinê ya ku jînbûya, ne pêvajoyaka hesanî û ji rêzê ya. Ji peyvên vê demê, mirov fahm dike ku demne pêşketinê ên dirêj hatina buhurandin. Ev jî, vê qînyatê bi mirov re çêdike ku ji demên ku tên gotin ku wê demê û demên piştre jîn kirin a, bêhtir û dirêjtir dem hatina jîn kirin. Di aslê xwe de, ew deme ku ev bêjeyên bi vî rengî tên afirandin û bi karhanîn, di asta ziman û gotinkirinê de, ne kêm têgihiştin û zanîn a. Heta ku ez karim bêjim ku bi pêşketin, têgihiştin û zanîn û zimanîya xwe re ji ya î ro, ne kêm pêşketîra. Di serî, ya ku dihê berçav û mirov wê kifş dike, ev a ku bêjeyên dirêj dihên êdî afirandin û bi karhanîn. Minaq, berê, bêjeyên weke ”ga”, ”jin”, ”bî”, ”tu” hwd hene û tên bi karhanîn. Gotinên ”mirin”ê û ”jîyan”ê, ”sar” û ”germ”ê, ”hewa” û ”baran”ê, ”berf” û ”bahoz” û hwd hene. Gotinên ku di wan pirr tîp hene û tên afirandin, di wê de kirpandina ku dihê kirin, ku mirov li wan dihizirê, mirov qaraqterê demê bi wê re kifş dike. Bi teybetî, di nava kurdan de, hertimî, ku bûya bahs bi gotinê, ”kurd, xwediyê xêveke xort in û karin ji ber bikin, ji ber bibêjin”, Ev gotin, di demên berê de pirr dihat gotin. Temenekî vê gotin bi awayekî vekirî ku mirov li ser bisekinê heya. Ji vê yekê re, divêt ku ez bibêjim kurdan, mejiyê xwe weke ku ji vê gotinê dihê fahmkirin, pirr baş û qanc bi karhanîya. Di aslê xwe de, ku mirov ji vê havoka dirêj ku me hanî ser ziman, ji wê, emê bêjeya” jiber” hildinê li dest û hinekî li ser bisekin in. Ji ber kirin, di wê de wate di hiş de hiştin a. Ev jî, du tiştan ji mirov dixwezê. Yek xêveka bi aqil ku têr a û ya din jî her weha têgihiştina di mejî de ku di derbarê wê xêvê de çêbûya ya. Ev herdû alî, bi hin aliyên din re temenê ji ber kirinê di afirênin. Lê di vir de divêt ku mirov bibêje ku jîr, di vir de, weke gotinaka ku mirov wê hilde li dest a. Li vir, ku mirov gotina jîr hilde li dest, divêt ku mirov di serî de bêje ku di duwateyan de ev wê were ser ziman. Yek, bi zanîna ku di derbarê zanînê de di mejî de çêdibe ya. Ya din jî, ew cewherê ku em wê bi gotina zanînê bi nav dikin û weke zanînê dihênina ser ziman a. Ev herdû alî, di aslê xwe de, bi hev re di vir de, temenê wê di afirênin. Ku jîr di derbarê wê zanîna ku di mejî de bûbê, hingî wê hişkirin baştir bibe. Lê ew tenê bi serê xwe ne bes e. Bi wê re, hebûna xêvê pirr mazin pêdivî pê heya. Weke xaniyekî ku mirov ji binî bidest çêkiirnê dike û binê cihê ku lê xanî çêkiriya ew ku hebûna wê bi tendurûst bê,. Bi vê yekê re, wê êdî hiş, ji wê aqilê di xêvê de ya, wê ji wê hêz û fêzekê bigirê. Ew hêz û fêze ku jê girt, ew êdî wê temenê wê hişkirinê bi afirêne. Di vir de, êdî divêt ku ez bibêjim ku wê hişkiirn bibe. Bi vê yekê re, hebûna ziman jî, di aslê xwe de ku xêv di bingihê wê de ya. Xwediyê bingeh û parzemînekê ya.
Bi vir ve girêdayî, disa emê hinekî li gotina xwe ya li ser bivegerihin û hinekî ji wê bênina ser ziman. Di serî de, me gotina girgamêş hatina ser ziman û em li ser sekin in. Ji wê, me hinekî hanî ser ziman. Bi vê yekê re, em hinekî di vir de di çerçova vê derê de wê bênina ser ziman. Emê gotina xwe ya berê dîsa bi wê minaqekên xwe bidin ji bo ku êdî bi zêdegotinan re fahmkirin zor nebe.
Di serî de, me di çerçova hebûn û afirandina bêjeyan de bahs kir û me got ku çawa bêje bi kirde, wate û darêjkîya xwe re xwediyî afirînerîyaka çawa ya. Şeklê tîpan ku em wan karin li ser rûpelan xîz bikin, ew darêjkên kirdeye ku em bi navê têgihiştinê bênina ser ziman in. Lê kirde yanî wate ya di gotinê de û û darêjk yanî bêje bi tîpên xwe yên ku ew bi wan dihê nivîsandin, ku mirov li wan dihizirê, mirov di vir de fahm dike ku ji awayê bêjeyê û an jî gotinê, ew bêje û an jî gotin, di xwe de û bi xwe re xwediyî sîstemeke aqil ya ku em bi navê jîrê bênina ser ziman a. Bêje ji aliyê xwe yê darêjkî ve yanî ji aliyê bi tîpî ku li berçav a ve dihê dîtin û ew mirov karê wê di serê xwe de bi wêne bike. Ew wêne kirin, di aslê xwe de, notr(bêalîkirin) kirina bêjeyê bi xwe re dihêne li holê. Bêalîkirin ku êdî bi wê re mirov karê têgihiştinên din jî bêne ser ziman. Ew nivîsandina tîpna di vir de mirov karê bêne ku weke pêvajoyaka giring û ku mirov weke şoraşekê di qada ziman û pêşketina wê de bibêne ser ziman a. Lê ji wê zêdetir û wirdetir, di aslê xwe de, giringiyeke wê ya dîrokî ku mirov bahse wê bike heya. Gotin, deme ku di serî de, bû. Bi dengên ku bi tîpan re hatina çêkirin, bi wan re ku bi bêjeyê re hatina levkirin, bi wê re êdî xwandin dibêt. Lê divêt ku mirov bibêje ku ev bpêvajoya ku meji êdî fêrê tîp û nivîsandina wan û bi karhanîna wan bû jî, bi serê xwe, wê pêvajoyna pêşketinê ku bi sadsalana, wê di meji de bide çêkirin. Meji, wê bi wê pêşketinê re, êdî hin bi hin, sîstemen ava bike. Sistemên axiftinê, bikarhanînê, çêkirinê, bi bîrkirinê bi hişkirinê, fahmkirinê û hwd, wê hê gelek sîstemîn din bi hev re ku bi hev re hevdû temem dikin wê di xwe de çê bike. Mejî, bi vê yekê re êdî bûya û dibe mejiyê mirov. Mejî, ji wan pêvajoyên pêşketinê, wê ji aliyê fîzîkî ve jî bi guharê û ji ast, rada û awayê were asta, rada û awayekê. Bi vê yekê re, wê mejî, êdî bi xwe re bikeve dem û pêvajoyaka nû ya ku êdî karê bi hizirê, bihizirkirinê bi afirêne, di hiş de bigirê, bi di hiş de girtinê re mayinda kirina bi xêvê û hwd re, wê pêvajoyên aqilî û aqiltiyê bi xwe re bi buhurêne. Di vê demê de, du pêvajoyên pêşketinê, wê bi hev re birê ve biçin. Yek ya afirîna ziman a û ya din jî ya fahmbûnê ya. Ev herdû pêvajo, wê bi hev re di ahangekê de bi hev re bi rê ve herin. Yek, ji vê demê û şekil standinê û pê de, wê ji ya din êdî ne buhurê û bi wê re bi buhurê. Weke du riyên ku di rex hevdû dirêj dibin û li ser wan re mirov dimeşîn û diçin. Wê, wilo li wan bê. Lê di wê navberê de wê mejî, bi xwe re êdî di temenê wê fahmkirinê de, wê bidest salixkirinê bike. Di aslê xwe de, temenê fahmkirin û ziman herdûyan jî salixkirin di afirêne. Salixkirin ku bû, êdî wê bike ku ziman û fahmkirin bibê. Salixkirin, weke destpêka pêşî û di deme ziman û fahmkirinê de jî asta sereke ya bi wan re ya. Ji vê yekê, mirov karê bêje ku wê ziman û fahmikirin, weke ku dîsa di deme pêşketin û pêşveçûna xwe de jî li dûv salixkirinê bimeşîn. Salixkirin, wê weke şîvanê wan yê ku rê şanî wan dide bê. Wê bi xwe re, tişte ku dît, wê di xêvê de heman awayê bicih bike, û piştre wê salixkirin ji wê re nav bibîne ku dengê ku tevgeran re derdikevin û piştre wê fahmkirin û zimanê wê pêş bikeve. Bi vê yekê re, ew hiyararşîya wê ya ku heya, êdî wê di deme ziman û fahm kirinê de bi hev re bi rê ve herin. Di vê demê de mirov karê bêje ku ziman, êdî bi fahm kirinê re diafirê. Aqil, Jîr, bîr û hwd, ast û radayên pirr piştre na. Ew ast û rada, êdî didina nîşandin, ku li ser wê temenê û pêşketinê re hinek pêvajoyên pêşketin û pêşveçûnê hatina buhurandin.
Di vê demê de, aqil, jîr, bîr û hwd, gotinên bi vî rengî, diafir in. Di dem û asta ku ew ev bêjeyên bi vî rengî diafir in, êdî mirov karê weke demeka aqil di zimên de bi nav bike. Gotina aqil jî û ya jîrê jî û ya bîrê jî, li jîyanê ti darêjkên wan nîn in ku mirov ji wê gav biavêje û wê fahm bike. Ji ber vê yekê, êdî mirov fahm dike ku meji, bidest afirandin û çêkirina di xwe de kiriya. Çêkerî û afrînerî, êdî mirov karê ne du bêjeyên ku vala na. Êdî nava wan, meji bixwe tişî dike.
Di vê demê de, mejî, ku hat û gihişt wê asta afirandina bi vî rengî, êdî mirov karê bêje ku meji bixwe êdî di hundurê xwe de bi aqil û hiş çav û mejiyê xwe yê di hundurê xwe de çê dike. Bi vê yekê re, êdî meji jî û aqil û afirandina wê jî ketina pêvajoyaka nû ya din de. Di vê pêvajoyê de êdî aqil, ji xwe jî buhurandiya. Ji wê asta ku di wê de heya buhurandiya. Lê tiştekî dî di vê demê de dimejî de dibê û temenê vê awayê pêşketinê di afirêne. Mirov karê wê weke şoraşaka ku êdî di hundurê mejî de pêk tê bi nav bike, sentezkirin dihê li holê. Sentezkirin, di aslê xwe de temenê wê awayê pêşketinê yê ku dibe diafirêne. Di xêvê de, dîmenên ku ketina hundurê wê de, êdî mirov ji wê sentezbûnê fahm dike ku di xêvê de sentezbûna wan diafirê. Pêvajoya sêyemin ya herî giring ya bûna ziman û fahmê di alê xwe de jî ev a, ku divêt ku mirov pirr wê fahm bike. Di vir de mirov karê pirsekê bi pirsê, Gelê deme ku ew sentezbûn bûn, êdî ew dîmeên ku ji wan sentezî bûna, ji holê winda dibin? Na, wê winda nebin, bêhn û hewa wan di hundurê wê senteziyê de bi dîmenîya xwe ku heya re dijî. Ew êdî namirê. Aliyê mirov yê nemir ji xwe bi wê re heya. Aliyê mirov yê nemir, ku ez bibêjim, aliyê ku piştî wî re êdî namirêjî ev a. Mirov, êdî xwe weke ku ji mejiyê xwe jê di buhurêne û di hundurê xwe de bi wê sentezbûnê re ew şenberiya ku bû, wê weke beşeke û an jî perçeyek ji meji û an jî jêî, wê êdî bijî û bi buhurê zaroyê wî mirovê ku bûn jî. Ev jî, rakendî ya. Rakendî, bi vê yekê re, weke hebûna ku bûya bi buhurîna li awayekî dî û bijî jî ya. Lê sê gotinên ku mirov di vir de wan bibîr bike û li ser wan re hinekî li ser vê gotina rakendiyê bisekinê ev in. Gotina pêşî xêv a. Gotina duyemin sentez kirin a Û ya sêyemin jî, ew bûna ku em nahaka wê bi navê rakendiyê dihênina ser ziman.
Di vir de, ku ez vê yekê lê dihizirim, ev vê xalê di serî de weha dibînim. Di serî de, weke ppêvajoyaka ku pirr pêvajoyan di nava xwe de dihawêne ez dibênim. Di serî de, ew pêvajoyên ku dîmen di xêvê de bicih dibin û salix dibin û bi nav dibin û piştre bi fahm dibin. Bi wê re, ew pêvajoyên piştî wê re ên levkirina zanîna, bi hev re bûna wan, bi hev re afirandina şekil û dîmenne din di hundurê xêvê de û piştre ku meji ji wan bi hiş bû, êdî salixkirina wan û bi wê re bi nav kirina wan û piştre jî fahma wan û hwd. Bi vê yekê re ku ev pêvajo bûn, êdî wê di sentezbûnê de ew wê bi xwe re bijîn. Wê ew salixkirinên asta dûyemin, weke aqilê saf ku ez nahaka wan bi gotinên weke jîr, bîr û hiş û hwd bênina ser ziman. Hiş jî, di aslê xwe de, gotinak ji wan gotinan a. Bi wê yekê re, êdî aqilê wê yê ku dihê li hole, bi wê re diafirê. Hiş, bûna wê, tiştekî bi mirov re dide nîşandin. Ew jî, her weha ev a ku êdî meji, di xwe de karê bi afirêne û bi salix bike. Ew salixkirin, naskirin, fahmkirin, piştre di bîrê hiştin, wê temenê wê gotina hiş û hanîna wê ya li ser ziman bi afirênin. Bi vê yekê re, mirov karê hinekî dî jî pêde herê. Bi vê yekê re, êdî divêt ku mirov bibêje ku êdî aqil, ji wê asta xwe buhurtiya û ketiya astaka giring ya din ya xwe de. Ji vir, hinekî dîn ezê pêde herim û bi ber gotina sentez kirinê asta wê ya duyemin de herim, ji ber ku ev yek, di vir de li gor min giringiya wê heya. Di serî de divêt ku mirov wê asta wê ya duyemin fahm bike. Piştî ku ew sentezîtî bû, êdî wê ne sentezeke. Ji wê wirdetir, êdî ew beşeke bi beşên din re ku wê êdî sentez bib. Lê bi wê asta duyemin de, di aslê xwe de zanebûn hinekî dî mazin bûya û bi xwe re bûya. Bi vê yekê re ew zanebûn, êdî bi astaka xwe ya nû ya din re dihêî jiyin. Di vê astê de, êdî fahmkirin, weke ku xwediyê zanînaka ku bi qata bi qat heya ya. Li ser wê re wê xwe bêne ser ziman. Bi vê yekê re, weke ku em hinekî dî aliyê gotina xwe ya girgamêş fahm dikin. Aliyê pêşî, û an jî ast û pêvajoya pêşî, ew a ku bêjebûn, çêkirina bi hev ve bûn û bi wê re ji wê wateyên din afirandina wan a. Bi vê yekê re, di aslê xwe de, em di wê xalê de digihijine xwe û têgihiştina xwe. Asta duyemin ya salixkirina gotinê di vir de heya. Ee asta wê, di aslê xwe de, divêt ku mirov bêje ku fahmkirina aqil bi wê bêjeyê re ya. Bêje bi vê yekê re, di aslê xwe de, du wateyî ya. Wateyekê wê şenber û ku ew ji jî afirîya ya.. Lê ya din, bi wê zanîn û têgihiştina ku êdî di mejî de diafirê ya. Ev aqil a.
Vê rewşê jî, ez karim weha bênima ser ziman, di serî de, deme ku bêje ”ga” me hanî ser ziman, me got ku ji tiştekî salix bûya. Ew jî sawalaka gir û mazin a. Bi wê û dîtina wê, ew gotin bûya. Lê ew piştre gotin ”ga”, êdî wateyeka din li xwe kir, minaq, mazinbûn û girbûn û hêzbûn a. Ev xoslet û teybemendi, bi wî gayê ku hatî din re hene û deme ku me lê nerî di serê me de ew jî bi fahm bûn. Piştre weha dibe. Deme ku em gotina ga bibîr dixin, em dibêjim ew gayek û gir a û zaxma. Ev hersê xoslet, xosletên ku gotina ga di serê mirov ku bûya salix dikin. Ga bixwe, ew ne di serê me de ya. Lê me ew bi dîmenê wî re di serê xwe de bicih kirîya. Hin bi hin jî, xoslet û teybemendiyên wî gayê ku me fahm kirina, emê bi wan re wî bibîr bînin û bi dîmen bikin. Êdî di serê me de, ew dîmene kirdeyî, weke ku ji xwe re wê şênberiyekê biafirêne.
Ziman, di vir de, bi vê yekê re êdî hin bi hin mazin bûya. Gotinên wê afirîna. Lê ziman, di aslê xwe de, êdî mirov karê wê bi teybetî bi serê wê re bêne ser ziman. Ew bûna aqil û hiş û jîre wê, dike ku êdî ziman bi serê xwe re were dîtin û ser ziman. Lê çend ku ev wilo dihê ber nerîn û zanîna mirov jî, mirov karê bêje ku ziman, dîsa ne bi serê xwe ya û wê ne bi serê xwe jî jî bê. Wê bi mejî û wanqas pergal û pêvajoyên pêşketinê ku di meji de winda nabin û şenber dibin bi demê re, wê bi wan re, wê bijî. Bi wê yekê, di aslê xwe de, mirov karê bêje ku ziman, ne tenê pergalîya derayî yanî ya civatî ya di nav mirovan de ya. Bi wê re aliyê wê yê din jî di hundurê meji de bi heman awayê dihê li holê û ku mirov wê fahmbike.
Aqil û ziman
Heta vêderê hanîna me ya bi aqil, jîr, bîr, hiş, xêv, sentezkirin û hwd re, temenek ji me re diafirêne ku em êdî karibin bi kevneşopîyê re fahm bikin û bênina ser ziman. Kevneşopî, mirov divêt ku bibêje ku bi serê xwe aqil û jîra aqil a. Ji wê pê de, ne ti tiştek a. Divêt ku mirov vê yekê bi vê re bi teybetî bêne ser ziman. Lê di vir de, divêt ku mirov di serî de bibîr bixe ku ev asta ku êdî em karin bahse kevneşopîyê bikin. Astaka pirr pêşketî û li pêş a. Ji wê astê û pêşketinê re mirov karê bêje ku êdî jîyan bi aqil re û bi jîra wê re bi vê re diçêt. Zimanê ku hata ku hatîya wê demê bi kevneşopî, êdî mirov karê bêje ku bûya xwediyê pêşketinekê ya. Ziman, bi gotinên xwe re di jîyanê de li pêşîya mirov û li dora mirov ku mirov di wê çerçovê de dijî, çerçeyekî xalekî çê dike. Mirov biaqil di wê xalakê de di hundurê wê xalakê de dijî. Hin bi hin, di jîyanê de, bi ziman re salixkirin di afirê. Bi wê re salixkirina bûya, êdî nav lê kirin, nas kirin û bi wê re bibîr kirin, hin bi hin di afirê. Di jîyanê de, kevneşopî, hinekî ji wê zêdetir mirov karê bahse wê bike û bêne ser ziman.
Kevneşopî, bi dîtin û bi têgihiştin kirina tevgeran re ya. Bi teybetî , minaq, di hundurê malê de jiyin, çûna bersawêl, nêzîkatîya dê û bav li kur û qîzên wan. Di hundurê wê nêzîkatiyê de, wê nêzîkatîya li qîzê çawa bê û ya li kur bi teybetî wê çawa bê, ev hemû tên dîtin. Di meji de tên salixkirin, naskirin, bi wate kirin û piştre li gor wan tê jiyin. Ew li gor wê jiyin, dine bi kevneşopî jiyin. Di nava wê kevneşopîyê de wê çawa were jiyin. Wê çi nêzîkatî were nîşandin, hatiya salixkirin û naskirin û bi wate kirin. Bi wê re jî, hatiya bi hiş kirin. Bi wê bi hişkirinê re, êdî mirov dernekeve dervî wê. Di çerçova wê de jî dijî. Li gor wê dijî. Bi li gor wê jîtinê re, wê êdî di wê çerçovê û xalakê de bijî. Bi wê re wê ew tevger, wê bi kevneşopîyê re wê zêdetir bibin. Minaq, gotinên ku dê bi kar bêne, gotinên ku bav bi kar bêne, gotinên ku qîz bi kar bêne, gotinên ku kur bikarbêne û hwd, wê ev hemû werina kifş kirin.Çawa tên kifşkirin? Li wan û rastiya wan ya ku li berçav tê nerîn û tê kifşkirin. Kevneşopî, di aslê xwe de, destûra jîyane mirov a ku bi xwe re û jîyane mirov re afirî ya. Bi wê re ee wateye ku li wan tevgeran dihê kirin, hin bi hin wê bi wan re nirx bi afirê. Ew nirx ku afirî, êdî wê bidest kifşkirina jîyane mirov bikin. Minaq, çîra û sêfkirin ya mirovan li hevdû xelat a. Divêt ku newê kirin. Ji ber çi, ji ber ku ew dilê mirov dihêşene. Bi zanîna ku piştre ku hin bi hin afirîya jî, ku mirov lê dinerê, êdî mirov dibîne ku hem ji bo mirovê ku dibêje, weke derketina dervî nirxên xwe ya û ji aliyê yê lê dibin jî hêrîşî nirxên wî ya. Bi vê yekê re, êdî ev dihêşene. Ji ber vê yekê, wê êdî ji ber çi ne baş a, ew wê were salixkirin. Li ber wê, ya rast çiya, ew were kifşkirin bi aqil û ser ziman. Bi wê re, wê êdî li gor wê ya rasat wê di aqil de were girtin bi hiş û wê ne derketina dervî wê wê were li berçav girtin. Bi vê yekê re, sînorên kevneşopîyê dihên kifşkirin. Di deme guharinaka rêzeke kevneşopîyê de jî, ev xal li berçav dihê girtin.
Hin bi hin, wê gotinên ku werina gotin wê hebin. Ew jî, wê zimên bi xwe re li gor wê bidina afirandin. Minaq, weke gotina ku ji wan demên kevne heta î ro ku di nav kurdan de dihê bi karhanîn û dihê gotin ku “di çerçova kevneşopîyê de jiyin aqilî ya”, heta roja me dihê gotin. Di vê çerçovê de hem, di wê çeçrovê de jiyin rast tê dîtîn û hem jî li gor wê rastiyê û bi wê re bi aqilî û ji zanebûnê dihê dîtin. Zanebûn jî, ji rastiyaka mirov dihê hasibandin.
Di vê çerçovê de pêşketin û pêşveçûna zimên dibêt. Ziman, weke xalaka ku di bi gotinên xwe re çerçova wê sînorê wê kevneşopîyê bi gotinên xwe yên ku bi wê tên gotin re êdî şenber dike. Bi vê yekê re, ez karim bêjim ku ziman, êdî ji vir û pêde, mazin dibe. Ziman, di temenê wê de kevneşopî lezim e. Bêî ku kevneşopî hebe, bûn, pêşketin û pêşveçûna wê jî nabê. Bi vê yekê re divêt ku mirov, weke xalaka nirxî û ya ku di temen de kevneşoipîyê kifş bike. Kevneşopî, bi wê re hem pêvajoyên bi aqil ên pêşketin û pêşveçûnê hene û hem jî ziman bi wê re pêşketin û pêşveçûna wê heya.Di hanîna li ser ziman ya aqil de, û çêkirina gotinan û nivîsandina wan, aliyekî pêşketinê ê bi zimên re ya.Bi vê yekê re divêt ku ez bibêjim ku ziman, di aslê xwe de, temenê pêşketina bixwe jî ya.Lê divêt ku ez vê jêî bêjim. Kevneşopî bê û an jî tiştekî din jî bê, ku di derbarê wê de gotin hate gotin, û ew rewş û an jî tişt bi nav hat ser ziman û bi salix bûn û hat naskirin û hat fahmkirin, êdî ew astaka pêşketinê ya. Bi vê yekê re, ziman giringiya wê, di aslê xwe de, bi çêkirin û mayinda kirina pêşketinê re jî dihê ser ziman. Ziman û aqil, di vir de, bi awayê ku ew hevdû bi wê bi hev re ku diafirênin xatekê jî dixîzênin û wê weke riye têre çûnê dinîşanênin. Bi vê yekê re, mirov divêt ku bêje ku aqil, di serî de, weke kirdeyekê ku ziman jeer darêjk a.Ziman weke darêjk a. Aqil jî weke kirde ya. Ev darêjk û kirde, di jîyanê de bi jiyinê re hevdû diafirênin. Bi gotina ku hat gotin re, wê yek ya din bi pêş ve bibe. Lê ku yek bi pêş ve çû, wê ya din jî, bi wê re bi pêşve here. Bi vê yekê, êdî ew bi hev ve weke ku girêdayî dimênin di jîyanê de. Ziman, bi vê yekê re, çerçova, xalak û sînorê gotinê diafirêne. Bi vê yekê re mirov karê bêje ku aqil jî, sînorê ku xwe dide hanîna li ser ziman, wê êdî awayekî xwe yê pirr pêşketi li gor demê bêne li hole.Lê aqil, hertimî jî, ku weke darêjka wê gotinên zimên, têre hanîna salixkirin û naskirina wê aqilê ku mirov di wê demê dike ku bêne ser ziman dikin û nakin jî, weke aliyekî din ê ku mirov bi hizir û felsefe wê re li ser bisekinê ya. Hertimî ji aqilê ku mirov wê afirandiya, ji wê derxistian dengne ku mirov bi bêjeyi biu salix bike û piştre weke darêjk wê bi tîp û bêje bike biderfet e.
Di vir de, aqil, divêt ku mirov wê fahm bike, aqil, di serî de, di hundurê wê de ne tenê bi zimên, lê bi gotina wê û têgihiştina hundurê wê ku mirov fahm bike bi awayekî felsefekî jî di vir de pêdivî bi wê heya. Ku mirov vê yekê, her weha bi teybetî, nekê, wê weke ku aliyekê hanîna me ye li ser ziman, wê lêm bimêne. Gotinên ku aqil dihênina ser ziman, çerçovaya wan, di vir de bi gotin û bêjeyên zimên re ya. Bi vê yekê re, mirov karê bêje ku ziman, di aslê xwe de, sînorê wê bi salixkirina bi bêjeyê re ku hatiya kirin re ya. Bi vê yekê re, mirov karê bêje ku ziman, di aslê xwe de, bi xwe re, wê têgihiştinê jî tine ser ziman. Di vir de, têgihiştin û ziman bi hev re, weke bêjeyê û kirde wê, jev re dibina darêjk û zanîna di hundurê darêjkê de. Di vir de, ku mirov vê yekê her weha bi awayekî teybet hanî ser ziman, êdî mirov wê aqilê di hundurê wê de fahmbike. Ew awayê wê yê teybet jî, di deme hanîna li ser ziman de, hebûna hiş bixwe ya. Aliyê gotinê yê ku ew dihê afirandin û aliyê wê ku di hundurê de zanîn tê têgihiştin, bi hev re bi vê yekê re du aliyên giring ên ku diu jîyane mirov re mirov bi wan djîna jî. ..
Di vir de, ziman û aqil, hebûna wan bi hev re di rê de dimeşîn. Ziman, divêt ku mirov bibêje ku çerçova wê ya ku afirandî, her demê beşek ji wê hebûna ku di wê de, weke dunya wê hatiya ser ziman a. Kevneşopî, sînorê wê, bi wan gotinên ku kifşbûna ên ziman û têgihiştina di hundurê wan de bi wê ver girêdayî ya. Lê divêt ku ez vê jê bibêjim ku kevneşopî, pergelaka ji êqil û jîra wê ku afirîya ya. Bi vê yekê re divêt ku mirov bahse wê bike. Ew pergal, bi sînorê wê re û zimanê wê re dem bi dem bi xwe re pêşketinê çêdike. Bi wê yekê re, her gotina ku wê her tevgerîya wê salix dike û dihêne ser ziman bi xwe re, bi demê re wate xwe pirr wate dike. Bi vê yekê re, êdî hin bi hin, pêşketina wê mazin dibe. Lê mirov di wê çerçovê de dijî, wan gotinên wê fahm dike û bi wê re pêşketina xwe çê dike. Ziman, bi vê yekê, divêt ku mirov bibêje ku ew pergalîya kevneşopî ku heya bixwe re dide jîn kirin. Di xwe de dide rûnandin. Bi wê yekê re û bi wê jîyanê re, wê êdî pêşketina wê bibe. Di vir de, divêt ku mirov bibêje ku gotineka ku hertimî di nava kurdan de kurd bixwe jî wê dihênina ser ziman, ew a ku ”kurd, bi kevneşopîyên xwe ve pirr girêdayî na”. Ev gotin, di aslê xwe de, divêt ku mirov bêne ser ziman, rastiyekê bi aqil dihêne ser ziman. Ev gotin, du û an jî sê tişt û an jî pêvajoyên pirr giring û demdirêj bi xwe re dihêne ser ziman. Di serî de, ku çendî demên dirêj ku pêvajo bi pêvajo ew demên xwe yên bi kevneşopîya xwe re jîyana, wê dihêne ser ziman. Bi wê re weke xala din ya duyemin, bi wê re aqilê ku girtin û di xwe de dana rûnandin û mejiyê xwe li gor wê çendî û çîqasî xort û bi kûrahî dana jîn kirin a. Bi vê re ku mirov weke xalaka sêyemin bêne ser ziman, pêşketina wan ya bi dîrokê re bi bi hezar salana ku jîn bûya. Bi vê yekê re mirov karê bêje ku pêşketinaka mazin jîyana. Zimanê wan, li gor wê di wan de rûniştîya. Ast bi ast jîn kirina. Di kurdî de, ku mirov di vir de di vê çerçovê de weka asta zimên ya li pêş bêîne ser ziman di kurdî de pêşketina kurmancî ya. Kurmancî, î ro, weke zaravayekî kurmancî dihê naîn û ser ziman. Lê di aslê xwe de, kurmancî, ji wê zêdetir û bêhtirî xwediyê wate û pêşketinaka ku mirov bi teybetî li ser bisekinê ya. Ku mirov li dîrokê dinerê, hem di deme Gûtîyan de jî û hem jî dideme mîtanîyan û hûrîyan jî dejî, kurmancî, weke zimanêî demê ya. Li gor demê gotjn û bêjeyên wê afirandin a. Bi wê re, giringiya ku ew ddidina kevneşopîya, divêt ku mirov bi teybetî liser bisekinê û wê bêne ser ziman.
Ev demên ku me bahse wan kir di dîroka kurdan de, demne civaktiya wan jî na. Divêt ku mirov bi vê aliyê ve wê hilde li dest û bêne ser ziman. Gûtîyan, ne bin 400 û an jî 500 salî re bûna xwediyê serwerîyekê. Di her deme wan de jî, pêşketinaka ku mirov wê bi teybetî hilde li dest bûya û divêt ku mirov bahse wê jî bike. Ji ber ku her pêşketin, hinekî hebûn û pêşketin pêvajoyên zimên ên ku pêşketina û bi rê ve çûna dihêne ser ziman. Bi vê yekê re, ji ber vê yekê, divêt ku mirov hinekî ku di roja me de jî giringiyê bide herême botanê. Ji ber ku zimanê kurdî bi kurmancî li vê herêmê û li dora wê demên xwe yîn civatiyê û civaktiyê dijî û di buhurêne. Li wê herêmê, ne tenê ku di kurdî de bi wê yekê re di kurmancî de devikên kevn afirîna. Kurdên wê derê, ji ber vê yekê gelek ji wan, î ro jî, ji xwe re ji dêla gotina kurd gotina ”kurmanc” bi kar dihênin. Dibêjin ”kurmanc, halo bûn û kurmanc wilo bûn”. Bi vê yekê re, li ser wê re pêvajoyên demên berê ên kurdî ku buhurî na, bi vê yekê re, pêvajoyên giring ên mazin buhurandina. Di ziman de, afirîna devikan, ne tenê nîşanaka herêmtiyê ya, ji wê wirdetir, nîşanaka bi wê awayê çendî afirandin hatiya kirin bi nivîsandînî û xwandin bûya. Hinekî jî bi vê girêdanên wê hene. Di nava kurdan de ziman, bi vê yekê re, heta roja me, gelekî wan gfiringî dayê de. Ji ber çi. ..? Ji ber ku wan di zimên de xwe dîtina û hebûna jîyane xwe bi kevneşopîya wê re dîtin a. Bi vê yekê re, ew giringiya ku ew didinê de, ku mirov di çerçova gotinên zimên û zimên bixwe de li ser bisekinê, mirov wê kifş bike ku ziman, bi wan re bi pêvajoyên xwe yên ku jiyina, bûya pergalîyaka aqilî û jîrî û bîrî bi wan re. Bi vê yekê re, divêt ku mirov bahse wê bike. Bi vê re, divêt ku mirov bibîr bike ku xoslet û teybetmendiyên mirov jî bi zimên re dihên li holê û diafir in. Ziman ku çawa were bikarhanîn, li gor wê aqil û mejiyê mirov dikeve awayekî afirandinî de. Şekl û awayê tîpan jî, hinekî bi vê ve girêdayî ku mirov gotinakê bibêje, mirov karê bibêje ku di çerçova qarakterê mirov de hinekî xwediyê hebûn û heyînê ya. Di vê çerçovê de kevneşopî dihê afirandin û diafirê. Kevneşopî, ku li ser tevgerîyan bê, wê tevger çawa biafir in, ew tevger jî, ku çawa werina nnîşandin di wê temenê de wê kevneşopî xwe bide li holê li berçav.
Di vir de, em careka din bahse gotina girgamêş ji aliyekî din ve bikin, heta nahaka me ji du aliyan ve bahs kir, Aliyê pêşî biçêbûnê û afirînê re bêje û gotin, me bahse wê kir. Aliyê duyemin duyemin jî, bi deme ku bêje di bikarhanînê de çawa ku bi têgihiştin, weke ku xiyalî di meji de bitêgihiştin ji aliyê jîrê ve çawa tên afirandin û watekirin û salixkirin û ew salixkirin ku çawa tê nasîn.Aliyê pêşî bi şenberî li ser heyîna bêjeyê re di rê de dimeşî û dihê bi ber me ve. Lê aliyê duyemin li ser têgihiştina kirde bêjeyê re dimeşê û dihê bi ber me ve. Çawa ku bi pêvajoya pêşî ya ku me bahs kir deme ku me got ”girgamêş çû dîya xwe”, mirov wê rewşê salix bike û bêne ser ziman. Lê deme ku me got ”girgamêş pirr hêstîyar a”, hingî jî wê aliyê wê yên din yê têgihiştinê mirov wê dihêne ser ziman. Di vir de, di deme ku me hanî ser ziman de, cara duyemin, wê ne weke cara pêşî bê ku deme ku çawa ku me gotina girgamêş jev perçekir û bêjeyên di hundurê wê de ên weke ”ga” û ”gir” dîtin û hwd, bê. Vê carê, wê di temenê têgihiştina di hundurê wê de bê. Di temenê aqiliya di hundurê wê de bê. Ga, ku sawalaka gir dihêne ser ziman, Girbûna mazinbûn û qelewbûna wê ya li ber dihêne ser ziman, bi wê re deme ku mirov bi wê gotina ”girgamêş” çêkir û hanî ser ziman, wê yek û an jî tiştekî mazin û qelew were ser ziman. Di çerçova vacê têgihiştina gotinê de ev wilo dibe.
Ev asta duyemin ya di zimanê kurdî de, weke astaka pêşketî ya pirr li pêş a. Bi vê yekê re, mirov karê bêje ku ev ast, weke astaka bi têgihiştinê û hişê wê diafirê û dihê li holê ya. Asta ku bi têgihiştinê û hişê wê diafirê û bi wê re ziman bêje û gotinên wê hene û di jîyanê de kevneşopî bûya, bi wê re mirov karê bêje ku astaka jîyanê ya bi aqil a. Jîyan, bikevneşopîyê re lê nerîn, bi aqil re lê nerîn a. Kevneşopî, sîbakayaka biaqil a jîr, bîr û hiş têde bûya ya. Bi vê yekê re, mirov nikarê bêje ku ev buhurîya û an jî ne buhurî ya. Li gorî rewşa berê ya ku buhurî, li gorî rewşeka din ya ku were, dibêt ku ya ku di buhurê(têw) bê.
Ji vê yekê, mirov karê bi zimên re pêde herê. Ji ber ku ziman, weke xalak giring ya wê derdikeve li pêş. Ziman, çerçova wê ya pergalî ya.Ew çerçova, bi bêjeyên zimên re diafirê. Lê bi bêjeyan re gotinên ku hatina çêkirin, yanî vegotinên ku bi xwe re êdî weke hevokên kin in û rewşekê salix dikin, bi wan re, xalbûn diafirê.
Her bêje, weke cama ku şikeştî û kevîyên hatin rastkirin wek hevdû na, piçna jîr in. Bi vê yekê re, mirov karê karê bêje, çendî ku mirov ket nava wê de bi dahûrkirinê pêde çû, mirov wê bibîne ku weke mirov di nav awreke ji dû ku mirov di nav de herê û herê wî wilo li mirov were. Dawîya di wê de çûyin, wê weke ku nebe. Weke bîreke ku bibinê ardê de kûr diçê û diçê ya. Bi vê yekê re, ew zanîn, bi gotinê hatîya kifşkirin. Sînorê wê hatiya kifşkirin. Deme ku mirov bahse kevir kir, mirov dizanê ku mirov bahse çi dikê. Ji ber ku min kevir dîtiya û zanîm ku hişka û ku mirov di rajiyê de giran a, di deme ku mirov dirajiyê de jev belav nabê û hwd. Lê ax wilo ya? Na, ew jî ez dizanim ku ne wilo ya, min ew dîtiya û dizanim ku deme ku dirajime de dizanim ku hûr a û piç û piç a., rengê wê sor û an jî reş û hwd. Ev hemû, ji wê dîmene ku min ew berê bi wê re dîîtina na. Bi wê re tên û di kevina bîre min de. Deme ku ez navê gotinekê ji van herdû gotinên ku min navê wan hildan wê ev dîtinên min ên bi dîmenî ku di xêve min de na, wê werina bîra min. Ezê wan bi bîr bikim. Ew bibîrkirin, di wê demê de, bi dîmenê di xêve min de ya. Lê deme ku min kevirek û yan jî axaka din dît û ne bi wan xoslet û teybetmendiyên ku di xêve min de na, hingî ew şeklê din yê ku min dît, wê şeklê ku min dîtiya yê berê yê di xêve min de bu guharêne? Ji guharînê xêdetir, wê dîmenekî din wê di xêve min de çê bibin bi herdû şeklê min dîtina re. Bi vê yekê re, wê jîra yê ku min ji nû ve dît jî, wê di xêve min de bicih bibe û mayinda bibe. Bi vê yekê re, wê hinekî dîn , ew dîtina min bi cûre bibe. Êdî ji dêla cûreykê du cureyên ku min dîtina jîra wan di xêve min de hena. Ew rewşê di aqil de, wê bi xwe re, di derbarê kevir de, deme ku min de hizir kirin û an jî hanî bîra min, wê ne tenê yekê bîne bîre min. Wê herdûyan bi hev re bêne bîra min. Bi vê yekê re, ew xêv, êdî di xwe de xwediyê herdûyan jîra wan a. Lê ziman, wê herdûyan weke kevir bi navkê. Lê wê deme ku got ku ev herdû kevir in jî, wê bizanibê ku xoslet û teybemndiyên wan jev cuda na.
Kevneşopî, di asta wê de, divêt ku mirov bêne ser ziman,ku asta wê deme wê, pirr pêşketîya. Di jîyane jî li çûn û hatinên mirovan nerîn û bi tevger û kirinan de vegotin û çîrokênku dihêna vegotin, weke astaka mazin ya wê demê û astê ya. Asta wê demê û bi wêje û û hwd re dihê li holê. Bi aqil û hev re tê ser ziman. Hizir, di wê demê de, pêşketîna wê êdî mazin a. Di deme kevneşopîyê de, pêşketina wê, derdikeve li pêş. Kurd, kevneşopîya wan, hizreke wan ya dîrokî bi hebûna xwe ya ku afirî de bi xwe re diparêzê. Bi vê yekê re, divêt ku mirov wê bêne ser ziman ku aqil, û êdî cureyên êqil û hwd, pêşketina wê diafirê. Hê di deme Gûtîyan de bê û di deme Mîtanîyan de bê ku bi devkî bê û bi awayekî din ên vegotinê de bê afirîya. Êdî hizrên xwe dinivîsênin û dihênina ser ziman. Kurd, di wê yekê de di wê demê li pêş in. Hem bi zimên re hem bi pêşketina demê re û hem jî bi gelek aliyên din ên pêşketin û pêşveçûnê, deme Gûtîyan, weke deme antikk a li ber diclê ya ku hatiya jîyin. Di wê demê de, civat hene. Li dora mîr û key bi hev re levcivin heya. BI devkî her deme ku lev dirunihin, karin pirr ji hevdû re bênina ser ziman. Zimanê wan jî bi vê yekê re, mirov karê bêje ku pêşketîya. Gûtî, hem kevneşopîya xwe û hem jî nirxên xwe ji aqlî hemûyan bi jîyane xwe re bi aqil dijîn. Mîtanî, Hûrî û Urî, di wan de, kevneşopî pirr mazin li pêş bûya. Di deme wan de, kevneşopî, bi wan re pirr li pêş bûya. Bi ser jîyane xwe re sadsal buhurandina. Bi wê re û bi wê buhurandinê re kevneşopîyên xwe afirandina. Di olîtîya xwe de jî yek xwûdatiyê dihîjîn. Bi wê re divêt ku mirov bibêje ku deme Qassît û Lorîyan, demne ku weke deme Gûtîyan in ji aliyê qarakterê xwe ve. Pirr mazin bi aqilê xwe re li pêşî in. Li herêmê serwerîya wan heya. Bi jîyane re li pêş in. Gotina kevneşopîyê, bi awayekî ku dihê heta demde Medîya û ji wê bi vir de tir jî, li pêş a û car bi car ez karim bêjim ku diçê ser ya mîr jî û key jî. Bi vê yekê re, mirov nikarê tenê di wê çanda wan de bahse kifşkirina mirovekî tenê bike. Ji wê zêdetir mirov karê bahse kifşkirina kevneşopî bi wan re bike.
Ev dem û hemû pêşketinên wan, bi kevneşopîyê li pêş in. Ku mirov li bersiva ku kurd heta roja me jî çawa karin ku hebûna xwe weke civatî bi parezên, divêt ku mirov di serî de li wan xalên kevneşopî ku li ser mîr re ne jî na binerê. Mîrê kurd, ku mîreê bota jî bê, ku çendî karibû ku li gor wê kevneşopî bijîya û bi aqil gotina bi wê bigota, wê ewçendî bikariya xwe bi xalkê û dora xwe kjî bide herê kirin û pejirendin. Zimanê wî, pirr mazin li pêş a. Di deme ku diaxivê, pirr bi safî û sade di axivê. Gotinên xwe bi zanebûn dibêje û li dora xwe dide herê kirin. Her mîr, weke kui berê bûya deme ku bû mîr, wê pêşî di bin çîavderîya zaneyên civatê ku ew pîr û kalên civatê bûna, wê bi buhurîya. Ku karibû li ber wan gotina xwe bi rastî bide herê kirin û baş biaxifta, wê hingî ew bihata herê kirin. Bi vê yekê re, wê êdî piştigrî ji civatê jî bistanda. Bi vê yekê re, êdî wê mazin bûba. Çanda civatê, çû bûya, wê li gor wê gav bihate avêtin û jîyan bi hate jiyin. Mîr, ew mirov bû ku bi kevneşopîyan bi rê ve diçû û xalkê jê bi wê çûna wî re li dûv diçû.
Bi vê yekê re, mirov karê bêje ku wêje derketiya û li pêş a. Gotina ku dilê mirov xweş dike, dihê gotin. Gotin, hem deme ku mirov ew bihîst û hem jî yê ku got, ku dilê wan xweşkir bi gotinê û an jî êşand, hingî, hêst divêt ku mirov bahse wê bike. Hest, di aslê xwe de, pêvajoyaka pêşketina bi aqil dihênina ser ziman. Bi vê yekê re, divêt ku mirov bibêje ku ew pêvajoya aqil, pêvajoyaka meji, bi wê re pirr mazin pêşketîya. Hişê meji, pirr pêşketîya û xwe dide der. Hişê mejî, dike ku ew histîyarî biafirê û çê bibe. Mirov, bi wê re êdî dike ku mazin bibe. Bi wê re mazin bûn, wê hin bi hin, aqilê mirov di nava xwe de zûtir bi pêvajoyên pêşketinê ên dimeji de bi pêş ve bibe. Hest, temenekê pirr bi hiş û hestîyarî ji aqil re di meji de diafirêne. Li ser wê temenê re bi hêestiyarî hişbûn diafirê. Ji wê demê re ku aqil êdî pirr bi tevgeriyekê ku dimeji de dijî re, jîra hêstîyar diafirê. Ev jî, bi teybetî mirov karê bi jîrê re bêne ser ziman. Ev rewş û afirandin, hemû jî, xwediyê pêvajoyan teybet ên bi meji û pêveçûnên di wê de re na. Bi vê yekê re meji, deme ku mirov hestiya dibe, ji hemp aliyên xwe de di xwe de bi tevger a.
Bi vê yekê re, mirov karê bêje ku di demên Gûtîyan de, ew pêvajoyên pêşketinê ên bi aqil û jîrî hatina jînkirin. Bi vê yekê, mirov karê bahse pêvajoyên teybet ên pêşketinê bi vê demê re bike. Heta mirov dihê deme mediya, mirov karê bahse wê pêşketinê bike. Zimanê zend-avesta, ku mirov lê dinerê, mirov fahm dike ku çendî pêşketineke mazin heya. Bi wê re demên piştre biteybetî deme Şadadî û merwenîyan demne ku bi aqil re zimanê kurdî pêşketinna dîrokî jîyane. Divêt ku mirov bibêje ku bi teybetî zimanê Êlî Herîrî ku mirov bahse wê bike, mirov divêt ku hinekî bi teybetî bahse wî bike. Wî di nav wê pêşektinê de bi zanîna xwe re zimanê xwe yê teybet ê wêjeyî afirand. Li ser wê re hanî ser ziman. Di xweşik axiftinê de Êlkî Herîrî, xwediyê teybetmendiyeke mazin a. Wî ziman, di wê de xweşikatiyak didît û bi wê re dihanî serr ziman. Ew xweşikatiya wî didît, wî bi wê dihanî ser ziman.
Di deme wî de, zimanê kurdî, astaka ku weke wê asta pêşketinê ya ku em î ro di vê sadsalê de dijîn jîn kir. Bi awayekî pirr bi êmin ez karim bêjim ku ew di zimanê xwe de ji aliyê têgihiştin û bi karhanîna bêjeyan û gotinan bi awayekî bi zanebûn ji asta roja me di buhurt. Vê yekê, ez karim di serî de weke xalaka sereke bênina ser ziman. Mirov ku bi zimanê xwe re di serê xwe de rehet bê, mirov wê di afirandina bi wê de hê bêhtirî karibê bike. Çend ku berî Êlî Herîrî bi çend sad salan jîyana, Bawê Tahirê uryanî û bawê Henifê Dînwerî jî hene. Van zanayan jî ji sînorê xwe derbas kirin. Pirr pirtûk nivîsandin. Divêt ku ez bi teybetî bêjim ku çend ku î ro di destê me de pirtûkên wî nîn jî, Êlî Herîrî bi xwe jî, nekêmê van zaneyênmazin nivîsandiya. Berî Êlî Herîrî zaneyê ku bi aslê xwe kurd bûn ên weke Weysel qaranî jîyan. Zimanê Weysel qaranî ji aliyê fesîhîya wê ve heta roja me jî di nav xalkê de liser gotin bi rêz û û hûrmet tên gotin. Navê van zaneyan bi teybetî bi navê zanyeên olî derket. Ew di deme xwe de wilo jî bûn. Lê di deme xwe de, wan mirovan pirr aqil hanîna ser ziman. Aqilê bi xalkê di civatê de dana herê kiirin. Bi wê re mazinatiya xwe jî dana herî kirin.
Weysel qaranî, heta roja me jî, bi teybetî li herême botanê bahse wî û zimanê wî yê xweşik tê kirin. Ku bahse wî dihê kirin, car bi car yên ku bahse wî dikin, hin gotinan ku weke gotinên wî na û ku wî gotina û bi devikî û bi awayekî dîn bi nivîskî bê ku hate roja me hatina jî tênin ser ziman di nav axiftinên xwe de. Ji wan gotinan û levkirina wan gotin û xweşik gotina wan gotin, mirov hê bêhtir fahm dike ku ew çendî xwediyê zimanekî pirr mazin ê pêşketî ya. Bi wê zimanê xwe re xweşik hanîya ser ziman ji xalkê re û bi wê re xwe bi xalkê bi wê xweşgotinîya xwe re xwe daya herê kirin. Di wê demê de, zaneyên ku heben, ku kî ban û ji kîj derê û deverê jê ba, jê zimanekî baş yê xweşik axiftinê ku têde zanebûn li pêş a dihat xwestin. Bi wê re, wî jî ku heta jê hatiba gotina xwe xweşik dikir û bi zanebûn dikir û dihanî ser ziman. Bi wê yekê re zimanê wî, bi wî re dihat herê kirin. Ev weke xoslêetekî demê bû. Dem heta ku tê deme herîrî ev yek wilo ya. Di nav kurdan de heta î ro jî, ku bahse herîrî dihê kirin, bi gotinên wî re, weke ku bahse nebiyekî were kirin a. Ku bahse wî dihê kirin, gotina pêşî ew a ku ew çendî bi xweşikgotin bû. Çendî dikarî ku xweşik biaxifta û bihanîya ser ziman. Herîrî bi du tiştan bi teybetî derkete li pêş. Yek zanebûna wî bû û ya din jî zimanê wî bû. Lê car bi car hem di gotinê û hem di deme ku piştî wî re bahse wî dihat kirin de di gotinê de ew bahsîya zimanê wî dihat derxistin li pêşîya wê zanebûna wî jî. Çend ku mirovna di gotina xwe de ew digot jî, divêt ku em bêjin ku ziman bi xweşikatiya xwe re dernekeve pêşîya zanebûnê. Bi wê re dimeşê. Di Êlî Herîrî de jî ev wilo bû. Lê yên ku bahse wî dikirin, hin di xwestin ku wî zimanê wî yê xweşik bênina ser ziman, carna wilo digotin. Gotinaka ku heta î ro jî di nav kurdan hebûna xwe domandiya heta î ro bi Êlî Herîrî re heya. Ev ev a. Di deme ku yek di civatê pirr xweşik di axift û êdî dilê mirovên li dora xwe lê dihisandin ji xwe xweş dikir, êdî digotinê re ”ti deme ku axiftî ten herîrîyek da nîşandin.” Ev gotin ku digotin ”te herîrîyek da nîşandin”, di wê wate dihat gotin ku ti hingî xweşik axifîtî, di biqasî hêrîrî xweşik axiftî. Herîrî di axiftinê de û di xweşik axiftinê de heta vê deme me jî di gotinê de û xweşik axiftinê de weke astakê ya. Ew ast, ji her mirovî re dibû weke astaka ku mirov xwe bigihêniyê de bû. Bi vê yekê re, miirov karê bahse herîrî bike. Di rastiyê de, tenê ku mirov li wê gotina ku di nav xalkê de tê gotin ya ku digotin ”te herîrîyek da nîşandin, di deme ku ti axiftî”, ku mirov tenê li vê binerê, mirov wê fahm bike ku ew çendî li pêş a bixweşik axiftina xwe re.
Zimanê kurdî, bi zanistîtîya êlî Herîrî re dikeve demeke xwe ya nûjenî ya nû de. Ew dem jî, ev deme ku em î ro wê dijîn a. Ev deme ku em wê dijîn, di aslê wê de, temenê wê bi awayekî zanî û têgihiştinî, hê di wê demê de hata avêtin. Di wê demê de, Êlî Herîrî, pêşketina ku da çêkirin, di deme wî de ku hebûn, desthilatdariya merweniyan û bi wê re jîn bû. Ew deme nû ya bi êqil ku pêş dikeve, di kirin û jîyanê de, wê bi deme desthilatdarîya Şadadîyan û Merwenîyan wê kargerî û pêşketina xwe bibîneê. Zanistê vê demê bizanî, hê ji deme zanistê mazin Manî ve dest pê dike. Manî bi kevneşopî, di wê demê de pêşketina ku bi hizra di serê de dihê ser ziman, wê piştre ji wê pêşketina piştî wî re ku wê bê jiyin re jî wê bê temen. Ew wê di ziman, çand û kevneşopîyê de demeke nûjen bixwe re bide dest pê kirin. Piştî re, wê ne bi gelekî re wê derketina ola misilmantiyê bibe. Bi wê re, wê êdî ew pergalîya ku manî li gor wê hizra xwe hanîna ser ziman ya Êzîdîtir û Zerdestitiyê, wê zêde di jîyanê de karîgerîya wê nebe. Lê wê hizrên wî, bandûra wan jî pirr mazin bibe. Zanistên weke bawê tahirê Uyanî û Bawe henifê dinwerî derdikevin. Ew, wê hizra ku li gor awayê pêşketina nû ya Misilmantiyê ku bi temen dike wê bênina ser ziman. Ew bi vê yekê re, di aslê xwe de, bi hizrên xwe yên ku tênina ser ziman, wê di naqabîna kevneşopî, çand û olê de wê ahangekê bidina çêkirin. Ew ahange ku ew çêdikin, wê piştre di jîyanê de wate xwe bibîne. Li ser wê kevneşopîtiyê re wê ne li kurdistanê ne jî li herêmên yên dorê weke ku di nava farisên ku di wê demê de bi navê sasanîyan tên nasîn wê Manî bandûra wî bibe. Manî, çi tê kirin jî, pêşîya pêşketina wî nayê girtin. Zimanê ku ew pê dihêne ser ziman, ew ziman, di roja me de bi awayê wê re êdî kêm dihê bi karhanîn. Ew awayê nû, ku dihê li holê, wê bi zimanîya xwe re wê holê rabê.
Di deme nû de, ku dem tê deme Êlî Herîrî, di aslê xwe de, Êlî Herîrî wê olê çawa bi kevneşopîya xwe bijî, wê bi awayekî rast û pak têne ser ziman. Wê çawa herdûyan bi hev re bihunê wê têne ser ziman. Bi vê yekê re, divêt ku mirov bibêje ku wî demeka bi aqil bi vî rengî li kurdistanê û li herêmên din ên herêmê da dest pê kirin. Êlî Herîrî, weke weysel qaranî, wê nav wî û hizra wî ji sînorê xwe bi buhurê wû li ne tenê li kurdistanê, wê li herêmê bigiştî were ser ziman. Bi vê yekê re, divêt ku mirov bibêje ku ew deme wî ku wî jîn kir, di aslê xwe de, deme ku mirov divêt ku wê bi teybetî fahm bikê ya.
Êlî Herîrî, çendî ku mirov wî weke mirovekî mazin bêne ser ziman jî, wê kêm bimêne li ber wî û navê wî. Ew zanistê mazin, bi teybetî, wî zimanekî xwe afirand. Di aslê xwe de, ku mirov li hizrên wî binerê, mirov tehere wî divêt ku mirov fahm bike bi zimanê wî re. Ew xwediyê zimanê xwe yê teybet a. Ew berî vê roja me bi hezar salê berê jîya ya. Lê ew zimanê wî yê xweşik û teze û ku wilo xweşik levhatîya, di roja me de rastî minaqên wê mirov nayê. Ti mirov ne gihiştîya wê asta wî ya ku mirov wê weke wî bi wê teherîya wî bêne ser ziman. Zimanê wî yê teybet, yê zanebûnê heya. Bi vê yekê re, ziman û teher, bi wî re levkiriya û bi hev re afirîya. Bi vê yekê re, ew di asta zanistîtîya mazin de dihêne ser ziman. Bandûra wî, bi vê yekê re bi zimanê wî yê xweşik ku karê lev bêne û wê teherîya wî ya ku bi aqilê wî re ku pirr bi zanebûn ku karê bide berçav, bi wê re mirov karê bahse wî û zanebûna wî bike. Bandûra wî, bi vê yekê bi ziman û teherîya wî li ser dora wî bûya.
Berhemên wî yên ku wî bi destê xwe nivîsandin, gelek ji wan ne gihiştina me û destê me. Lê ji wan berhemên wî û axiftinên wî jî, hin beşne ku gihiştina destê me ên biçûk jî, ku mirov tenê li gotiniya wan dinerê, mirov wê hêza levhanîna wî di cih de kifş dike. Mirov, bi rastî ji wê awayê wê pirr acêmayî dimêne. Bi awayekê ku bi zanebûnaka pirr û pirr mazin ew lev dihêne. Ew deme ku hevokên xwe ava dike, hem di wateya gotinan de ku bi hev re levkirina wan li gor rewşê pirr xweşik çê dike û hem kî, gotinê pirr xweşik dizanê ku wê çawa bikarhanê. Wî bêje di çi awayê de bi kar bêne, pêvakokaka çawa pêve bike û an jî di kîjan rewqşê û zanebûnê de pêde bike, ew wê di derbarê wê de xwediyê zanebûna xwe ya ku ew pirr serwerî wê ya. Zanebûna wî, di vir de, divêt ku mirov bibêje ku ew wê di astaka bi zanebûnî de dihêne ser ziman. Ziman, bi karhanîna wê û di levkirina gotinên wê de zanebûnaka zimên ya teybetî ku pêdivî bi wê heya, ew xwediyê wê ya. Bi vê yekê re mirov karê bêjeku ew di derbarê zanîna zimên de, bi vê yekê, xwediyê zanebûnaka mazin ya xas a.
Ziman, bi du tiştan mirov karê wê pirr baş û qanc bi kar bêne. Yek ji wan, li serwer û zanebûna zimên re serwerbûna bi zanebûnî ya di derbarê zimên de ya. Gotinên ku hene, zanîn û wan û bi karhanîna wan, di derbarê wê de, zanînaka teybet ya zimên divêt. Mirov, vê yekê, bi wî re di cih de bi wî re kifş dike. Bi vê yekê re, aliyek tê ser ziman. Lê aliyê din jî, mirov çiqasî bi xwanda û zanebûna, ev jî aliyê din yê teybet yê ku mirov bi wê re karê bibe serwerî zimên. Bi vê yekê re, mirov karê bêje ku ew mirov bi xwandinê û perwerde xwe re li pêş a û bi zanebûn a. Bi vê yekê re, êdî ew çawa karê zimên bi kar bêne, dikarê bikar bîne. Zanebûna zimên, bi wî re heya. BI wê re bi wê zanebûna zimên re, zanebûnaz aqil ya felsefê bi wî re pirr xort a. Ew, tiştekî dike. Ew jî, her weha ev a. Wê zanebûna mazin ya felsefik, bi zanebûna xwe ya di derbarê zimên re bi hev re dihunê. Bi vê yekê, êdî ew digihijê serwerîya teybet ya bi zimên re. Çendî ku êdî karê ziman bi xweşikatî bi kar bêne, êdî bi wê re karêî hizra xwe jî bêne ser ziman bi wê re.
Hêrîrî, di vir de, mirov karê bêje ku, deme ku mirov li ser wî dihizirê, mirov bi teybetî digihijê perspektifeke zimên ya teybet. Bi wê re mirov digihijê wê perspektifê ku mirov çawa karê zaninê û zimên bi hev re bihunê. Ew ji xwe, zimên û zanebûnê, bi hev re û ji hevdû dibîne. Ji ber vê yekê, ew gihiştina yekê gihiştina ya din jî dibîne. Bi vê yekê,. Wî giringî daya xwandin û gihiştina zanînê. Bi wê re êdî zimanê xwe wî çendî bi zanebûn kiriya, ewçendî jî kirîya ku zimanê xwe baştir bike. Bi vê yekê re, riya wî ya bi zimên di zanebûnê de di buhurê û diçêt.
Di vir de, deme ku mirov li berhemên wî yên ku gihiştina destê me, ku mirov li wan dihizirê, mirov tiştekî kifş dike, ew jî her weha ev a. Ew xwediyê perspektifeke ku zanebûnê, zimên û jîyanê de bi hev re di ahangekê dibîne. Li gor wî, zanebûn, xwûdê daya mirov ku mirov karibê di jîyanê de di riya baş ya ku xwûdê daya pêşîya wî, di wê de herê û bimeşê. Bi vê yekê re, ew meşîna di jîyanê ya bi jîyane mirov re, li gor wî, meşîna pirr bi teybet e. Jîyane, bi wê re, weke ew cihê ku ew meşîn têde dibê cihê ku azmûna me lê dibê ya. bI vê yekê re, ew roja zanebûnê di vir de bi wê meşîn re mirov çendî ku karibê aqil bi kar bêne mirov wê karibê û di jîyanê de serkevtî. Lê deme ku mirov li Hêrîrî dihizirê, mirov tiştekî din jî kifş dike. Bi teybetî di berhemên wî di destê me de bahse wê nîn a, lê weke ku ew aqil, mazin yê biçûk ku hebe, û aqil li gor cureyên xwe li beşan hatibe beşkirin, mirov hilme têgihiştinekê di deme ku mirov wî dixwêne di hilde. Êlî Herîrî, bi felsefe û têgihiştina xwe re xwediyê metafizîka xwe ya teybet a. Ew di çerçova zimên de û bi teybetî bi zimên re hinekî weke ku dike ku wê metafizîka xwe bêne ser ziman. Bi vê yekê re, deme ku mirov hizrên wî dixwêne, mirov dibîne ku ew bêjeyan bi du awayan bi kar dihêne, awayê pêşî, bi bêje û gotinîya wê re ya. Ku ev ava di çerçova darêjkîya gotinê de dihê ser ziman a û ew di vê de ku bi dubeşan bê, beşa darêjkê ûya kirdê ku hebe, ew ´xwediyê nêzîkatiyekê ya. Bi vê yekê re, ew aliyê din yê ku ew bi wê nêzîkatiyê li gotinê dike, ew jî ew ku ew wateya ku bi aqil, jîr, bîr û hêstê re li gotinê hatiya kirin a.Di çerçova nêzîkatiya duyemin de, wî hest û hwd bi teybetî hilde li dest û wî hêvî û mûddetek ji hêstê weke ku kirîya. Mirov, vê yekê, bi wî re kifş dike.
Piştî wî re zaneyên weke teymiyê Harranî tên. Şêx teymiyê harranî bi aslê xwe ve kurd bûya. Wî, zanebûna ku hanîya ser ziman, di aslê xwe de, divêt ku mirov bi teybetî li ser bisekinê. Wî aliyê olî di zanebûna xwe de pirr derxistiya li pêş. Di olê de ”cihan” û hwd, hin ji wan mijarên ku ew bi teybetî li ser sekinî ya. Şêx teymiyê Harranî, bi pirtûkênku di nivîsandin re wê pergalaka perwerde bi serê xwe afirand. Li Medresa harranê piştî wî bidusad salî û an jî hata sêsadsalî re jî pirtûkên weke pirtûkên perwerde yên ji temen hatina bi karhanîn û xwandin. Sîsteme Şêx teymiyê harranî ya perwerde ya ku wî li kurdistanê li medresê bicih kir, heta roja me jî, hê bi teybetî li ser lêkolîn ne hatiya kirin û ne hatiya fahm kirin. Wî, bi serê xwe, ku têre medreseyekê bike pirtûk nivîsandina. Ji bo her temenî pirtûk nivîsandin. Pirtûkên wî, ne piştî wî re ji sînorê kurdistanê derbas kirina û li cihanê îslamê bixwe jî bûna pirtûkên perwerdê. Şêx teymiyê Harranî, demeke ku di naqabîna deme Êlî Herîrî û piştre heta ku dem tê deme Meleyê Cizîrî û hwd, ew, demekê di afirêne. Bi teybetî, bigihê demê çê dike. Zanebûna wê dihêne ser ziman. Zimanê wê çê dike û dihêne ser ziman. Bi wê re, aqilê wê jî li gor demê dihêne ser ziman.
Ji wê deme ku têde Êlî herîrî jîya bû, ku ji wê demê dem tê deme meleyê Cizîrî û hwd, êdî wê di wê deme Meleyê Cizîrî de, wê ew awayê pêşketinê yê deme nû ku bi Êlî Herîrî re dest pê kiriya, wê biaqil pêşketina xwe hê maztir bike. Di vê demê de, gotinên ku pirr li ser serî tê hêşandin û wastandin, hemû jî, gotinên aqil ên weke jîr, bîrê û hwd in. Bi vê yekê re, êdî wê bi deme Meleyê Cizîrî re, wê demeka nû ya pêşketinê wê heyîn û bebûna xwe bi teybetî derxistin. Meleyê Cizîrî, teybetmendiya wî ya sereke ew a ku wî ew deme aqil ku li gor deme nûjen û nû, wî bi aqil re û bi pirtûkên ku nivîsandin re bitemen kir. Wî 43 berhem nivîsandin. Pirtûkên wî li medresa sor, pirtûkên perwerdê bûn. Li ser wan re perwerde dihat dîtin. Ziman xweşî bi awayê helbestgerî, wê weke ku Êlî Herîrî û zanistên ên kurd re heya, wê bi wî re jî wê hebe û wê derbikeve li pêş. Di dîroka zimanê kurdî de, Meleyê Cizîrî, weke demeke nûya teybet e. Ew deme wî, bi wî re bi wê teybetmendîya xwe re, dihê li holê û ser ziman.
Di serî de divêt ku mirov bibêje ku xoslet û teybetmendiya Meleyê Cizîrî ji aliyê Zimên ve, ku weke Êlî Herîrî, wî jî zimanê xwe afirandiya û di nav civatê de daya rûniştandin. Bi gotinên teybet ên ku bi kar dihanî û bi awayê zimanê xwe re meleyê Cizîrî, demeke di zimanê kurdî de. Ew nûjenîya zimanê Êlî Herîrî, wê xwe bi Meleyê Cizîrî re bi awayekî pêşketî bide der. Meleyê Cizirî, wê ew wî zimanê, tenê wilo weke ziman nehêle, wê bike zimanê xwandin û nivîsandinê jî. Bi vê yekê re, wî, li medresa sor, ew dem û pêşxistin daya kirin.
Li Medresa Sor, zimanê Nûjen ê perwerdehiyê ku bi meleyê Cizîrî re li gor pêşketina nûjen wê rûniştinê bi xwe re li medresa sor çê bike. Medresa sor, bi vê yekê re, di aslê xwe de, weke zankoyaya teybetî e nûjen e. Divêt ku mirov wê bi teybetî bibêje. Heta ro jî, li ser wê pêşketina di zimanê perwerdekirinê ê medresa sor de ku hatî bikarhanîn, li ser ti lêkolîn ne hatina kirin. Lê ku lêkolîn werina kirin, wê were dîtin ku zimanê medresa sor, zimanê nûjen ê pêşketî ê demê ya. Di wê demê de, civate kurd, bi pêşketina xwe re di astaka pêşketî ya mazin de bû. Di nava wê de zanistên wê yên zana û mazin hebûn. Hemû jî, xwedî pirtûk û dîwan bûna. Li dûv wan, bi dehan pirtûk mana. Lê î ro, yek ji ji wan ku em bi xamgînî bêjin di destê me de nîn in. Ev jî, xamginiyeke mazin dike dilê mirov de. Gotinên êqil, ên weke ên jîr, bîr, bîrewerî û hwd, di wê demê de li pêş in û li ser wan hizirkirin heya û hizir tên ser ziman. Bi teybetî, li ser aqil hizrên ku tên ser ziman di zimên di vê demê de pirr in. Di vê demê de, aqil, weke ku ji nû ve li gor demê û pêşketin û pêlşveçûnên wê tê kifşkirin. Ya ku mirov wê di serî de di vê demê de dibîne ev a.
Ziman, bi vê yekê re, mirov karê bêje ku di vê demê de bi teybetî bi gotinên xwe yên êqil pêş dikeve. Gotinên biaqil tên kifşkirin fahmkirin û bi wan re hizir tên ser ziman. Zanîn, bûya weke qadaka ku zanistek ji deme nemaya ku dest neavêtiyê de û jê ne hanîya ser ziman. Di vê demê de, gotinaka ku pirr dihat ser ziman û hata deme me jî dihat gotin hebû. Ew ev bû, ”biaqil ba” û na jî dihat gotin ”ku ti axiftî û te gotinên xwe got bi zanebûn bibêj”. Ev gotin, berî wê demê gotinên ku dihatina gotin bûn. Lê di vê demê de bi wan re têgihiştinek çêdibe. Di aslê xwe de, ew gotin bixwe jî hem bi deme ku tên gotin re û hem jî di xwe de zanebûnaka ku mirov wê fahm bike heya. Bi wê gotinê re hem hevdû dewetî bi zanebûn gotinê dihê kirin û hem jî li ser zanebûnekê gotin tên gotin. Yên ku gotina xwe dibêje, dide der û dixwezê ku bide kifşkirin bi dora xwe ku ew çendî bi zanebûn a jî. Bi vê yekê re, ev dihên ser ziman. Ev dem, bi vê yekê re, demeke ku bi aqil û gotinên aqil re xwe ji nû ve weke ku dide kifşkirin û nivîsandin a. Gotinên biaqil, divê demê de do kurdî de pêşketina wan zêde na. Li gor demê û zanîna wê pêşketin dibin. Di nav kurdan de, ku weke kevneşopîbûna û ji demên berî zayinê hebûna wan xwediyê pêşketinê bûya beşên astronomi, fen û hwd jî di wê demê de di nav wê zanînê de dihêne ser ziman. Bi teybetî, di vê demê de hizreke ku bi teybetî di derbarê zanîstîtîya bi vî rengî de heya. Minaq, heta ku demekî hinekî bi piştî deme meleyê Cizîrî wê zanistên kurd ên weke mele Xalîlê kurdî derbikevin ji herême Sêrtê û wê bi azman û fezeyê ji xwe re bikina mijar ku li ser binivîsênin. Zanîna van mirovan ku di roja me de, hê jî, li bendî kifşkirin û hanîna xwe ya li ser ziman a jî, divêt ku mirov bibêje ku di qada zanistiyê de gavaka giring bi kifşên kirina ên di qada têgihiştina mekanîk û fizikî de avêtina. Di van deman de bi vê yekê re, wê gavak giring were avêtin. Lê piştre ji ber ku rêveberîya siyesî ya kurd ku piştre wê bigirê û bipiştgirî bike kêmbû, êdî ew pêşketin û projeyên wî jî nîvrê mana.
Ev demên ku bi aqil pêş dikevin, wê aqil êdî bi awayekî ku ne tenê pêş dixin, ku wê çawa di jîyanê de bikarbênin jî li ser serî di wastênin. Bi vê yekê re, ew dem ji aliyê pêşketin û aqilê xwe ve demeke ku bi aqilê mazin bûya. Zanyarîya van demen û ya zanistên van deman ji ti aliyê ve bi zanistî lêkolîn heta roja me jî ne hatiya kirin. Bi vê yekê re, mirov karê bêje ku ew hê li bendî kifşkirina xwe na. Wan hizir hanîn ser ziman ku mirov wê çawa bi wê bi rê ve herê pêş bikeve. Di serî de riya pêşketinê ya bi aqil û zanistî raxistin li berçav û li holê. Bi vê yekê re, xwestin ku li ser wê riyê mirov bimeşîn.
Aqilê Meleyê Cizîrî, di roja me de jî hê ji aliyê kurdan bixwe ve jî bi tememî ne hatiya kifşkirin. Di roja me de, ew zanistê mazin bi hinek qasidên wî re tenê weke ”helbestvan”ekî dihê ser ziman. Ya ku hinekî jî, mirov dihêşêne di rastiyê de ev a. Ew raste ku ew aliyê wan yê xweşik gotinê û hanîna li ser ziman hebûya û li pêş bûya. Lê wan bixwe jî, ku î ro ew sax ban û ji wan bihata pirsîn, wê wan ji wê zêdetir bi aqilê ku hanîbûn ser ziman, wê bixwestan ku bihatan kifşkirin û ser ziman. Bi vê yekê re, wan di riya zanistitiyê de çi da pêş? Çi pêşnîyar kirin ji bo pêşketina mirov? Wê bi xwestina bersiva van pirsan re, wê bixwestan ku aliyê aqilî ê zanistê yê ku di demê de wan dixwest ku wê bênina ser ziman bihata kifşkirin û ser ziman.
Meleyê Cizîrî, gotina aqil hildaya roja xwe û li ser sekinîya. Wî pirr pirtûk nivîsandina. Bi wê aqil û zanebûna xwe ya ku hanîya li ser ziman re ew ji zaneyên kurd û ên herêmê ên ku piştre tên re dibe bingeh. Bi vê yekê re mirov divêt ku bibêje ku Meleyê Cizîrî, aliyê wî yê aqilî li pêştira. Heta î ro jî, di nav zanistên ku ji wê demê bi agahdar in ên li herême botanê, ku mirov bi wan re dide û distêne, mirov ji ziman û hanîna wan ya li ser ziman fahm dike ku wî aqilekî mazin hanîya ser ziman. Bi teybetî, deme ku bahse wî dihê kirin, pêşî, bi vegotinî bahse aqilê wî bidîrêjî dihê kirin. Bi vê yekê re, mirov karê bêje ku aqilê wî li pêş bûya. Felesfe bi wî re li pêş bûya. Di roja me de, ku mirov wî zanistî tenê weke helbestvanekî şîrove bike û tenê wilo bêne ser ziman, wê hem li wî û hem li wê zanista wî jî, weke nêzîkatîya ku pirr xelat bê. Bi teybetî, aqilê wî, li bendî kifşkirina xwe ya li gor zanyarîya ku wî hanîya ser ziman. Di serî de di vir de ku ez bêjim ku çend beşên ji zanista aqil ku ji wî li bendî hanîna xwe ya li ser ziman in ev in. Yek bi teybetî bi felsefeye aqil hanîna li ser ziman felsefe vacê ya. Ya dûyemin, ku di roja me de jî wilo zêde zansta wê hê wilo nayê kirin, Meleyê Cizîrî gotinên jîr û bîrê, weke gotinna teybet ên aqil dihilde li dest û li ser wan dihizirê. Hizirna dike ku ji wan werêne ser ziman. Heya wê ji xêve mirov heya û ew bi bizaneya di derbarê xêvê de ku xêv bizanînê re tişîya. Ew li ser wê serî dihêne. Ew pêşî, bi aqil li ser serî dihêşêne û dixwezê ku wê fahm bike. Bi ”ew zanîna bi me re” ku hata roja me jî li ser navê wî ji gotinên wî bal dihê kişandin li ser vê xalê. Di vir de, divêt ku ez bibêjim ku ji wan vegotin û gotinên ku bi serê xwe diderbarî wî tên gotin, mirov ji wan fahm dike ku ew di vê xalê de bi zaneye û dike û dixwezê ku di serê xwe de bi wê re bi pêş de herê. Meleyê Cizîrî, li ser aqilê jîrê û aqilê bîrê serî wastandîya. Bi wê re, wî giringî pirr mazin daya hişkirinê. Li ser temenê hişkirinê û sebebên wê xwestîya ku bigihijê hin zanînna. Lê hiş, ji bo wî weke gotina giring bûya. Hişkirin, wî ji rastî û nirxeke mirov ya baş û qanc dihasiband û dihanî ser ziman. Bi vê yekê re, divêt ku mirov bibêje ku gotina aqil, weke gotinaka ku di bin wê de di serê wî de ku xwediyê hin gotinên din ên weke jîr, bîr û hwd in, heya. Bi vê yekê re, ew serê xwe li ser aqil di wastêne. Li ser perwerdekirinê û pedegojiya perwerdê hizirkirinên wî hene. Ew bixwe, mamosteyekî ku mirov bi perwerde dikir bû. Li ser wê yekê jî bi zanî disekinî. Ji bo ku mirov di serê xwe de bigihijê zanînaka mazin, ew di xwe de di tahbaka mazin de bû. Bi vê yekê û têgihiştinê, wî di deme xwe de pirr hanîya ser ziman û nivîsandiya. Meleyê Cizîrî, divêt ku mirov bibêje ku bi vê yekê ji aliyê felsefe wî ve hê divêt ku were kirin. Hê divêt ku aqilê wî were ser ziman. Bi vê yekê re, wê hingî wê were dîtin jî ku wî di zimanê kurdî de çendî pêşketinaka mazin daya kirin di deme xwe de û çendî aqilek ji bo têgihiştin û pêşketinê danîya li holê. Bi vê yekê re, wê were dîtin ku ew biserê xwe, weke pêvajoyekê re di pêşketina zimanê kurdî de û di dîroka zimanê kurdî de.
FONOLOGÎ
Di bêjeyê de, dengên ku derdikevin, mirov çendî di derbarê wan de xwediyê zanîn û agahîyê? Bersiva vê pirsê di serî de, mirov di zimên û zanîna wî de kûr û didûr dibêt. Ziman, dengên wê yên ku têde dihên ser ziman, bi di serê de, bi wan dengan tişte ku mirov qastî wê kir û hanî ser ziman a. Bi vê re, deng, deme ku mirov jê re da hingî, mirov wê bi deng dike. Dengdan, di aslê xwe de, di bêjeyê de, hinekî jî qarakterê gotinê yê bi tişte ku hatîya salixkirin jî dihêne ser ziman û bi xwe re diparazê. Bi vê yekê re deme ku mirov deng da, hingî ew dengdan, mirov di gotinê de digihijîne têgihiştinaka ku mirov wê di vir de bi teybetî hildê li dest a. Dengdan, dengê ku ji bêjeyê yê derdikeve, ku mirov çawa lê hisand, wê wilo di xêve me de cih bigirê. Lê di kurdî de, ku mirov li ser dihizirê ji aliyê fonolotika wê ve, mirov dibîne û kifş dike, hin bêjeyên wê yên ku bi qarakterê xwe yê qayim jî hene. Bi vê yekê re, êdî deng dan, hinekî, din kûr didihê li holê ku mirov wê fahm bike. Qarakterîtî, hinekî ji bi pêvajoyên bêjeyê yên ku buhurandina re girêdayî ya. Di vir de, ku mirov hinekî dîn li ser dihizirê, mirov fahm dike ku zimanê kurdî, zimanîya wê, di demên xwe yên pêşketinê de, bi fonetikên cuda hatina gotin. Bêje ku ku di xwe de bûyî xwediyî qarakterîtiyê, hingî, mirov karê vê yekê bi teybetî bibêje. Di dem de bi yek ji wan an afiriya û na jî hatiya bi karhanîn. Ev dengîtî jî, di aslê wê de, di bêjetîyê de.
Bêje, qarakterê wê, bi teybetî ku mirov li ser temenê wê yê fonektikî dihizirê mirov fahm dike ku hinekî jî di wê qalib girtina wê ya bideng û bi wê re kirdetiya wê ya ku heya re, di awayê xwe yê ji temenî de xwediyê qarakterê bûyînî ya. Deng, çawa di bêjeyê de hatiya kifşkirin, bêje ku hatîya afirandin ku ew wê dengê bide, wê dengdana wê dengî kifşnakê. Di aslê wê de, ya ku kifş dike, ew qarakterê wê yê ya. Qarakter, hinekî jî li ser tîpê re di rê de dimeşê. Zanîna tîpî ku ez jê re bêjim tîpologî, bi wê re hebûna xwe ya ku mirov wê fahm dike de, dengê ku dihê derxistin bi bêjeyê re kifşkirinekê dide li der. Minaq, deme ku me bêja ”jê” hilde li dest, di vir de, di vir de, mirov wê bibîne ku qarakter dide deng, tîpa ”j” ya. Tîpa ”j”´ê, qarakterê jê bi dengî didiyê de. Di vir de, tenê mirov di serî de wê kifş dike. Mirov bi vê yekê re, ku tenê weke bêjeyekê ”jê” hilde li dest, mirov wê weke ku ji kirdê hatî vala kirin wê kifş bike. Jê, di serî de divê ku mirov bibêje ku bi ”j”´yê re dihê kifşkirin. Lê tîpa ”j”, bixwe jî, bi serê xwe, di xwe de bi dengdariya xwe re hin qarakterên weke ku veşartîna di wê de, di dengê wê de dide li der. Di serî de, li gor zimên, ew dengdariya ”j”, wê bi xwe re wê hîsa ku bi mirov re çê dike, weke ya ”ji wê ya” û hwd ku mirov karê hê gelek kifşkirinên din weke aîdîyete wê ya qarakterî ku di xwe de dide li der, ku mirov wan kifş dike, mirov vê yekê her weha weke xalaka sereke di binê qarakterê de wê kifş dike. Di vir de, ya ku wê hîsê bimirov re çêdike, ew zanîna me ya di xêve me de ya. Bi vê yekê re, mirov karê vê jî bêje ku bi wê re weke hîs bi mirov çê dibe û dihê bertêgihiştina mirov ew hîsên ji wê tîpa ”j” jî, mirov fahm dike ku di temenê wê bixwe de jî hin pêvajoyên wê yên jînbûyî ku têgihiştina wê di xêve me de heya û di deme ku mirov bahse wê kifş û ew qarekterê wê kifşkir û pêde çû, wê ew zanîn û têgihiştinên pêvajoyî jî, wê xwe bidina der ku mirov wan bi teybetî fahm bike.
Di vir de, deme ku mirov gavê ji qarakterê tîpê biavêjê û pê de herê, mirov wê bigiijê wê têgihiştinê û wan pêvajoyên wê yên ku di xêvê de bûna na. Tîp, dengê wê yê ku mirov derdixe, ew deng, di wê de, konsûnanta wê ya dengî, bi dengê ku li gor rewşê bi sîstem dibê re diafirê û dihê derve. Lê di wê de, qarakterê rewşê, bi dengê ku derdikeve di wê de ew tîpên ku me rastkirina, bi dengdayina wan re diafir. Di bêjeya ”lîstik”ê de fonatika dengê ”l” yê, ku kifşkariyê de bi qarakterî dide li der, wê rewşê bi dengê gotinê re jî bide kifşkirin. Ku rewş bi dengê gotinê re hat kifşkirin, êdî weke ku dengê gotinê birewşê re hatî rastkirinê wê li mirov were. Lê di vir de, divêt ku mirov bibêje ku ev pêvajoya rastkirinê ya deng bi bêje di rewşê de, dualî dimeşê. Aliyê dawiyê ya rewş di kirinê de. Pîratîze kirina deng bi rewşê re, wê dengê ku bi pratize bûya, bi wê re rewş êdî çerçova xwe ya ku heya wê bi bêjeyê re bide kifşkirin. Kêlîkeke ku di bêjeyê de hatî cemidandin, wê afirandina bêjeyê salix bike. Bêje, piştre wê çawa wê kêlîke ku di xwe de salixkirî û li gor wê salix bûya, wê nas bike? Di vir de, êdî bersiva wê pirsê, di aslê wê de, êdî di temenê wê de li ser sekin, giringiya wê dibêt. Qarakterê bêje ê tîpî û ê bêjeyî jî, di vir de, wê têrê nekin ku rewşa ku hatî salixikirin bi tememî werê naskirin.Jê re sembol divêt.Sembol, wê bi demê re bê. Hingî, li wê sembolê nerin û bi wê re bibîrkirina bêjeyê, wê rewşê bi ber hişê me ve bêne. Ev hanîn, bixwe jî rewşî ya. Deng, di vir de, divêt ku mirov bibêje ku di gotinê de berê wê, ku temenê afirandina qarakterê bêjeyê diafirêne, dengdana tîpê di bêjeyê de ya.Bi vê re, rêya ku bêje berê xwe têre dide û dice jî, ev a. Bi bêjeyê re qarakterê xwe yê gelemperî ku bi rastkirina pîpan ya bi hev re ji wê distêne bêje, bi wê re ew dengê ku bi gelemperî jê derket, sîstemetîza wê, di aslê wê de, hinekî jî, ku mirov li navaroka wê dinerê û li ser wê navarokê disekinê, mirov dibînê ku di temenê wê de, ew dengdarîya tîpê heya. Yanî qarakterê binî yê asta pêşî ê teybet ku ne gelemper e heya.
Bêje, di temenê wê yê tîpî de, deng, awayê dengê û bingihê dengê, bi hev re, di konsantrabûna wan, di vir de, ku mirov li ser dihizirê, mirov fahm dike ku bi dengî ji binî ve, ji tîpê bi ber bêjeyê ve ku bi deng û temenê dengê re sîstemetîya wê ya ku heya, di wê de, dengê ku li gor rewşê hatîya salixkirin, ew deng, bi sere wê jî, ku bi awayekî serbest, wê dengê dihêne ber me. Ev yek jî, rewşa din derdikeve ber mirov. Ev jî, ev a, ku deng, bi nerîne me re li rewşê bûya. Lê deng, di xwe de, bi derketina xwe re, hinekî serbestiyeke wê heya. Lê bi balbûna li rewşê re, êdî deng bi wê balbûnê, rewşa serbestbûna xwe ji dest diberdê û bi wê balbûnê re dikeve rewşa rewşeyî de. Dengê bêje, ku mirov temenê wê ya, wê bi gotinê û piştre, êdî wê bê dengê gotina ku nave rewşê ya. Êdî bi wê re rewş, weke ku me bi salixkirîya bi nerînê û qaydkirîya, êdî bi nav a. Ew deng, êdî ne dengekî serbest e û ne dengekî ku êdî tenê di temenê balbûnê lê biqarakter bûya, ew êdî dengê ku bi rewşê re bi têgihiştina ku mirov bi wê re girtiya re, rewş bixwe ya. Bi vê yekê re, rewş, dengê wê, êdî bûya. Ev bûyin, di aslê wê de, bi sere xwe pêdivî bi wê heya ku mirov li ser wê bisekinê. Ji ber ku hem fonatika dengî, dengdarîya tîpî, levkirina bidengî û ku êdî di ancama wê de sîstemetiyeke beêjeyî bi wê heya, ûş hwd, wê bi hev re, bi jîreke me ye xêvî wî bijîn. Bi vê yekê re, mirov, heyîna wî, êdî weke ku bi xêvî re êdî çendî ku wê hebe, bi wê re êdî ew ne tenê mirov a û jîndîyaka, ew bixwe salixkirina rewş û demê bixwe jî ya bi wê re.
Dengdarîya peyvê, di vir de, wê rewş bê. Bi rewşê tîp hatina cem hevdû û bêje afirî. Lê ku bêje afirî û bû bi sere xwe, êdî bêje heya û heyîneke ku mirov wê bi sere wê re jî salix bike ya. Bi vê yekê re, êdî navdarîya peyvê ji wê dibêt. Bêja, êdî rewşeke ku di deme de lê êdî ne bi demê re ya. Wekî din jî, mirov karê bêje ku êdî ne bi demê ya. Dem, êdî jê hatîya razberkirin. Ew razberbûna demê ya ji bêjeyê, bêjeyê di hundurê demê de dike bi sere xwe. Bi sere xwe bûna bêjeyê, weke kifşaka rewşî ya di jîyanê de ya. Dengên tîpî, weke ku di hundurê demê de û herîka wê de, weke dengne ne salixkirî ku hene na. Lê êdî dem bi wê razbûna wê ya bêjeyê, dike ku ew weke ku ev bi salix dibin û tên nasîn. Naskirina deng, salixkirina deng bi rewşê, wê hişa ku êdî bi wê re diafirê, wê bi hev re, weke pêvajoyaka pêşketinê ya bêjeyê û têgihiştina wê ya bi mirov re jî bê. Mirov, divêt ku mirov bibêje ku kirdeye demê ya ku mirov wî bi tememî fahm bike ya.Bêje, di temenê dengdarî, kirdarî, heyîndarî û hwd ya bixwe de jî kirdetîya mirov û mejiyê wê heya.
Rêzimanî
Zimanê kurdî, ku mirov li demên wê yên pêşketinê dinerê, mirov dibîne ku di wê de, dem bi dem hin guharandinên ku bûna mirov wan dibîne. Bi teybetî ku mirov li demên piştî zayinê dinerê, mirov dibîne ku wa dem bi dem guhartin bûna. Bêgûman demên berî zayinê jî bûna. Deme Bawê tahirê uryanî, demeke ku bi çend sadsalan re berî deme Êlî Herîrî jîya ya. Di wê demê de, zimanê êlî herîrî ku mirov lê dinerî mirov fahm dike ku guhartin bûna. Bi teybetî, zimanê bawê tahir, ku mirov li wê dinerê, mirov fahm dike ku ew guhartin, hinekî din jî maztir in. Ev guhartinên ku bûna, dem bi dem êdî bi demê re li gor bi karhanîn ziman, zêde û maztir bûna. Ji bo fahmkirina guharandinê di ziman de bi bêje û pêvakan re ku di zimên de ku bûya ji bo mirov bibîne çend minaq;
Ji zimanê ku bawê tahir bi karhanîya û kurdîya î ro ku li dora botanê ya herî de serwer bû
Bawê tahir ji zimanê wî-----------Soranî---------------------kurdîya î ro(kurmancî)
Mû ---------------------------- mîn--------------------- ez
Te------------------------------ to, tûwe-----------------tê
Bûşîm--------------------------bûşim--------------------bêjim
Dost dirî -----------------------dost dîrî------------------ hij dike
Vîn---------------------------- bîn------------------------bin. Bîn
Sîye--------------------------- sîye------------------------reş
Rûj------------------------------roj-----------------------roj
Zûn------------------------------zan----------------------zan
Neçîrvan-------------------------neçîrvan-----------------nêçîrvan
Ej---------------------------------je---------------------- ji
Ce -------------------------------le------------------------je, jê
Wed------------------------------wa-----------------------wûsa
Bişe-------------------------------biço---------------------biçê
........ ..... ......
Zimanê Êlî Herîrî û kurmancîya deme wî û-------------------kurmancîya î ro
Jûr----------------------------------------------------------jor
Xûn----------------------------------------------------------xwûn
Têt-----------------------------------------------------------tê(t)
Vêr----------------------------------------------------------vir
Çe-----------------------------------------------------------çe. çi
Nêv----------------------------------------------------------nav(hundir)
Sîr------------------------------------------------------------şir
Am------------------------------------------------------------ em
----- ----
Zimanê Êlî Herîrî, wilo zêde ji ya î ro ji bilî guharînna û pê de, ti guharînên mazin nîn e. Lê yê Bawê Tahir, pir guharandin heya. Di vir de, divêt ku bibêjim, zimanê bawê tahir, bi soranî re li başûrê kurdistanê pirranîya wê hin bi hin zîndî û jîndî bûya û dijî. Zimanê Êlî Herîrî, bi teybetî, li herême colemergê û hwd li wanderan hê jî dijî. Minaq, î ro jî çolemergî ku dibêjin ”bêtê(î ) di wê demê de, weke ku ji helbestên Êlî Herîrî yên ku hatina roja me, mirov dibîne ku di wê demê de heman bêje tê bi bikarhanîn. Lê Hêrîrî, dibêje ”betê” tê bi karhanîn, minaq, di vê helbeste wî de ev beyta wî bi vê yekê heya, ”Bebête şer du esleh dîr 'heta vî qasidî can tê” Lê di zimanê Êlî Herîrî de, ji aliyê giramatikî ve pirr pêvakên ku têne bi karhanîn ên weke ”dir” û hwd,. Î ro wilo zêde nayê bi karhanîn di kurdî de. Lê kirina wan nava tirkî de bûya. Lê divêt ku mirov bibêje ku heman rewş, bi zimanê meleyê Cizîrî re jî heya.
Minaq, bêjeyên weke ”nêv” û hwd di tawandina bêjeye nav de î ro tê bi karhanîn. Weke ku deme ku mirov got ”mal” ku mirov tawand di gotinê de ”mêl” jî tê bikarhanîn bi vî rengî tawandin, di gotinê de heya. Bi vê yekê re, car bi car sê û an jî çar bêje ku bi awayên jev cuda werina nivîsandin hem karin heman wateyê bidin û hem jî karin wateyên jev cuda bidin. Bi vê yekê re, mirov karê bêje ku di wê demê de, Êlî Herîrî, weke ku di zimanê xwe de, weke bawê tahir, di deme xwe de, hinek cudabûn bi teybetmendî çêkirina. Bi vê yekê re, ew dide nîşandin ku ew bi zanabûna xwe re derketiya ser asta û rada zimên ya deme xwe re. Minaq ku î ro di kurdîya zazakî de jî hê di hê bi karhanîn ji ziman re tê gotin ”Ziwan”, di wê demê de di zimanê Bawê tahir de heya. Gelemperbûna bi Bawê tahir re di wê demê mazin a. Ew xwediyê têgihiştina hereman a. Bi vê yekê re em karin bêjin ku ew zimanê gelemperî ê kurdistanê bi kar dihêne. Lê ji wê zêdetir, zimanên ên weke erebî û fersî jî weke ku dizanê. Fersî, ji wê demê û ji demên wê yên berê jî, ku mirov bi awayekî bi zanistî lê lêkolîn bike, wê kurdîya wan deman hildê nava xwe de û li ser wê re mazin bibe. Minaq kurdîya ”avesta” wê devikna wê yên herêmî ji wê re piştevaniyê bikin û mazin bibin.
Di dengê gotinan de, wilo zêde cudabûn nîn a. Lê herêmbûn heya. Mirov vê yekê bi teybetî bi Êlî herîrî bi xwe re jî dibîne. Bi minaqên weke ”bêtê” û hwd re.
Zimanê Meleyê cizirî, ji aliyê deng û bi kirpandin deng dana peyvan de ji Êlî herîrî bi dengtira. Ew, di sînorê dengên xwe de ji yê dengên ku em î ro di kurdîya xwe de bi kar dihênin, hinekî di buhurê. Minaq, ew dengê ”x”´yê ku derdixê hinekî ji qirikê derdixe û hinekî kûr derdixe. Bi vê yekê re, ew deme ku bêjeyên weke ên ”tahl” dihêne ser ziman, wê ”h” ye tê de, ji kûrahîya qirikê ku weke hinekî bi xirtêne deng derdixe û bi wê re stûr dike. Dengê ”b”, bi wî re, bi dev tişîkirinê pêre heya. Deme ku bêje ”banî” hinekî tişîkirina dev û di deme gotinê de weke ku heta herdû argûşkên mirov ku tişîna û bi warmin, di wê rewşê de deng derdikeve. Ew şeklê gotinê, heta roja me jî, li herême botanê bi teybetî li herême wê ya li ber Çiyayê Sipî li wanderan li gundên wanderan tên bi karhanîn. Minaq, li wê herêmê, gundên weke Xirabêtûwa, xirabê nêrîya, reşmil û hwd hene. Li van deran devikên kurdî yek in, wek hebûna. Li wê herêmê, î ro jî, ku çawa ku em botî li navande wê gotina ”wilo” zêde bi kar dihênin, ew jî heman bêjeyê bi kar dihênin. Lê ew çendî ku dibêjin ”Wilo” , wilqasî û bi pirranî jî dibêjin ”wihlo”, di vir de ”h”yekê dikina nava ”i” û ”l” de. Di deme ku bi vê yekê ev gotin dihê gotin, di wê kêlîka gotinê de, weke ku bêhn bi ser dilê mirov ketibê li mirov dihêt. Bi vê yekê re, ew mazin dibêt.
Bi teybetî, ziman, di vir de, ku mriov li ser dihizirê, bi teybetî, herême botanê û dordora wê, weke leboratûwarekê derdikeve ber mirov. Di vê demê de, di deme gotinê de, çendî botî di axiftina xwe xweza na, deme ku mirov li wan dihisêne, mirov wan baş û qanc fahm dike. Kurdîya wan, bi teybetî, di devê jinan de, weke zêrê ku dibêjin ku dideme hatiya halandin hingî bêhtir bi qadr û qiymet e, ew jî wilo ya. Dengê gotinan, bi wan re, bêhtirî bi stûrî ya. Bi vê yekê re, hinekî, deme ku mirov li wan dihisêne. Ew stûrîya di zimanê wan de, hinekî erebî dengên wê bi bîra mirov dixe. Lê di tawandina bêje û peyvên xwe de xas û xweza na. Di dengê botîyan de, ji dengê wan yê berê, ev tîpa weke ya navikê ya ”û”yê, di aslê xwe de çendî ku î ro em bi kûm bi kar dihênin di nivîsên xwe de, ew ne bi wê kûmîyê bi kar dihênin.
Zimanê meleyê Cizîrî ku mirov çend mînaqan bide, her weha ji ya roja hinekî cudabûnên wê bi bêjeyan re heya:
Kurmancîya Cizîrî ya wê dema wî û -----------------------kurmancîya î ro ya vê demê
Hemî---------------------------------------------------------- hemû
Dî---------------------------------------------------------------dît
Ma----------------------------------------------------------------ma
Î ro--------------------------------------------------------------- î roj
Du----------------------------------------------------------------dû, dûman
Tu-----------------------------------------------------------------tu, tû, te, tê
Te-----------------------------------------------------------------te, tê
Çûma-------------------------------------------------------------çima
Werêne-----------------------------------------------------------bêna
Meleyê cizîrî, di aslê xwe de, bêjeyên wî, pirrani, yên ku em î ro bi kar dihênin. Ew deme ku ji rojê de dibêje ”ro” ew bi kifşkirinê û nîşandinê rojê şanî dide, lê deme ku gotina ”roj” bi kar dihêne, êdî wê weke tişteke ku ne kifşkirî, û nayê fahmkirinku çi tê qastkirin, têne ser ziman. Di vir de bi vir ve girîdayî, divêt ku ez bêjim, ku meleyê cizirî, bi hanînîya xwe li ser ziman re, weke xwediyê elfebeteke xwe ya teybet e jî. Bi vê yekê re, ew zimanê xwe bi vê yekê re, derxistiya asta mazin. Di axiftina meleyê Cizîrî, ku weke ku heta roja me di kurdîya botîya doma ya ”pêşake ”ma”, weke pêşaka pêşî û ya pirsînê ya. Bi vê yekê re weke tê gotin û pirsîn:
MA:
PÊşaka ”ma”
Ma karê xwe kir?
Ma tu çûyî gund?
Weke ”ma”´yê pêvaka û an jî pêreke din jî ”KA” ya.
KA:
Ka tu çûyî?
Ka tu dibîne?
Bi hev re bi karhanîna wan jî heya û bi awayekî xweza pirr jî li herême botanê dihê bi karhanîn. Minaq:
MA KA;
Ma ka tê vî karî bike?
Ma ka tê tê herê malê?
Vajî vê bi karhanîna wan:
Ka ma dibê?
Ka ma leyist?
Di vê awayê dawiyê de di vajîkirina wan de, pirsên ku tên pirsîn, pirsên li hemenê ne. Yên di wê kêlîke ku li ber hevdû ne, yê ku dipirsê bi mereqa ku dixwezê di cih de fêrî rewşê bibe, di cih de dipirsê. Bi vê yekê û rewşê re di rewş ”KA MA” de bi vê awayê, ev teybetmendî jî pêre heya. ..ev rewşên me hanîn ser ziman bi rêzimanê re, ji aliyekî din ve heta roja me jî, weke teybetmendiyna axiftina botîyan a.
Di axiftinê, deme ku pirs hatina pirsîn, hingî, car bi car, li pêşîya ”ma”´yê, ”qay” bi ”a”´yê yê danîn tê gotin ”ma qay …. ..!”Hevokaka ku bi MA QAY re mirov karê we bêje.
Ma qay te tu duhû çûbû bûyî male hisêne!(?) Pêvaka navikê ya ”qay”, hinekî şaşbûnê û weke ku ne li bendbûnê têne ser ziman. Lê pêvaka QAY, bi serê xwe car bi car dibe bersivaka ji pirsên ku tên pirsîn jî, bi serê xwe. Minaq;
Ka lo tu çûyî gund? …Erê ez çûm, ..qay?
Di roja me de di ´pêvaka QAY de ji dêla ”a” di peyvê de êdî ”e” tê bi bikarhanîn. Lê di aslê xwe de, qey, bi serê xwe weke beêjeyekê dihê ser ziman û wate cuda heya. Qey, bi serê xwe pirsînaka weke qay a. Lê di aslê xwe de, jev cuda na. Minaq, qay, çendî ku rewşeka ku bûbe û an jî wê bibe di wê re te salixkirin û tê ser ziman, lê qey di pirsînê mirov bi navê mirov a. Di wê de bi teybetî keseyet heya. Bi qey, ku mirov minaqê bide mirov wê weha bide;
Qey kir(?) …
Bi vê yekê re mirov karê bêje ku bi vê rengê ev peyv karê bikeve dewsa ”çima”yê de û bi wê re bi vî rengî bi pirsê.
Qey, navê ku têne ser ziman bixwe re, di wê de di deme gotinê de bi teybetî navê ku veşartî û an jî bidizî tê ser ziman a. Bi vê yekê re, em destûreke zimên ya bi stûrbûn û zirevbûn(nermbûn)ê re ku diafirî bi tîpî bênine ser ziman. ”a” stûr tîne ser ziman. Lê ”e”, hinekî jî nermbûnê dihêne ser ziman, li gor rewşan. Minaq;
A:
Ev gotin bi serê xwe stûr a
E:
Ji vê re zanîn lezim e
Di zimên de, stûrbûn û nermbûn, bi karhanîna wan, bi perwerdeyê re rast dibêt. Ziman, ku fêrî gotinan û awayê dengê wan bû, wê êdî karibê bibêje. Di vir de, perwerde, weke xalaka giring ya pêşî ya. Ew fonolojiya dengan, wê di nava hiskirinê de were girtin. Heta ku mirov deng his nekê, mirov wê nikaribê, weke wê dengê deng derxe. Ji ber vê yekê hiskirin giring a.
Me bahse deng kir. Li ser deng jî, bi gotinê bê em gotinekê bibêjin. Di roja me de ”bihîst” tê bi karhanîn. Bihîstin, hatina deng ya li mirov têne ser ziman. Lê deme ku mirov bahse bihîstinê kir, hingî, mirov ne bahse mirovekî ku li ber mirov diaxivê û mirov dengê wî his dike ya. Bihîstin, ji dereke dûr û an jî bi rêya mirovekî din ku mirov agahîyek bihîstiya. Di deme ku mirov deng hat mirov û mirov ew deng hilde, hingî, mirov ji wê re dibêje, ”min his kir”. His, bi serê xwe jî, deng e. Ji vê re mirov minaqê bide;
BIHÎST IN:
Min ev tişt berî hingî bihîstibû
Min ji te bihîstibû
HIS:
Ji Nûha min his kir
Lê te hisa min kir?
Di minaqa duyemin de, bahse demê nakê. Lê di demekê de, deme ku mirovekî ji wan tiştek kiribû, yê din agahîya wê ji dereke din û an jî ji mirovekî din di derbarê wî de hilde bû. Deme ku êdî di wê kêlîkê de rastî wê hatibû, bi bîra wî dixe ku wî ew kirina wî bihîstibû.
Di minaqên hisê de jî, mirov li cem wî ya, di wê kêlîkê de ew li ber wî axiftîya û wî dengê wî kirîya. Piştî ku wî axiftina xwe bi dawî kirîya, êdî tê cem wî û jê di pirsê ku ka hisa wî kir.
-- Deme ku mirov li Êlî Herîrî û meleyê Cizîrî bi hev re dihizirê, mirov kifş dike, ku Hêrîrî, hinekî nermtir dike ku gotina bilêv bike. Lê Meleyê Cizîrî, çendî ku bi wate û xort û safî têne ser ziman jî, ew di gotina xwe de qayim û jidahî ya. Safîbûna meleyê Cizîrî, mirov bi ber zanîna di serê wî de didiyê de. Di serê wî de zanînaka mazin heya.
Di gotinê de safîbûn û nermbûnê ku bi hev re bê jiyin, wê hingî, fahmkirin, were ser ziman. Têgihiştina estetisme felsefîk a Êlî herîrî ku mirov bi zimên re û bi wî re kifş bike, lingekî wê di vir de ya. Ew têgihiştin û zanîn bi meleyê Cizîrî re ku mirov bi zanîna wî re kûr diçêt kifş dike ji hin aliyna ve. Lê êlî Herîrî, têgihiştinak bi wê re bi gotinê re bilêv kirîya. Ji ber vê yekê ya ku heta î ro jî, li herême bota û li herêmên din ên kurdistanê, ku ji bo yekî ku pirr xweşik axift, tê gotin ku ”te herîrîyek nîşan de, di deme ku ti peyvtî de”.
Zimanê kurdî, divêt ku mirov bibêjê ku bi teybetî, weke zarava ku î ro tê nasîn, kurmancî, kurîya sereke ya ku temenê hemû şîve, zarava, devik û hwd ku hene, di temenê wan de ya. Kurmancî, bixwe jî, î ro em di derbarê wê pêşketina wê ya di demên berê de zêde ne xwediyê zanîn û agahiyê na. Lê em dizanîn ku dîroka wê ya pêşketinê bi teybetî bicivaktiya kurdî re dest pê dike. Li kurdistanê, bi teybetî li rojhilatê kurdistanê, pêşketinaka wê ya bi teybetî di deme medîya de heya. Di vir de, divêt mirov bibêje ku medî, di nava dîroka ku tê gotin jîyana, di nav wê demê û dîrokê de, demeke xwe ya zêr jîyan na. Lê dîroka wan dîrêj a. Ez karim bêjim ku ji demên berî zayinê, ji sadsale 9 û hwd bi teybetî pêşketina medî dest pê dike. Herême bi herêm pêşî dest pê dike. Lê mirov karê bêje ku deme Medîya, bi destpêka pêşketina xwe re diçêt berî deme vê demê jî. Medî, wê di nivîsandinê de pêş bikevin. Tenê, ku mirov li dîrokê bi li kifşkiirnên ku di kolanên de ku di wan de ji bin ardê derketine, ku mirov li wan dinerê, mirov fahm dike ku medî kevn in. Li rojhilatê kurdistanê, li herême zêwê ji bin ardê tepsîyeke ku zîv û ku li ser nivîs hebû hat derxistin ji bin ardê, tepsî ji deme berî zayinê ku sadsale 8´min mabû. Li ser tepsîyê nivîsa bi zimanê kurdî hebû. Di wê demê de, ji nivîsa li ser tepsî dihê fahmkirin kurd xwediyê elfebeteke xwe ya ku wê di wê demê de bi teybet jî bi kar dihên in.
Evnakê dide nîşandin ku zimanê kurdî di wê demê de, zimanê nivîsandinê ya. Lê ku mirov li demê dinerê, î ro, di destê de hin zanîn hene ku em bi wan karin bêjin ku kurdan, di demê de hin elfebetên din jî bi kar hanîna. Minaq, zanistê ku tê gotin ku bi aslê xwe ereb e Ibnî Wahşîya, bahse elfebete kurdî dike û ku minaqê dide. Elfebetê jî dinivîsêne û dibêje ku kurdan ev elfebet bikarhanîya. Ibn Wahşîyya, di sadsale 8´min de jîya. Elfebete ku ew bixwe wê nivîsêne di pirtûka xwe ya bi navê ”Şewqu´l musteham fî marîfetî rumuzu-l aqlam de” û dibêje ku ev elfebete kurdan a, hê gelek tîpên wê bixwe jî, wêne na. Minaqe î ro, di destê me de ya. Ew tepsîya ku li herême rojhilatê kurdistanê li Zêwê hatî dîtin û ku ji deme berî zayinî ji sadsale 8´min maya, ew jî, bi awayekî teybet ê nivîsandinê ya.
-- Ji vê derê, mirov fahm dike ku kurdan, elfebet bi karhanîya. Hemî di demên berî zaynê de pirr bi demeke zû de. Zêde di derbarê wan demên berî zayinê de di destê me de nîn in. Lê ku em li ser lêkolînan re her in, ew tepsîya ku li herême rojhilatê kurdistanê li zêwê hat dîtin, derfetê didime ku em heta sadsalê 8´min a berî zayinê herîn. Lê di demên berî wî de, deme Gûtîyan de jî, ev dizanin ku wan nivîsandin bi kar hanîya û pirr jî di wê de pêş ve çûna. Bi vê yekê re, mirov karê bahse nivîsandinê bi hûrî, mîtanî, lorî, qasîtî, û heta ku tê deme medîya, ew pêşketinên xwe di nivîsênin. Piştî medîya re ku bi hinekî jîyan û hinekî di deme wan de jîyan, Ûrartûyan, gelek nirxên xwe ji hûrîyan girtin a. Zimanê wan tê gotin zanîn a. Xwûdayê hûrîyan şêwîna, bi wê bawerî hanîn a. Ji aliyê nivîsandinê de jî ji wan hinek sûd girtina.
Demên berî zayinê, ên dawiyê ên weke yên sadsale 5 û pê de, mirov karê bêje ku demne ku di derbarê wan de bêhtirî zanîn di derbarê wan de di destê me de hene. Di wê demê de, rojava ber derya reş bidest pêşketina xwe dike. Çend ku pêş dikeve, êîdî berê xwe dide bi ber rojhilat de. Dike û dixweê ku wan dewlemendiyên wan bikine destên xwe de. Bi vê yekê, êdî ji vê demê û pê de, seferên talanê ên ku li rojhilat bûna, çand û mejiyê wê ku nivîsî ji holê rakirina. Minaq, dusê caran berî zayinê şawitandina pirtûkxanaye îskenderîya. Hatina îskenderê Zûrqeyneyn û kevilkirina her cihê ku gihiştiyê de, çend ji wan minaqa in. Kurdan ji ber vê yekê û xadarîya wî, paşnavê ”Zûrqerneyn” bi navê îskenderê mekedonî kirin û jê re gotin îskenderê zûrqerneyn. Ew navê zûrqerneyn´tiyê, kurdan daya wî û bi wî ve kirîya. Li Kurdistanê, pirr deman şawîtandin û talana mejî bûya. Heta wê sadsale ku em têde ne jî bûya. Ji aliyê tirkî, Îran û hinekî welatên din ve jî. Minaq, di serê duyemin ê Îraqê de ku emarika kiribû de, di deme şer de, bi hezaran kêvilbarên nivîskî ên ku li ser wan ji demên berî zayinê mabûn, hatina dîtin û birina emarika. Ew hemû xêv û mejiyê wê derê bû. Lê di serî de, Hatina Îskenderê Zûrqerneyn ya wî ya li kurdistanê, wê talanaka mazin bi xwe re bêne. Piştî wî re, piştî ku derketina islamê bû û çûna bi ser êzîdîtiyê de bû, êdî bi hezaran nivîsên ku bi nirxên wl hatina nivîsandin û di rêza wê de na, hatina qadaxa kirin û jhi holê hatina rakiirn, Ji xwe, bi wê elfebete wan, ew nivîsên ku hebûn, li wan nerîn jî, weke ”kûfrekê” hat dîtin. Pişt wê re, hatina Şahînşah û pişt wî re kurê wî Siltan Sancar bi ser kurdistanê de, wê bi xwe re talanaka mazin bêne. Tê gotin ku ”Şahînşah, nivîs û pirtûk ku ji hundurê xwandingaha derdixistin û li derve didanîna ser hevdû û ku deme ku ew didanîna ser hevdû kaş ji wan çê dibûn, piştre agir bi wan dihat xistin û şawitandin.” Di roja me de jî, ew talana hê didomê, ew talan bi du şeklan heta î ro didimê, bi awayekî bi qadaxakirinê zimên re nehiştina afirandina wê re didomê, wekî din jî, bi nirxên ku hatina afirandin di demên berê de, ji dêla ku bi nav û destê kurdan were ser ziman, ew li gorî xwe tênina ser ziman û ne ji kurdan ji xwe didina nîşandin. Bi vê yekê re, talana çandî, hizîr hê didomê.
Li ser zimanê kurdî lêkolîn kirin, mijareka ku mirov di nav dîrokê pirr kûr û dûr dibê ya. Bi vê yekê re divêt ku bêjim ku heta vê kêlîkê, tişta ku di derbarê zimanê kurdî de hatî ser ziman, weke dilopeke ku di deryayê de ya. Hê, zimanê kurdî, li gorî xwe û rastîya bi haqî ne hatiya ser ziman. Bi teybetî, di serî de, ji bi bingihin ve, hê jî, pêdivî bi pê heya ku ji ji aliyê fonolojiyê ve lêkolînna mazin werina kirin in. Dengên kurdî ku em î ro bi kar dihênin, ne xelat in. Lê divêt ku ez bêjim ku ji aliyê fonologiya wan ve, hin deng xwe nabînin di hatina li ser ziman de. Minaq, deme ku ez bêjim ”hawl” û an jî ”tahl”, ezê bi ”h”yê wê bixwênim. Lê ”h” ji wê dengê wê hinekî nerm û zirav dimêne. Meleyê Cizîrî, deme ku mirov lê dinerê, miirov dibîne ku wî di deme xwe karîya bîne ser ziman. Lê wî, ji ”h” ji stûr ji ji qirikê deng derdixe ya erebî jî sûd girtîya. Di serî de, ku mirov divêt ku kifş bike. Î ro, car bi car, li bakûrê kurdistanê, hin bêjeyên kurdî, bi dengên wan yên di tirkî de jî hene tên bi kar hanîn. Ez karim bêjim, pirranîya tîpên kurdî, di deng û fonologiya xwe de hinekî ji yên tirkî cudatir in. Ji ber vê yekê, li gor wê hanîn û hizirkirin, wê tenê di dengên tîpan de erezyon, herîkînê û peresendineke ku ne li gor kurdîya wê bi xwe re bîne li holê. Ji ber vê yekê, giringiya feonologiyê ya dengzaniyê di kurdî pêdivî bi wê heya. Zanisteke fonolojik di kurdî de, wê ne tenê wê rastkirinê bike. Wê şoraşekê jî bi kifşkirinên di zimanê berê de ku afirîya jî ji bo zimanê vê demê wê bike. Divêt ku ez bibêjim ku her denge ku hatî kifşkirin, di xêve mirov de wateyeke wê heya. Bi vê yekê re, mirov karê hinekî jî bi wê zanine wê re girêdayî ji aliyna vê de bêne ser ziman.Bi vê yekê re, ez karim bêjim ku rastî û dûrûst kifşkirin û di wê de pêşketin, wê hingî ew pêşketina xweza ya mazin bi xwe re bêne li holê. Î ro, minaq, her zaroya kurd ku di dibistanaka tirkî de dixwêne, çima êdî nikarê serwerîyê li wê fonotîka dengên gotinên zimanê xwe bike? Ji ber ku ew bi keseyetîya wî ya ku heyî re ji gelek aliyan ve hatîya qatilkirin. Ew mirov, ku piştre nivîskariyê jî bike, wê tenê li dûv herê, ew jî ku karibê. Wê nikaribê derkeve li pêş bi zimanê xwe yê dayikê bi kurdî re. Temenê zimên ji pirr aliyan ve fonatika dengên zimên a. Ku ew hatina windakirin, êdî temenê afirandina bi wê re winda dibe. Mirovekî ku nexwandî û bi çanda xwe ve mayî û di kurdî de dimeşê, ji yekî di dibistanîn tirkî de xwandî deh qat zanetir û afrînertira. Ji ber ku ew di zimanê xwe de ew windahiyên fonetikî jîn nekirina. Lê yên xwandî jîn kirina. Di aslê xwe de, yê ku xwandî, ji ber ku tirkî ne zimanê wî yê dayikê ya, wê nikaribê bi tememî serwerîyê di yê tirkî de jî bike û wê yê xwe bixwe jî winda bike. Bi vê yekê re, wê êdî di nivî de bijî. Ew rewş, di demên piştre de, ku mirov çendî mazin jî bê û çend salî jî bê, heya ku piştre bi pirsgirêkên deronî re jî ev rewş xwe bi mirov re bide dîyar kirin. Ji ber vê yekê, ez divêt ku di vir de bi teybetî, balê bidim û bikişênime ser perwerdehiya bi zimanê dayikê. Ji ber ku ev di vir de, weke xalak herî giring ya pêşketina mirov xwe dide dîyar kirin. Mirov, ku bi zimanê xwe yê dayikê temenê xwe hilda, heya ku piştre di zimanên din de bixwêne û pêş bikeve. Lê ku temenê xwe aslî winda kir, wê di wê de jê mafê pêşketina xwe winda bike. Ziman, bi vê yekê re, weke ku Êlî Herîrî jî û Meleyê Cizîrî jî pirr bal kişandina ser, ez dizwezim bi wê balkişandina wan, vê gotinê bênima ser ziman û bibêjim ku zimanê dayikê di wê de pêşketin xwe perwerde kirin û bi wê re mazin bûn pêşketin, mazin û bi têgihiştinbûna aslî ya herî mazin a di dîroka keseyetîya mîrov ya pêşketina wî de.
Zimanê kurdî, dem bi dem bi xwe re hem di asta bêjeyan û awayê wan yê bi karhanînê bê û hem jî bi ji nû ve bi navkirinê bê, pêvajoyên peresendinê buhurandin a. Minaq, tenê ku mirov ji deme bawê tahirê Uryanî hata ku dem tê deme meleyê Cizîrî, ku di naqabîna wan de nêzî nehsadsal heya, di vê demê de jî mirov wê bi teybetî kifş dike. Di bi nav kirina heman tiştî de çend ku di çewherê de car bi car wekhevî derkeve ber mirov jî, mirov guharandinan bi tîpan dibîne: minaq;
Deme Bawê tahirê Uryanî,------deme Êlî Herîrî,---------deme meleyê Cizîrî
Kîf---------------------------------kêf-------------------------keyf
Bîn----------------------------------bun------------------------bûn
Ji vê minaqê, mirov dibîne ku dibêjeyan de guharîn bûya. Ev guharîn, bi salixkirina wê re, deng, êdî di wan de jî guharîn dibin. Herîkîna di zimên di vir de, ez karim bi sê awayan bênima ser ziman, yek, bi herîkîna li ser tîpan re, herîkîna duyemin ya li ser guharîna wateyê re, herîkîna sêyemin ya bi demê re ku li ser bêjeyê re ya. Hersê awa û tîp jî, mirov karê bêje ku ji demê hata ku mirov buhurîya li demê, dem bi dem, bi tememî guharînên ku bûna hene. Minaq, ku di wate xwe de weke xwe maya li ser tîpan re guharîna buhurandiya gotina ”derew”ê ya. Di deme Medîya de, biqasî ku ji avêste tê fahmkirin di wê demê de bi navê ”drug” dihat bi karhanîn. Ev guharandin, di aslê xwe de, bi demê re, êdî reng û awayê zimên bixwe jî weke ku li gor demên ku ji nû ve tên di guharêne. Zimanê kurdî, zimanê ku em î ro bi kar dihênin. Ez bi teybetî, nikarim bêjim ku bi tememî zimanê demekê ya. Ji wê zêdetir, zimanê pirr deman di nav hevdû de ya. Ji her demên wê gotin di nav de hene. Minaq, ji deme Sûmerîyan, ku î ro jî hê jî tê bi karhanîn bêja ”ga” ya. Bêja ”ga”, î ro jî weke xwe dihê bi karhanîn. Ev bêjeyên bi vî rengî bi du sedeman hebûna karîna bi vî rengî bi parêzên. Sedeme pêşî di derbarê jîyanê û bi karhanîna wî sawalî de ya. Bi vê yekê re dayimî ew bêja hatiya bi karhanîn. Sedeme duyamin jî, tîpa ”g” û ya ”a” jî, bi serî xwe dengê wan stûr a û li dev dirûnihê. Bi vê yekê re mirov karê bêje ku ji aliyê fonolojikî ve lêhatinîtî û pêre dûbara bikarhanîna wê, wê diparêzê. Gotina ”gel” ku em î ro bi kar dihênin, di deme Wê demê de, weke ku di bineterên tufana nuh de di buhur ê wek ”gal” dihê ser ziman. Ji wê tîpa navê ya ”a” bi tîpa ”e” re guharîya. Ev herîkîn, bi demê re bûya. Sedeme din jî bi zanebûnê re mirov karê ku weke sedeme herîkînê bêne ser ziman heya pû ev a. Çendî ku bi demê re zanebûn zêde dibe, êdî têgihiştin dibê û di derbarê deng de têgihiştineka fonatikî çêdikê. Bandûra wê guharînê, di nav civatê de xwe bi awayekî vekirî jî dide nîşandin. Lê bi awayekî weke ku pêleka ku li ser avê re bi lêxistina bayê re awayê peresendinê bi xwe re dide berçav. Zimanê kurdî, di deme Gûtîyan de, pêşketina wê, bêgûman, ji ya cudatir a. di wê demê de ziman, hevbeşbûn çêkiriya. Bi civînên civatî re ku xalk di nava xwe de çêdikin, dibêt. Di aslê xwe de, xoslet û teybetmendiya kurdî, ku mirov bêne ser ziman, di vê xalê de, divêt ku mirov kevneşopîyê re jî bêne ser ziman. Kevneşopî, bi pêşketina meji re bandûraka wê ya mayinde di mejî de heya. Bi wê re, di nava kurdan de jiberkirin êdî pêşketinaka xwe ya mazin çêdike. Jiberkirin, hinekî têkiliyeke wê ya bi zanebûna di xêvê de heya. Ji demekê û pê de, bibîrkirin yanî jiberkirin, weke ji rêz û cîdîyeteke civatî tê dîtin. Bi vê yekê re, ji ber kirin, derdikeve li pêş. Çawa hatiya hiskirin û bihîstin, wilo weke wê jiberkirin û dimejî de di hiş de hiştin, wê bibe. Bi vê yekê re, xêv û bîr, lev dikin, bi hev re têkiliyeka wan ya li ser kevneşopîyê re diafirê. Kevneşopî, bi awayekî ku î ro, em dikevine zorê de ku wê bi tememî fahm bikin, weke rûpelna zîndî û jîndî ku li ser bi penûsê nivîs tê nivîsandin dihê bi kar hanîn. Di temenê wê rûpelê de xêv û bîr awayekê bi hev re weyn û rol dileyizin.
Kurdîya roja me, bi tememî ez dîsan nikarim bêjim ku bi tememî ya. Pirranîya wê hatiya ji bîrkirin. Ku ez tenê kurdîya ku di sadsale 15´min de ku meleyê Cizîrî û feqiyê teyran ku diaxiftin ku tenê li gor wê bihziir im, ez karim bêjim ku dibêt ku nêvî wê jî, î ro ji aliyê kurdan ve di jîyanê de nayê bi karhanîn. Di vê yekê de, kêmbûn bûya. Sedemeke wê kêmbûnê, nebûna perwerde ya. Bi wê re, di aslê xwe de, ez karim bêjim ku wê kêmbûnê, ferheng û giramarên ku hatina nivîsandin jî, ji aliyê zanina zimên ve jî, di prranîya wan de, herîkîn û guharîn bûya. Gelek gotinên ku di kurdî weke bingeh in û di jîyanê de bi kardihatin, û ku di roja me de jî, di zimanên weke ên tirkî de bêjeyên ku mirov bi wan êdî wan bêjeyan wergerênê nin in jî, ji wan re bêjeyna ku hatina dîtin tenê, di wate wan de bi wan bêjeyan tengbûn, herikîn û guharîn hatina kirin. Minaq, bêjeya ”teşqala” ku mirov nikarê wê wergerênê li tirkî ji ber wê yekê, ew bixwe êdî hatiya buhurandin li tirkî û dihê bi kar hanîn, di ferhengan de bi awayekî hesanî li ber wê ”bela” bi tirkî hatiya nivîsandin. ”Bêja ”bela” jî, ti cari be beremberê wê ya. Herikînaka mazin ya ku dizimên de di wateyên gotinan bixwe de û di dengên gotinan de bûna jî sedeme wê av a. Bi vê yekê re, mirov karê bêje ku zimanê kurdî, di xwe de hin bi hin, êdî ji aliyê deng yanî fonolojiyê, tîp û dengên wan re, bêje û wate wan re, di bikarhanîna wan de guharîn, herikîn û car bi car jî ji nû ve bi watekirin bûya. Weke pirsgirêkaka din ya ku mirov ji bingeh ve bêne ser ziman, ew a ku li ser guharina wateyan re ya. Gelek bêje, ji bilê wateya xwe hin wateyên din bi wan hatina salixkirin. Bi vê yekê re, di deme ku êdî axiftin bû, êdî car bi car, jev ne fahm kirin û an jî tiştna din fahmkirin bûya. Mirovekî ku di tirkî de felsefe û an jî tirkiolojî û wêjaya wê xwandî, zimanzaniyê li ser kurdî dike. Bi vê yekê re, mirov karê bêje ku ev jî bi serê xwe temenê wê guharîn, herikîn û ji bilî wateya wê bi wateyaka din salixkirin a. Li kurdistanê, bi teybetî, ku mirov herê, herême botanê û tenê li jinaka ku kal û ku di rewş û jîyane xwe de mazin bûyî, ku mirov axiftina wê hilde qaydê û bêne bide ber nivîs û an jî axiftina ku dibêt bi vê herîkînê re, mirov wê bibîne ku ew herdû mirov jî reçendî ku kurd in û bi kurdî diaxivin, wê di fahmkirina hevdû, bi tememê ji aliyê wateyê ve ne ji jev safî bin û ne jî wê karibin ji hevdû bitememî fahm bikin. Di deme ku min ev nivîs li ser zimên kir ku binivîsênim, di nava sad mirovên ji xwe re digotin ku ”em bi kurdî baş diaxivin, min li wan hisand. Nivê wan bêhtir di dibistanên bingihin bi dawi kiribûn û gelek ji wan jî zankoyên tirkî bi dawî kiribûn. Piştre gelek ji wan zimanê xwe bi kursan fêr bûbûn. Min li hemûyan hisand. Gelek ji wan yên ku bi kurdî jî di nivîsandin û di xwandin, min bixwe jî ji wan bi tememî fahm ne dikir. Zimanê wan, carna ku bêjeya ku digotin ku rast ba, wê wateya wê ya ku di serê min de bû, wê ji wê cuda ba. Car bi car jî, wate lev dihat, lê bêje û kirde lev ne dihat. Lê yekî ku ji dûr ve ku li wan dihisand jî, digot ku ev mirov çendî baş û qanc karin bi zimanê xwe yê kurdî bi axivin, çendî karin zimanê xwe yê kurdî bi kar bênin. Bê wê re, wê xwezayîyek jî di zimên de dibêt ku bi wan re kifşkiriban. Lê ku hinekî jî zanista zimên bi mirov re hebê û bi wê mirov binerê, mirov wê bibîne ku çendî guharîn bûna. Ne wate li bêje dike û ne jî bêje li wate dikê, di axiftinê de. Kurdan, ji sadî heftêyî bêjeyên zimanê xwe windakirin. Û ji sadî heştê û pêncan wate û kirdeyên bêjeyên xwe yên ku berê bi kar dihanîna, windakirina. Bi vê yekê re, ez karim bêjim ku ew qadaxa ya li ser zimên ku tirkî îran, sûrî ku dimeşênin, weke ku bi vê yekê gihiştibê hin ancamna. Zimanê kurdî, î ro, li gor rastîya xwe, ez nikarim bêjim ku mirovek heya ku karê hinekê baş bi kar bêne. Sedeme vê jî ne perwerde kirin a. Nebûna perwerde bi wê ya. Bi vê yekê re, kurdan, bi tememî, ez karim bêjim ku pêşketina xwe ya meji û jîyanî di zimên de winda kirin a. Ev herdû awayên pêşketinê di zimên de, hatina berdawiyê û sekinî na.
21. 02.2012/Abdusamet Yigit