KOMARA KURDİSTAN
Bedirhan Epözdemir
Komara Kurdistan ya Mahabadê, roja 22'ê Çile ya 1946'an de li Rojhilatê Kurdistanê, bi serokatiya Qazî Mûhamed de hate îlan kirin. Damezrandina Komara Kurdistan ya Mahabadê, li qada navdar Çarçirayê bi coş û kelecaneke nedîtî ji alîyé girseyeke mezin va hate péşewazî kirin.
Ez dixwazim berî hertiştî 66 saliya damezirandina Komara Kurdistanê li kurdên herçar beşên Kurdistanê pîroz bikim.
Damezrandina Komara Kurdistané, di dîroka Kurdan da nimûneyeke heré balakéş e. Li gel balakéşîya ku cara yekem bû komarek bi navê Komara Kurdistan hat damezirandin, cûre-cûre balakéşîyén dîn jî hene. Heré xala giring eve ku bi vé bûyera dîroki helwesteke netewî yé Kurda peyda kirîye, ku îro jî Péwîstîya me wek nan û av bi van pédawîyan heye. Komara Kurdistan ji her beşé Kurdistané hemû Kurdan anîyé cem hev. Bi taybeti bi qabilyet û dilsozîya her dû serokén nemir Qazî Muhamed û Mela Mistefa Barzanî dilsozî ya Kurda daye ispat kirin. Hevgirtina netewî hatîye honandin. Gotin û kirin bûne yek. Ev serberzîyeke ji bo me hemûyan. Gerek békompleks hemû serokatîyén Kurda ji vé bûyera dîrokî sûd bigrin.
Heya îro li ser pêvajoya damezirandina Komara Kurdistané gelek tişt hatine gotin. Lé îro îdî bi rîya çevkanîyan gelek ji wana zelal bûne. Wek nûmune hate zanîn ku damezrandina Komara Kurdistan ne bi alîkariya Sowyetê, lê bi xebat û berxwedana kurdan hatiye damezrandın. Sowyetê bi rengeke çîneyatî temaşa bûyeré dikir. Ne bi çeveke destxistina mafé netewî yé rewa ji bo Gelé Kurd. Dijé Kurdistaneke serbixwe bûn. Li gora wan gerek Kurd, ji Komara Azerbaycanê cuda nebin.
Lê Kurd bi vî nexapîyan û guh nadin Sowyetan. Sedem vî jî té gotin ku héja roja 17’yé Çileya péşin sala 1945’an da alaya Kurdistanê li ser tevayî ya sazî û dezgehên dewletî bilind kirin.
Gelek caran jî gengeşî li ser “navê komarê” dahatina kirin. Her wuha çawa Rojnama Hawar net radigîhîne, di vî warîda kuré Péşewa Qazî Mihamed Elî Qazî dijrabûna xwe wuha şîrove dike û dibêje,
“Navé Komaré ne Komara Mehabadê ye.
Navê wê Komara Kurdistanê ye. Ev nav li ser gelek dokumentên wê demê jî hatîye tomarkirin.
Wek nimûne, Ji bo Wezareta Ferhengî wuha hatiye nivîsandin; “Wezaretî Ferhengî Cimhûrî Kurdistan”.
Dîsa şayané behse péwîste meriv binirxîne Eli Qazî li ser beşdarbûna kurdên ji beşên din yên Kurdistanê ji bo Komara Kurdistan wuha dibêje;
“Bi taybetî ji başûrê Kurdistanê, xelkekî pir bi serokatiya Mele Mistefayê nemir hatin rojhilat û di damezirandin û birêvebirina Komara Kurdistanê de cîh girtin.
Wê demê Mela Mistefa Barzanî şerê dewleta Îraqê dikir û di encama wî şerî de ew tevî xelkê xwe derbasî rojhilat bû.
Lê Komara Kurdistan ji dewleta Îraqê netirsiya û pêşwaziya wan kir.
Ne bi tenê pêşwazî kirin, di heman demê de Pêşewayê rehmetî di dema îlan kirina komarê de Mela Mistefa Barzanî ji herkesî bêtir nêzîkî xwe kir û ev yek di wêneyan de jî diyar e”.
Li ser pirsa ku Pêşewa Qazî Mihemed ala Kurdistanê radestî Mela Mistefa Barzanî kiriye jî, Elî Qazî wuha axifîye:
“Li Îranê ev babet di pirtûkekê de gelekî vekirî hatiye nivîsîn.
Dema ku di dadgehê de rayedarek ala Kurdistanê tîne û dixe bin lingên xwe,
Pêşewa Qazî Mıhemed jê re dibêje,
“Tu nikarî bêrêziyê li ala Kurdistanê bikî, ji ber ku min ew ala spartiye destê kesekî ku wê her berz bihêle û ew jî Mela Mistefayê Barzanî ye”.
Nûha Ew ala pîroz li cem Seroké Kurdistané Kak Mesûd Barzanî ye”.
Giringîya Komara Kurdistan tené ne ji bo beşé Rojhilat e. Ev giringî ji bo hemû beşén Kurdistan û 40 Milyon Kurd e. Sedem vî jî erkeke niştimanîye ku li her beşé Kurdistané, roja damezirandina Komara Kurdistané, wek rojeke netewî bé pejrandin û bi coş û şahî bé pîroz kirin.
Bi vé mabesté ez li vir bangé hemû Serok û Réxistiné Kurdan dikim, ku li ser vé babeté hewil bidin û bigéhjine encameke yek deng.
Konaxé ku îro welaté me téda derbaz dibî, dîrokê erkeke giran xistiye ser mil û wijdana hemû alî û rexistinén sîyasî yén Kurd.
Pêwîste hemû rexistinén Kurda bikarbin bi hevra, bi zimanekî yekgirtî pirs û pirsegiriké welaté me bigihjîne cîhané. Di doza gel da xewdan yek helwest bin.
Narkokîyén di navbeyna xwe da daynine aliyek. Ji hevra dilsoz bin, hev bi evînî himbéz bikin. Dema me karî em van xalan pékbînin, we demé em dikarin béjin, Em laiqé, Qazî Mihemed, Qasimlo û Mela Mistefa Barzanî ne.
Komara Kurdistané,
kémtemen
lé pir berhem
Temena Komara Kurdistan, salek dom kir. Lé di her warîda di civata kurda da guhartinén gelek mezin çébûn. Di warê dadwerî, civakî da gavén berfireh hatin avétin. Çarçova demoqrasîye firehtir bû.
Ferqîyeta di navbeyna jîn û mérada rabû, Jin bûne xuwdan azadî.
Zanistî, perwerde û hînbûn pêşve ço.
Karén olî û dewleté ji hev cudabûn.
Ewlekarî û esayîş kete réz é.
Qeyd û bendén bindestîyé şikest.
Civat bi her awayî sedem ku nûjen bibî gavén mezin hatin avétin.
Piştî îlan kirina Komara Kurdistan, di 11.Sibat’é 1946 da
Meclîsa Netewî ya Kurdistan civîya. Biryarén dîrokî girt.
Kabîna taze tayin kir.
Kabîne ji van kesan pék dihat;
Serok Komar : Qazî Mihemed
Serok Wezîr : Hacî Baba
Serok Erkan : Mela Mistefa Barzanî
Seroké ewlekarî
Ya hindir : Seyfî Kadî
Di heman civînéda, Kurdî bû zimané fermî yé Komaré.
“Ey Reqip” bû sirûda netewî û Alaya Kurdistan hate nirxandin.
Disa di eynî civîné da ev biryarén giring hatine girtin.
Kowara Kurdistan ku di 10’é Çileya paşîn de dest bi weşané kiri bû, gerek bidome.
Bi navé “Kurdistan” rojnameyeke fermi bé weşandin.
Bi navén “Hawar” û “Hilale” du kowarén nûh dest bi weşané kirin.
10. Adaré Radyo ya Mahabat dest bi weşana xwe kir.
Pirtûkén helbestan yé Mamosta Héjar û Mamosta Hémin di çapxana dewleté da hatin çapkirin.
Dibistanén Kurdî vebûn, bi Kurdî perwerde dest pékir.
Péwîste qalîta perwerdé bé bilind kirin. Zagona perwerdéyé ya gelenperî péwîste béderxistin. Mesrefé perwerde ya malbatén xizan bé dayın.
Ji damezrandina Komara Kurdistan û heya îro şest û şeş sal derbaz bû. Gelo divan şest û şeş salan da û heta niha di her konaxîda rewşa dewletên ku welaté me dagirkirine
çawane?
Bi ya min ku meriv rewşa van dagirkeran di waré demokrasî, azadî û dadiwarîda bilékolé té rastî derkevé holé. Wé bé dîtin ku karé Komara Kurdistan ku di salek da kirîye, wan şést û şeş sale nekirî ye.
Komara Kurdistanê
destpéka konaxéké nûhe
di tevgera netewî da.
Heya sala 1946’an li Kurdistanê gelek tevgerén netewî peyda bûne. Wek nûmune berî Komara Mahabat, li dijî dagirkerén Îran’ê gelek tevgerén netewî ji bo mafé rewa yé Gelé Kurd li ber xwe dane.
Tevgera Kela Dim-Dim, Tevgera Şêx Ubeydulahê Nehrî, ya Simkoyê Şikakî Ji van tevgerén netewî bûn. Ev berxwedan hemû jî, ji bo armancan bi destxistina mafên netewî yé Kurdan bûn.
Tevgera Rizgarixwaz û azadîxwazén Kurda tu car di waré eskerîda ték neço ye. Berewacî wérekî û mérxasîya Kurda li seranseré cihané nav û deng daye. Tirs û xofén mezin xistîye nava dilé dijmin. Xewa wan revandîye.
Şikestin tim di waré siyasîda çébû ye. Dek û dolabén dagirkeran, xapandinén dor û alîyan bûye sedemé tékçoné. Nezanî û bétecrûbeyî ya serokatîyén sîyasî yé Kurda ji tékçonîyé ra zemîn hazir kirîye. Erdengerî ya Kurdistané karé dagirkeran hésa kirîye. Komployén siyasî gelek caran sîyasîyén Kurda ji holé rakirîye. Dema seroké bizavé hatine qetil kirin, heya demek gel tevizîye. Tevgera şoreşger heya pévajoyek bémecal û bédeng maye.
Bi damezrandina Komara Kurdistan belkî jî cara yekem bû ku seroké bizavé mirovekî rewşenbîr bû, bibû serokê kurdan. Ew Péşewa Qazî Mihemed bû.
Qazî Mihemed û ji malbata Qazîyên bû. Li Mehabadê sala 1900(dibe ku 1901 bî jî) ji dayik bibû. Kure Qazî Elî ye. Qazî Elî rewşenbîreke bi nav û deng bû. Qazî Mihemed her çiqas dibistana xwe bi serketî quta kirîye û bûye Miduré Daira Weqfa Mahabadé jî ders û sûda heré mezin ji babé xwe vergirtîye.
Sedem vî di serketin û destkevtiné Komara Kurdistan’da rolé zana û rewşenbîr Péşewa Qazî Mihemed gelek heye.
Ji bo vé taybetîyé Jî meriv dikaré béje Komara Kurdistan destpéka konaxeke nûhe di bizava azadîxwazén Kurdistané da. Réçeke nûjene ji bo rizgarîya netewa me.
Péwîste Kurd tu car jibîr nekin. Temena Komara Kurdistan kurt bû lé destkeftî zéde bûn. Heré niqta giring ew bû ku his û bîrewerîyén netewî netefin, çiqas ço geşbûn. Li ser himé vé geşbûné bû ku Serhildana Simkoyé Şikakî pévajoyeke nûh yé sîyasî li ber Kurda vekir. Xala heré giring ew bû ku édî pirsgirikeke Kurd yé Siyasî peyda bu ji bo hemû dagirkeran. Ku heya îro nahatîye pişkaftin, lé himberé hovîyane érişan berxwedana Kurda berdewame.Gerek bé zanin Komara Kurdistan hemû Kurda anîye cem hev û li dora Qazî Mıhemed lefandî ye.
Di waré sosyal, maf û azadîyan da Komaré gavén giring avétîye. Serok Komar ehmîyeteke gelek giranbûha daye pirsegirika Jina. Li ba Péşewa, mafé jina mafeke rewaye, netewîye û evqas jî exlaqî ye.
Di mesela pirsa jina de Ji mala xwe destpêkirye û Mîna Qazî îkna kir ye ku bibe seroka yekitiya jinên Kurdistanê.
Ji alîye civakî ragihandiné va jî gavén giring hatine evétin.
Xewa şîrîn di nîvîda ma
Lê sed mixabin ku ev coş û kelecan, piştî ku Yekitiya Sovyetan û Dewletên Rojavayî li hev hatin, di nîvî da ma. Bi vé li hev hatiné Îran, xwe da hev ji nûh va bi hêz
bû. Mercen derve û hûndirî yén welat wusa li hev hat ku céşa îran’e di xwe da dît û bi érîşén hovane berê xwe da komara ciwan ya Kurdistan é.
Di dawîya wan érişén hovane da 17'yê Berçile sala 1946'an da, ku hêja temena ciwan ya Komara Kurdistané sala xwe neqedandi bû, ji alîyé rejima Îran’ê ya xwînxwar va hate ruxandin.
Cîyé ax û keseréye ku ew rejîma xwînxwar ya Dewleta îranê, li Meydana Çarçira, ya ku Komara Kurdistané Mahabadê bi bangawazîya nemir Qazî Mûhammed hatibû damezrandin, bû qada sédarkirina Péşeva yé Nemir û gelek tekoşérén azadîyé yé Kurdistan é.
Qada Çarçira ku ji bo netewa kurd bibû remza azadî û rizgarîyé, bi van kirinén qiréj bû qada xwiné û zordarî yé.
Rejîma qiréj ya Îranê bi sédarkirina Qazî Mûhammed û Tékoşérén Azadîye xwest ku tevgera azadiyé bitefîne, dengé azadîxwazin kurdistané bide birin. Lé bi ser neket. Nikarî hévîya netewa kurd bişkéné û navên mérxasén tevgera azadiyê bide ji bîr kirin.
Cîyé Komara Kurdistané
di dîrok azadîya netewa kurd da
cîyeke taybet e.
Sowyetê piştî ku bi dewletén rojava ra li hev hatin pékanî, di 9 Gulané da xwe ji heremê kişand. Di meha Çileya Pêşîn da Îranê amadeyîyén xwe yén érîşén hovane qedand û berê êrîş bir ser Komara Azerbaycanê. Piştî jî berê xwe da Kurdistanê. Her dû komar jî hilweşand û tarûmar kir.
Di 17ê Çileya Pêşîn ya 1946 an da Hézén Îran’é Ketine Mehabat’é. Kurdistan careke dîn bi rengeke nemirovî hate dagirkirin. Kete bin destê Îran’ê. Piştî gelek teda û zordarîyan bi fermî dawî li Komara Kurdistan ya Mahabat hat.
Bajaré dîrokî yé qedim bajaré şehîdan Mahabat, bi bébextî hatibû lédan û talankirin. Zar û zéç, mér û jin, kal û ciwan bi ax û zarin bibûne gované bûyera reş.
Véca dor hatibû sépîya.
Roj 30’yé Adar é bû. Bahara rengin bi helwesta Newroza pîroz çîya û banîyén Kurdistané xemlandi bû.
Sala 1947’an bû. Sala ku bibû sala xem û elem ji bo Kurdan.
Di berbanga sibéda yanî kat şimer 6’ê sibé bû.
Bédeng bû Qada Çarçira. Berî salek bi dengén azadîxwazan dihejî ya. Îro hiznîye. Reş girédaye, xemgine.
Qazî Mihemed, kurmamê wî Seyîf Qazî û birayê wî Sadir Qazî bi bîrewerî û dilgiranî xuya bûn. Bi merxasî û manevyateke gelek bilind çone sépé yé. Bédengî bi şîaratén azadîyé belavbûn. Meydana Çarçira ya Mehabadê, bû qada şehîdan.
Bi dagirkirina Kurdistanê ra, armancén hovîyana gav bi gav ji alîyé rejîma xwînxar wa hatine cih anîn.
Di serî da Çapemenî ya Kurdî bi yek car hat qedexekirin.
Hemû pirtûkên Kurdî şewitandin.
Çand û kelepûra Kurda talan kirin.
Komaré hestén netewî xurtkir
Di despékéda heya dardakiriné kesayetek hebû ku kengé navé Komara Kurdistan û Peşewa Qazî Muhamed derbaz di bûya navé wî jî li ser lévan bû. Ew jî Seroké Artêşa Komara Kurdistanê, General Mela Mistefa Barzanî bû. Şayané gotinéye ku meriv béjé, bi sekin, xebat û keda xwe Seroké Nemir Mela Mistefa Barzani bûye remza hevgirtin û Kurdeyatîyé. Sedem vé taybetîyé bû ku Péşwa li ku bû Serok Barzanî jî li wé bû. Ev taybetîyén ha tene bi seré xwe babeté gotarek e.Sedem ku îro jî péwîstîya Mileté Kurd li her beşé Kurdistan bi van rébaza heye.
Piştî ku Péşewa û hevalén wî hatine darde kirin. Mela Mıstefa radesté hêzên Îranî nebû. Cîyé bab û kalan bijart. Bi héza xwe wa ço çîyayén Kurdistan é.
Xwedî li emanet û vesîyeta Qazî Mihemed derket. Alaya Kurdî parast û dema wext hat bilind kir. Daxwaza Serokkomaré Kurdistané bû ku şer neke û nebî sedemê xwînrijandinê li Mahabadê. Her çiqas Mela Mistefa ne li ser wé dîtiné bû jî disa jî réz girt û daxwaza Péşewa bi cih anî. Çiyayên Kurdistanê, ji bo duweroja netewa xwe ji xwe û héza xwe ra wek cih û war bijart.
Sedem vé bîrewerî û kurdewarîtîyé bû ku piştî 45 salan Dewleta Federe ya Başûrê Kurdistanê ava bû. Ev dewleteke ku 20 sale ji dagirkeran hatiye paqijkirin û li himbere dek û dolabén wan bi zanistî roj bi roj zêdetir, çirûskén azadîyé dide her beşé Kurdistané. Îro ku li ser çîya û bajarén Kurdistané Alaya Kurdî bi azad té példandin téda ked û sekna wan her dû nemiran heye.