pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

Nivîsên din yên Nivîskar:

Ezîz ê Cewo:

 -YEKÎTÎYA NETEWÎ YE ERÊNÎYA DEMÊ!

-R’ÊFÊRÊNDÛM  PÊK HAT! Ê, PAŞÊ..?

-K’URD, CÎHAN Û Ç’ARESERÎYA PIRSGIRÊKA K’URDÎ

-ZIVIR’, ZIVIR’, DÎSA LI VIR!

-MEŞA BERBI AZADÎYÊ VA DIDOME!.. 

 

- HÛN IN NIRXÊN ME YÊN HRE HÊJA

- NAME YA VEKIRÎ

  

Vegere destpêkê

 

             

       PISGIRÊKÊN  ZIMÊN  ÇAWA  DIVÊ  Ç’ARESER BIBIN?

Ezîz ê Cewo

2 -4-ê adarê di paytexta Kurdistanê –Amedê  da Komcivîna zimanê kurdî pêk hat. Ji heçar parçeyên Kurdistanê û ji gelek welatên cîhanê pisporên zimanê kurdî, mamosta û gelek kesayetîyên din ên bi pirsên zimên ra pewendîdar hatibûn vê komcivînê. Wek hercar, amadekarên  komcivênê ez jî dawetkiribûm, lê, wek ku tê zanîn, sal 2010-an  sazîyên dewleta KT ez ji Stanbolê paşva vegerandim û nehiştin, ku beşdarî komcivînê bibim. Ango ji wê demê û virva dergê Tirkîyayê û Bakûrê Kurdistanê li ber min girtîne. Lê hewlên rêjîma dagerker, ji bo li ser rêya beşdarbûna me bibe asteng, heya dawîyê nikarin herin sêrî. Ewan nehîştin, ez herim, ez jî bi dûreke beşdarî komcivînê bûm: min axavtina xwe bi nivîskî bi rêya Întêrnêtê ji komîtêya amadekar ra şand. Û, ji  bo ku hewlên dewleta tirk heya dawîyê  vala derên, ez wê bi xwendevanên xwe ra parve dikim. 

 

*

*   *

 

Dîwana birêz, beşdarên komcivînê yên bi rûmet, mêvanên hêja!

Ji ber qedexeyê, ya ku dewleta Tirkîyayê ya dagirker danye ser hatina min a welêt, ez vê carê jî nikarim bi fîzîke di komcivînê da amade bim, lê beşdarbûna min a di nav karên wê da, bi dûreke be jî, ez dikarim bi gotara xwe pêkbînim.

Ev dused sal e, ji ber zulm û zora dagerkeran em li derveyî welêt dijîn, û dema li pêşîya nûnerên hemû gelên cîhanê dergehên Kurdistanê  vekirî ne, ev rêjîm li ber me digire ûnahêle, ku em, qe na, wek mêvan bên welatê xwe yê kal û bavan, ji ber ku...

Her çi jî hebe, ew dem êdî li paş mane, îro dema întêrnetê ye, sînorên ku dewletên dagerker di navbera kurdan da danîbûn, bi wateyî êdî rabûne. Û ji vê hêlê va pêkanîna vê komcivînê watedar û girîng e.

Wek ku ji bernameya komcivînê tê xuyan, ewê hema –hema hemû mijarên zimanzanî û rêzimanî yên zimanê kurdî kirine pirsa nirxandin û govtûgoyan.   

Ez bi bawer im, ku beşdarên bi rûmet yên komcivînê wê nêrînên xwe yên hêja ji hev ra parvebikin û rêyên nû ji bo pêşketina zimanê kurd û zanista di derbarê zimên da  vekin.

Di demên cuda da min li ser pirsên alfabêya kurdî, rastnivîsandin û rastaxavtina kurdî û li ser rêzimanê bi giştî gotar di deverên cuda da weşandine (konfêransên zanistî yên herêmî û navnetewî, rojnameyên “Axîna welat” û “Kurdistana azad”, malperên AmîdaKurd û PENa kurd û yên din), pirtûka min a “T’aybetmendîyên  r’êzimanî yên navdêr û bingehên destpêkî yên mak-zimanê hindewropî di k’urdî da” sala 2007-an di weşangeha Zanîngeha Sank-Pêtêrbûrgê da hatye weşandin. Û di hemûyan da jî min hewl daye, ku li ser bingeha zanistî pirsgirêkên zimên ravekim û rêyên çareserîyê destnîşan bikim.

Lê dîsa jî her car, dema ez pênûsê hiltînim destê xwe, ku tiştekî binivîsim, dengekî hindurîn ji kûrayîyê va bi min ra dikeve gofûgoyê: “Di dema pêş me da axavtina bi zimanê kurdî wê gav bi gav bibe pêwîstî û daxwaza demê. Îro têlêvîzîon û r’adîoyên me bi k’urdî weşanan pêk tînin, r’ojname, p’irtûk, kovar bi zimanê k’urdî  r’onayî dibînin. Ev tiştekî p’ir’ baş e, lê bersîva her tiştî nade. Gelo em bi zimanekî çawa diaxivin û dixwînin? Gelo em di axavtinê da qanûnên r’êzimana k’urdî,  yên r’astnivîsandin û r’ataxavtinê dip’arêzin?.. Vê jî li hêlekê bihêlin, gelo ew ziman, ê ku iro di weşanên me da tê bikaranîn çiqasî mîna, an nêzîkî wî zimanî ye, yê ku kal û pîrên me pê axivîne û îro jî di k’ûraya K’urdistanê da pê diaxivin? Ji hêla r’astîya r’êzimanî va!”

Pirs û pirsgirêkên zimanê kurdî ewqas pir û cihêreng in, ew di nava sedê salan da ewqasî  li ser hevdu da berevbûne û li hev piçikîne, ku demek a dirêj û lêgerînên berfireh û piralî pêwîst dikin, ku heya mirov wan hemûyan derxe zanebûnê. Lê di nav wan pirsgirêkan da ya here sereke, ku bûye sedem, ji bo ku gelek pirsgirêkên din jî çêbibin, ew pirsa mafê bikaranîna zimanê kurdî ye, ango, qedexeya ser wî ye. Ziman jî, eger tê bikaranîn, dibe zimanekî zêndî û pêşkevtî, ew dibe zimanê zanistê û perwerdeya giştî, zimanê wêje, çand û hunerê, dibe zimanê rêvebirinê û bi wî awayî pêşdikeve û gulvedide. Ji bo  wê jî, eger em li ser pirsgirêkên zimanê kurdî r`adiwestin, divê di sêrî da bê gotin,  ku ev ziman di Komara Tirkîyayê da bi destûrî qedexekirî ye. Ji bo wê jî, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên din divê di sêrî da bi fermî hebûna gelê k’urd û zimanê k’urdî bê pejirandin û bi destûrî bê misogerkirin. Ango, dema em berev dibin û bi zanistî, li ser pirsgirêkên kurdî radiwestin, heya ku ew mafan bi destûrî misoger nebûne, divê her carê em vê pirsgirêkê bikin mijarek a rojeva berevbûnên xwe (li ser vê hûn dikarin di gotara min a “Mafên gerdûnî yên mirov û pirsgirêkên perwerdeya zimanê kurdî” da bi hûrgilî  bixwînin: www.pen-kurd.org/home-rest-23-03-2006-31-12-2006.html).

Mirov dikare bê şik û guman bibêje, ku, pirsa mafên perwerdeyî yên zimanê kurdî têkilîdarî destanîna mafên netewî yên gelê kurd  e. Û her çiqas jî ev mafan ji bo her gelekî  cîhanê di belgeyên Rêxistina Netewên Yekbûyî(RNY) da hatine misogerkirin, para gelê kurd di wan mafan da nîne, ji ber ku ev rêxistin bi xwe Rêxistina Dewletên Yekbûyî ye  (RDY), ne ya gelên bindest e. Ji  bo wê jî her tenê ew ji me tê, ku em di van komcivînan û  berevbûnên din da bînin zimên, ku di vê cîhanê da bêdadî û nemirovayîke wiha li hember gelê kurd pêk hatye û, wê nêzîkbûna gunehkar şermezar bikin û, wek ku merc û derfet têrê dikin, karê xwe yê zanstî-lêgerînî di vî warî da bidomînin. Û heya gelê kurd bi têkoşîna xwe ya bêhampe û leheng wan mafên xwe ji destê dewletên dagerker û koledar dernexe, di nav sînorên wan dewletan da mafên perwerdeyî yên zimanê kurdî bi fermî nikarin hebin.   

Her çiqas jî em dibêjin, ku bi destxistina mafên xwe yên netewî va gelê kurd wê pirsa mafên perwerdeyî yên zimanê dê çareser bike, lê pey vê ra jî pirs û pirsgirêkên zimanê kurdî yên alfabêyê, rêzimanê, rastnivîsandin û rastaxavtinê wê hê dijwartir bidomon.

 Û di nav van hemûyen da, ya ku bi hemû pirsgirêkên zimanê kurdî destpêka xwe jê digirin, ew pirsa alfabêya kurdî ye, rasttir dibû, ku mirov bigota, pirsa alfabêyên kurdî ye. Heya ev pirsa ne bi xwesteka hinekan, lê bi zanistî çareser nebe, ev tevlihevîya di zimanê kurdî da wê bidome...  

Em bên ser rewşa zimanê me ya îro. Li başûr û rojhilatê Kurdistanê da kurd bi alfabêya li ser tîpên erebî amadekirî dinivîsin, piştî hilweûîna Yekîtîya Sovêtê kurdên Yekîtîyê dest ji alfabêya  kîrîlî berdan û derbasî alfabêya latînî bûn, jixwe hemû kudrên bakûr bi alfabêya Bedirxan dinivîsin.

Di rewşek a weha da ji hêla wêjeyî, çandî, hunerî, siyasî û civakî va pêwendîyên kurdan lewaz û nivîşkan dibin: kurdên beşên Kurdistanê yên cuda çapemanî û wêjeya hev an nikarin, an jî  kêm dixwînin, pêwendîyên ragîhandinî di nav wan da bi dijwarîyan ra rûberû ne: ev jî ji hêla xwe va li ser rêya Yekîtîya netewî dibe asteng.

Di gotarên xwe da ez li ser pirsgirêkên alfabeyî di zimanê kurdî da bi berfirehî rawestyame (binihêrin, Ezîz ê Cewo, “...Dîsa li ser pirsa alfabê”  http://www.amidakurd.net/qunciknivis/d%C3%AEsa_li_ser_pirsa_alfab%C3%AA),  ji bo wê jî ezê li vir careke din li ser wê bi berfireyî ranewestim. Her bibêjim, ku li vir mirov têdigihîje, ku ji bo gelê kurd (wek netew!) alfabêeyek netewî-giştî pêwîst dike. Ji bo ku hemû kurd bikaribin bi wê binivîsin, hev bixwînin û hev têbigihîjin. Ji bo ku kurd di aqarek a ragîhandinî, çandî, wêjeyî, felsefî, hişmendî û bîrdozî da bibin yek û wek yek netew doza mafên xwe bike.  

Wek ku tê zanîn, alfabêya erebî  piştî êkspansîya ereban li gelê me hatye ferzkirin.  Ew hêmanek a erebkirina gelan bûye. Ev alfabê bûye çekekê di destê dgerkeran da ji bo bişavtina çandî û tevkujîya sipî li hember kurdan pêk bînin. Mirov vê rewşê dikare bi van du xalan tomar û formûle bike: 

- alfabêya erebî bi sazîya xwe va bi t’u awayî bersîva sazîya fonologî ya zimanê k’urdî nade, û ji bo bik’aranînê p’ir’ dijwarîyên wê hene;

- ew ç’eka destê hêzên derva bûye, ji bo dagerkirin û bindestkirina mejî û gîyana me ya net’ewî; û, eger k’urd bixwazin xwe ji bindestîyê r’izgarbikin, divê berê pêşin xwe ji wê t’or’ê r’izgarbikin, a ku dagerkeran bi vê alfabêyê li dora r’uh û mejîyê me hûnandine.

Û ew, ku îro jî di nav me da hê hinek mirov dertên û qala veger’a ser alfabêya erebî bikin, tê wê wat’eyê, ku hê jî di nav me da hê mirovin peyda dibin, ên ku xwe ji wê t’orê r’izgar nekirine. Ev jî tê wê wat’eyê, ku bandor’a wê t’orê hê jî li ser sewda û gîyana me r’anebûye.   

Helbet, divê bê zanîn, ev nayê wê wat’eyê, ku em yekalî her tiştê ku bi alfabêya erebî hatye afirandin, r’ed bikin. Na! Di sêrî da, r’êza me ji her çandeke her net’ewekê r’a heye. Lêbelê gelê k’urd jî, wek ku her net’ewek a cîhanê ya din, xwedî maf e, ku r’eng û r’ûç’ikê xwe yê net’ewî bip’arêze. Ya din jî, ew berhemên zanist, wêje û çanda k’urdî, yên ku bi tîpên erebî ji sedsalên navîn û vir va hatine sêwirandin, dewlemendîya gelê k’urd a dîrokî ne, ew divê bên p’araztin, bi tîpên latînî bên guhêr’tin, ji bo ku bibin destk’evtîya hemû gelê k’urd. Ji bilî vê, di nav k’urdan da pispor hene û wê hebin jî, ên ku wê ziman, wêje û çanda ereban û gelên cîhanê yên din va mijûl bibin…

Naha em bên ser pirsa elfabêya kurdî, ya ku li ser bingeha tîpên latînî hatye sazkirin. Îro li ber çavan e, ku piranîya kurdan bi vê dinivîse. Ev alfabê gav bi gav dibe alfabêya kurdî ya giştî. Bik’aranîna alfabêya latînî bi serê xwe armancek nîne, ew derfetek e- ji bo  armanca mezintirîn. Ji bo wê jî, eger îro ji hêla zanistî va hinek goftûgo û rexne li ser vê alfabêyê pêk tên jî, ev tê wê wat’eyê, ku jîyan r’anewestyaye, ku her tişt di nava liv û  guhartinan da ne, ku jîyan didome...

Û, ji bo wê jî, eger em –kurd  biryar dikin, ku ev alfabê divê bibe ya netewî-giştî, wê demê divê em hinek taybetîyên zimanê kurdî yên xwezayî û vê alfabêyê derxin ber çavan û  zanebûnê.   

Wek ku min li jorê jî anî zimên hemû êş ê azarên zimanê kurdî yên rêzimanî bi giranî ji pirsgirêkên  alfabêyê tên... Îro dema di derbarê zimanê kurdî da diaxivin, hemû jî li dor wê alfebêyê dizivirin, ya ku Mîr Celadet Bhedirxan li ser bingeha tîpên latînî amade  kirye. Û,  qey bibêjî tabûyek li ser alfabêyên din hatye danînê... Lêbelê,  tê zanîn, ji bilî vê alfaeyê di dîroka gelê kurd a nû da (em êdî di derbarê ya kevnar da nabêjin) alfabeyên din jî hebûne: ya li ser bingeha tîpên ermenî –ya Hakob Xazaryan (1921), ya li ser bingeha tîpên latînî –ya Erebê Şemû û Îsahak Morogûlov (1926) û ya li ser bingeha tîpên kîrîlî/rûsî – ya Hecîyê cindî (1948).

Bi yekalî r’edkirina hebûna pirsgirêkan, an jî ç’avê xwe li ser hebûna wan girtin, wê bê wê wat’eyê, ku em bi xwe xwe dixapînin û wan pirsgirêkan ji zar’okên îro- k’urdên dihatûyê r’a dihêlin.

Ji bo wê jî, ji bo ku em bi xwe li dijî qanûn û prênsîpên zimanzanîyê neçin (mînak, ya deng –fonêm –tîpan), ji bo ku yên zanista di derbarê zimên da dizanin, me di cotstandartîyê, nezanîyê, an jî di tiştên din da t’ewanbar nekin, an jî bi wê yekê em fersendê nedin destê wan, ên ku berê me didin tîpên erebî, divê bi zanistî li ser pirsgirêkên zimanê k’urdî r’awestin û bigihîjin encamên hişmendî.

Eger em pirsgirêkên alafabêyekê ji bo zimanê k’urdî hildidin dest, divê bizanibin, ku bi t’aybetmendîyên xwe yên fonologî va sazîya dengan a her zimanekî ferz dike, ku divê hemû fonêmên wî bikaribin di wê alfabê da tîpa xwe hebin, heya eger bi wê fonêmê du –sê peyv di wî zimanî da hebin… Di gelek zimanên cîhanê da bi fonêmekê du –sê p’eyv  hene, lê dîsa di ferhengên wan zimanan da cîyên p’eyvan heye.

Û k’urdî jî yek ji wan zimanan e!   

Lê îro di zimanê kurdî yê nivîskî da gelek qanûnên rêzimanî binpê dibin. Û, eger xwendevanek, ê ku  p’ir’î-hindikî bi rêzimana zimanekî r’a nas be, wê van hemûyan têbigihîje û pirsê bide:

- Çima hemû fonêmên zimanê kurdî (ne deng, fonêm!) di alfabêya me ya heyî da tîpên xwe nînin?...K’anê Pîvanên r’astnivîsandina zimanê k’urdî? Mirov çawa dikare r’êya bi zanistî standartkirina wan bibîne?

Ji bo wê jî, ji bo yek ji yekî/e din r’a nebêje ev pirs an ya han  ne rast e, divê li ser  bingehên zanista di derbarê zimên da li ser pirsgirêkên zimanê dê bê r’awestandin û bê goftûgokirin. Tistê ku mirov di vê cîhanê da ji cêr’ibandin û lêger’în û lêk’olînên zanistî hilde, p’ir’ in. Ji bilî van, di Yekîtîya Sovêtê da ji sala 1921-î û vir va di warê zimanê k’urdî da gavne girîng hatine avîtin: sê alfabê hatine amedekirin û bi wan wêje, huner û çandek a dewlemend hatine sêwirandin, di dibistan, xwendegeh û zanîngehan da p’erwerdeya ziman û wêjeya k’urdî hatye dayîn, r’ojname, p’irtûkên zimên û wêjeya k’urdî hatine wesandin, di sîstêma akdêmîya zanistî da di warê ziman û wêjeya k’urdî da lêger’în pêkhatine, r’adîoya Yêrêvanê bi k’urdî weşan kirine...

Û, ger em îro van hemûyan daynin hêlekê, li ser r’êalîta zimanê k’urdî ç’avê xwe bigirin û di bin bandor’a zimanên bîyanî da, bi ç’avê bîyanîyan li zimanê xwe binihêr’in, gelo emê çi  serbixin?..

Belê, pirs û pirsgirêkên zimanê k’urdî p’ir’ in, û divê bi bêhna fireh li bersîvên wan ên zanistî biger’in, li ser bingeha wan konsêpteke zanistî ya hevbes derxin holê. Her pirsek jî bersîva xwe heye û ew bersîv jî di bingeha zimên da ye. Her dimîne, ku mirov wan li dervayî zimên negere û bikaribe wan di zimên bi xwe da bibîne û bi zanistî derxe zanebûnê. heya r’adeyekê, zanist bi xwe hunerê dîtina r’êyên çareserîya pirsgirêkan e. Lê gelo ew mirov, yê ku  hîç rêzimanek a zimanekî pakî-pîrî nizanibe (bila ew ne ya kurdî be jî), wê çawa bikaribe bi zanistî lêger’înan di warê zimên da pêk bîne?

Ji bo  wê jî êdî dem pêra gihîştye, ku em dîlêtantîyê (amatorî) biterikînin. Ên ku di dema xwe da li ser bingeha  ”zanebûnên”  xwe yên ne zanistî-zimanzanî, çi hatye ber serê wan, li ser zimanê kurdî gotine û nivîsîne, hinekî jî guhdarîya pisporan bikin…  

Di rewşek a weha da, wisa bûye, ku hinekan dest ji zimanzanîyê berdane, pirsa alfabêya netewekê kirine pirsa kesekî.  

Divê di sêrî da bê gotin, ku li vir pirsa r’astî –ner’astîya alfabêya latînî naê govtûgokirin... Pirs di wê da ye, k’a em wê alfabêyê ji bo zimanê xwe çiqasî r’ast bik’artînin...

Hew!

Em bizanibin-nizanibin, bixwazin-nexwazin, bi obyêktîvî zimanê k’urdî li hole ye, û sazîya dengan a vî zimanî ji 36 fonêman pêk tê, û her fonênek divê di alfabê da tîpa xwe hebe. Ango, di alfabêya heyî da (ew k’ê jî amade kiribe!) pênc tîp kêm in (ç’, k’, p’, t’, r’), ango divê ew di alfabêya kurdî da hebin.

Çima?

Ji ber ku alfabêya her zimanekî ji t’omerîya fonêmên (navdeng) wî pêk tê. Û fonêm jî

ew deng in, ên ku, dema di p’eyvê da bi dengekî din tên guhar’tin, wat’eya wê p’eyvê tê guhar’tin, ango ew dibe p’eyveke din, an jî bêwat’e dibe.

Mînak:

ker- k’er, kar- k’ar, ku- k’u, ka- k’a, kew- k’ew;

ker- ker’, ber- ber’, cêr-cêr’, girik- gir’ik, gur- gur’, barîn- bar’în;

par- p’ar, pê- p’ê, paç’- p’aç;

ta- t’a, tep- t’ep, tê- t’ê, terk- t’erk;

çar- ç’ar, çir’ik- ç’ir’ik, çeng- ç’eng, çem- ç’em.

Wek ku di van mînakan da jî tê xuyan, ew herpênc deng fonêm in, ango, r’ola wan a

wat’eguhêzîyê heye, û divê her yekî wan, weke 31 fonêmên din, tîpa xwe hebe. An na,

bêyî wan ev alfabê nivîskan e.

Û li vir pirsa alfabê, r’êzimana k’urdî û zanistê û pirsa kesayetîya Mîr Celadet Bedirxan tistne ji hev cuda ne. Di dîroka zimanzanîya cîhanê da navbilindên wek Vilhêlm fon Hûmboldt, dê Sosyûr, Yêspêrson, Mak’s Myûlêr, Mêyê, Hyûbsman, Sêpîr, Şmîdt, Trûbêtskoy, Oratorskî û yên din hebûne û îro jî gelekên wek wan hene, lê t’û kes nabêje, ji ber ku vî, yan wî mirovî ev tistê han weha gotye, êdî mafê hîç kesî t’uneye, ku tistekî din bibêje…

Baş tê zanîn, ku qanûnên zanistê hene, û ew bi wan qanûnan pêsva diçe, û ne ku bi daxweza hinek kesan.

Ji  bo wê jî dive ne em tiştekî nû ji ber xwe derxin, ne jî li derî qanûnên hindurîn ên zimên ji  bo wî qanûnan biger’in. Sazîya deng –fonêmên zimanê k’urdî heye, ew jî ji 36 fonêman pêk tê. Lê di alfabêya Mîr Celadet Bedirxan da pênc fonêm nebûne xwedî têp, ew jî ev in: ç’, k’, p’, t’, r’ (dîsa li nimûneyên jorê binihêrin!). Û ev kêmasîya jî ji hêla xwe va nivîs û sazîya ferhenga zimanê k’urdî nivîşkan û lewaz dike, ji hêla xwe va xwendina k’urdî ya rast dijwartir dibe. Her weha, gelek bêjeyên kurdî ji ber van sedeman nav hev da dihelin, winda dibin û zimanê kurdî, yê ku di dîrokê da bûye xewdîyê dewlemendîyeke bê ser û bin, hejar û bêhêz dibe.  

Ji bo wê jî, ji ber ku ev tîpana di alfabêya Erebê şemo da hebûne, û alfabêya Erebê şemo jî ya zimanê kurdî ye û hebûna gelê kurd e, mirov dikare wan herpênc tîpan ji wir hilde û li alfabêya Bedirxan zêde bike û vê pirsê bi wî awayî çareser bike.

Ez li gel silav û rêzên xwe ji bo guhdarkirina we spas dikim! 

 

Vegere destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org