JÎNBÎ KURDISTANA MIN!
Ava li ser pelên daran,
Diheriqê wekî çeman,
Dêm li keçik wekî sêvan,
Wek hingiv û şerbetê`ye!
* * *
Nêzikê bûm kire roj baş,
Pozê xizêm, bi çavê reş,
Lêv û dêm bûne gula geş,
Wek Serok û Laliş`ê ye!
* * *
Şirîne ji xwîn`a Zerdeşt,
Bejin û balav bi hevdi ket,
Berpêsîran ez kirim mest,
Va ji xwîna Keyxusro`ye!
* * *
Nêzikê bûm bi hilm û bîn,
Vê xwaşikê ez kirim dîn!
Bejina bilind pirr bi evîn,
Wek Duzgûn û Enzilxê`ye!
* * *
Şirîn, şerbet, şekir ji dev,
Va hêldikê bejin û hinav,
Feqîr maçek bigre ji lêv,
Wek keçikên serê çîye!
* * *
Ronayê kete nav çavan,
Bisk û gulî li hev hûnan,
Xilxal û kember girêdan,
Wek Zirîfa ji Qoçgêrî`ye!
* * *
Keçika min çiqas rinde,
Pêsîr gehwer poz bilinde,
Ez jî ketim derdê rindê,
Wek Avesta, çira û finde!
* * *
Pirsek rindê kire ji min,
Tu ronaya va çavên min,
Dilê min jî ket dilê te!
Ger tu sozekî bidî min,
* * *
Evînê xwe berda nav dil,
Dil hevî kir ji gula simbil,
Simbil gula zer kire kul!
Keçik ji min pirr hêvê`ye,
* * *
Hezar hêvî dida ber xwe,
Kir giha û nav dilê xwe,
Min go jîyanê bidim te,
Tu jînbî Kurdistana me!
* * *
Va keçika bi hinav û nav,
Xwaşika min reşik kir çav,
Ew kişande ber dilê xwe,
Hêsir ji çavan hate xar!
* * *
Feqîr şahlûl tu jî ew gul!
Pirr dişaqim ji bo te gul,
Tu Medya û Lalîşa mın,
Ez te dikim giha û dil!
Feqîr Ehmed
20.09.2007