Komara Kurdistan: Rojên xweş û nexweş
Kakşar Oremar
Gmail:kaksharoremar@gmail.com
Li ser wê salê 66 sal derbas bûn. Ew sal kurt bû, lê tije bû ji rojên xweş. Rojên ku hê jî ji bîra dîrokê neçûne. Yadigarên wê salê dema li ser wan rojan diaxivin, him dikenin û hem jî digirîn. Kena wan rojên nejbîrkirî û giriya bidawîhatina wan rojên ku saniye bi saniye ji wan re bûne xatire û bîranînên herî xweş.
Gelo ew rojên xweş çawa çêbûn û li pey wê jî çima ew rojên geş wiha zû ber bi tarîtiyê ve çûn?!
Kurd beriya komarê
Beriya pêkhatina komarê li rojhilatê Kurdistanê jî mîna beşên din “hişyariya netewî” dest pê kiribû. Ev hişiyarî li pey şoreş û serhildanên: Kela Dim-Dim, Şêx Ubeydulahê Nehirî, Şêx Mehmudê Berzencî, Simkoyê Şikak, Şêx Seîdê Pîran, Seyîd Riza Dêrsimî û Şêx Ehmedê Barzan li rojhilatê Kurdistanê jî kemilîbû. Ev serhildan li pey çêbûna peymanên Sêver û Lozan germtir bibûn û sal bi sal dijberiya li dijî sinorên destçêkirî li Kurdistana mezin berfirehtir dibûn. Êdî Kurd gehiştibûn wê baweriyê ku divê bi serdemê re ew jî reng û rûyê bizava xwe ya netewî biguherînin ku di nava koma miletên cihanê da ew jî bibine xwedî welatekî serbixwe.
Beriya pêkhatina komara du komel an jî rêxistinên siyasî li Rojhilatê Kurdistanê hebûn:
weke Kerîm Yaho, Ezîz Zendî, Husên Firuher(Zêrîngeran), Xefûr Mehmudiyan û Husên Mikayîlî li sala 1938an da rêxistinek li jêr navê “ Komeley azadîxwazanî Kurdistan” li Mehabadê ava kiribûn. Piştre li gor çavkaniyên Sovyetê vê rêxistinê navê xwe guherîye û di 16. 08. 1942an da li Mehabadê wek “komeley Jiyanewey Kurd- J.K” û bi awayekî berfirehtir dest bi çalakiyên siyasî kiriye. Endamên damezrîner ên J.Kê hemen endamên komela “azadîxwazanî Kurdistanê” bûn, lê vê carê endamên komîta birêveber zêdetir bûn û kesên weke Ebdulrehman Zebîhî, Mistefa Sûltaniyan, Qasim Qadirî Qazî, Elî Rêyhanî û kesên din jî tê de hebûn. Elbete tevaya van bizavên siyasî kêm-zêde di bin bandora serhildana Simkoyê Şikak da jî bibûn xwedî hişyariyek netewî û dixwestin rêbaza wî bidomînin. Li pey serhildana Simkoyê Şikak Kurd bibûn xwedî cesaretekê û şexisyeta wan ya tehqîrkirî careke din bi kar û xebatên Simko re zindî û kemilî bû.
Li pey şerê cihanî yê duyê
Bidawîbûna şerê cihanî yê duyê rewşa bizavên siyasî li cihanê guherî. Gelên bindest bi serkeftina Soveyetê re bêtir bi cesaret ketin ku ji bo mafên xwe yên rewa têkoşînê bikin.
Di şerê li dijî Neunazîyan da dîktatorê Îranê Riza Pehlewî piştgîriya xwe ya ji dewleta Alman re ragehand. Vê meselê hêcet xiste destê dewletên hevpeyman ku axa Îranê dagîr bikin. Pareke axa Azerbayican û Rojhilatê Kurdistanê ket destê Sovyetê. Neçar artêşa rejîma dîktatira Riza Pehlewî ji hinek herêmên Kurdistan û Azerbayicanê derket.
Roja 25. 08. 1941an leşkerê Ingilîzan ji Xaneqînê ber bi Kirmaşan, Hemedan û Qezwînê hatin û başûrê wilayeta Xuzistanê jî dagir kirin, lê nehiştin ku gel li dijî desthilatdariya dewleta navendî karekî bike. Piştre ew hêz ji Îlam heya Seqizê ket rojhilatê Kurdistanê jî. Artêşa Sovyetê jî ji bajar û herêmên Maku, Xoy, Selmas, Urmiye, Şino û Neqede bigire heya Mehabad, Minyanduaw û Bukanê xistin bin desthilatdariya xwe.
Vexwendina Kurda bo Sovyetê û helwesta Tirkiyê
Sala 1941an 30 kes ji serok êl û gire-girên Kurda ji hêla rayedarên Sovyetê ve hatin vexwedndin. Qazî Mihemed(1900-1947) bi kesên weke Hacî Baba
Şêx Siyadet, Mecîdxanî Mîrmukirî, Reşîd Begê Herkî û gelek mezinên din yên Kurd re çûn paytexta komara Azerbayicanê Baku yê. Hingî “Hayder Aktay” berpirsekî konsolosa Tirkiyê li ser vê banghiştinê nerazîbûna komara Tirkiyê dabû xuyanîkirin. Ew gelekî ji peywendiyên Sovyet û Kurda ditirsiyan.
Di gelek raportên nihînî ku ji hêla berpirs û karmendên Sovyetî ve bo Mosko hatine şandin, ew di destpêkê da li dijî çêbûna komara Kurdistanê bûne. Wan Kurd wek eşîret û komên êlî binav kirine ku nikarin bi hev re yek bin. Lê ji bo Azeriyan xwedî helwesteke cuda bûn û dixwestin herêmên Kurda bikevin bin desthilatdariya hikûmeta Azerbayicanê. Lê piştre berpirsên J.Kê bi rayedarên Sovyetê re ketin nava peywendiyên siyasî û bi wan didin pejirandin ku Kurd jî mîna Azeriyan dikarin komareke serbixwe û demkorat birêve bibin. Ev peywendî bi awayekî fêrmî hatibûn çêkirin.
Li pey serhildana Simkoyê Şikak ku Urmiye weke navendeke Kurdînyê lêhatibû, êdî Mehabad bibû navendeke bizava azadîxwaziya Kurdên nîştimanperwer li Rojhilatê Kurdistanê.
Konferansa Tehran
Li pey pêkhatina konferansa Tehran di 28. 11. 1943an da serokkomarê Amerîka, serokwezîrê Ingilistanê û serokkomarê Sovyetê di biryarekê da dan diyarkirin ku “ piştî şerê cihanî yê duyemîn şeş meh li pey bidawîbûna şer yê hêzên xwe ji Îranê ber bi paşve bikişînin û serbixweyî û azadiya wî welatî bi awayekî fêrmî binasin.”
Li ser esasê vê biryarê piştre siyaseta Sovyetê ya piştgîrkirina ji du komarên Kurdistan û Azerbayicanê tê guherandin. Tevî dayîna hinek hevkariyên mîna radio, alatên çapxanê û hinel hevkariyên din ew mafên siyasî-civakî yê du netewên Kurd û Azerî dikene qûrabana berjewendiyên xwe yên siyasî-aborî. Hemû armanca wan ew bû ku dewleta navendiya Iranê êmtiyaza petrola bakurê Îranê bide wan. Li vira bû ku durûtiya wan ji siyasetmedarên Kurd û Azerî re eşkere bû. Di rewşeke wiha da hizada Tudeya Îranê jî li dijî çêbûna hizb û bizavên siyasî li Kurdistan û Azerbayicanê ye.
Firqeya demokarata Azerbayicanê û çûyana Kurda bo Baku
Roja 03. 09. 1945an firqeya demokrata Azarbayicanê li pey gelek civîn û xebata siyasetmedarên Azerî li Tebrêzê hate îlankirin û yekemîn kongira xwe di 02. 10. 1945an da çêkir. Caafer Pîşewerî wek sekreterê giştî yê komîta navendiya firqê hate hilbijartin. Li pey vê bûyerê berpisên Soveytê sala 1945an ji berpirsên J.K xwestin ku ji bo seredeneke çend rojî biçin Baku. Ev di rewşekê da bû ku êdî pêşewa Qazî Mihemed serokê giştiyê J.Kê bû. Di vê rêvîngiyê da endamên din yên J.Kê: Menaf Kerîmî, Mihemed Husên Sêyfî Qazî, Qasim Îlxanîzade, Nurîbegê Begzade, Ebdulah Qadirî, Elî Rêyhanî, Hemze Axayê Nelûsî û Qazî Xidirî jî pê re bûn. Li Baku ew bi germî hatin pêşwazîkirin û du cara bi serokkomarê Azerbayicanê Mîr Caafer Baqirof re hevdîn çêkirin. Ew li wira ji berpirsên Kurd re wiha dibêje:” bîr û baweriya Yekîtiya Sovyet li ser pirsgirêka millî bi vî awayî ye: netewek ku xwedî ziman û kultura xwe ya taybetî be, bêguman divê ji hemû mafên xwe yên neteweyî sûdê bistîne. Divê rê jê re bê dayîn ku çanda xwe vejîne û dewlemend bike. Pêwîste di diyarkirina qedera xwe da azad û xwedî par be. Îran jî welatekî pir netewe ye. Netewên cûr bi cûr bi zimanên cuda( Kurdî, Tirkî, Erebî, Gîlekî û hwd) li wira dijîn. Ew bixwazn an jî nexwazin evane tev yê rojekê bigehin hemû mafên xwe yên rewa. Di vê mijarê da têkoşerên Tirk li Azerbayicanê yekemîn ala hilgirin. Ji ber vê jî pêwîst nîne Kurd gelek bi ecele bin. Ji xeynî wê jî serkeftina gelê Kurd bi serkeftina Kurdên Îraq û Tirkiyê ve peywendiyeke raste-rast heye. Azadîya welatê Kurda yê hemû herêma li ber çavê me ye. Ez sozê didim we ku her dema otonomiya Azerbayicanê çêbû, azadî û rizgariya we jî yê tê de bi dest bikeve...”
Di vê rûnsihtinê da Qazî Mihemed bersiveke wiha dide wî:” Gelê Kurd jî mîna gelê Azerbayicanê ji bo bi destxistina mafê xwe yê sirûştî têdikoşe.”
Piştre Baqirof ji Qazî û berpirsên din dawa dike ku navê J.Kê biguherin û navê hizbeke demkoratîk li ser deynin.
Piştî vê civînê û li pey vegera Qazî û hevalên wî roja 24. 10. 1945an J.Kê cihê xwe da Hizbî Demokratî Kudistan“. Damezirandina HDK bi beşdarbîna gelek kesayetî û siyastemedarên Kurd bi yekemîn kongirê re hate îlan kirin. Manifestoya HDK li ser esasê edalet, rastî û medeniyetê hate ragehandin.
Ji mehên dawî yên sala 1945an û pê de Sovyetê dest bi hevkariya Kurd û Azeriyan kir, lê ya eşkera ewe ku wan zêdetir biha didane hevkariya firqa Azerbayicanê û bi awayekî wekhev li wan û Kurda nenêrîne. Lê Pêşewa Qazî baş bi vê rastiyê hesiyabû ku tenê bizaveke bihêza gel dikare hemû xweziyên wan bi cih bîne.
Pirsgirêkên du komara
Baqirof, Pîşewerî û rêberên din yên firqa demokrata Azerbayicanê hemû axa bakurê rojhilatê Kurdistanê, herêma Mûkiryian heya digehe Nawşar û nêzî bajarê Hemedanê wek axa Azerbayicanê danîbîn. Ji bo vê armancê jî roja 10. 12. 1945an di vekirina parlmana Azebayicanê da pênc endamên komîta navendiya HDKê deiwetkirbûn ku li parlmanê sondê bixun ku yê dilsozên hikûmeta Azerbayicanê bin. Ew pên kes jî ev bûn: Menaf Kerîmî, Elî Rêyhanî, Wehab Bilûriyan, Hacî Mistefa Dawûdî û Kerîm Ehmedîn. Di wê merasimê da Mistefa Dawûdî li hemberî parlmenterên Azerî sekinî û wiha got:” Emê piştgîriya netewa Azerbayicanê bidin, lê sondê naxuyin ku fîdayî û endamên hikûmeta Azerbayicanê bin...” li pey wê ew ji wê civînê derketin û bêagehdariya hikûmeta Azerbayicanê ji Tebrêzê vegerîn Mehabadê. Li Mehabadê bi şandina nameyekê bo rayedarên komara Azerbayicanê ew agehdar kirin ku beşek ji Azerbayicanê nînin û dixwazin serbixwe bin.
Elbete komara Azerbayican û Kurdistanê bi temamî di bernamên xwe da nedane diyarkirin ka ew serbixwe ne an jî di çarçova axa Îranê da xwedî komareke otonomin.
Komara Azerbayicanê roja 12. 12. 1945 û komara Kurdistan jî 22. 01. 1946an pêk hatin.
Îlana komara Kurdistan
Mehabad wan salan bibû dilê bizava azadîxwaza Kurd. Roja 15. 12. 1945an bi teşwîqa çend kes ji enadmên HDK gel ket nava kuçe û kulanên bajar û ala Iranê li ser hemû bînayên dewletî anîn xwarê. Piştre li du bajarên Neqede û Bukan jî karekî wiha çêbû. Roja 17. 12. 1945an bi merasimeke taybetî ku hezaran kes têda beşdar bibûn ala Kurdistanê li cihê ala Îranê hate bilindkirin. Rojnama Kurdistana organa HDKê hingî li jêr navê“ helkirdinî alay moqedesî Kurdistan le Mehabad“ bi dirêjî behsa wê roja girîng û taybetî di dîroka Kurdistanê da dike.
Piştre saet 08:00ê sibeha roja 22. 01. 1946an bi merasimeke 20 hezar kesî li qada Çiwar Çira komara Kurdistan hatiye ragehandin ku di wê merasimê da Qazî wek serokkomarê Kurdistanê û çend roj piştre jî kabîna wezîrên komarê tê diyarkirin.
Wê rojê gel xwe mîna wê bilbila ku bi hemû evîna xwe ber bi gulê ve biçe, hiss kiriye. Li pey gotina marşa netewî(Ey Reqîb) şaredarê Mehabadê nemir Xenî Xusrewî bernama mêtînga wê rojê ji gel re xwend.
Piştî xwendina duayê ji hêla Mela Husên Mecdî, Pêşewa Qazî Mihemed bi dengekî bilind dest bi axftina xwe ya dîrokî kir. Li pey wî jî kesên weke Hacî Baba Şêx Siyadet, Mihemed Husên Xanê Sêyfî Qazî, Hejar Mukriyanî, Hêmin Mukriyanî, Omerxanê Şikak, Weyleme Seyadiyan, Xedîce Heyderî û çendîn kesên din jî li ser komar û yekîtiya Kurdan axivîn. Lê gotara pêşewa Qazî li ser dîrok, erdnigarî, serhildan, serokên Kurd, feydên yekîtî û hevgirtina eşîretên Kurd û civaka Kurdistanê her kes xiste bin bandora xwe. Wê rojê ew wiha qêriya bû:
„Ger welatekî we hebe, azadiyeke we hebe û ax û nîştiman ya we bixwe be, hingî hûn xwedî hemû tihstekî ne. Him mal, him dewlet. Heya hûn hev negirin, sernakevin. Zilm û zordariyê li hev nekin, çimkî xwedê gelekî zû zaliman ji holê radike. Hêvîdarim vana ji bîr nekin û Xwedê yê we bi ser dijimin da biser bêxe…“
Wê rojê wî berê xwe da ciwanên Kurd û ji wan re wiha got:“ Kurda di jiyanê da pêwîstî bi sê tiştan heye: Xwendin, perweda baş û fîdakarî...”
Ew roj yek ji xweştirîn rojên jiyana Kurda bû. Gelek kesan nekarî hêsirên çavên xwe bigirin û ji keyfa jî gelek kesa kirîza dil derbas kirin.
Gotarên hemû kesên beşdar di roja îlankirina komara Kurdistan da rojên piştre di rojnama „Kurdistan“ da hatine çapkirin.
Qazî wê rojê li hemberî 20 hezar kesan sond xwaribû ku di xweşî û nexweşiyan da yê di nava gelê xwe da bimîne. Wî li ser wê sondê canê xwe jî da, lê gel bi tenê nehişt.
Li pey wê roja pîroz şahiyên ji bo serxwebûna Kurdistanê berdewam bûn:
Roja 23. 01. 1946 pêşmergên Kurdistanê sonda wefadariyê ji komar û pêşewa re xwarin û rojek piştre jî cejineke mezin ji bo pêşmergên komarê hate sazkirin. Wê rojê Hêmin sahêirê millî wiha qêriyabû:
“ Rojî cejin û şadiye têper bû rojî derd û xem
Hat şine bayekî rehmet ray refand û birdî tem...”
Roja 25. 01. 1946an jî cejineke taybetî li çapxana Kurdistanê hate çêkirin û nivîskar û siyasetmedrên Kurd têda amade bûn.
Roja 26ê mehê “komela Yehûdiyan” û “şirketa Terqî Kurdistan” du cejinên din birêve birin.
Kabîna komara Kurdistanê:
Roja 02. 02.1946an kabîna komara Kurdistanê bi awayê jêr hate ragehandin:
1. Hacî Baba Şêx Siyadet – Serokwezîr
2. Mihemed Husênxanê Seyfê Qazî – Wezîrê Şer
3. Mihemed Emîn Muînî – Wezîrê welat
4. Ehmed Îlahî – Wezîrê aborî
5. Kerîm Ehmedîn – Wezîrê post û telegiraf
6. Menaf Kerîmî – Wezirê perwerdê
7. Sidîq Heyderî – Wezîrê propagandê û ragehandinê
8. Hacî Mistefa Dawûdî – Wezîrê kar
9. Mihemed Welîzade – Wezîrê kişt û kal
10. Îsmaîl Îlxanîzade – Wezîrê rê û ban
11. Seyîd Mihemed Eyyûbiyan – Wezîrê tenduristiyê
12. Ebdulrehman Îlxanîzade – Wezîrê şiwirmendiyê
13. Mela Husên Mecdî – Wezîrê Edliyê
Di 11 meh temenê komarê destkeft pir bûn: Kurd xwedî çapxane, yasaya îdarî, li ber çav girtina mafê keç û jinan, sembolên neteweyî wek ala, çêbûna radyoyê, şandina 60 xwendevanên Kurd bo Sovyetê, artêşa millî, sînema, şano, xwendingeh, pirtûkxana netewî, damezirandina yekîtiya jinan, rojname, kovar û gelek pirtûk jî hatine çapkirin.
Yekemîn hejmara rojnama Kurdistan(organa fêrmîya a HDKê) roja 10. 01. 1946an li Mehabadê hate çapkirin û di nava gel da belav bû. Wiha bû ku Kurd û Azerîyan êdî ji dewleta navendî re peyameke wiha dan:“ dev ji me berdin û rê biden em bixwe mala xwe birêve bibin.“
Bi giştî mirov dikare bêje ku hewladnên rayedarên komara Kurdistanê ji bo çêkirna sîstemekî îdarî û demkorat bû ku ew bingeha wê bi çanda Kurdewarî ve gîrêdayî bû. Bihayekî giran ji zimanê Kurdî re hatiye dayîn û heta îmam cumê bajarê mehabadê Mela Husên Mecdî dev ji zimanê Erebî berdaye û gotara roja înê tenê bi zimanê Kurdî xwendiye. Hewriha li ser rênmoniyên Pêşewa Qazî pêwîst bû ku xutbên roja înê li ser van xalên jêr bin: xebat li dijî cehalet û nezanînê, rêzgirtina ji yasayên dînî, duristkirina nexweşxane û malên tendurustiyê, çespandina emniyeyêtê, bajarvaniya Kurdistanê ya dêrîn, bi xwe bawerî û girîngîdan bi karê pêşmergayetiyê, jin divê di civakê da çawa be, danîna baxçê zarokan, zaniyarî li ser rêyên zanistî ji bo pêşgîrîkirina ji nexweşiyan, bihêzkirin riha qehremaniyê, yekîtiya neteweyî, encama xirapkariyê û dehan babetên din.
Vê meselê gel wisa bi komarê ve girêdayî kiribû ku Kurdan bi can û dil piştgîriya komara xwe dikirin.
Nîşanên demkoratîkbûnê
Li Mehabadê tenê 60 malên Cihûyan hebûn, lê ew jî mîna Kurdan xwedî hemû mafekî bûn. Herwiha ji wan re izin hate dayîn ku bi zimanê Ibrî dersê bixwinîn û xwedî hemû taybetmendiyên xwe yên netewî bin. Ji ber wê jî Cihûyên Mehabadê bi vê minasibetê cejineke çêkirin ku rojek û şevekê berdewam bû û Qazî wek pêşewayê xwe naskirin.
Wan salan jin di civakê da xwedî mafên berçav nebûn, lê Qazî Mihemed jinên Kurd teşwîq kirin ku ew jî xwedî yekîtiyeke xwe bin. Ji ber wê jî berî her kesekî ji xanima xwe Mîna xanimê daxwazeke wiha kir. Jinên birêveber di yekîtiya jiyan da kesên weke: Kubra Ezîmî, Weyleme Seyadiyan, Ismet Qazî, Merze Bilezade, Seltenet Dawudzade, Şasultan Fetahî, Xedîce Baba Sorî, Işret Ezîmî, Ferîde Zendî û çend kesên din.
Qewam Elseltene diçe Sovyetê
Li pey pêkhatina du komaran, rayedarên Îranî jî bêtir ji berê dikevin nava liv û lebatê diplomasî. Di mehên destpêka sala 1946an da Qewam Elseltene diçe Sovyetê û bi wezîrê derve yê Sovyêtê Molotov re hevdîtinê çêdike. Ew hêdî-hêdî behsa lihev hatinan dikin û wisa xuya dike ku Sovyet yê Kurd û Azeriyan mîna morkên şetrencê di lîstikekê da bikar bîne.
Ji roja 11. 03. 1946an axaftin li ser biryara vekişana leşkerê Sovyetê li Îranê ket rojeva du welatê Îran û Sovyetê. Li hemberî vê rewşê Pîşewerî helwesteke tund da xuyanîkirin û ji Baqirof û Stalîn re dest bi nivîsandina nameyên nerazîbûna ji vê siyastê kir. Ew carekê piştî ku ji berpirsekî Sovyetê dibihîze ku Baqirof gotiye:“ divê komara Azerbayicanê bi hêza xwe ve piştrast be û zêde li benda hevkariyên me nebe“ wiha dibêje:“ Bi bihîstina vê gotinê bûyerên sala 1920an yên Gîlanê ketin bîra min. wê demê jî dostên me yên şoreşger em xapandin û kevneperestên wê demê jî hêdî-hêdî zexta xwe li ser me zêde kirin û em ji holê rakirin. Hingî tenê ew kes rizgar bûn yên ku karîn ber bi welatên din ve koç bikin. Niha jî dîsa ew rewş dubare dibe…“
Bi vî awayî xuya bû ku du komarên Kurdistan û Azerbayicanê ketibûn nava du agira û rojên nexweş hêdî- hêdî ber bi du welatên azad ve dihatin.
Roja 15. 04. 1946an leşkerê Îranê hêrşî fîdayîyên Azerbayicanê li Qezwîn kir. Du roj piştre jî ber bi „Sayinqela“ û „Tîkantepe“ hatin û hêrişî hêzên fîdayî kirin, lê vê carê leşkerê Azerbayicanê bersiva da wan û xisareke mezin li artêşa Iranê da.
Peymana hevkariyê
Li pey van çalakiyên Îranê roja 23. 04. 1946an peymana hevkariyê di navbera du komarê Kurdistan û Azerbayicanê da hate îmzakirin. Naveroka heft xalên peymanê li ser biratî û dostaniya du netewan bû û biryar hatibû dayîn ku di mercên dijwar da ewê hevkariya hev bikin. Di madeya pênv a vê protukulê da wiha hatiye nivîsandin:“
Her çaxê pêwîst be bi dewleta Tehranê re gotûbêj bêne kirin, divê gotûbêj bi hevdengiya her du hikûmetên mîlî yên Azerbayican û Kurdistanê be.“
Herwiha di xala heftan da jî wiha hatiye gotin:“ Her kesê ku hewla têkdana dostaniya dîrokî a netewa Azerbayican û Kurdistanê û ji navbirina biratî û demkorasiya millî, an lekedarkirina yekîtiya di navbera wan da bide, her du alî bi hevre wan kesan ceza dikin“.
Roja 18.04.1946an heyetek ji berdevkên Azerî û Kurd bi serokatiya pîşewerî ji Tebrêzê çûne Tehranê, lê li pey domandina du hefteyan li ser gotûbêjan, her sê alî(Azerî, Kurd û Îranî) li ser daxwazên xwe bi îsrar bûn û Pîşewerî bêencam vegerî Tebrêzê. Piştre berdevkê Kurda Mihemed Husên Seyfê Qazî yê ku bi Pîşerwerî re çûbû Tehranê bi daxuyaniyekê encama wan hevdîtinan di rojnama Kurdistanê da belav kir.
Li dijî Kurdan şer
Rojek piştî çûyina rayedarên Kurd û Azerî bo Tehranê yanî roja 19. 04. 1946an di eniya „Qarawa“ da hêza leşkeriya Îranê hêrişeke giran anî ser hêza Pêşmergên Kurdistanê. Lê berxwedana Kurda bû sedem ku 80 leşkerên Îranî bêne kuştin û 120 kes jî bi dîlî bikevine destê wan. Vê serkeftinê moraleke mezin di nava gel da belav kir. Di eniya „Serdeşt“ê da jî dîsa ew rastî şikestê hatin ku ji xeynî 30 kesan kuştî gelek dîl û çek jî ketin destê Kurdan.
Piştî şerê Qarawa, vê carê artêşa Îranê li eniya „Seqiz“ dest bi hêrişeke girantir li dijî Kurda kirin. Vê carê li pey sê hêrişên giran ew dîsa şikestin û 500 kes ji çekdarên wan hatine kuştin û 200 kes jî birîndar bûn. Du tank hatin şewitandin û du firokek jî ketin xwarê. Di wî şerê han da tenê deh pêşmerge birîndar û du pêşmerge bi navên Mihemed Axa û Xoşewî Xelîl Mizorî jî hatin şehîd kirin.
Serleşkerê Kurd Mihemed Nanwazade jî roja 14. 06. 1946an li pey ketina firoka leşkerî cane xwe ji dest da.
Hedîtinên siyasî
Roja 26. 06. 1946an Pêşewa li ser vexwendina Qewam Elseltene ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi çendîn kes ji mezinên Kurd û Azerî re çû Tehranê. Ew jî roja 16.07.1946an bê encama hiç deskeftekê vegerî Mehabadê.
Di hevpeyvînên ku rojnamên hingî yê Tehranê bi Qazî re çêkirbûn, siyasetmedarên Îranî û gel bêtir bi zaniyarî û rewşenbîriya Qazî Mihemed hesiyan.
Baraznî û komar
Li pey şer û xebateke dijwar şoreşa nemir Şêx Ehmed Batzanî û Mistefa Barzanî li hemberî artêşa Iraqê rastî şikestê hat. Hingî dewleta Ingilistanê bi hemû şêweyan hevkariya dewleta navendiya Îraqê dikir.
Li pey wê şikestê roja 11. 10. 1945an Barzanî û gelek ji Kurdên başûrê Kurdistanê bi rêya „Kêleşîn“ ketin nava axa Rojhelatê Kurdistanê. Di wan sehrtên ku hinek ji axa Kurdistanê di destê Kurdên rojhelat da bû, hatina hêzeke wiha mezin moralekî mezin da Kurdên Rojhilatê Kurdistanê. Hîngî mercên tabyetî rê nedidan ku rêberên şoreşa Barzan bêne Mehabadê, lê psihtre di roja 28. 02. 1946an Mistefa Barzanî bi awayekî fêrmî çû Mehabadê û ji hêla rayedarên HDKê ve hate pêşwazîkirin. Di çend merasimên mêvandarî û bîxêrhatinê da giregirên Mehabadê hurmeteke taybetî ji hatina Mistfea Barzanî ra dan xuyanîkirin.
Hêza artêşa komarê bi hatina Barzaniyan re xurtitr bû ku hingî hemû hêza wan ya leşkerî 12750 kes bû. Ji wê hêzê 2200 jî pêşmergên Barzanî bûn.
Rojên dawiya du komara
Roja 20. 10. 1946an di navbera Caafer Baqirof û Pîşewerî da li “Nexcewan”ê hevdîtinek hate çêkirin. Wî di wê hevdîtinê da îşare bi pêwîstiyên wan yê ji bo berxwedana li hemberî Îranê kir, lê Baqirof carê çi sozên hevkariyê nedan wî.
Roja 21. 11. 1946an Qewam Elseltene da xuyakirin ku ji bo dabînkirina asayêş û aramiyê di çaxê hilbijartinan da di roja 07. 12. 1946an da hêzên jandarim û asayêşê yê bişîne hemû deverên Îranê û di vê derbarê da ferqê naxe nava herêmên Îranê.
Li pey peymana di navbera dewleta Îran û berdevkên Azarbayicanê da, encûmena eyaleti a Azarbayicanê roja 12. 11. 1946an dest bi kar bû û destûr da ku leşkerê millî yê Azerbayican û fîdayî, bajarê Zencanê vala bikin û ber bi paşve vekişin. Ji wê rojê û pê da êdî dewleta Iranê dest bi antîpropagandeyên xwe kir û kuştina fîdayî û azadîxwazên Azerî ji hêla feodal û mirovên dewlata Iranê ve dest pê kir.
Artêşa Îranê saet 07:00ê sibeha roja 04. 12. 1946an hêrş kire ser Azerbayicanê û saet 10:00ê wê rojê radyoya Tebrêzê xebera hêsrişa artêşa Îranê belav kir. Wê rojê balefirên Îranî belavokek bi ser xelkê Tebrêz û herêmê da belav kirin û ji xelkê xwestin ku rejîma komonîstî têk bidin. Êdî rejîma demkora an jî fîdayîyên Azerbayicanê ber bi hilweşînê ve diçû.
Daxuyaniya balyozê Amerîka
Di rewşeke wiha da roja 04. 12. 1946an balyozê Emerîka li Tehranê ragehand ku Azerbayican pareke ji axa Iranê û nikare ji vê fam bike ka çima çûyna hêzên leşkerî li herêmeke welat bo herêmeke din, Sovyetê ditirsîne”.
Roja 10.12. 1946an Qewam telegrafek ji waliyê Azerbayicanê re şand û jê dawa kir ku hêzên Azerbayicanê xwe teslîm bikin.
Xiyaneta Sovyetê
Xiyaneta Sovyetistanê hingî ji bizavên azadîxwaz yên Kurdistan û Azerbayicanê re eşkere bû ku di nameya Stalîn ya ji Pîşewerî re wiha hatibû nivîsandin:“ Qewam wek serokwezîrê Îranê, mafê şandina hêzê bo her dereke Îranê heye û ji wan jî bo Tebrêzê. Ji ber vê jî berdewama bi berxwedana çekdarî, ne berjewendîye, ne pêwîste û ne jî çi sûda wê heye. Rabigehînin ku hûn ji bo teimînkirina aramiyê di çaxê hilbijartinê da, ne li dijî hatina hêzên dewletê bo Azerbayicanê ne…“
Di rewşeke wiha da him li Tebrêz û him jî li Mehabadê rêberên her du komaran di halê şiwir û çêkirina civînên navxweyî da ne. Roja 11. 12. 1946an rêberên firqeya demokrata Azerbayicanê ji nişkave dan diyarkirin ku Pîşewerî û Padigan wek rêberên firqê nemînin. Sedem jî ew bû ku Pîşewerî li dijî xwe paşve kişandina hêzên Azerbayicanê li hemberî hêzên leşkerê Îranê bû.
Di rewşeke wiha da cesareta dijberên her du komaran zêdetir û paşvero û feodalên herêmê bi artêşa Îranê re dest bi qirkirina fîdayîyên Azerî kirin.
Çend roj pişt re hêzên Îranê ketina nava bajarê Tebrêzê û nêçîra rêber û şoreşgerên Azerî bû karê destpêkê yê berpirsên dewleta Îranê. Dadgehên leşkerî hatin pêk anîn û hê jî ji bîra xelkê neçûye ku serleşkerên mîna Zengene ku navê wî wek kesekî dilreq û bêrehim li her derê belav bibû, heta zarokên şîrxwar yên demokratên Azerî jî bi zindî davêtin nava tenûrê. Li Azerbayicanê di çaxê çend rojan da hejmara kesên ku hatine tîrbaran kirin gehişte sêhezar kesan. Rêber û endamên parlmana Azerbayicanê: Şebisterî, Cavîdan, Mehtaş, Firêydun Îbrahîmî, general Ezimî û serheng Mortezewî di dadgeh an jî berxwedana li dijî hêzên dewletê hatin kuştin. Ji ber van kuştin û kombûna hezaran kesan li ser sinorên Sovyetê, di encamê da rayedarên Mosko sinorên xwe vekirin û hezaran kes ji Azerbayicanê revîn nava sinorên komara Azerbayicanê.
Rewşa komara Kurdistanê
Li Kurdistanê Pêşewa Qazî bi gel re dikeve nava şiwirê ka ji du rêyên şer û berxwedanê an jî ketina artêşa Îranê bo nava sinorên komarê kîjanê hilbijêrin. Di şertên wiha hesas da general Mistefa Barzanî hevdîtinekê bi Pêşewa Qazî re pêk tîne. Ew ji wî dipirse:“ dixwazî çi bikî?“ û ew jî dibêje:“ dixwazim xwe fîda bikim ku xwîna xelkê Mehabadê neyê rojandin. Ezê xwe teslîm bikim û heta bo karekî wiha min peywendî bi general Humayonî re jî kiriye….“ Di demeke wiha da wek Mistefa Barzanî dide diyarkirin hêsir ji çavên Pêşewa têne xwarê û dîsa ji Barzanî re wiha dibêje:“ ji xeynî zilamên xwe, pişta xwe nede tikesî. Pirin ewên ku ji min re sonda wefadariyê xwaribûn, lê niha ji bo xizmetkirina artêşa Îranê bi hev re ketine pêşbirkiyê. Herwiha ji te dixwazim ku haya te ji serok êl û eşîretan hebe û baweriyê bi wan neke. Mehabadê jî zû biterkîne da ku li vira bi artêşa Îranê re nekevine nava şer…“ piştre Qazî radibe ser piyan û ji Barzanî re wiha dibêje:“ ji Xwedê dawakarim ku te biparêze û serkeftin para te be. Bila jiyana min bibe qûrbana himwilatiyên min û bibe sedema dûrxistina wan ji wan belayên ku dibe ratsî Kurda bên.“ Wî ev got û piştre ala Kurdistanê ji berîka xwe derxist û da Barzanî û wiha got:“ ev remza Kurdistanê ye, ez dideme te, bila mîna emanetekî li cem te be, çimkî ez di wê baweriyê da me ku tu yê ji herkesî baştir parêzvaniyê jê bikî….“
Li pey derketina hêza Barzaniyan ji Mehabadê artêşa Îranê ket Mehabadê, lê beriya wê Qazî Mihemed serleşker Humayonî hişiyarkiribû ku ger bi rêya hinek eşîretên alîgirê dewletê an jî artêşa xwe bixwaze ya ku li Tebrêzê kiriye li Mehabdê jî bikin, ewê heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê şer û berxwedanê bikin. Ji bona wê jî komek ji mezin û dewlemendên bajar: Mîrza Rehmet Şafiî, Mihemed Husên Xanê Seyfî Qazî, Seyîd Elî Huseyinî û çend kesên din
roja 14. 12. 1946an ji bo pêşwaziya serleşker Humayonî çûne Miyanduawê. Roja 16. 12. 1946an Qazî Mihemed wek serokkomar, Mihemed Husênxanê Sêyfî Qazî û Hacî Baba Şêx Siyadet peymana teslîmbûna komara Kurdistanê îmza kirin. Roja 17. 12. 1946an artêşa Îranê bi serokatiya serheng Xefarî ketin nava bajarê Mehabadê û duruist salek piştî bilindkirina ala Kurdistanê careke din dewleta Îranê Kurdistan dagîr kir.
Nexweştirîn roja serokkomar û Kurdên şoreeşger ew roj bû.
Li pey wê jî Qazî Mihemed û çendîn birêveberên din yên komarê li Mehabad û Bukanê hatine girtin. Roja 06. 01. 1947an mehkemekirina Pêşewa Qazî û hevalên wî dest pê kir û ew bi 12 tawanên cûr bi cûr hate tawanbarkirin. Tawanên mîna: bazirganîkirina petrolê bi Soviyetê re, guherîna xerîta Îranê û cudakirina çar wilayetên Urmiye, Kirmaşahn, Îlam û Sine ji îranê, hilanîna ala Kurdistanê bi nîşanên mîna das û çekuç, anîna biyaniyan bo Îranê, îlana serxwebûna Kurdistanê û hwd dan pal Pêşewa Qazî û hevalên wî. Li pey mehkemekirina Qazî Mihemed, Mihemed Husên Sêyfê Qazî û Sedirê Qazî ew her sê roja 31. 03. 1947an li qada Çiwar Çira hatin îdam kirin. Di dadgehê da Pêşwa Qazî bi awayekî siyasî û hiqûqî xwe û doza Kurdistanê parast û hemû tawanên ku danbûn pal wan, red kirin. Gotinên pêşewa Qazî rayedarên artêşa dewleta şahê Îranê sosretgirtî kiribûn û heta ew jî ketibûn bin bandora nêrîn û ramanên Qazî Mihemed.
Roja îdma Pêşewa û hevalên wî Mehabad yek ji xemgîntirîn bajarên cihanê û ew roj ji Kurdan re yek ji nexweştirîn rojên dîrokê bû.
Li pey şehadeta Qazî û hevalên wî roja 06. 04. 1946an Hamid Mazoçî, Resûl Neqedeyî, Ebdulah Rewşenfikir û Mihemed Nazimî jî li Mehabadê hatine îdamkirin. Di hemen rojê da li bajarê Seqiz jî Şêx Emîn Esiedî, Hesenxanî Feyzulabegî, Elî Axa Cewanmerdî, Mihemed Begê Feyzulabegî, Resûl Axa Mehmûdî, Ehmedxanê Faroqî(Salar), Ebdulah Xanê Metîn, Mihemed Xanê Danişwer, Elîxanê Fatîh, Şêx Emîn Esiedî û Ehmedxanê Şecîi hatin îdam kirin. Elîbegê Şêrzad jî hemen rojê li bajarê Bokanê hate îdamkirin.
Hejmarek ji wezîrên kabîna komkarê kesên weke Husên Firuher, Menaf Kerîmî û wezîrên din berê di dadgeha leşkerî da bi îdamê hatin mehklumkirin, lê piştre ketin ber efûyê û çend sal şûnda hatin berdan.
Ji 22. 01. 1946an heya 17. 12. 1946an ev bûn rojên xweş û nexweş yên komara Kurdistanê. Gel Kurd heya roja îro jî ew rojên xweş û nexweş ji bîr nekirine. Komara Kurdistan bi temenê xwey ê kurt di dîroka azadîxwaziya gelê Kurd da bû destpêka pêvajoyek nû. Di wî temenê kurt da gelek pêngavên baş hatin avêtin ku jiyana Kurda ya siyasî-civakî jî derabasî qonaxeke nû bû.
66mîn salroja cejina ragehnadina komara Kurdistan li we tevan pîroz be.
Jêder:
- Hevpeyvîn bi Mîrza haşimî, Mîna Qazî û Dr. Seyîd Ezîz Şemzînî re.
- Komarî Kurdistan – Hamîd Gewherî
- Hevpeyvîn bi Ubeydulah Eyyûbiyan re.
- Hevpeyvîn bi menaf Kerîmî re
- Dîroka Azerbayicana Îranê.