Meşa 1993 û 94 an -3-
Meşên salên 76 û 86 an li Siwêdê, li dijê balyozxaneyên Iran û Tirkiye ji bo min bûn du tecrûbe, du faktorên cesaretê û bahweriya bi xwe. Êdî dema gotin dihate ser meşên dirêj ez ne ew kesê meşnenas û dudilî bûm.
Êdî ez di aliyê hest, dil û mêjî de diserxweretir, ji awira meşên dirêj konetir û bikêrhatîtir bûm. Bi nisbet salên pêşmeşan li ling, cog û bedena xwe jî ewletir bûm. Êdî ez ji xwe di aliyê fizîkî û derûnî de piştrast bûm, min xwe nas dikir, xwe li mêzênê kiribû û çavên min ji meşan neditirsiyan.
Bi vê rewşa fîzîkî û rûhî ji bo beşdarbûna di Meşa 93 ê û 94 an de min berê xwe ji Siwêdê da Bona Elmanya.
Organîzatorê Meşa vê carê YRWK (Yekîtiya Rewşenbîrên Welatparêzên Kurdistan ) bû. Ez bi xwe jî di rêveberiya vê saziyê de bûm.
Ev meş dê di dîroka rewşenbîrên Kurdistan de bûbûya meşa helî dirêj, ne bi tenê ya helî neteweyî belê ewçendî jî Kurdîstanî û navneteweyî jî .
Êvara meşê, roja 22 ê Kanûnê bi dehan berendamên meşê li Komela Bonê li Kultur Centrumê di civînekê de hatin ba hev.
Di civînê de agehdariyên pêwist hatin dayîn û gurûb hatin damezrandin. Gurûbê ez tê de û min berdevkiya wî dikir, “ Gurûbê Celadet Bedirxan “ bû.
Ferqa meşa vê carê ji yên salên 1976 û 86 an di wê de bû ku meşa vê carê ne di nav du bajaran de, belê di nav bi dehan bajar, sê welat û çend sînoran de bû.
Herwiha meşvan ne bi tenê ji welatekî, belê ji piraniya welatên Ewropa bûn û wekî din jî ji welat bi xwe jî mêvan û beşdarên meşê berdewam hebûn.
Em dê vê meşa 11 rojî, çendwelatî ku bi gireveke birçîbûna sêrrojî li Brukselê bi dawî bû, di çend xelekan de bigrin dest û caracaran jî em dê serî li notên ji meşê bidin.:
„ Em li Kurdistan Centrum in. Em ji mitînga nav Bonê taze vegeriyan e. seet piştî 19.00 ê êvarê ye. Cara ewil e Feyka Kurdistan ewqas rewşenbîrên cihê tîne ba hev. Cîh di salonê de tune, salon mişt e heta bi dev dagirtiye, li her alî xelbexelb û sohbet hene, atmosfer germ û gurr e
Munaqeşe heye, nirxandin û înformekirina rewşenbîran li ser rewişta meşê, herk û qonaxên meşê, gurub û komikên dê bêne çikirin heye.
Dîroka rewşenbîriya kurd, dê 23 vê mehê ango meha Kanûnê mîna mîladeke nuh bipesinîne. Rexistinên Kurd dê nikaribin vê rojê nebînin. Ewropî jî herwiha.
Behsa meşên dirêj dibe li hin welatan. Meşa me jî tiştekî wiha ye. Helbet ev ne meşa yekê û didwan e. ERNK heta niha bi dehan car meşiyaye û meşên ji vê meşa dê rewşenbîr bikin hê jî dirêjtir kirine. Belê ev meş di kategoriya xwe de meşa bi tenê ye. Ev meş ya Rewşenbîrên Kurd e.
Hêvî ew e ku dibe ku ev meş hinekî be jî wijdanê Ewrûpî, raya giştî li vê parzemîna şoreşên mezin, cîhana deklerasyon û beyanameyên helî navdar li ser mafên mirovan, hinekî jî be bileqîne, têxe kar û tevgerê.
Beşdarên meşê ku li dora 150 kesî bûn di 15 gurûban de hatin kategorîzekirin, berdevk û berpirsiyarên gurûban hatin destnîşankirin û giş meşvan ji aliyê Komîta Meşê li ser seeta starta meşê, hejmara kîlometreyên wê, rawestgehên bêhnvedan, çayvexwarin û xarinê û hwd. hatin serwextkirin.”
Û roja piştre meşa navdar, Meşa Azadiyê, meşa ji Bonê kete rê û wê di ser Holenda re li paytextê Belçîka li Brukselê bidawî bibe, dê di her cihê tê re diçe şopeke xwiya bihêle, dê hikûmeta Belçîka û dewleta Tirk bîne himber hev û ji rewşenbîrên di nav xwe de re jî bibe xezneyeke notgirtinan, bi dehan bîranîn û bêhnikên nejbîr, dê dest pê bike.
Meş dê rengareng be, motor û giraniya meşê rewşenbîrên Kurd û siyasetmedarên Kurd e, belê di nav meşvanan de Tirk, Ermenî, Asûrî, giş damarên rojhilatanavînî, kesayetî û temenmezinên wek Ismet Şerîf Wanli, Serhat Bucak, Evdirehman Durre, Mehmet Dewran, Penciwînî, Zemanî, Temel Demirer, Temelî, nîgarkêş Ali Haydar Yılmazê Tirk, Ferît Dengizê Ereb, Ferhad Demirkiranê Laz, Osmanê Ermenî, Haşim Kutluyê temenek di zîndanê de derbas kiribû, kurê Sînan Cemgil, doktorê dilovan Dr. Rodî û bi dehan meşvanên din ku di xelekên li pêş de em dê firehtir behsa wan bikin û dawî jî mêvanên meşê Feqî Huseyn Sagniç, Leyla Zana û hwd. hene.