Li Alma Ataya Qazakistanê kovar û rojnameyeke kurdewarî
Nûbar û Jiyana Kurd *
Salihê Kevirbirî / Alma Ata
7 hezar kîlometre ji welat dûr, li Alma Ataya Qazakistanê zêdetirî 20 sal in ku kovar û rojnameyeke kurdewarî refikên kitêbxaneyên malan dixemilînin: Kovara Nûbarê û Rojnameya Jiyana Kurd. Kovar û rojname çandî, hunerî, civakî û siyasî ne.
Nûbar û Jiyana Kurd bi zimanê Kurdî, Rûsî û Qazaxî derdikevin. Di her du weşanan de jî alfabeyên latînî û kîrîlî têne bikaranîn. Tevahiya nivîsaran bi zaravayê kurmancî têne weşandin. Sedema vê yekê jî ew e ku tevahiya kurdên Asya Navîn ango kurdên li Kazakistan, Ozbekistan, Qirgizîstan û Rûsyayê kurmancîaxêv in.
Rojnameya Jiyana Kurd, di sala 1991ê de bi navê ‘Kurdistan’ dest bi weşana xwe dike û heta 2004’an bi heman navî deng û behsên ji çar hêlên welat pêşkêşî dêhn û bala xwendevanên xwe dike. Berpirsiyarê Giştî yê rojnameyê Hesenê Hecîsilêman diyar dike ku sedema vê guhertinê ew bûye ku dewleta Qazakistanê nexwestiye têkiliyên wan û Tirkiyê xerab bibin.
Nadir Nadirov, Kinyazê Îbrahîm, Hesenê Hecîsilêman, Mihemedê Misto, Bariyê Bala û çend rewşenbîrên din ên Qazakistanê, di sala 2004an de li hev dicivin û navê rojnamê dikin Jiyana Kurd.
Di warê guhertina nav de, rewşa Kovara Nûbarê jî ne cuda ye. Kovar di sala 1992an de bi navê ‘Kurd’ derdikeve. Salek paşê ango di sala 1993yan de redaksiyon li hev dicive û navê kovarê dike Nûbar. Vê carê sedema vê yekê ne siyasî ye, lê çandî ye. Ji ber ku kovar çandî, edebî û hunerî ye, navê Nûbar baştir tê dîtin. Ji 1992yan heta niha Berpirsiyarê Sereke yê kovarê Kinyazê Îbrahîm e. Ew ji bilî vî karî, li zanîngeheke Alma Atayê profesor e û Serokatiya Kurdên Qazakistanê jî dike.
Di Nûbarê de bêyî ku em dest bidinê, kunye bi vî awayî hatiye rêzkirin:
Redaktorê Sereke: Kinyazê Îbrahîm, Koma Redaksiyonê: Oljas Sulemenov, Murad Auezov, Safar Abdullo, Kuznetsov E.A., Eskere Boyik, Hesene Evdoye Eli, Hejmedîne Ehmed, Sewqi Dursunov, Ezîze Ziyo Bedirxan, Bariye Bala. Edîtor: Hejarê Şamil. Redaksiyon û Rêzkirina Nivîsan: Hesenê Hecîsilêman, Marîna Stukalîna.
Jiyana Kurd mehê du caran, Nûbar jî salê du caran ji xwendevanên xwe re dibêje ‘merheba’ û behsa jiyana kurdên li çar parçeyên welat, Rûsya û Qefqasan dike.
Rustem Biroyî (1991-1993), Mihemedê Misto (1994-1998) redaktorî û berpirsiyariya giştî ya rojnameyê hildane ser milên xwe. Herçî Hesenê Hecîsilêman e, ji sala 1998an heta roja îro her tiştê rojnameyê ye. Ew hem hemalê rojnameyê, hem nivîskarê wê, hem jî belavkarê wê ye! Ev ‘xortê 60 salî’ bi dil û can, di nav serma û seqema zivistanê û germa havînê de bi eşq û heyecaneke mezin kar û barê kovar û rojnameyê dike.
Şayanê gotinê ye ku tîraja Jiyana Kurd 2500 e, tîraja Nûbarê 1000. Nûbar 96 rûpel e, lê Jiyana Kurd 4 rûpel e. Nûbar bi 200 Tengeyî ku dike 12 dolar, Jiyana Kurd bi 20 Tengeyî ku dike 2 dolar tê firotin. Lê bi qasî ku hîn dibim, her du berhem jî bi piranî belaş têne belavkirin. Dewlet destûra weşana kurdî dide, lê alîkariya aborî nake. Lewma jî Kinyazê Îbrahîm û Hesenê Hecîsilêman malavahiya karsazên kurd dikin û dibêjin ku ew ji bo alîkariyê texsîr nakin.
Çend navên ku heta niha wek nivîskar-helbestvan-lêkolîner di her du weşanan de nivîsîne ev in: Nadir Nadirov, Kinyazê Îbrahîm, Eskerê Boyik, Mihemedê Misto, Hesenê Hecîsilêman, Salihê Seyadî, Gulnaz Qasimova, Bariyê Bala, Hejarê Şamil, Huseyinê Hemîd, Rustem Biroyî, Ferîdûnê Lele, Hesenê Evdo, Mihemedê Silêman, Mecîdê Silêman, Dûrsûnê Têmir, Ûsivê Feqî Evdile.
Nûbar û Jiyana Kurd, herêmên wekî Alma Ata, Astana, Taldikorxan, Çimkent, Taras, Qarataw, Qeşqebûlax, Îssîk, Kaskilên û Cambûlê jî di nav de, hema bibêje li tevahiya komara Qazakistan û Qirqizîstanê cihê ku kurd lê hene tê belavkirin. Beşek ji wan jî diçe nav kurdên Moskova û Krasnadarê.
Hesenê Hecîsilêman diyar dike ku têkiliyên wan bi kovar û rojnameyên mîna Riya Teze-Ermenistan, Dengê Kurd, Diplomat-Azarbaycan, Dostanî, Dengê Jinan, Kurdistana Azad-Rusya, Xebat-Başûrê Kurdistanê re hene. Hecîsilêman kêfxweş e ku rojnameyên bi navê Rûdaw, Azadiya Welat, Xebat û Le Monde Dîplomatique Kurdî derdikevin, lê ji ber ku wekî kaxez ev weşan nakevin destên wan ew xemgîn in: “Em dixwazin têkiliyên me geştir bin, em kovar û rojnameya xwe ji wan re, ew jî kovar û rojnameyên xwe j ime re bişînin.”
rojnameger@hotmail.com
* Ev nivîsar bi awayeke kurtkirî, di çapa Ewropayê ya rojnameya Rûdawê -hejmara 132’yan- de hatiye weşandin. (S.K)