pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 Sazî

Daxweyaniyên din:

 

 

 

Vegere destpêkê

 

Ji bo serwextkirina malbatên Şehîd û Windayan.

Malbatên dilovan, kezebşewêt û birûmet,

Mîna hun agehdar in berî bi du salan li Elmanya, li bajarê Dortmundê, di konferanseke fireh de, Saziya Malbatên Şehîd û Windayan hate damezrandin.

Sala piştre ev gava yekemîn û damezrêner bi konferanseke duhem li Bonê hinekî din hate bipêş xistin û çespandin.

Di van herdû salên buhurî de xebatên hatin programkirin bi temamî nehatibin cîh jî belê rêveberiyên di van herdû konferansan de hatin hilbijartin bi hinek kar rabûn, ku mirov dikare li serê wan amadekirina destûr û rêbazê saziyê, hewla fermîkirina saziyê, qeydkirina li Noterê, pêdekirina cîh û Hwd. binav bike.

Di vê dema li pey me de ma, em bi nisbeta tê xwestin ji serlêdan û pirsên ji aliyê xizim û merevên malbat û windayan hatin re nebûn bersiv.

Li hinek welatan di serî de wek Siwîsre, Siwêd û Holenda xebat çêbûn. Bi taybetî Siwîsre û Siwêd konferansên xwe li dar xistin û rêveberiyên xwe hilijartin, xebatên wan dewam dikin.

Li aliyê din, ji bo girtina arşîvekê hewil çêbûn, niha di vê arşîvê de li ser asta Ewropa û di dereceya yekem de li ser asta Elmanya hejmarek nav û navnîşan, telefonên malbatan, hejmarek kesên malbat li rewşa wan dipirsin, rewşa wan meraq dikin, dixwazin bizanibin kom bûye.

Ji bo xebat birêkûpêktir birêve biçe, têkiliya di nav saziyê û malbatên Şehîd û Windayan de tekûztir û biserûbertir bê cîh em li jêr telefon û emaila saziyê ji raya giştî re radighînin:

 

Emaila saziyê:

sehid_rumetemene@hotmail.com

 

Telefon:

0049 176 34 91 29 22

 

 

  

Vegere destpêkê

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org