pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 Sazî

Daxweyaniyên din:

 

Ji bo serwextkirina malbatên Şehîd û Windayan.

 

Vegere destpêkê

 

Navenda PENa Norwêj

û

semînareke giring

li ser Turkiyayê

 

Roja sêşemê, 17.01.2012 Navenda PENa Norwêj semînarek li ser rewşa nivîskar, rojnamevan û xwediyên weşanxaneyên Kurdî li Bakûrê Kurdistan û li Turkiyê birêve bir.

Semînar di bin sernavê  «Turkiye sala 2012 ber bi ku ve diçe», li «Avayiya Wêjeyê» li  Oslo ya paytext bi beşdariya hejmarek zor ji nivîskarên bi navûdengên yên welatê Norwejê, nûnerên saziyên parêzerên mafê mirov û kesayetiyên siyasî û akademîk û hejmarek sazî û kesayetiyên Kurd bi rê ve çû.

Semînar ji aliyê professor Elisabeth Eide, mamostaya zanko, xebatkara mafê mirovan û endama PENa Norwêj ve hate vekirin.

Pişt re axaftinvanên ku ji aliyê PENa Norwêj ve hatibûn vexwandin basên xwe pêşkêş kirin û di dawiyê de bersiva pirsên beşdaran dan.

 Axaftinvanên semînarê û basên hatî pêşkêş kirin ew bûn:

Kathrine  Holle, wênegir û çalakvana Amerîkayî û hevsera weşanvanê Kurd Ragip Zarakolu ku di operasyonên dewleta Turk li dijî sazî û dezgehên weşana Kurdî de hatiye girtin û niha di girtîgeha Turkiyê de ye.

Xatû Holle di axaftina xwe de basî rewşa Ragip û girtiyên Kurd li girtîgehên Turkiyê kir û ji civaka navneteweyî daxwaz kir, ku ji bo pêşîgirtina vê siyaseta şaş bikeve tevgerê.

Sara Whyatt, birêvebera programên (program director) ya PEN International û çalkvana mafê azadiya weşanê.

Xatû Whyatt di axaftina xwe de lîsteya rojnamevan û nivîskarên girtiye Kurd pêşkêş kir û got, hemû nivîskar û rojnamevanên ku îro li Turkiyê hatine girtin Kurd in, û ji ber weşana Kurdî hatine girtin.

Eugene Schoulgin, nivîskar, sekretêrê berê û cîgirê serokê PEN International.

Birêz  Schoulgin di axaftina xwe de basî rewşa giştiyan li Turkiyê û pêwîstiya welat bi guhertinên bingehîn ji bo parastina mafê nivîs û weşanê kir.

Abdullah Hicab, endamê Komîteya Birêvebira Gishtî (KBG) ya Navenda PENa Kurd.

Axaftina birêz Hicab li ser hegerên zext û zora dewleta Turk li ser nivîskar û rojnamevanên Kurd bû.

Birêz Hicab di axaftina xwe de got, ku dewleta Turkiyê ew koma rojnamevan, nivîskar û weşanvanên Kurd ji ber pîşeyên wan yên rojnamevanî an nivîskariyê ne girtine, belkû ji ber taybetiya mijar û raporên ku amade dikin û diweshînin, girtine.

Weke mînak rojname û rojnamevanên ku komkujiyên wek karesata Robosky bas dikin, û wan bûyeran dixin rojeva medyayê, têne girtin, ji ber ku xalên 6 û 7 yên Yasaya Dijî Terorê qedexê datîne ser raporên ku rexneyê li cinayetên polîs û artêşê digrin.

Di dawiyê de li ser navê Torgeir Larsen,cîgirê wezîrê karê derveye Norwêj, şêvirmenda kursiya Turkiyê li wezareta derve axivî û basî projeyên dewleta Norwêj bo baştirkirina rewşa mafê mirovan li Turkiyê kir.

Civîn bi pirsên beşdaran û bersivên axaftinavanan bi dawî bû. Pişt re radyoya seranseriye Norwêj, NRK P2 hevpeyivînek dûr û dirêj li ser rewşa nivîskar û rojnamevanên girtiye Kurd li Turkiyê û Bakûrê Kurdistanê bi nûnerê PENa Kurd re  kir, ya ku roja çarşemê di radyoyê  dehate weşandin.

Têbînî:
Ji ber ku navnîshanên e-mailên li ba me ji sistêma e-maila me hatine dizîn, em ji endam, berendam, heval û hogirên Navenda PENa Kurd tika dikin, ku nivîsên me yên bi têbîniya "ji bo weshanê ye" bo hemû aliyên peywendîdar bishînin.
Bi gelek rêz û silavên me re
Navenda PENa Kurd
Komîteya Birêvebira Gishtî - KBG
22.01.2012

  

 

  

Vegere destpêkê

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org