Fînal :Paul Geraldy
Wergerandina ji Tirkî : Dîlan Zêbo
Niha wisa ye? 
Tu wisa dibêjê ?
Tiştekî tu jibîr nakê!
Başe,
Ger wisa bê bixatirê te, de here
Tiştê meyî taybet ku em ji hevre bêjin tune ye
Ez destûrê didim, tu kanê herê.
Herçi bê,
Hinekî din bimîne, baran dibarê heya ku rawestê
Derve pir sar e xwe baş bipêçe
Pêwîst bû ku te mantoyekî zivistanê lixwe kiriba
Ma her tiştekî te min li te venegerand?
Wêne û nameyên xwe te biribûn?
Tiştekî te li ba min nema.
Ji ber ku em cuda dibin,
Carek din li min binêre
Lê hajêke emê negrîn
Ew dibê dînîtî.
Ahhh, ji mejû yê me yê reben re
Da ku dîsan rojên evîniya me zindî bibin
Pêwîst e çiqasîn hêzê biborînê!
Wek ku me jiyana xwe heya bi heya dabû hevdu
Erê!
Û vêga em dîsan ji hev distînin.
Ji nuha û pêve,
Em herdu jî bi navên xwe yên taybet
Emê herin li deverên cuda bijîn û seyranê bikin
Tu û ez emê di nav mirovin din da bin
Bê gûman, demekê emê êşê bikşînin
Lê piştre,
Tiştê yekem, ku gunehên me
Biborînê ewjî wê jibîrkirin bê
Bi vî awayî tê tevlî bîranînên min bibê.
Dibê rojekê,
Bêhemd em li kolanan rastî hev werin
Û, bi cilên ku tu caran min li te nedîtibûn tu derbas bê
Ez, rêka xwe neguherim
Tenê ji dûrve ezê li te binêrim.
Piştre,
Bi salan êmê hevdu nebînin
Hevalên me wê nûçeyên min bighînin te
Ez jî,
Ji bu te!
Ezê ji wan bipirsim:
Gelo ma jiyana min, hêza min û her tiştê min çawa ye?
Ma ew evîna me ya mezin di va dilên biçûk dabû!?
Rojên ewilî ma em şêtbûn?
Hestên dema naskirina me tên bîra te?
Me, hevdu hemêz dikir, bêhn dikir, maç dikir...erê evîna me ev bû
Beranberî hev me ji hev re digot: Ez ji te hezdikim
Xwedayê min, çiqasîn gotinek birûmet bû!
Bi rastî gelek seyr e: Wisa ye herkes tenê bi vê gotinê dikê mizmiz:
Hezkirin!
Xûyabû em jî mîna wan kesan bûn.
Axxx, çiqassss.. baran dibarê,
Tu nikanê di vî heyamî de herê,
Ger wisa bê bimîne...Erê bimîne
Emê hewl bidin ku lihev bikin
Nediyar e , bilî ku dilên me jî hatine guhartin
Dibê,
Rojên kevin bîranînên xwe yên şêrîn bibîr bînin.
Çi ji desten me bê emê bikin
Timûtim emê hewl bidin ku ji hev re baş bin
Li dawiyê diyar e ku hîn hinbûneka me ya kevin heye.
Ka were li nik min rûne, da êşên evîniya me ya kevin dest pê bikin
Û ez jî,
li nik te bi êşên xwe yên kevin re mijûl bibim.