pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

 Nivîsên din yên Nivîskar

Mirhem Yigit

 

-Dil û mêjiyekî mezin -4-

Dil û mêjiyekî mezin -2-

Dil û mêjiyekî mezin -3-

- Romana bi guftûgo

 

 -DewletaTirk, dîroka  serneketî

-Li bayê bezê Kurd û Kurdistan

-

Dil û mêjiyekî mezin -1-

-Apê Osman Sebrî

-Destavêjî û destqirêjî

-*Hefteya Mafê Mirovan -1-

-Mafê Mirovan 2-

-Mafê Mirovan -3-

-Mafê Mirovan -4-

-Mafê Mirovan -5-

-Mafê Mirovan -6-

-Mafê Mirovan–7

-Mafê Mirovan -8-

-Sibata 2011 an

-Ka ew roj ?

-Kampanya Namûs û Hewarê

-Civîna Brukselê û kirîza herêmê

-Berxwedan û yekîtî

Vegere Destpêkê

 

Mamoste Ismet û bîranînek

Mirhem Yigi

Nûçeya li ser wefata Ismet Şerîf wanly, serokê ewil yê Instîtuta Kurdî li Elmanya di nav çend deqîqeyan de ber bi çar aliyên welat û derveyî welat de bi leza brûskê kete rê û bi belabûna xwe re vê nûçeyê, bi hezaran kurd xemgîn kirin, dagerandin nav mitale û paxavan.

Mixabîn, dilekî neteweyî, kurdîstanî û têkoşer ji lêdan ket, sekinî.

Serê malbata wî, xanima wî û kurê wî li Siwîsre û xizim û merevên wî li welat sax bin, cih û meqamê wî buhuşta firdews be.

Min mamoste Ismet ji zû de nas dikir. Ji sala cara ewil derketim Ewropa ango ji berî bi 42 salan û bi vir de, hê dema li Prag min dest bi xwendina zanîngehê kir, mecal çêbû em di sohbet û civatan de, di civîn û kongreyên komelên xwendevanî wek KSSA û AKSA de navê Mamoste bibhîzin û salên piştre jî wî ji nêzîk ve nas bikin.

Ji xwe salên 70 î di nav xwendevan û kurdên şiyar de navên Nûredîn Zaza û Ismet şerîf Wanli li Siwîsre, yê Hemreş Reşo li Elmanya, yên Cemal Elemdar û Omer Şêxmûs li Swêdê, yê Dr. Rehman Qasimlo li Çekoslovakya, Fewzî Eshed û Cemal Reşît li Sofya, Yusuf Zozanî li Belgiradê û Hwd. ji kesên naskirî bûn.

Salên 1992 an li Stenbolê, 1994 an li Berlînê û 1996 an jî li Stokholmê di vekirina hersê Enstîtûyên me de em bûn şahidê axaftin û xizmetên Mamoste û heyecan û kêfxweşiyên wî ku di çav, deng û her lebta wî de dihatin xwendin.

Sala 1994 di konferanseke rewşenbîran de li Holenda biryar hate girtin ku bi navê YRWK, Yekîtiya Rewşenbîrên Welatparêzên Kurdistan, heyetek heyştkesî here serdana birêz Ocalan.

Di nav vê heyeta çarperçeyî de di bin berpirsiyariya Mamoste Ismet Şerîf Wanli de ji kurdên Başûr DR.Cemal Reşîd, Kurdistan Mukriyanî, Dr. Cebar Qadir û Mihendis Hikmet, ji yên Bakur Ethem Xemgîn, Amed Tîgrîs û Mîrhem Yîgît hebûn.

Berî em têkevin rê ji bo amadeyîyên çûna Şamê, gerek em çend rojan li Elmanya bisekinîna. Me karên xwe burokratîk û Hwd. din bi hev xistin û li komeleyekê em li bendeyî hevalê rêber in ku bê û em derkevin.

Piştî ne bi gelekî heval hat, êdî wextê çûnê bû, ji endamên heyetê Mamoste Ismet kêm bû, li xwaringeha teniştê, dema ez çûm ban wî bikim nanê xwe qedandibû, berî cixara di dest xwe de vêxe, min anî bîra wî ku li xwwaringehê cixare naye kişandin.

Bi gotina min re serê xwe rakir û pirsî ka li ku dinîvisîne ? Min destê xwe bi nivîsa li ser dîwêr vekir, bersiva wî em giş kenandin: ” Ez qebûl nakim ew bi Tirkî ye !!

Mamoste çend ziman; wek Firensî, Erebî û Ingilîzî bi dereceya bi wan meqale û pirtûkan binîvisîne, konferansan bide û Elmanî jî bi qasî pê biaxive zanîbû, herçendî kurdiya wî ne xwurt bû jî di axaftinên fermî de bi navê enstîtuyan û KNK de berdewam bi kurdî diaxivî û serdestiya zimanê Tirkî di jiyana rojane de hezim nedikir, dema cihê wê dihat protesto dikir û nerazîbûna xwe nîşan dida.

Em li erebê siwar bûn, hevalekî ji yên bi me re dendevrîşek dirêjî mamoste kir: kerem bike mamoste kurdan ! Dema navê kurdan bihîst vê carê ji berê jî hêrstir bû:

-      çi ! kurdan !  tirkan ev jî ji firensî dizîne ??!!

Mamoste demeke dirêj neçûbû Sûriye, nikarîbû here, jê re peseport û kunyeke nû pêwist bû. Ev çareser bû, belê gerek nav, paşnav û her agehdariya di pesporta Çorumiyê 20 salan ji xwe biçûktir jiber bikra. Me gelek caran bi navê wî yê nû ban dikiryê û ew jî û em jî giş bi hev re dikeniyan.

Ji vê sefera heyeta me gelek bîranînên xweş man. Hevalê me Amed Tîgrîs beşek ji wan di pirtûkekê de nemir kirin.

Û vaye îro piştî 17 salan serokê heyeta me Mamoste Ismet Şerîf Wanli ji nav me bar dike. Ew çû belê bîranîn û berhemên wî, xizmetên wî, wê hê bi salan bibin dabaşên sohbet, salvager û lêkolînan.

Buhuşt ji bo mamoste Ismet û temenekî dirêj ji bo endamên mayî yên heyeta YRWK ku îro her yek ji wan bi awayê xwe di nav xebatê ye

Vegere Destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org