pen-kurd.org

Navenda PEN a Kurd

Mêhvan û xwandevanên Malpera PEN-Kurd ê:

Her nivîsek yan bûçûnek di Malperê da bê weşandin, ew nivîs yan raman bi tenê derbirînê ji hizir û ramanên xwediyê nivîsê dike, malper berpirs nîne ji derencaman.

Navenda PENa Kurd

 
     

•  Ji weşanên Nû

 

Rêbaza nû gûherînên piştî

kongra 7an 2010ê

 

•  Rêbaz û destûra navxweyî ya PEN a Kurd

 

Temamiya wê bixwîne

 

•  Kampaniyên PENa kurd yên heta niha ji bo azadkirina endamên xwe ji girtîgehan û exhkence û lisêdaredanê sazkirîn...

 

Temamiya wê bixwîne

 

Helbest

Darvekirina birînan

 

 

 

 

 

 

 

 Evîn Şikakî 

Belê Mamoste!

 

 Konê Reş

Hezdikim Ji te nikarim bi Dilê xwe

 

 

 

 

 

 

 

 

Muruvet Cacim

Helbestên

 

 

 

 

 

Bihrî Bênij

Goşiyek Raz

 

 

 

 

 

 

Hoşeng Osê 

SITO SIRGûN E !

 

 

 

 

 

 

 A.Bali

 Ziman û Civak

Hezkirin bi kurdî xweş e

 

 

 

 

 

 

Rukiye Ozmen

Kî HILGIRE Vî BARê MIN„

 

 

 

 

 

 

Kemal Tolan

Edebiyat

Romana bi guftûgo

 

 

 

 

 

 

Mîrhem Yigit

Siyaset û dîrok

Di siyaseta Swêdê de jineke kurd

 

 

 

 

 

 

HAYDAR DILJEN

Seyîd Riza û Qazî Mihemed!

 

 

 

 

 

 

Kakşar Oremar

XWE-Serî“

 

 

 

 

 

 

Siyamed Sîpan Uğurlu

Taya Faşîzmê

 

 

 

 

 

 

Evdile Koçer

 

هێستریای  پاراستن بوون

 

 

 

 

 

 

Bederdîn Salih

Axxx….Efrîn

 

 

 

 

 

 

Dîlan Zêbo

Lêgerîna ji bo Rastî û Heqîqetê

 

 

 

 

 

 

Ahmet Dere 

Yekîtîya Netewî ye Erênîya demê!

 

 

 

 

 

 

Ezîz ê  Cewo   

Lî ser Tekoşina Akademisyen Dr. Îsmaîl Beşîkçî

 

 

 

 

 

 

Dr Ali KILIÇ   

ROMANGERI

 

 

 

 

 

 

HESEN HUSEYîN DENîZ

Felsefe

 

 

 

 

 

 

Abdusamet Yigit

 

 

 

 

 

 

 VA ÎRO SETR SALA ME!

Feqîr Ehmed 

Va îro ser sala me

Herin cem cîranê xwe

Pîroz bikin bav û dê

Bila maçikin çavên we

 

Bankin va hogirê xwe

Agir dadin li nav xwe

Cîhan bikin keskesor!

Pîrozkin ser sala xwe

Zêdetir bixwîne

------------------------------------------------------------

 ZIMANÊ KURDÎ BÛYE BAZARA QEŞMERA

 

FÛAD SÎPAN

 Kurdistaniyên hêja!

Di pê ewqas ked, berxwedan, şer, tekoşîn, gorî û cangoriyan, miletê Kurd xwe hê jî negihandiye azadî û serxwebûna xwe. Neyarên Kurdan mecbûr man hin parî û keriyan biavêjin ber Kurdan û wan wek zarokan bi televîzyonan aşt bikin. Lê mixabin piraniya yên ji wan parî û keriyan sûdê werdigirin ne ew kes in, ku bi dehsalan e bedelên giranbiha dane, ew kes in ku di jiyana xwe de ji bo Kurd û Kurdayetiyê tiliyên xwe nelivandine.

Zêdetir bixwîne

------------------------------------------------------------

 Rûpelek Ji Dîroka Mêrxasekî;

Elîkê Betê (? – 1919)

                                                                                                                Konê Reş

Çiyayê Bagokê, çiyak ji çiya-rêzên Toros e. Ev çiya li herî başûrî zincîra çiyayê Toros dikeve; ji rojava ber bi rojhilat ve dirêj dibe. Mirov dikare bibêje ji çiyayê Omeriyan û bajarê Nisêbînê ta bi tixûbên bajarê Cizîra mîr Şeref (Cizîra Botan) û çiyayê Spî dirêj dibe û bi gelek navan hatiye naskirin; çiyayê Torê, Torabdîn, Çiyayê Çêlka, Qelaçê Dasika, lê bêtir bi vî navê dawî (Çiyayê Bagokê), di nav kurdan de hatiye nas kirin.

Zêdetir bixwîne

------------------------------------------------------------

 Hefteya Mafê Mirovan -2-

Mirhem Yigit

Sala 201a an çend hefteyên din wê here ava û em dê têkevin sala 2011 an.

Li her aliyê Kurdistanê û li gelek bajarên Tirkiyê,  girêdayê hefteya mafê mirovan çalakî li dar in, dewlet û hikûmeta AKP têne protestokirin, dosyayên wan yên nû û kevin têne vekirin û wa xwiyaye wê meh û salên li pêşiya me bi aliyekî xwe jî bibin meh û salên dêrandina kaya van xwedêjêneraziyan, wê bibin dem û qonaxên hesabpirsîn û hesabxwestina 80-90 salên buhurî ji wan.

Zêdetir bixwîne

------------------------------------------------------------

 ZIMAN, MAF û ŞERM …

 

 HESEN HUSEYîN DENîZ

Mirov dema jidayik dibe ne dikare biaxive, ne dikare têbigihêje. Ger yek wî zarokî ji dayika wî veqetîne û bi tena serê xwe bê  ku mirovên din bibîne bi xwedî bike, ew ti carî fêrî axaftinê nabe. Bê guman wê karibe hinek dengên ji xwezayê bihîstine derxîne der, lê van dengan wekî tîp, peyv, hevok nikare rêz bike û bike ramanek û derpêş bike. Zarok bi rêka teqlîtkirinê fêrî ziman dibe. Tişta bi guhê xwe ji devê dayika xwe, malbata xwe, derûdora xwe dibihîse teqlît dike ango dubare dike. Ji bo wê di destpêkê de zimanê zarokî hinekî hêsan e. Zarok her mezin dibe him dikare peyvan ji hev veqetîne û him xezîneya peyvan dewlemend dibe.

kiriye û civak bi lingekî birêve diçe.

Zêdetir bixwîne

------------------------------------------------------------

 Xela Jinên kurdnivîs

RUKIYE ÖZMEN

Mirovahî ji zayenda nêr û zayenda mê pêkhatiye, lê ji ber ku balansek di navbera jin û mêr de çênebûye, wekheviya civakê jî ava nebûye ku civak ber bi nasnameya mirovahiyê ve biçe. Cîhana ku bi pergala mêran dimeşe aliyekî jiyanê seqet kiriye û civak bi lingekî birêve diçe.

Zêdetir bixwîne

------------------------------------------------------------

 Jin û Civaka Îro ya Îranê

Kakşar Oremar

Bi kîn û nifrîneke bêdawî jin bi kêrê ketiye ser singê mêrê xwe. Haya wê ji derdora wê tune. Kes newêre xwe nêzî wê bike û ew li bendê ye ku mêrê wê çavên xwe ji roniya jiyanê bigire. Ji bona wê jî bi dehan cara wî birîndar dike ku li ber çavên wê bimire. Bawetim wek em Kurd dibêjin: „Êdî kêr gehiştiye ser hestî“ ku jiyana du mirovan ya hevpar bi vî awayî digehe dawiyê:

Zêdetir bixwîne

------------------------------------------------------------

 Dilê min borî êvare


Dilê min borî êvare
Serê min gêj pê potîne
Ev êvare gelek sare
Çavên damay dil xemgîne
Rojê perê xo dahêla
Hetav sorka were bibîne
Çi canyeka qeşenga lê
Spêde hemî te gorîne
Te çend har berdan beyara
Pezê xwe ka tu bicemîne

Zêdetir bixwîne

------------------------------------------------------------

 KEÇÊN DERSIMÊ YÊN WENDAYÎ

FÛAD SÎPAN     

  Almaniya, 05.12.2010

 

Kurdistaniyên hêja!

 

Ev demeke dûre ez bi Kurdî nanivîsînîm. Sedemên wê pir alî ne. Ji ber ku ez endamê şaredariyê me, ez niha di nava civaka Almanan de gelek çalakim û bi zimanê Almanî ji rojnamên Alman re gotaran li ser pirsa koçberên li Almanya û hin caran jî li ser pirsa Kurdan dinivîsîm.

 Lê îro (05.12.2010) bûyera keçên Dersimê yên wendayî di salên 1937-1938-an de di Televîzyona trt 6 de ez pir hejandim û min xwest ez vê hovîtiya dewleta Tirk ku bi destê leşkerên xwe ve li Dersimê pêk anîne bi Kurdî binim ziman, da ku Kurd li her derê bi vê bûyerê bihesin.

Zêdetir bixwîne

------------------------------------------------------------

Ji 100 salan 32 sal!

Kakşar Oremar

Kesên ku ji dîrokê hez dikin, dizanin ka di van 100 salên derbasbûyî da çi bi serê me Kurdên bênasname hatiye. Serhildanên ku çêbûne, yek bi yek bi xwînê û tevkujiyan hatine dawiya xwe. Rolê xiyanetê di van terajêdiyan da gelek ber çav e an jî hema dikarim bêjim kilîda ketina nava kelhên serhildanê nezan û xiyanetkaran dane destê dijiminên xwe.

.

Zêdetir bixwîne

------------------------------------------------------------

 Destavêjî û destqirêjî

Mirhem Yigit

Sêşema li pey me ma, hevseroka Partiya BDP Gulten Kişanek îmzeya xwe avêt binê bûyereke dîrokî, xweser û ne ji rêzê.Di civîna gurûbê xwe de Kişanek, di Meclîsa Tirk de vê carê axaftina xwe bi temamî terxanî 25 ê Mijdarê, roja berxwedana jinan li dijê şîdetê kir.Axaftin dîrokî, heta tu bêjî bes agahdarbar, înformatîv û aktûel bû, pişta xwe dida hejmar û reqeman û ji awira derxistina encam û pêşniyazên pêwist jî bihêz, îknakir û biîsabet bû.

Zêdetir bixwîne

------------------------------------------------------------

 Cejna qurbanê li ser kêla pakrewanên Qamişlo

 

Ehmed Mustefa

Vê cejnê ez  bi tenê mam

Na day û ne  jî bav

 

Na xûşik û ne jî bira

Vê cejnê bi tenê

Dil melûl me

 

Bê yar û bi heval

Bê ax û bi zinar

Bê stêrk û bi asîman

Bê sînor û  bi ziman

Zêdetir bixwîne

------------------------------------------------------------

TIRKÎFÎKASYONA XWEMALÎ DI ZIMANÊ MEDYAYA KURDÎ DE LI BAKURÊ KURISTANÊ

Ji bo bilindkirina navê Elîşêrê Koçgîrî ku berî gelek kesan xema kurmanciyê xwar…

Mazlûm Doxan

Armanca vê nivîsarê ew e ku bide xuyakirin tevn û pergal û dengsaziya zimanê tirkî li bakurê Kurdistanê karekî dijwar û berfireh di tevn û pergala zimanê kurdî de kiriye û ev yek dike kurdiyeke nû peyda bibe ku li gorî hiş û tevn û dengsaziya zimanê tirkî hatiye dariştin.

Zêdetir bixwîne

------------------------------------------------------------

LI SER BÛNA JÎRE ÊQIL

 

Abdusamet Yigit

Jîrî, gotinaka ku di kurdî de bi teybetî xwediyê hebûnaka xwe ye sehî ya. Mirovên jîr, mirov ku karin riya xwe ye qanciyê bibînin. Bi aqilê xwe karin bi ser pirsgirêkên ku derkevina pêşiya van ve werin. Deme ku pirgirêkêk derkete pêşiya wan, wê bi aqilê xwe re jê re çareseriyekê bibînin û pê bi ser ve werin. Deme ku gavên xwe avêtin bi kirina tiştekî re, wê zanibin ku ka wê çawa gava xwe biavêjin. Wê ye qanc û neqanc jev derxin û nas bikin.

Zêdetir bixwîne

------------------------------------------------------------

Mirin birçiye                                                       

                                                        Nizar Yosif 

Yek derî li vî welatî vekiriye

Sînor biraderan ji hev vediqetînin

Tixûban dilên xelkên me seyandin

Bêdengiyê mij raxist

Bêbextiya alavan pejirand

Qeder pîroz kirin  

Ragihandin

Hemî kirasên mirinê

Bê gaz û cew

Bê dirûtin li bejna me tên

Kuştin

Zêdetir bixwîne

------------------------------------------------------------

 Dîwana Abdullah Karabax «Tavên Stêrîn» derket

Ji Abdullah Karabax berhemeke din:

Dîwana «Tavên Stêrîn» jî aliyê Weşanên Han  hate weşandin, 2. dîwana  helbestvan û nivîskarê Kurd Abdullah Karaabax ya bi navê Tavên Stêrîn ji nav Weşanên Han derket.

Berî niha jî Weşanên Han  yekemîn dîwana Karabaxî weşandibû.

 

Zêdetir bixwîne

------------------------------------------------------------

 Dadgeha dewletê û„Zimanê nenas“

Mirhem Yigit

Dadgeha Amedê ji bo zimanê kurdî „zimanê nenas“ dibêje. Zimanê helî kevnar dibe „zimanê nenas“. Ev derewa sedsalê ye, gerek têkeve kitêba rekoran, rekora derewan.

Îca vê jî kesên „hiqûqnas“, xwediyê dîplomayên hiqûqê dibêjin, Ev bi tenê têr dike û bes e ji bo ku mirov li ser karekterê dageha tirk bibe xwedî fikrek, xwedî dîtinek. 

Zêdetir bixwîne

------------------------------------------------------------

 

sê Helbest ji (Bihrî Bênij)

  

Agir perest

  

Hewar li min tar û   marî

Guh din min dîlê dildarî

Çawa  ketim nav  vî arî

Hîn pif di kim  xwelî,  arî

 

Dil bû  kûmir  di tirafê

Hîn têm   êgir bi tewafê

Mafê min xwar vê bê mafê

 

Zêdetir bixwîne

------------------------------------------------------------

 ROMANGERIYA EWROPA Û KURDÎ

 HESEN HUSEYîN DENîZ

 

Tê gotin ku di rojên 25-27ê Mijdarê de li Stenbolê wêjeger, romannivîsêr, akademisyen tên cem hev û wekî Parlamenta Nivîskarên Ewropa li dar bixin wê li ser rewş û pirsgirêkên wêjeya Ewropayê gengeşe bikin. Ev cara yekemîn e ku hewildaneke wiha berfireh di vî warî de pêk tê. Tê gotin ku ji 27 welatan qasî sed nivîskar, rexnekar û akademisyen werin cem hev.

 

Zêdetir bixwîne

------------------------------------------------------------

 Bandora çîrokan ji bo pêşxistina zarokan.

RUKIYE ÖZMEN

Çîrok bi gotina hebû tunebû destpêdikin, ji xeyal, mitolojî û realîtê têne hûnandin. Çîrok ji bo zarokan daxwaza herî xwezayî û keyfxweşiyê ye, ku ji dayîkên xwe daxwaza çîrok vegotinê dikin.

Divê ku zarok bi vegotina çîrokan re zarokatiya xwe derbasbikin. Ji ber ku mesele û çalekîyên ku mezin li ser gotubêj dikin kapasîta zarokan  têrê nakê û têgiha wan  ranagirê. Mezin birêya çîrokan  dikarin  jiyanê  hêdî hêdî  bi zarokan bidin fêrkirin daku ew reş û sipî ji hevdû derbixin, ji ber ku zarok çi bibînin wê nişan didin û çi bibihîzin wê dibêjin ew xwezayîne.   

 

Zêdetir bixwîne

------------------------------------------------------------

Sînema Kurdî ber bi kû ve?

 

     Evîn Şikakî                                      

Ji bo danûstandina li ser sînemayê bi giştî û

sînema kurdî bi taybetî divê mirov çend pirsan ji xwe bike:

 

 

Zêdetir bi Forma PDF bixwîne

------------------------------------------------------------

 Li Bakurê Kurdistan’ê Şer û Çareserî

 

Ahmet Dere 

Li Bakurê Kurdistan’ê Têkoşîna Rizgariya Gelê Kurd ketiye qadekê nû.Bûyerên ku diqewumin, bi me dide xûyan ku wê sala 2011 ji hin nûjeniyan re malxoyî bike. Encamên rewşa li vê parçeyê welatê me, dikare li ser hemû gelê me bandorê çê bike.

 

 

Zêdetir bixwîne 
------------------------------------------------------------

 GUL BÛ ALA MIN!

                                                               Feqîr Ehmed

Bihar keske, sor û şîn

Gulê di virda dida bîn

Gelê Kurd tev şîyar bû

Gul bû Al û da min jîn!

 

Gulê hate mala min

Evîn û ser sala min

Al kete nav dilê min

Ronayî da çavên mi

 

  Zêdetir bixwîne 
------------------------------------------------------------

 Axxx….Efrîn

Dîlan Zêbo 

Bihêle… Bihêle!

Keserekê,

Bi kûraniya tîra di Dilê min de

Ji xemgîniya Çavên te yên kesk re bikşînim.

 

Hêdî hêdî pêlî Dilê minke canê!

Rondikên te di şankên giyanê min de sor dibin.

Nalînên te,

Ezmanan bi girî dikin.

Qêrînen te,

Berbangan hişyar dikin.

Siyasetvan û rêberan rê winda kirin,

Zêdetir bixwîne 
------------------------------------------------------------

 Ey mirin

        

Diyarî ji bo giyanê pêşewayê gelê Kurd nemir Bavê Şiyar re pêşkêş dikim û bejna xwe li ber gora wî ya pîroz ditewînim.  
     Dilawerê ZENGÎ

Ey mirin,
Ey mirina reş,
Ey mirina bê bext û ol,
Ey narevîna xiniz û sergerîn,
Ey feleka bê zik û pişt,
Bi pencên xwe yî rewrewkî,
Bi bejna xwe yî xapînok,
Te konê reş li ezmanê me vegirt,
Heyv ji ezmana hilweşand,
Stêr û Gelawêj te herifand..

Siyasetvan û rêberan rê winda kirin,

Zêdetir bixwîne 
------------------------------------------------------------

 BAFIROKA DILÊ XEŞÎM

 

bi saya hestên ciwanmêr

bêhêvîtiya şevên asîmana sayî

silav dikim

heyvê

jana xewnên min yên reşbelek

di bin perdeya kenê awirên xwe de

veşartî ye

her şev

balafira asîmana gêjok

li nav ewrên êşa sînga min

dernixûn dibe

Zêdetir bixwîne 
------------------------------------------------------------

 EWÊ DI BÎRA GELÊ XWE DA BIJÎ

Ezîz ê Cewo

Sê sal berê, dema agahîya mirina mamostayê mezin

Ordîxanê Celîl gihîşte min, min hest û r’amanên xwe bi gotar a “STÊRKEK A GEŞ JÎ JI ASÎMANÊ K’URDISTANÊ R’IJYA” anî zimên (http://www.pen-kurd.org/indexalt.html).

 

Nivîs tevî Wêneyan, bi Forma Word 

Zêdetir bixwîne 
------------------------------------------------------------

Ji bo bîranîna 26 mîn salvegera koçkina

CİGERXWÎN (1903-1984)

Nezîr Silo

Helbestvanê mezin, sitêrka geşî bilind bû li esmanê Kurdistan. Degê jana netaw, êş û azara karker û cotkaran, belav bû li tevahî Kurdistan. Evîna wî, ew bû ku çavên wî netewa Kurd serbixwe û azad bibîne, gelê Kurd jî pêşkeve weke tevahî gelên Cîhanê, nukertiyê û nezanebûnê derbaske. Bi qasî Kurdperwer û welathez bû ewqasî jî, mirovperwer û enternasiyonalist bû. Bi qasî ku evrensel bû, ew qasî jî herêmî bû, bi qasî ku ji tekoşîna gelên Cîhanê coş digirt û pîroz dikir, ewqasî jî giredayî tekoşîna gelê xwe û hawar lê dikir.

Zêdetir bixwîne 
------------------------------------------------------------

  Pergala Ewrupa û Xwendekarên Kurd

Siyamed Sîpan Uğurlu

Wek xwendekarekî Kurd pêwîst dibînim ku hinekî li ser rewşa xwendekarên Kurd ên li Ewrupa dijîn, rawestim. Wek ku tê zanîn û wek ku bi hezaran caran bê rawestan hatiye gotin, „Jiyana li Ewrupa mirova diguhere!“. Sîstema ku li welatên Ewrupî hatiye rûniştandin bi rastî jî hemû derfet û rê li ber guhertinê vedike û ne şaşe ku em bêjin, dahf dide ser guhertinê. Dema ez bahsa „pergalê“ dikim, ev bîrokrasiya welatekî dikeve nav, pergala perwerdehiya welatekî dikeve nav, derfetên civakî yên li welatekî hen in ango tine nin, pergala konjukturê jî bi xwe bi giştî dikeve nav vê pergala ku ez dixwazim li ser rawestim. Hemû zagonên li welatekî dimeşin jî şaxekî vê pergala giştî ye. Herwiha hemû derfetên dewletek di nava xwe de ji bo Gelê xwe bi kar tîne jî, dibe perçeyên vê pergalê.

Zêdetir bixwîne 

------------------------------------------------------------

 EZ IM KURDISTAN!

 

Ez im Kurdistan

Ez im pêşve rû

Ez im şoreşger

Serçûn û prvçûn

Ez im leşker im

Deşt û ser çîyan

Ji boyî bigrim

Welat Kurdistan!

Zêdetir bixwîne 

------------------------------------------------------------

Bîranîna Mehmed Uzun li Swêdê

Bi munasebata salvegera wefata romanafirinerê hemdemî Mehmed Uzun, li Swêdê bajarê Gävle di 11 ê meha 10 an, seet 17 - 19 an li Stadsbiblioteka bajêr, ”dost u hevalên nivîskarê wejeya modern”, Mehmed Uzun bibîrtînin. Hûn hemû bi xêr bên!

 

Bîranîn ji raya giştî re vekirî ye.
 
Bernameya bibîranîne:
-  Xwendina - Fatma Savci.  
-  Belgefîlm li ser jiyan û berhemên Mehmed Uzun.
-  Selwa Gulî - Pen a kurd, axaftin.
-  Ramazan Kizil - Dalkurd, axaftin.
-  Mîrhem Yigit - axaftin li ser nivîskarîya Mehmed Uzun
-  Ismet Uzun - axaftin jiyana nivîskarîya Mehmed Uzun

 Nîvîskara hêja Endama PENa Kurd Selwa Gûlî, li ser navê PEN a kurd beşadî vê bîranînê dibe.

  ------------------------------------------------------------

Zerdeşt Heybet di pertûka xwe ya nuh de bûye Şepal

Pirr xweşe ku mirov xizêneya kesên bi romet vekole ,û tiştên kevnar û dewlemend tê de bibîne û bi dilsozî deyne dinava destên xwendevanan da

Nexazim xwediyên şanên bilind yên ku bi merdî giyanên xwe diyarî serxwebûn û azadiya welatê xwe kirîn, û bandor ên mezin lehîstin di wêjeya vê civaka ku pêdivî bi her kedê heyî bi taybet xwdiyên pênivîsên xurt.

Gelek pêwîste ku mirov navê lehingek bilind,xwedî astek kûr di nivîsê û helbestê de bêjê û bînê ser zimên, ew jî helbestvan ê pakrewan Endizyar ê avakirin ê şehîd Zerdeşt Heybet ( Rizgar). 

 Zêdetir bixwîne 

  ------------------------------------------------------------

 Zimanê Dayîkê û Zimanê Dewletê!

 

 Ehmed Aktaş

    

Ji zimanê dayîkê re erê, lê ji zimanê dewletê ra na!

Divê ev herdû bivêj ji hevdu cuda were dîtin û were zelal kirin; zimanê dewletê û zimanê gel(an jî yê dayîkê) ji hev cuda ye.

Dema ku tê gotin zimanê dayîkê; ew ziman, yê ku dema zarok ji diya xwe dibe ji diya xwe fêr dibe, ev zimanê xwezayî ye, ev maf ji alî tu kes û hêz û dewletan nehatiye dayin, lewma ne ji mafê kesi ye ku vî mafî ji yekî din...Zêdetir bixwîne 

  ------------------------------------------------------------

Şanda PENa Kurd li Tokyo, Rûniştinên roja dawiyê 30.09.2010

76.mîn kongireya PENa Navneteweyî (25-30.09.2010)

 

Rapora 30.09.2010

76.mîn Kongireya PENa Navneteweyî îro di civîna xwe ya roja dawî de rapor u mijarên pêwendîdar bi kar u xebata hin navendên herêmiye PENê re nirxand u di derbarê van de biryar da. Rewşa Kurdistanê îro jî ji rojeva PENa Navneteweyî der neket. Di civîna îro de rewşa girtiyên Kurd li girtîgehên Îranê, bi taybet nivîskar u rojnamevanên girtî bi awayek berfireh ji beşdarên Kongireyê re hate zelal kirin. Di dawiya basa li ser rewşa girtiyên Kurd li Îranê, pêşniyarbiryara şanda PENa Kurd ku ji pêşgotin u 3 daxwaziyan pêk hatibû, bi yekdengî ji aliyê beşdarên Civata Giştiye kongirê ve hate pejirandin.

Zêdetir bixwîne 

  ------------------------------------------------------------

Şanda PENa Kurd li Tokyo, Rûniştinên roja 29.09.Helwest û Encam

76.mîn kongireya PENa Navneteweyî (25-30.09.2010)

 

Rapora 29.09.2010

Di rûniştina îroye Civata Giştî ya 76.mîn Kongireya PENa Navneteweyî de beşek ji pêşniyarbiryarên ku ji komîteyên PENê re derbasî Civata Giştî bûbûn, hatin niqaş kirin u biryar li ser hinekan hate dan. Ji koma giştiye 15 pêşniyarbiryarên ku heya niha di nava hemû pêşniyarên navendên beşdar de derbasî kongireyê bûbûn u hatin pejirandin, 3 pêşniyar yên PENa Kurd bûn.

Zêdetir bixwîne 

  ------------------------------------------------------------

Şanda PEN a Kurd li Tokyo 28.09.2010 

Yekemîn roja 76.mîn kongireya PENa Navneteweyî

 Tokyo, Japon- 26-30.09.2010

76.mîn kongireya PENa navneteweyî bi duruşma ”Jîngeh u Wêje, Peyiv dikrain çi bikin”, roja yekşem 26.09.2010 li Tokyo paytexetê Japon dest bi karê xwe kir.

Bi sedan nivîskar ji Yêkitiya Nivîskarên Cîhanî, liqên welatên cuda di rojên navbera 26 heya 30 heyva 9, wê li ser mijarên aştî, rewşa nivîskarên di girtîgehan de, rewşa jinan, rewşa ziman u mijara jîngehê biaxivin u di dawiyê de biryarên hvbeş bidin.

 saliya roja bûna helbestvanê netewî Cegerxwîn kiriye.

Zêdetir bixwîne 

  ------------------------------------------------------------

JI Weşanên Nû 

 Şîhîna Şevbuhêrkên Dîl

Dîwanek Konê Reş A Nû Ye

                                                  Di van rojan de, ji rex weşanên Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê tayê Duhokê, komek helbestên Konê Reş yên nû bi navê (Şîhîna Şevbuhêrkên Dîl), hatiye çapkirin. Ev dîwana ku bi Kurdiya latînî hatiye weşandin, ji 150 rûpelan pêk tê û 54 helbestên nûjen di nav rûpelên xwe de hembêz dike. Nivîskar û helbestvan Konê Reş helbvestên vê dîwana xwe diyarî 100 saliya roja bûna helbestvanê netewî Cegerxwîn kiriye.

Zêdetir bixwîne 

  ------------------------------------------------------------

 Silav ji Tokyo û silav li Tokyo

Mîrhem Yigit

Delegên PEN a Kurd gihiştin Tokyo, paytexta Japon, cihê Kongreya PEN a navneteweyî. Silavên wan îro hatin, di ser ewçend welat re gihiştin Serok û endamên KBG ya PEN a Kurd.Niwênerên PENa Kurd wê di nav niwêner û delegeyên PENên 140 welatên ji her aliyê cîhanê de cihê xwe bigrin, endam, rêveberî, nivîskar, rewşenbîr û gelê kurd temsîl bikin.Ev beşdarî ji awir û pencereya PENa Kurd, bûyerek e û  bahweriya me xwurt e pê, ku wê wek yek ji mestirîn destkewtên sala 2010 an be di dîroka entelektuelî û rewşenbîriya gelê me de.

Zêdetir bixwîne 

  ------------------------------------------------------------

 Kurdistan û aşitî?

Memo Şahin

Kurdistan û aşitî... Ev herdu peyv û gotin bi sedsalan e bi hevra nehatine bikaranîn, nehatine cem hev. Tim ji hevûdu dûr mane. Sedemên vê gelek in. Ya bingehîn jî bawer dikim, cih û şûna Kurdistan bi xwe ye. Ber ku cihê Kurdistan bi hezarsalane gelek stratejîk e, li ser riya Bakûr û Başûr, Rojava û Rojhilatê ye. Yên ku dixwastin ji Bakûr derbazî Başûr bin, mecbûr diman li ser axa Kurdistanê derbaz bin. Yên Rojava, an jî Rojhilat jî her ûsa.

Zêdetir bixwîne 

  ------------------------------------------------------------

 R’ÊFÊRÊNDÛM  PÊK HAT! Ê, PAŞÊ..?

Ezîz ê Cewo

R’adîo, têlêvîzîon û çapemenîya cîhanê ji vir û wir r’agîhandin, ku r’êfêrêndûma ji  bo Destûra bingehîn ya K’omara T’irkîyayê 12-ê r’ezbera 2010-an bi serk’evtinî pêk hatye û bûye bingeha guhartinên dêmokratîk di wî welatî da. Ku p’ejirandina guhar’tinên di Destûra bingehîn da wê r’ê li  pêşîya T’irkîyayê berbi Yekîtîya Ewropayê veke…

Û ev cîhan, a ku xwe  şaristanî dihîjmêre, vê care jî k’urd firotin berjewendîyên xwe.

Ma  ç’avdêrên wan li wir amade nînbûn û her tişt li ber ç’avên xwe nedîtîn? Divê mirov kor be, ku nebîne: ma-ne li seranserê K’urdistanê k’urdan (ji bilî çend esker, polîs, memûr û mamostayên t’irk- ew jî dilopek bûn di deryayê da!) bi yek dengî ew r’êfêrêndûm boykot kirin!

Zêdetir bixwîne 

  ------------------------------------------------------------

 Pirtûka Rêbazên Edebî  Ji Berhemên Hêvî berwarî 

Ev pirtûke ji nivêsîna nivêskara jin Hêvî Berwarî ye û ji aliyê weşanên êketiya nivêserên Duhokê hatiye çapkirin. Yek ji projên êketiya nivêserên Duhokê ewe bû ku pêşî konferansa Şeşemîn 22 pirtûkên Kurdî bêne çapkirin. Di nava vî pirojey da pirtûka balkêş ya Hêvî Berwarî bû. Ev pirtûke ji 260 rûpelan pêk tê û bi tîpên aramî  kormancî hatiye nivêsandin, dinava rûpelên vê pirtûkê da gelek  mijarên gring hembêz kirîne û bi şêwekî lêkolîn mijarên edebyatê anîne ziman, herwesa ji dîroka van rêbazan taku xwe di gihîje edebyata nûdem, ji  dema piştî rênaîsansê taku roja îro edebyata ewrupî û ya rojhilata navîn ya kurdî jî têda cih girtiye.

Zêdetir bixwîne 

  ------------------------------------------------------------

 Festîvala Wêjeya Kurdî li Berlînê

Sazî û dezgehên Kurd di rojên 2-3 Cotmeh 2010 de li paytexta Almanya, Berlînê xebateke bi navê  Festîvala Wêjeya Kurdî li Berlîn saz dikin. Festîval ji layê saziyên wek Înstîtûta Kurdî Jibo Zanist û Lêkolîn, AWADANÎ, Navenda Kurdî, Bûn û Weşanxaneya HAN dihête rêvebirin. Her wisa saziyên din yên wek Mala Kurda, Sozk e.V., Xoybûn e.V., Hînbûn, Komela Jinên  Kurd li Tarawge, Mîtosfîlm, Komela Braderanê Kerkûk jî piştgiriya vê xebatê dikin.

 

 

Zêdetir bixwîne 

  ------------------------------------------------------------

Têgeha Demê Di Navbera "Pêşeroj" û "Paşeroj" De 

                                                         Deham Ebdulfettah

Em dizanin ku zimanê Kurdî demeke dirêj weku zimanekî devikî maye . Li dirêjahiya wê demê jî derfeteke dîrokî bidest neketiye da ku bibe zimanekî nivîskî û xebateke zanistî jêre bibe . Ji ber vê rewşa dîrokî gelek kêşe û arîşeyên aloz di zimanê me de peyda dibin , gerek em wan destnîşan bikin , li ser wan rawestin û wan çareser bikin !

Ji wan aloziyên kêşedar navê  dema Ayinde ( musteqbel)e , ku di navbera navlêkirina (Pêşeroj) û (Paşeroj) de bûye cihê têvelî û ciyawaziyê . Rewşenbîrên Kurd , nemaze yên ku bi Kurmancî dipeyivin , derbarî navlêkirina dema ayinde ( duwaroj) bûne dû beş :

Zêdetir bixwîne 

  ------------------------------------------------------------

 DAXUYANIYA KOMELEYA NIVÎSKARÊN KURD

Ji çapemenî û raya giştî re;

An vî agirî vebirînin an jî dê ev agir me tevan bişewitîne!

Pêvajoya ku gelê Kurd tê de ye pêvajoyeke grîng û krîtîk e. Di van demên dawîn de gelek bûyer qewimîn û hemû bûyer û helwesta li hember bûyeran bi her awayî pêwendîdarê gelê Kurd e. Di vir de pozîsyon û helwesta gel di ser her tiştî re ye.

Weke tê zanîn;  PKK’ê ji 13’ê Gelawêjê heta 20’ê Rezberê şer rawestand û diyar kir ku ‘operasyonên leşkerî bêne rawestandin, agirbest bi rengê dualî bimeşe; endamên koma aştiyê û ji 1700’î zêdetir siyasetmedarên Kurd bêne berdan; ji bo çareseriyê divê ku aliyê Kurdan wekî hêza îradî û siyasî muxatab bê dîtin û birêz Ocalan di vê pêvajoyê de xwedî rist be; her wiha divê ku benda hilbijartinê bê rakirin.’

Zêdetir bixwîne 

  ------------------------------------------------------------

ÛSÊ HERSAN,

DÎDEVANÊ SERDEMA XWE YÊ DAWÎ BÛ..!

Deham Ebdulfettah

Ka em ê ji kû dest pê bikin …! Temenekî dirêj , jînenîgariyeke rengîn … û hişekî bîrewer û zelal , hemû buyer û bûyînên ku li dirêjahiya wî temenî qewimîne yan jî berguh bûne tê de amade û berdest in … !

Zincîrek ji bîranîn û bîreweriyên dîrokî di ber çavan re derbas dibe … xelek li pey xelekê dikişe û dirêj dibe … dirê.. ê .. êj û qonaxên serdema kurdeweriya tozgirtî nîşan dike …! Her qonaxeke nîşankirî bi bazinekî sorxwîn hatiye dorpêçkirin û bi tilîkên dîdevanê vê serdema xwînî hatiye morkirin û wajokirin ( imzekirin ) ...!

Zêdetir bixwîne 

  ------------------------------------------------------------

 Senaryoyên komara îslamiya Îranê

Kakşar Oremar

Email:kaksharoremar@gmail.com

 

Ji çaxê desthilatdariya imperatoriya Sefewî û Osmanî heya roja îro Kurd gelek cara bi du rêyan hatine xapandin û bi vêre jî bûne ava aşê dijminên xwe:

1. Bi rêya dîn û ol an jî cudatiya meziheb, Tirk û Farsa Kurd bera hev dane. Kurdên Sûnnî û Şîi, Kurdên mislman û Êzdî an jî Kurdên Elewî û Sûnnî bi hezaran kes ji hev kuştine û dijminan jî cihê kursiya xwe ya êqtidarê xweştir û nermtir kirine.

2. Dagirkera nehiştine êl û eşîret bi hebûna xwe ya êtnîkî û hisa millî bihesin û tiştekî wiha di nava rih û canê wan de bibişikeve. Ew tim xebitîne ku Kurd ji prosesa eşîrtegeriyê derbasî prosesa netewayetî û xwenaskirinê nebin. Armanc jî ewe ku ew bi zirara xwe dizanin dema ku hemû Kurd xwe wek miletekî yekdest bibînin.

Zêdetir bixwîne     

  ------------------------------------------------------------

 SERXWEŞÊ EVÎNÊ

 Xizan Şîlan

bi saya baskên teyr û tilûran

ji nameyên te yên ji rondikan

ji dil û kezeba te yê peritî re

bersivê dişînim

di neynika asîmana reştarî de

qermîçokên qedera eşên eniyê te

dibînim

barê eşqa bareşa feleka xayîn

li ser pişta te siwar kirine

zencîr li devê heyveroniya

şadiyên şevên te xistine

zeviyên laşê te yên ziwa

ji tîna hesreta evînê hatiye

qewirandin

Zêdetir bixwîne     

  ------------------------------------------------------------

Dîdara Helebstvanê Kurd ê Klassîk H.Mewlewî

 

Berêweberêtî Giştî Roşenbîrîyî Û Huner Le Silêmanî

Lijney  balay dîdarî MEWLEWÎ

Agahdarî

Bo rêzlênana li bîrewerî û berhemên zana, daner û helbestvanê mezin yê gelê me Hezretê Mewlewî Tawegozî, rêveberiya giştî ya roşenbîrî û hunerî li Silêmaniyê di berdewambûna kar û çalakiyan de, rojên 9-10/10/2010an dîdarekê bi navê dîdara MEWLEWÎ saz dike. Em bang li hemû Mewlewînas, wêjevan, nivîskar û lêkolîneran dikin, bi taybetî ew birêzên ku karîna wan ya nivîsê di biwarê Mewlewînasînê de heye, dikarin ta 15/9an li ser van babetan binivîsin:

Zêdetir bixwîne     

  ------------------------------------------------------------

 Çavên wê û Atîna

 

Hoşeng Osê

 Hîv jî bizarî te dike.

Ji tayê dûmanê lawaztir bûm…

Zêde, bi çavên xwe, min nekuje!.

Bê tu daristanan li xwe bipêçî, were.

Ji pela çixarê, teniktir bûme.

Kefa derya, li ser lêvên aso bihêle û were.

Weke ku şev diwaze…

Perîk .. perîk…

Dilop .. dilop…

Kêlîk .. kêlîk…

Sir .. sir…

Helbestan lixweke û were.

Ji vê kerb û kelê…

Ji vê tenahiyê, dikim vê hîva bizarî te dike, bixwim!.

Zêdetir bixwîne     

  ------------------------------------------------------------

Di siyaseta Swêdê de jineke kurd

 HAYDAR DILJEN

   Me Hediye Guzel li Parlementoya Swêdê, di odeya wê ya xebatê de ziyaret kir û li ser jiyana wê, li ser serdana wê ya Amedê, rewşa zarok û siyasetmedarên kurd ên girtî hevpeyvînek çêkir. Her wiha hûn ê di vê hevpeyvînê de ji Konyayê heta parlamentoya Swêdê sefera pêşketina keçeke kurd a ji dayik û bavekî nexwendî bixwînin.
26/08/2010

Zêdetir bixwîne     

  ------------------------------------------------------------

Mirina Kalekî Rind (Osê Hecî Hersan: Bavê Dara)

                                                                                        Konê Reş  

Osê Hecî Hersan(Bavê Dara): Welatparêzekî kurd bû, niştimanperwer bû, xwîngerim bû, dilêşê welat û welatiyên xwe bû, rastgo û bêlayen bû, mirîd û sofîkî Bedirxaniyan bû, berprsyarê belavkirina kovar û rojnameyên Bedirxaniyan bû li Amûdê..

 Doh 24/08/2010, piştî temenekî dirêj dor 93 salan, li Amûdê koça dawî kir û îro bi beşdarbûna welatiyên dilsoz û wefadar termê wî, di kêleka girê Şermola dehat veşartin.

Zêdetir bixwîne     

 

 SERHILDANA XORTAN!

 Feqîr Ehmed

Xort ji hindir hatin der,

Hûn natirsin ji tevger,

Keçîk serî li xwe hildin,

Tev hev rabin herin şer!

 

Hûn serê xwe tev rakin,

Destan bi hev ra li bakin,

De mêjê xwe nûjen kin,

Hêzê li dijmin derkin!

Zêdetir bixwîne     

  ------------------------------------------------------------

 

HEZDIKIM JI TE NIKARIM BI DILÊ XWE

                     1

Dema te difikirim dil radipere

Hevîdarîyek digirî di dilê min de

Heznî dibim u bask şkesti dibim

Hezdikim ji te nikarim bi dilê xwe

Hingî  bolyoze eşqê li dil ketî ye

Di şevên hicranda belqityê demanda

Meyxana çavên tede dinoşim

Bi evina te disa serxoşim

Daweşandin ji pehniyê

Zêdetir bixwîne     

Muruvet Cacim

             ----------------------------------------------------------------

 Birêz kekê Hesen Slêvanî, serokê Yekîtiya Nivîserên Kurd – Dihok

Birêz endamên Desteka Birêvebir Ya Yekîtiya Nivîserên Kurd – Dihok

 

Rê bidina me, ku em di destpêka silavnameya xwe de rêz û silavên xwe         bigihênine kak Mesûd Berzanî, serokê herêma Kurdisatanê,

hemû endamên parlamento û hikûmeta bashurê Kurdistanê û di kar û xebatên wan de serkeftinê bixwazin.

Bi navê Komîteya Birêvebira Gishtî

Dr. Zerdesht Haco

Serekê Navenda PENa Kurd.

   Zêdetir bixwîne....

-------------------------------------------

Gûtar û nivîsên Nivîskaran

 

     

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org

 Malper | Helbest | Siyaset | Lêkolîn | Gotar | English | Kurdî | کوردی  | عربي | Nivîskar | Arshîv| Ziman | Civak | Navenda PEN ê | Komîte| Destûr û Rêbaza navxweyî |