Helbestên Mürüvet Cacim

 

 

 

 

hinek Kar û Chalakî

 

•  Rêbaz û destûra navxweyî ya PEN a Kurd

 

Temamiya wê bixwîne

 

•  Chalakiyên wêjeyî yên ku PENa Kurd ji roja damezrandinê heta niha encamdayîn...

 

Temamiya wê bixwîne

 

•  Kampaniyên PENa kurd yên heta niha ji bo azadkirina endamên xwe ji girtîgehan û exhkence û lisêdaredanê sazkirîn...

 

Temamiya wê bixwîne

 

HEZDIKIM JI TE NIKARIM BI DILÊ XWE

                     1

Dema te difikirim dil radipere

Hevîdarîyek digirî di dilê min de

Heznî dibim u bask şkesti dibim

Hezdikim ji te nikarim bi dilê xwe

Hingî  bolyoze eşqê li dil ketî ye

Di şevên hicranda belqityê demanda

Meyxana çavên tede dinoşim

Bi evina te disa serxoşim

li vî kavilê wêran ev xezeba çi ye

Te rondikên çevan di dilde mezinkiriye

Hingi te derîyê dilê min lerizandî ye

Êdî ez dil kocerim mal xirabim

Ne xewdi mal û bê pergalim

Roj li serminde hilat

Çend payiz derbas bûn deng ji te nehat

roj derbas bû, demsal guherîn

Ew gîyana nazdar û bi aram

Li ber çavan heliya bu talan

Hingî  bolyoze eşqê li dil ketî ye

Gula dêmê min dîsa çilmisîye

Niha dizanim pîzotên xezebê ye

Di dilêminde diteqin

Dilê minê bê te

ji gewdeyê şevê re dibe landik

Pirhevok konê xwe dardixin

Dunya min teng u tari ye disa

Ez keziyên bîranînên te dirêsim

Rondik çavên min dişewitînin

Cavên şîn ku bruskên têda

Neqişîne rengê çîmanê

Hezdikim ji te ax nikarim bi dilê xwe

               2   

Evîndar di tarîya da dilorînin

Bi bîranînen xwere şadibin

Ez li ser bîranînên xwede  şîn digrim

Tu nayê edî dizanim û neyê

Ji ber nebuna te ketime tayê

Ez disa xewnerojkan difirînim

Qesra evînê di dilê xwede diafirînim

Wek gula baxê zayinê

Di keskesoran de Bihîşta evînê

                       3

Zîndana tirsê li ser dilê te rûniştiye

Di dumana cixara tede

Bêhna  hisreta min dinoşe

Min dixwast ku tu bi awirekî germ

Bi evîndariya dilê xwe vemirînî

Agirê li ser textê dilê min

Hingî tu buyi dizê dilê min

Bolyoze eşqê li dil ketî ye

Gerdun tarîye avahî fetisokî ne

Belqitîyên çavên min

Bi gotina min nake

Dilê minê şeveder

Erişên çavên te bir nake

Di baxê dilê minde

Çirûsk vedide  hevidarî

Hezdikim ji te

Axx nikarim bi dilê xwe

               4

Ez benda tebum ku tu weri

Şevnema dilê min belav bikî

Nalînek ji axînên te

Hesirek ji çavên min

Ji ber van çerx û dewrana

Ku demsalên xwe, em birêsin

Aax Ji bêdengiya te,

Wêneya tenêtiya min diafire

Dilê min bendewarê fermana awirê te ye

gerdûna asmanekî avis de

li vî kavilê wêran ev xezeba çi ye

nalîna evîndaran derîyê felekê dilerizîne

Kê dixwaze dilê min kê dixwaze

Ji kaniya êş u kulan avekê vexwe

Te pêşkêşî min kir, meya evînê

ji lêvên bengi re bu sevên hicran

Te Balyozé esqé li dilé min xist

Keskesor di dilde bu wêran

Hezdikim ji te ax nikarim bi dilê xwe

                  5

Dilê min birîndare lê çare nabe

Digerim çol û beyar ax ra lê nabe

Ez bériya te dikim tu bériya stêrka

Ez sterké cavén te dixwazim tu ramusana

Ez edî li col beyara nagerim pirsa te nakim

Benda hatina te naminim sibeha nakim

Di pencerên girtixanada ji gul bişkivîn

Dilê min heji  wek çol u beyara ye

Ez şeva beravdikim di paşila xwede

Sevên serserî şahidê wêraniya mine

Stranên şevan pir heznê ne u dilşewatin

Guliyên şevê çîrokên evînan dihûnin

Siyabend u Xeca zerîn

Mem u Zîn a bext reş

Yan Ji difire bal Hiso u Nazê

Tu  çi didi min tu çi ji min dixwazî

Tu herdem  bi gilî gazin pir ji bi nazî

Tuji careki bigre agirê dilê min bi destê xwe

Bila bilerize  erd biricife insan

Bi kulma xwe bigre

Bila pêkeve ezman bişewite gerdun

Du û dukela wê berde dilê xweyê tolaz u şeveder

Ew belqityê dilê min ku te dixwaze

Hezdikim ji te ax nikarim bi dilê xwe

              6

Dilê xwe nexapîne

Çavên te sîxwerên bedena mine

Disa ji te nav awirén xapinok da

Ez rizandim bi ciwani

Niha dilê min ber pîrbûnê ye

Cavên min îro bê kes in

Pêlên deryayê hatine xezebé

Erd û ezman dilerize ji ber wê wetayê

Diroki demén westiya yî dixim

Te u dilê te yê xapinok wek kirasê mar

Di dadgeha dilê xwede mehkum dikim

Di renginiya hêzrexwede dijînim

Hezdikim ji te ax nikarim bi dilê xwe

Êdî meyxana çavên tede dinoşim

Bi evina te disa serxoşum

Mürüvet Y.Cacim

muruvetcacim@gmx.de

 

 

……………………………....................................................

 Vegere Destpêkê

Copyright ® 1990 pen-kurd.org

 pen-kurd.org

Navenda PEN a Kurd