pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

Nivîsên din yên Nivîskar:

Ezîz ê Cewo:

 -YEKÎTÎYA NETEWÎ YE ERÊNÎYA DEMÊ!

 

Vegere destpêkê

 

 

R’ÊFÊRÊNDÛM  PÊK HAT! Ê, PAŞÊ..?

Ezîz ê Cewo

Radîo, têlêvîzîon û çapemenîya cîhanê ji vir û wir ragîhandin, ku rêfêrêndûma ji  bo Destûra bingehîn ya Komara Tirkîyayê 12-ê rezbera 2010-an bi serkevtinî pêk hatye û bûye bingeha guhartinên dêmokratîk di wî welatî da. Ku pejirandina guhartinên di Destûra bingehîn da wê rê li  pêşîya Tirkîyayê berbi Yekîtîya Ewropayê veke…

Û ev cîhan, a ku xwe  şaristanî dihîjmêre, vê care jî kurd firotin berjewendîyên xwe.

Ma  çavdêrên wan li wir amade nînbûn û her tişt li ber çavên xwe nedîtîn? Divê mirov kor be, ku nebîne: ma-ne li seranserê Kurdistanê kurdan (ji bilî çend esker, polîs, memûr û mamostayên tirk- ew jî dilopek bûn di deryayê da!) bi yek dengî ew rêfêrêndûm boykot kirin!

Wisa ye, ev helwesta wan ne ewqasî dûrî exlaqê wan e, wana di dema xwe da şaristanîya Vîzansê bi devê gurên berate- koçerên nîvhov va berdan, ên ku li ser pişta deve û hêstiran ji best û beyarên Asîya Navîn hatine wir…

Wek ku wana Vîzans firotin, ewan em jî firotine û dîsa wê me bifiroşim, eger em bi xwe van tiştan nebîn, û ji bo tiştên xetertir amade nînbin. Eger em wek netew ji van hemûyan dersan dernexin.  

Ma dîsa, gelo ne bes e?

Bi rastî, eger em bakûrê Kurdistanê derî sînorên Tirkîyayê bibînin, wê demê dibe ku ew rîfêrêndûm ji bo tirkan gavekê berbi pêş be… lê dîsa di nav çarçoveya derbeya faşîstî ya 12-ê rezbera 1980-an da.   

Û, dibe ku ji bo wê jî hukumeta AKP-ê rêfêrêndûma 12- rêzbera 2010-an lidarxist.

Sembolîk e, ne?

Eva jî tê wê wateyê, ku AKP destûra bingehîn, ya  ku xûnta faşîstî li gel ferzkiribû, bi rêfêrêndûmê erê kir, û ew hinek guhartinên kosmêtîk wate û naveroka bingehîn a Destûra bingehîn a 1980-î naguhêrin.

Ji xwe ji bo kurdan ew Destûra faşîstî dîsa ew maye: dîsa hebûna gelê kurd nayê pejirandin, dîsa ziman û çanda kurdî qedexe ne.

Ango, çi dertî hole? Di Tirkîyayê da faşîzmê kirasê îslamê wergirtîye û dixwaze temenê desthilatdarîya xwe dirêj bike.  

Di vê rewşê da boykotkirina rêfêrêndûmê ji hêla gelê kurd va rast bû, û em dikarin gelê kurd ji bo serkevtinê di ware têkoşîna siyasî da pîroz bikin. Lê, eger ev boykota ji vir û pêva jî neyê pêşxistin, wê bêwate bibe. Ji vir û pêva em nikarin xwe bi wê têr bikin û rawestin…  

Bi erêkirina Destûra derbeya sala 1980-î hukumeta Tirkîyayê bi otomatîkî dîsa gelê kurd, wek netewekê, ji qanûnan der dihêle û ji hemû mafan bêpar û merûm dike.  Û, ji  bo wê jî ji  bo çareserîya pirsgirêka xwe gelê kurd mafdar e hemû rê û rêbazan bide bikaranîn.  

Û li ser vê rêyê boykotkirina perwerdeya bi zimanê tirkî gaveke yekem e.

Li vir pirs ne di wê da ye, ku hema wisa, ji bo xatirê boykotkirinê, perwerdeya zimanê tirkî boykot bikin. Pirs ew e, ku perwerdeya zimanê tirkî li şûna ya zimanê kurdî li kurdan ferz dikin. Û bi vê roj bi roj mejûyê zarokên kurd dişon û wan dibişêvin, dikin tirk. Dewleta tirk dibîne, ku bi tevkujîya sor nikare gelê kurd tune bike, rêya tevkujîya sipî daye pêşîya xwe. Û, wek ku dîroka gelan dide xuyanê, tevkujîya sipî ji ya sor xetertir e. Û ji bo ku vê armanca xwe pêk bînin, ew tu derfetan nahêvişînin, heya zarokên du-sê salî ji ber bedena dayîkên kurd digirin, li perwerdeya tirkî- makîneya tirkkirinê ra derbaz dikin û pîştî çend salan êdî kesekî bi mêntalîtêta tirkî, li ser çanda tirkî perwerdebûyî vedigerînin nav civaka kurdî. Û ev kes bi obyêkîvî dibin agêtên (ajan) belavkirina ziman, çand û mêntalîtêta tirkî di nav gelê xwe da. Û ev hemû bi rêya zimên- zimanê biyanî, pêk tê…

 Wek ku tê zanîn, dema navê net’ewekê hiltînin, di sêrî da zimanê wî tê bîra mirov. Ango, net’ew bi zimên wek net’ew tê nasîn. Di  r’êza t’aybetmendîyên net’ewî da, yên ku netewan ji hevdu cuda dikin, ziman ya here  girîng e. Ziman mercê hebûna civakê bi xwe ye- wek net’ew. Dema ziman winda dibe, her tiştê net’ewê winda dibin: çand û wêjeya zarkî- stran û nivatin, ç’îr’ok û gotinên pêşîyan, k’en û  girî, lîqîna zarokan û lorîka dayîkan, soza evîna Welêt û hesreta meskenê kal û bavan. Ya ku her net’ewekê wek net’ew li ser p’êyan dihêle, ziman e. Ziman stune serke ya qubeya net’ewî ye, hemû t’aybetmendîyên din- wêje, hûner, çand û r’abûn-r’ûniştina net’ewî li dora zimên tên hûnandin û navnîşanên net’ewê sazdikin. Net’ewa ku zimanê xwe winda kir, her tiştî winda dike û bi xwe jî dimire, winda dibe.

Ji bo wê jî em- k’urd, eger dixwazin wek netew winda nebin, dive her tiştî bikin, ji b o ku zimanê k’urdî winda nebe.   

Eger hukumeta t’irk mak’îneya dewletê dike k’ar, ji bo ku zimanê k’urdî t’une bike, û hedefa wê ya dawîyê jî t’unekirina gelê k’urd e (û ev jî sûcekî dijî mirovayîyê ye!), dive em li dora t’evgera net’ewî bicivin û bibin yek û mercê hebûna xwe- zimanê k’urdî bip’arêzin û pêş bixin.

Ev tiştên li hember gelê k’urd hatine û tên meşandin, dijî prênsîpên şaristanîya mirovî ne. Û ev prênsîp jî hê 10ê berfanbara sala 1948’an di  Danazana giştî ya mafên mirov  a R’êxistina net’ewên yekbûyî da  bûne qanûn… Dewletên cîhanê, yên ku R’êzika R’êxistina Net’ewên Yekbûyî  pejirandine û bûne endemê wê, destûrên xwe yên bingehîn  anegorî  prênsîpên van belgeyan amade yan serer’astkrine, ji bilî Komara Tirkîyayê.  

Weha, di gotara yekem a vê danezanê da çi tê gotin:

Hemû mirov ji dêya xew azad tên cîhanê û bi r’ûmet û mafên xwe va weke hev in. Ewana xwedî sewda û wijdan in û divê li hemberî hev xwedî helwesta biratîyê bin.

Ya duyem jî dibêje:

Her mirovek divêt xwedî hemû maf û azadîyan be, yên ku di vê danazanê da hatine daxuyandin. Divê cudayîên  t’u awayî di nav wan da t’unebin, ew ji çi r’assayê, r’engî, zayendê, zimên, olê, bawerîyên siyasî an ên din dibin bila bibin, ji çi net’ewê an çîna sot’sîal, r’ewşa hebûkê an  di nav civakê da r’adeya ciyê wan çi dibin, bila bibin.

Û gotara sêyem jî mafên mirov ên bingehîn  t’omardike:

Her mirovek mafê xwe yê jîyanê û azadîyê heye û mafê t’u mirovî nîne li hember kesê wî destdirêjayîyê bike.

Wek ku tê xuyanê, ev hemû ne ji bo Komara Tirkîyayê ne, rayedarên wan tuyî qanûnên şaristanîya mirovî kirine û bi qanûnûn  xwe dijîn. 

Di nav sînorên  K’omara T’irkîyayê da li ser xaka xwe ya kal û bavan û di mêtropolan da weke bîstûpênc mîllîon  k’urd dijîn. Ewana li  vir  bi hemwelatîyên din r’a t’evayî û weke wan k’ardikin, diçin leşkerîyê, serdayîyan (vêrgî) didin dewletê, bi wan serdayan byûtcêya dewletê digihîje hev. Ji wê byûtcê jî ji bo serok’komar, serokwezîr, wezîran, serleşker, leşker, polîs, sazîyên dewletê, çanda t’irkî, zimanê t’irkî, ji bo avakirina gund û bajaran, t’endurustîyê, sosyalê û tiştên din tê p’arvekirin. Lê gelê k’ûrd ji van hemûyan bêp’ar dimîne. Ji bo wî  t’enê r’êyek hiştine: leşkerîyê bike, k’ar û xizmeta r’eş  bike, an k’oçberbibe û bihele, ji k’urdeyetîyê bibe... Ango, r’oj di nava r’ojê da mafên gelekî yên xwezayî tên binp’êkirin, wî neç’arî windabûnê dikin. Ev jî li ser asta navnet’ewî navekî xwe heye- t’evkujîya sipî...

Belê, berovajî û dijî qanûnên navnetewî ji r’oja avabûna xwe va û heya îro Komara Tirkîyayê herroj li dijî gelê kurd tenê sûc kirye û îro jî dike.

Di r’ewşek a weha da mitaledarîya t’irk jî di vê pirsê da bi bêdengîya xwe helwesta xwe ya t’erefdarîya vê r’êjîma faşîst da xuyanê. Û derk’et hole, ku gelê k’urd dive êdî xwe nexapîne, em dikarin cînarên hev bimînin (qenc, an xerab!), lê bi hev r’a welatîyên dewletekê nikarin bimînin, ji ber ku dewlet bi xwe bi destûrî me nas nake! 

 Û ji bo ku li hember van kiryarên r’êjîma T’irkîyayê xwe bip’arêze, gelê k’urd destbi têk’osîna r’izgarîya net’ewî kir, û di serdema nû da, ev êdî sî salî zêdetir e, têkoşîna ji bo mafên xwe yên mirovî û net’ewî dimeşîne... Divê neyê jibîrkirin, ku ew têk’oşîna ji bo wê ye, ku gelê kurd bikaribe bi serbestî bi zimanê xwe yê dê biaxive û bi k’urdî jiyan bike; bi hezaran p’akrewnên me çêbûne, ew jî ji bo wê ye; ewqas jî girtîyên me yên siyasî çêbûne (di nav wand- waisa jî zar’ok!), ew jî ji bo wê ye, r’êberê gelê k’urd- bir’êz Abdullah Ocalan ev êdî deh salan zêdetir e, di hebsa dagerkeran da ye, ev jî ji bo wê ye… Û îro jî gelê me li ser p’êyan e, û ev jî ji  bo wê ye!   

Û li ser vê r’êyê boykotkirina p’erwerdeya zimanê t’irkî gevek a erênî ye, lê tenê bi  wê nabe, divê di seranserê Kurdistanê da perwerdeya alternativ bi zimanê kurdî bê tevgerkirin. Û, ya  sereke, ev divê  kampanîya nînbe, ev dive bibe şêwazê jiyana me ya rojane. Divê her malbatek a kurd bibe dibistan ji bo perwerdeya zimanê dê.

Û her weha:

- divê hemû sazî, rêxistin, weşan û kesên welatp’arêz ji bo vê k’arekî berhemdar bimeşînin, ji bo ku her k’urdek û k’urdistanîyek sibê bi wê armancê ji cî r’abe, ku tiştekî bide Welêt...  

-              ji bo wê jî divê înstîtût, sazî û dezgehên zanistî- lêger’înî yên zimanê k’urdî bên damezirandin;

-              ji bo amadekirina pisporên zimanê k’urdî xwendegeh bên sazkriin;

-              divê her doteke gelê k’urd zimanê k’urdî wisa bizanibe, ku bibe mamosteya zimanê dê ya yekem- zar’ok ji dayîkê zimanê dê fêr dibin;

-              divê axavtina bi zimanê k’urdî  ji bo her kurdî bibe pêdivîyeke wek ya av û hewayê, ji bo wê jî  zanibûna zimanê dê divê bibe k’arê r’ûmetê ji bo malbetê, û her malbetek divê bibe dibistana zimanê k’urdî ya seret’ayî.

Û ji bo ku di Komara Tirkîyayê da ne tenê ji bo van hemûya astengî çê dibin, lê her weha, kurdên ku karê zimên, çand û hunera netewî va mijûl in, ji hêla dewletê va tên girtin, îşkencekirin û serwindakirin, kurd îro mafdar in, her tiştî, yê ku girêfterî desthilatdarîya Komara Tirkîyayê ye, boykot bikin. Ew divê  wê desthilatdarîyê nas neke, ji ber ku dewletê bi xwe da xuyanê, ku ew ne ya kurdan e…  

Demên biryarên mezin pêra gihîştine!

Ka em, wek netew, çiqasî ji wan ra amade ne, wê di dema pêş me da  derkeve holê!

Êdî jizûva dewletê kûrsa jixwedûrxistina kurdan daye pêşîya xwe, û çiqa diçe goveka di navbera gelê kurd û dewleta tirk da frehtir dibe…

Mirov dikare bibêje, dema xatirxwastinê pêragihîştye. Û ev dema jî rêvebirîya Tirkîyayê û mitaledarîya wê bi xwe gîhandine.

   

Vegere destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org