pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 

 Nivîsên din yên Nivîskar

Kakshar Oremar

- Seyîd Riza û Qazî Mihemed!

Kurek û dayikek!

 -

-Boykot û Paşeroja Me!

Vegere Destpêkê

 

 

Hewara Husên Xizrî…

Kakşar Oremar

Email:kaksharoremar@gmail.com

 

Van rojan dîsa jî ji hêlîna „marên kor“ dengê xeberên nexweş tê. Dîsa çerxa mirinê li dijî azadîxwazên Kurd ketiye gerê. Rayedarên „komara wehşetê“ dîsa li bajar, gund, ser sinor û zindanên xwe yên reş dest bi kuştin û îdama keç û xortên Kurd kirine.

Serbaz û pasdarên wan dema nûciwanekî Kurd dikujin, mîna ku kafirek kuştibin. Ew ji hêla melayên xwe yên fenatîk ve wiha hatine terbiyet kirin ku kuştina „Kurdên sunnî“ xêreke mezin e. Berî çend roja bû ku me xebera kuştina kasibkarên Kurd bihîst. Kesên ku hêşta di destpêka bihara jiyana xwe da bûn: Reûf Hesen Îbrahîm, Idrîs Ebdulahî, Şaho Babayî, Rêbaz Babekir Mistefa, Mirad Eskînyar û…tev nûciwan û ciwanên nûgehiştî bûn ku deftera jiyana wan bi goleyekî 5 tomenî hate dadan.

 

Navê Husên Xizrî van roja pir tê bihîstin. Dema ez li wêneyê wî temaşe dikim, di nêrînên wî da xwe muxateb dibînim. Mîna ku ji min bipirse: ka hûn li derve bo me girtiyên azadiyê çi dikin?“…

Rastî nizanim çi bêjim, lê gelek şermê ji xwe dikim û nikarim ji xwe re bêjim insan. Birastî heval Husên nizanim çi bêjim? Lê dixwazim ji te re bêjim:

Kes dengê te nabihîse heval!. Nexwestin hewar û qêrînên te bibihîsin. Dîrokê jî dengê Kurda nebihîst û em bûn qûrbana berjewendiyên kedxwarên çav şîn. Yên ku îro xwe xwediyê her tiştekî û heta qedera me jî dizanin. Tu kurê feqîr û hejarên bajarê Urmiyê yî. Çavên te yên bedew li ser textê reqê çêkirina rayêxên rengîn sal bi sal zeîftir bûn. Kilîm û ferşên ku bi ked û xwîna dilê zarok û ciwanên weke te bûne xemla malên dewlemend û wan dîktatorên ku îro biryara îdama te dane. Ew heywanên wehş şermê ji xwe nakin û navê xwe jî danîne insan.

Heval can ji vê cihana bêedalet re çi bêjim ku îro axa me ji me re kirine zindan û goristan!?. Li hemberî wan nêrînên te yên tejî gotin, çi bêjim? Çi bikim? Karê me yên derve tenê bûye kempîn û komkirina îmzayan ku heya niha jî ev çalakiyên me piranî bêbandor bûne. Li welatên Ewropa karên wiha hinekî xwedî bandorin, lê li welatê ku berdewan li ser medeniyeta xwe ya 2500 salan diaxivin, demokrasî û kempîn bêwate ne.

 

Qêrînên te hertim di guhê min da hene. Ew qêrînên sedsalên bindestiyê ne. Xweziya der û dîwarên wan hocreyên tarî rojekê ji me “zindîyên mirî” re xeber bidana. Em dixwazin çîroka şikence û berxwedana we “Kaweyên sedsalê” ji zimanê wan bibhîsin heval.

Way bira Husên çi bêjim? Em çiqas şermezarî te û hevalên weke te ne, qe nayê gotin. Çima qêrînên te yên bêbersiv, hewarên te yên ji dil, şikenceyên ku şev û roja li ser rih û laşê te yê nazik kirin, nagehin guhê rêveberên ku her roj behsa edaletê dikin?! Li ku ne ewên ku dixwazin li ser mafê mirova biaxivin? Em çiqas sûcdarin ku berxên mîna te wiha hêsan dikevin devê gorên xwînxwar?. Rayedarên „komara wehşeta neîslamî“ hêşta jî desên îbretê ji îdama mamosta Ferzad Kemanger û hevalên wî nestandine. Niha jî mîna kalkên xwe yên Sefewî û Qacarî dîsa li dijî Kurda dest bikar bûne. Ew di vî karê han da xwedî tecrube û dîrokeke 400 salî ne. Berê biryarê didin û hinek bêdeng dimîn in. Mîna wî marê kor in yê ku li benda derfetekê ye da jehra xwe birijîne. Ferqa melayên komara wehşetê û marê kor tune. Belkî ew hinek ji marên kor hovtir û bêwijdantir bin. Di vê rastiyê da ez bêgoman im heval.

Husên, hevalê min yê qehreman, dizanim ku hûn ji tarîtî û mirovên hov natirsin. Hûn jiyaneke nû ji mirinê re dibexşînin. Ev felsefa we ya nû jiyaneke nû ji civaka me re afirandiye, lê xweziya ew êşa ku tu û hevalên te ji bo azadiyê dikişîn, di nava me teva da bihata parve kirin. We bi van îde û ramanên xwe yên nû wateyeke nû da jiyanê. Evîna jiyanê li cem we xwedî wateyek dine. Ev xwîn û keda we yê cihanê bigûrîne, lê gûherandina ku dîktatoran ji hole radike û bi yek carî di zibildanka dîrokê da wenda dibin.

Li ser wê axa pîroz gelek qehreman hatin û çûn, lê wenda nebûn. Em li benda azadiya te ne bira. Hîvîdarim tu encama ewqas zahmetî û keda xwe bibînî û tama azadiyê bikişînî û wateya wê bi me “azadên hêsîr û sergerdan” jî bidî fam kirin. Em li benda hatina te ne heval Husên.

 

21.11.2010 ROJ TV

Vegere Destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org