Kurek û dayikek!
Kakşar Oremar
Email:kakşaroremar@gmail.com
Hûn te wî nas dikin. Belê qehremanekî ciwan û mêrxas. Ji cinsê: Kaweyê Hesinger, Mazlûm Dogan, Necmedîn Buyukkaya, Pêşewa Qazî Mihemed, Leyla Qasim, Kemal Pîr û Semed Bêhrengî. Mamosta bû. Ji herkesî bêtir êş û elemên zarokên civakê nas dikirin. Dilsoz, fîdakar û çi bigota, pêk jî dianî. Kesê ku di
şertên herî dijwar da şikenceyên gelek giran bi dil û can li ser rih û laşê xwe pejirandin lê xwestekên dijiminê netewa xwe red kirin. Karê ku wî kir, bû destpêka rojeke nû di dîrokê da. Dîroka azadîxwaziya Kurd û Kurdistanê an jî baştire bêjim dîroka insaniyetê ku hertim dilê wê li Kurdistana mezin ji lêdanê neketiye, gelek deyndarê kesên wiha ye. Erê raste… ew Ferzad Kemanger e. Mamosta û profesorê ku bi fîdakariyên xwe yên kêmnimune di hemû cihanê de, rûpelên dîroka kevin dirandin û ji kesên razayî re bû dengek. Dengê fîdakarî, hişyarî, fikirkirin û xwe baştir naskirinê.
Hinek kes dimirin û zû tên ji bîrkirin. Hinek kes jî piştî mirina fizîkî, di civakê de jiyaneke nû didin dest pêkirin.
Piştî îdama mamosta Ferzad û hevalên wî me baştir malbata wî jî nas kir. Birayek fermandare û li serê çiyanên Kurdistanê bûye şervanê azadiyê. Xwîşka wan Nesrîn jî di destpêka şoreşa gelên Îranê de bi mêr û tîyê xwe re li zindana Êvîn ji hêla rayedarên komara îslamî ve hatiye gulebarankirin.
Kes bi qasî dayikan ji zarokên xwe hez nake. Dayika wan qehremanan „Seltenet Rizayî an jî Daye Seltene“ ye. Ew jineke netirs û tim ji zarokên xwe dawa kiriye ku neheqiyê nepejirînin. Dema Ferzad û hevalên wî hatin îdamkirin, me Daye Seltene baştir nas kir. Jineke bi cesaret, rewşenbîr û Kurdperwer. Kurekî weke Ferzad elbete xwedî dayikeke wiha bûye ku bi name û berxwedana xwe heta tirs xistibû dilê dîktator Xaminêyî jî. Berxwedana wî stonên „komara wehşet“ê lerizandin. Xwîna wî û hevalên wî bû sedem ku dost û dijimin li Îranê baştir Kurda û şoreşa Kurdistanê nas bikin.

Piştî îdamê Daye Seltene û çend endamên din yên malbatê xwe digehînin parlmana Îranê. Li Tehranê diçin parlmanê û li wira waliyê Kurdistanê(Sine) jî dibînin. Dayika dilşewat ji walî re dibêje:“ vira mala gele, mala mine ne ya te, ka termê zarokên me?“. Ew jî jêre dibêje:“ Ger em termên wan bidin we, Kurdistanê yê bi yekcarî bibe pareke agir. Herin emê piştre gorên wan nîşanî we bidin“. Dîsa ew bi cesaretek tejî qehr û nerihetî ji walî re wiha dibêje:“ Min gulek perwerde kir û pêşkêşî Kurdisatê kir. Serbilindî ji min re û şerma wê jî ji we re“.
Çil roj li ser şehadeta Ferzad, Şirîn û hevalên din derbas bibûn. Dîsa Daye Seltene ji bo standina termê ezîzê xwe diçe walîtiya Sine. Vê carê êdî ew gotinên xwe yên dîrokî ji walî û kesên derdora wî re dibêje. Gotinên ku tirseke mezin di dilê walî û kesên derdora wî da çêdike:
„Piştî çilê ez çûm walîtiya Kurdistanê û min ji wan re got: we soz dabû ku yê qebirê kurê min nîşanî me bidin“. Walî jî got:“ Ger em mezarê wan nîşanî we bidin, yê bibe cihê kombûna gel, tenê karekî dikarim ji wan re bikim û ew jî ewe ku ji bo kêmkirina ezaba wan ya qiyametê, dua bikim“. Dema ew wiha axivî, ez jî rabûm, min bi mistê li ser masa wî xist û jêre got:“ qiyamet li vire. Min qet mistek axê navê. Kurê min di dilê gelê xwe da saxe...“. Ji oda wî derketim û dema ku ji derê walîtiyê derketim derve, min gelek serbaz û hêzên asayişê li wira dîtin ku tev di halê amadebaşiyê de sekinîbûn. Hingî min bi dengekî bilind wiha got:“ li hêza dayikeke zarok mirî binêrin ku ji tirsa wê ewqas meimur jêre anîne vira“. Jineke meimur li wira xwe nêzî min kir, destê min girt û di halê ku hêsir ji çavên wê dibarîn ji min re got: Dayê can aram be, here û nehêle destê wan bigehe destê te.“
Dayika me Seltent Rizayî careke din gotina bav-kala:“ şêr şêre, çi jine, çi mere” bi bîra me anî. Ferzad bi gotin û nameyên xwe yên ceherdar axa Kurdistanê li ber dilê me muqedestir kir. Ez dixwazim rojekê herim tewafa wê axa ku her roj solên Ferzad maç dikirin. Dixwazim wê xuliyê bi ser ser û çavên xwe de werbikim. Ew gund û dibistan ji vir û şûnda bo min cihên herî pîroz yên vê cihanê ne. Gere em Kurd li wira heykela mamostayê herî fîdakarê cihanê, Ferzad Kemanger deynin.
Sipas bo te Daye Seltene ku te kurekî wiha mezin ji welatê mere mezin kir û kire rêberê doza me. Hezar car sipas ku te di nexweştirîn şertên jiyanê da dilê dijiminê dagirker xiste lerza mirin û tepe-tepa fetisînê. Û pêre êdî ew dizanin ku
rojekê zû an jî dereng yê ji welatê Ferzad û Şirînê, ji axa Ferhad, Elî û Êhsan derkevin. Hingî êdî cihan yê baştir felsefa Ferzad û hevalên wî, fîdakariyên „Daye Seltene“ û doza wan ya rewa nas bikin.
Gelo ka hûn bêjin: Kengî yê jiyana “Kurek û dayikek”ê bibe filmek sînemayî an jî rêzefilmek dûr û dirêj?! Emê wê rojê bibînin??