pen-kurd.org

Helbest - Pexshan - Gotar - Daxwezanî - Kampanî - Endam

 

 Nivîsên din yên Nivîskar:

SALIHÊ KEVIRBIRÎ

-Mûjde Arslanê ‘Derdê Hewiyê’ kir fîlm

 Kirasê Mirinê: Hewîtî

 

-Ressamê rojê û motîfên efsaneyan(AHMET GUNEŞTEKÎN)

-SERPÊHATIYA ÎNCÎLA KURDÎ

-Fîlmê li ser zilm û zordariya Girtîgeha Diyarbekirê

“Girtîgeha Numareya 5-an 1980-1984

 

Vegere destpêkê

 

Mûjde Arslanê ‘Derdê Hewiyê’ kir fîlm

Kirasê Mirinê: Hewîtî 

 

SALIHÊ KEVIRBIRÎ

 

 Belgewar, rengîn, 45 deqe, kurdî

Bi jêrnivîsa tirkî, îngilîzî, 2009

 

Derhênera kurd a sînemayê Mûjde Arslan di vê dema dawî de bi fîlmê xwe yê bi navê ‘Kirasê Mirinê: Hewîtî’ bala raya giştî, çapemenî û sînemahezan dikişîne ser xwe. Şayanê gotinê ye ku di rojên dawî de fîlm du caran di televizyona bi navê ‘Kanal 24’ê de, bi zimanê kurdî hate weşandin. Arslana ku heta niha sê kurtefîlm kişandine, diyar dike ku ew di fîlmên xwe de serpêhatiya kurdan vedibêje. Nasname, kêşeyên jinan, jiyan-mirin, pîrbûn û psîkolojiyên bi van mijaran re têkildar, bingeh û hêmayên sînemagera ciwan in.

 

Di gotûbêjeke ku min sala par pê re kiribû de, Mûjde Arslanê bi van kurtehevokan behsa naveroka her du fîlmên xwe dikirin: “Fîlmê min ê yekem, ‘Lîstika Dawî’, behsa hevaltiya du zilamên pîr dike; ku yek tune be yê din jî wê nikaribe bijî. Bi vê bingehê ez derketim rê; ji du saliya min pê ve min jiyana xwe li ba pîrik û kalikê xwe borand; dê û bavê min ji ber şer mecbûr man, derbasî aliyê din ê sînor yanî derbasî Sûriyeyê bibin. Ji bo vê yekê ez difikirim ku dinyaya herî zêde ez pê dizanim jiyana kalemêran e. Fîlmê min ê duyem ‘Tov’ behsa serpêhatiya jin û mêrekî kalemêr dike. Ji bo kurdan ax girîng e; bêyî ku ax hebe ew nikarin bijîn. Tevahiya fîlm behsa vê yekê dike. Li Stenbola ku wê koçî wê bikin de, deverekî wan ê ku bikin bexçe tuneye. Herçî jin e bi israr dixwaze tov bireşîne, lê her tov, ji bo her axê nabe.”

 

Herçî ‘Kirasê Mirinê: Hewîtî’ ye, serpêhatiya xwe ji jiyana karesatî ya Emîneya Mêrdînî werdigire. Emîne, meta Mûjde Arslanê bixwe ye. Rewşa ‘malkambaxî’ ya Emîneyê bandoreke wisa li ser Mûjdeyê hiştiye ku piştî ‘badana zend û bendan’ rabûye li ser vê mijarê fîlmekê çêkiriye. Di rastiya xwe de, di kesayetiya Emîneyê de, fîlm behsa trajediya jinên ku hewî têne ser wan dike. Hewiyên ku di ciwaniya xwe de ‘malik li wan dibe wêran.’

 

Festivala Porteqala Zêrîn ya Antalyayê ya Navneteweyî, 28. Festîvala Fîlman ya Navneteweyî li Stenbolê, Festîvala Fîlman ya Navneteweyî li Enqereyê, Rojên Fîlman yên Navneteweyî li Diyarbekirê, Rojên Fîlmên Belgewar ên li Îzmîrê û Hefteya Kurtefîlmên Kurdan li Hamburgê, çend festîval û çalakî ne ku fîlmê navborî heta niha beşdarî lê kiriye.

 

Bifermin em guh bidin derhênera fîlmê navborî Mûjde Arslanê bê ka li ser meta xwe Emîneyê çi ji me re dibêje: “Meta min Emîne, di 16 saliya xwe de çû ser hewiyê. Kesê pê re zewicî, pismamê wê bû. Şideteke giran ji mêrê xwe dît. Her cara ku lêdanê xwar, xwe avêt bextê mala bavê xwe. Her cara ku birînên wê baş bûn, kesê ku wê dianî malê, dîsa bavê wê bixwe bû. Dîmenên meta min Emîneyê yên bi awayê ser û çav werimî, pêxwas û bi giriyan gava ku bi darê zorê li mala wê vedigerandin, dîmenên bîranînên zarokatiya min ên yekem bûn ku têne bîra min. Her cara ku dihat ser û çavên wê reşoşîno bûn. Carinan ligel birîndariya giran, ducanî jî dihat…”

 

We got çi bi Emîneyê hat? Vegotin û nivîsandina vê mijarê bixwe jî, di ‘baristana dilan’ de êş û janeke mezin vedihewîne: Emîne di nava salan de, aqilê heyî winda dike. Ji mal direve. Vedigerînin, dîsa direve. Bi çavên vala li derdorê dinêre. Mêrê wê zêdetir lê dixe. Her ku lêdanê dixwe, Emîneya Belengaz xerabtir dibe. Di dawiya salên xwe yên 30’yî de, di serdemeke ku rojê 8 hebikên dermanan dixwarin de, dermanek lê nayê û felc lê dikeve. Ji zar û ziman dikeve, nema diaxive!..

 

‘Kirasê Mirinê: Hewîtî’, bi serpêhatiya Emîneyê, dêhn û bala me dibe ser hewîtî û karesatên ku jinên hewî dikişînin. Bi gotineke din, di fîlmê Arslanê de çîroka Emîneyê, jinên hewî ji me re vedibêjin.

 

Di fîlm de gava ku li cem her du hewî û mêrê wê ji jinekê pirsa hewîtiyê tê kirin, bersiva ku dibe kezeba temaşevan dişewitîne: “Xweha min, ma ezê li ser hewîtiyê çi bibêjim? Hewîtî, kirasê mirinê ye û hew!..”

 

Pirsa dawî Mûjde Arslanê bixwe dike: ‘Emîne wê careke din neaxive, lê jinên din ên hewî?..

 

Mûjde Arslan, yek ji sînemagerên kurd a ciwan e. Bi eslê xwe ji Mêrdînê ye û demekê di çapemeniya kurd de rojnamegerî kiriye. Ev çend sal in ku di qada sînemaya kurd de têdikoşe. Arslanê, heta niha sê kurtefîlm kişandine. Çendek berê kitêba wê ya bi navê "Kürt Sineması: Yurtsuzluk, Sınır ve Ölüm" (Sînemaya Kurd: Bêwarî, Sînor û Mirin) ji Weşanxaneya Agorayê ronahiyê dît. Arslanê vê gavê li ser ‘Keçikên Bavfille’ kar dike ku wê ev fîlm bibe serpêhatiya pîrikên me yên ‘fileh’..

 

 

  

rojnameger@hotmail.com

  

Vegere destpêkê

 

 

 

 

 

Copyright ® 1990 pen-kurd.org