Ressamê rojê û motîfên efsaneyan
AHMET GUNEŞTEKÎN
Salihê Kevirbirî / Stenbol
Ahmet Guneştekîn bêyî ku perwerdehiyeke akademîk bibîne dest bi hunera wênesaziyê kiriye û îro di asta cîhanî de nav û deng ji xwe tîne. Tabloyên wî bi têra xwe xweser, cihêreng û balkêş in. Her pêşengeha wî bala hunerhez û pisporên wênesaziyê dikişîne ser xwe.
Guneştekîn ji Batmanê ye û di 16 saliya xwe de li salona dibistanê pêşengeha xwe ya yekemîn vekiriye. Di sala 1997’an de, li Beyogluya Stenbolê atolyeya xwe ya yekem vedike. Di sala 2003’yan de, li AKM’yê pêşengeheke ‘qerase’ vedike û bi vê pêşengeha xwe ya bi navê; “Karanlıktan Sonrakî Renkler” (Rengên Piştî Tarîtiyê), di qada hunerê de deng vedide. Piştî vê pêvajoyê, berhemên wî di koleksiyonên girîng ên li hûndir û derve de, cih ji xwe re terxan dikin. Heta niha berhem û tabloyên Guneştekîn, li hûndir û li derveyî welat ji sedî zêdetir pêşengehên şexsî û fûarên navneteweyî hatine pêşkêşkirin.
Heger ji min bipirsin; “Ahmet Guneştekîn kî ye?” bersiva min amade ye: “Ressamekî Kurd e, lê belê ji Kurdan zêdetir dinya wî nas dike!” Bi rastî jî gava em dêhn û bala xwe didinê Guneştekîn ji hêla kurdan ve zêde nayê naskirin. Gelek caran gava ez li atolyeya wî diqesidim, ew bixwe jî gazincên xwe yên di vî warî de, bi kurmanciya xwe ya “xerzane” tîne ziman û vê yekê piştrast dike.
Guneştekîn di sala 2005’an de, dest diavêje projeyeke nû ku yek ji mezintirîn tevgerên hunerî yê Tirkiyeyê tê binavkirin: “Guneşîn Îzînde” ango “Li Ser Şopa Rojê.” Ji bo ku çanda Mezopotamyayê û efsaneyên wê bide hev û nirxên wê yên li ber xetereya windabûnê careke din raberî me bike li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê digere. Di vê çarçoveyê de, projeya xwe ya bi navê; “81 Bajar, 81 Pêşengeh, 81 Hunermend” pêk aniye. Her cihê ku çûyê, hosteyeke wê derê jî daniye kêleka xwe, li ciheke dîrokî ya wê derê pêşengeh vekiriye. Guneştekîn, li dehan bajaran pêşengehên “servekirî” amade kiriye û di vî warî de, mohra xwe li bin rekorekê xistiye.
Reng û motîfên kurdî di tabloyên Guneştekîn de bi eşkereyî xuya dibin. Ew di gotûbêjekê de ji Dr. Johannes Odenthal re –ku yek ji rexnegirên girîng ê hunerê ye- li ser vê yekê wiha dibêje: “Ez di çandeke rengîn de mezin bûm. Çanda ku ez jê têm, ji rengên cîhanê pêkhatî ye. Di wêneyên min de heta tu bêjî bes, reng û motîfên çanda kurdî zelal û berbiçav in. Têkiliya rewşa van rengan bi paşeroja min re heye. Di erdnîgariya ku ez lê mezin bûm de, rojên taybet hene. Dawet, şahî, cejnên Newrozê. Di van rojan de jin û zarok cil û bergên rengorengo li xwe dikin. Bi taybetî jin, di wan rojan de tevahiya rengên tebîetê, di cil û bergên xwe de dihewînin. Dîwanên ku jin lê rûdinên, dibîn mîna koşeyên bexçeyê kulîlkan. Di kevneşopiya kurdan de rengperweriyek, baldariyek li ser rengan heye. Xema min a li ser rengan jî, di zarokatiya min de destpê kir.”
Felsefeyeke Guneştekîn heye; ew hunera xwe ji bo bibe milkê dîrokê nake. Ew hunera xwe bi hewldaneke xwezayî pêk tîne. Bi awayeke azadane, vexwarina ji çanda xwe, têrxwarina ji çanda xwe ya devkî. Wî ev yek ne bi armanca helwesteke dijber, lê ji ber ku wisa hîs kir, pêk anî.
Güneştekin, ressamekî rojê ye. Dema wî ya bi rojê re, deh sal in ku berdewam dike. Ew li warê çand û medeniyetan pêrgî rojê hatiye. Ew rojê, ne tenê beşek ji berhema xwe, her wiha beşek ji bedena xwe jî dihesibîne. Guneştekîn diyar dike ku, gava roj di berhemeke wî de tunebe, hem ew hem berhema wî, hêza xwe winda dike: “Ez ketime bin bandora vê yekê. Ev rewş ne di destê min de ye, xwezayî ye. Baweriya min, bi hêza rojê heye û bi ya min, divê li wir be. Dibe ku di pêşerojê de, vê baweriya xwe biterikînim. Dibe ku du-sê sal paşê roj tunebe.”
Fîgur û motîfên mîtolojîk jî bi qasî hêmaya rojê delalên ber dilê Guneştekîn in: “Herçî fîgurên mîtolojîk in, di rastiya xwe de yek ji wan jî tunene. Ji serî heta binî fîgurên hêza min a xeyalî ne. Çîrok hene, lê referansa tu fîgurên ku ez çêdikim, di wan çîrokan de tunene. Ez ji tu rolyefekî dîwaran, ji minyaturan, ji kitêban, ji motîfekî neqaşekî kevin îstîfade nakim. Ez tevahiya wan, di nava xwe de diafirînim. Heger ez li wir mebesta xwe nebêjim, wê kesek fêm neke ku min mîtolojî neqişandiye. Jixwe çavkaniya mîtolojiyê jî ne diyar e. Herkes cuda şîrove kiriye. Şîroveya min li ser çanda devkî pêk hatiye.”
Ahmet Guneştekîn xebatên xwe li Asmalimescîda Beyogluyê dimeşîne. Şayanê gotinê ye ku di rojên pêş de “Güneştekin Sanat Merkezi” ango “Navenda Çanda Guneştekîn” dergehên xwe ji hunerhezan re vedike.