YEKÎTÎYA NET’EWÎ YE ERÊNÎYA DEMÊ!
…Û t’a îro jî, wek wan pêþîyên xwe,
Ew dijminê me dîsa maye ew,
Ger lê pêwîst be, me dighîne xwe,
Lê-k hema dem hat, me zol dike ew!...
(Ji destana “Dojeh”)
Ezîz ê Cewo
Eva demek a dirêj e, ji wan bûyeran, ên ku li K’urdistanê pêk tên, sewdayê mirov bêzar bûye, ew dike û nake, nikare bersîveke heþmendî bibîne. Bi r’astî, mirov êdî ji þroveyên berê jî westyaye, dibîne, ku di vê cîhanê da “li cîyekî tiþtek wisa nîne”. Jixwe þermezarkirina dijminên hov û har jî em negîhandine t’u encamê... Mirov çawa mirovên bêexlaq û bêþerm þermezar bike? (Me ew þermezar kirin, û wan jî þerm kirin!!!)
Mirov ji çi hêlê va li pisgirêkan dinihêr’e, sedemên p’eydabûna wan û r’êyên ç’areserîyê ji bo wan diger’e, dîsa encam ew e: “li cîyekî tiþtek wisa nîne!” Mejûyê mirov bi hêbet dik’eve t’evgerê, sewdayê wî hewl dide ç’irûskeke r’onahîyê bibîne, lê encam dîsa ew e- bêencamî!
Heþê mirov ê normal êdî van tiþtan r’anagire!
Çima?
Û dîsa mejû agahîyan leber dike, sewda jî dîsa bûyerên îro û yên dîrokî tîne r’ex hev, hemberî hev dike... Lê dîsa “tiþtek ne wisa ye!” Mejû vê carê derfetên xwe yên veþartî dike k’ar, sewda heya dawîyê di nav zexîra r’amanên xwe ya hezarê salan da diger’e, dixwaze mînakekê bibîne, lê dîsa...
Dîsa hewar û hêwarze ye! Dîsa gur’egur’a fr’oke û tankan e! Dîsa gund û bajar wêran dibin! Dîsa mirovên sivîl tên qetilkirin... Vê carê jî di nav girtîyên siyasî da du hezar zar’ok zêde bûne, ji ber ku wan kevir avîtine tank û p’anzêrên art’êþa dagerker. Ev Bakûr e! Li p’arç’eyê Welêt ê r’ojhilatê, ji ber ku doza zimanê dê û mafên gelê xwe yên mirovî û net’ewî kirine, mirov hatine dardadikin- mamosta û r’ewþenbîr! Lê li p’arç’eyê Welêt ê baþûr-r’ojava mirov weke sîyê diger’in. Tuyê qey bibêjî, ew bi fîzîkî hene, lê hebûna wan naê p’ejirandin, ew heya ji mafê hemwelatîya bindest jî bêp’ar mane. Eger wan dip’ejirînin jî, p’ara wan zindan e, zindana bê dawî. Wisa ye, me hêjayî navê hemwelatîya bindest jî nakin! Li baþûrê Wlêt jî hê nû pêr’a gîhandine birînên Helebçê k’ew bigirin…
Û ev hemû K’urdistan e!
Þerm bike Cîhan, eger t’aybetmendîya þermkirinê li bal te hye!
Ber xwe bide K’urdistan, berxwedan jîyan e!
*
* *
...Îro dîsa pirsgirêka k’urd (r’asttir dibû, ku mirov bigota: hovîtîyên r’êjîmên serdest li hemberî gelê k’urd) di navenda bala r’aya giþtî ya cîhanê da ye.
Û tiþtê ku mirov zendegirtî dihêle jî, ew e, ku r’astîya vê pirsgirêkê li ber ç’avan e, û, eger xwsteka cîhanê ya mirovî hebûya, ev pirsgirêk wê bê astengîyên giran bihata ç’areserkirin.
Hemû jî dizanin, k’a mercên ç’areserîya vê pirsgirêkê çi ne! Ew mafên mireovî û net’ewî yên gelê k’urd in! Weke yên gelên xwedî dewletên serdest- ne kêm û ne jî zêde! Û ya balk’êþ jî ew e, ku gelê k’urd û r’êberê t’evgera net’ewî ya azadîxwaz bir’êz Abdullah Ocalan ne carekê û ne jî duduyan, gotine, ku ew ne dijî hebûna dewletên heyî yên herêmê ne, ku her dixwazin, di nava sînorên wan da mafên gelê k’urd jî wek wan gelan hebe, yên ku bi navê wan dewlet hatine naskirin. Û ji bo wê çend caran bi yekalî agirbest jî pêk anîne.
Û tiþtên ku k’urd dixwazin jî xwezayî ye. Mînakên wisa di cîhanê da, çqasî bixwazî, hebûne û îro jî hene: Yekîtîya Sovêtê, Fêdêratsîona R’ûssîyayê, Çêxoslovakîya û Yûgoslavîya Fêdêral (ya ku bi destê zordarên vê cîhanê hate hilweþandin), Bêlgîya û hinek dewletên cîhanê yên din.
Lêbelê dewletên herêmê yên dagerker, her yek weke xwe mafê gelê k’urd binp’ê dike, li hember wî t’evkujîyê pêk tîne, ziman û çanda wî ink’ar û t’une dike...
Dibe ku di cîhanê da ewqas pirsgirêkên gelan hebûne, heya hinek ji wan ji ya gelê k’urd bi pirsgirêktir bûne, lê ç’areserîya xwe dîtine. Lê ya gelê k’urd? Ev dused salî zêdetir e, ew ji bo mafê xwe ditêkoþe, lê ç’areserî hê jî nehatye. Û ç’areserîyê li hêlekê bihêlin, heya hebûna gelê k’urd tê înk’arkirin. Û K’T’ ji bo vê înk’arê li cîhanê bide p’ejirandin, li hember gelê k’urd siyaseta tîr’ora dewletê û t’ewkujîyê dimeþîne, ziman û çanda wî t’ûnedike... Bi prênsîpa: k’urd, ku nemînin, pirsgirêka wan jî wê êdî t’unebe!
Û ev cîhan jî, ya ku xwe þaristanî dihejmêre, van tiþtan dibîne, lê xwe þûna ker’ û koran datîne.
*
* *
…Ew, ku berjewendîyên dewletên gewre di herêmê da hene, t’erefekî pirsê ye. Û, jib o wê jî, dema T’irkîya hovîtîyaên fermîkirî li K’urdistanê pêk têne, dewletên Ewropayê û DYA vê bi bêdengî davêjin piþt guhê xwe. Lê, dema di çalakçya li dijî wesaîta eskerî ya dagerker da dota fermandarekî t’irk dimire, ji Ewropayê dengê þermezarêyê tê bihîstin.
Ma ev çi ye? Eger pirsa þermezarkirinê heye, divê fakta dagerkirina axa k’urdan û r’ewþa leþkerî û opêratsîonên art’êþa t’irk bên þermezarkirin. Ya din jî, eger dilê ewropîyan ewqas li eskerê dagerker ên t’irk û zar’okên wan diþewite, çima wî þer’î nadin r’anewestandin? Çima destûrê didin, ku ew esker bi tank û t’op û balafir’ êrîþê bibe welatekî din, wêran û t’alan bike, jin, zar’ok, kal û pîrên wan bikuje, û bi xwe jî bên kujtin? An bi qanûn û exlaqê ewropîyan ev hemû ji wan r’a t’ê ye, lê, ku kurd bersîvê didin êrîþên wan, net’ê ye?
Belê, wisa ye, îro k’îjan dewleta herêmê li dijî gelê k’urd çi jî dike, di wir da destê derva heye! Ew dewlet, ên ku K’urdistan dagerkirine, û xweyîyên wan ên derva di sûcê dijî k’urdan da hevk’ar û hevp’arên hev in.
Dewletên gewre, yên ku di dest wanda hêza ç’reserîyê heye, di pirsa k’urdî da t’erefê bêç’areserîyê digirin...
Lê dîsa jî, eger r’êvebirên dewletên herêmê hema hinekî bi berjewendîyên gelê xwe bifikiryana, ev r’ewþa aloz wê ne li holê bûya.
Dixwazî tê bigihîjî, lê ev tiþt, ên ku dibin, bi heþmendîya normal naên srovekirin...
Eger em di derbarê berjewendîyan da dibêjin, li ber ç’avan e, ku çiqas berjewendîyên gelê k’urd di ç’areserîya pirsgirêka k’urdî û aþtî û aramîya herêmê da hene, ewqas jî- yên gelê t’irk... Wê demê ev çi ferzkirin e di þêr’ da? Wê demê mirov çawa dikare van mirovan, ên ku vê siyaseta r’eþ dimeþînin, normal bibîne?
De wer e û têbigihîje: ev 30 salî zêdetir e, ku PKK ji bo mafê gelê k’urd ê r’ewa têk’oþînê dimeþîne (26 sal jê- têk’oþîna ç’ekdarî). Û ev sîh sal in, her carê r’êjîma K’T’ dibêje: “Emê biqedînin!”- Ku: “Heya yek apoçi jî mabe, emê þêr’ bidomînin!” Û li pey hev hukumat tên guhartin, lê têk’oþîna PPK-ê bi nhêztir dibe... Û her carê ji hêla r’êvebirîya Têk’oþîna r’izgarîya net’ewî va tê gotin, ku ew amade ne, pirsgirêkê bi r’êyên dêmokratîk çareserbikin, û, eger ji mafê gelê k’urd r’a bê r’êzgirtin, ewê þêr’ r’awestînin. Lêbelê hukumet K’T’ haer care di þêr’ da ferz dike û têk diçe. Û her carê, desteya ku nû tê, jinûva vî þer’î gur’ dike...
Û bi vî awahî serdarîyên vî welatî gelê xwe dixapînin, ji armanca wî dûr dixin û berê wê didine armanceke bêwt’e û vala....
Naha jî dora AKP-ê ye!
Û li vir pirs dertên holê:
- Ev þer’a þer’ê k’ê ye?
- Çima ji nava desthilatdarîya vî welatî hêzeke ç’areserîyê r’anabe û nabêje: “Êdî bes e, em xwîna gelê xwe bir’ijînin!”?
- Gelê T’irkîyayê li hember bêdadîya r’êjîma xwe çima wisa bêdeng e?
*
* *
Helbet, eger K’urdistan di nav welatên þaristanî da hatibûya dabeþkirin, eger ev bûyerana di welat an herêmeke normal da pêk bihatana, dibe ku bersîvên van pirsan jî normal bûna. Lê li vir pirsgirêk a K’urdistanê ye, û ev welata jî kolonîya navnet’ewî ye. R’ast e, welatê k’urdan di nava çar dewletên herêmê da dabeþkirî ye, lê her yek ji wan jî ji hêla xwe va xweyîkî xwe li derva heye. Û, dema pirsgirêka k’urdî tê holê, hem dewletên herêmê, hem jî xweyên wan ên derva hemû nak’okî û dijminatîya di navbera xwe da jibîr dikin û li dijî k’urdan dibin yek. Mînak, baþ tê zanîn, k’a DYA û Îran dijminên hev ên çi astê ne. Lê, dema li Ewropayê kampanîya li dijî KNK-ê, R’OJ-tv û sazîyên k’urd ên din destpêbû, bi r’êvebirên Kongrêya Gel R’emzî Kartal û Zûbêîr Aydar r’a wisa jî serokê PJAK-ê (partîya k’urdî, ya ku di Îranê da ji bo mafê gelê k’urd ditêk’oþe) Hecî Ahmedî jî bi fermana DYA tê girtin...
Di nava vê konsêptê da wisa jî hewlên t’evgerkirina pakta dijî PKKê (bixwîne-dijî k’urd) ya sêalî ya DYA-T’irkîya-Îraq-ê dem bi dem aktîv dibin.
Eger em vê yekîtîya antî-k’urd hemberî yeke din (dîsa ya antî-k’urd!) a T’irkîya-Îran-Sûrîyaê bikin, wê bê xuyanê, k’a em-k’urd, ji bo ku bikaribin berjewendîyên xwe yên net’ewî biparêzin, divê giranîya xwe bidin ser kîjan milê têk’oþîna net’ewî û berê wê bidine k’u...
Lê di r’ewþeke weha da, wek prênsîp, dema di cîhanê da li dijî me-k’urdan yekîtîyên cuda tên sazkirin, di nav stratêgêya net’ewî da ji bo me ji bilî YEKÎTÎYA NET’EWÎ tiþtekî din nikare hebe! Hebûna gelê k’urd bi giþtî, hebûna her p’arç’eyekî K’urdistanê, heya hebûna k’urdekî t’enê jî, her dikare bi yekîtîya net’ewî misoger bibe!
Emê t’enê bi yekgirtî bikaribin li hember van êrîþên navnet’ewî berxwebidin, xwe li ser p’êyan r’agirin û di vê cîhanê da bigihîjin mafê xwe yê mirovî û net’ewî.
Li þûna peynivîsarê:
Destpêka meha hezîrana 2010-an ez ji Moskovayê difiryame Stambolê, ku ji wir jî derbazî Amedê bibim. Li vir divê konfêransa navnet’ewî ya zimanê k’urdî pêk bihata.
Di balefir’gehê da mirovek nêzîkî min bû û bi r’ûsîyeke þkestî dergehê berbi firegehê ji min pirsî... Em bi hevr’a berbi dergeh va meþyan. Li cîyê sîyarbûna balafir’ê min ji mirovê nenas pirsî:
- Hûn jî difirine Stambûlê?
- Belê, Stambûlê! Êdî 10-11 sal in, ez li van deran im, k’ir’în-firotina k’incên binî va mijûl im... Tû çi dik’ir’î-difroþî?- Ewî ji min pirsî.
- Ez? Ez dik’ir’im- nafiroþim. Bi ziman û wêjeyê va mijûl im. - Min bi nîvlaqirdî bersîva wî da.
- Têgihîþtim, - got û destê xwe dirêjî min kir,- K’emal,- kurt bir’î.
Min jî destê xwe da destê wî û navê xwe got.
- Balkêþ e, tu jî misulman î?
- Çima, ev nav li ser k’ê be, dive misulman be?- Bi pirs min bersîva pirsa wî da.- Ez kurd im,- min r’ê li pêþîya pirsên din bir’î.- Ez li xerîbîyê hatime cîhanê, diçime Welatê kal-bavên xwe...
- Balk’êþ e, hûnê li wir bi çi zimanî bi hev r’a biaxivin?
- Helbet, bi k’urdî!
- K’urdîya we bi hev digire?
- Helbet, heger destê neyaran nînbe, k’urdê bêht’ir hev fêm bikin…
Û axavtina me çû, derk’et pêwendîyên gel û net’ewan, siyasetên dewletan… pirsgirêka gelê k’urd…
Derk’et, ku K’emal mêla wî berbi ç’epgiran e (bi gotina wî!). Min li ser wê mijarê nêr’îna xwe anî zimên:
- Di T’irkîyayê da ç’epgir nikarin hebin, li wir her t’enê baskê t’irkçîtîyê yê ç’ep an jî yê r’ast dikarin hebin.- Min got û ser da zêde kir, - û di pirsgirêka k’urdî da jî hemû ç’ep û r’astên T’irkîyayê yeknêrîn in…
Hinekî xwe xeyîdand, got, ku ez di vê pirsê da ne ewqasî r’ast im. Min got, ku Xwedê bike, ez di vê pirsê ds ne r’ast bim, lê k’a r’eng û r’ûç’ikê mirovî yê r’ewþenbîrîya t’irk, ew ç’ep dibin, an r’ast, zêde ne pirsgirêk e? - Dema li qulçekî cîhanê t’ilîya yekî misulmsn xwîn dibe,- min gotina xwe domand,- hûn dikin qûr’în û hewar, xwe vedik’utin, ma çima ji bo siyaseta têr’ora dewletê û tevkujîya li hemberî k’urdan dengek ji we dernayê… 2000-î zêdetir zar’okên k’urdan girtîne û di îþkenceyan r’a derbas dibin, siysetmederên k’urd, yên ku doza aþtîyî dikin, bi zimanê xwe diaxivin, têne darizandin û girtin.
K’emal sere xwe kiribû ber xwe û guh dida axavtina min. Bihîst, bihîst û wek ku mirovekî ji êþa dil veciniqe, serî bilind kir:
- Naha hûn dibêjin ji bo van hemûyan gelê t’irk gunehk’ar e. Helbet, di vî gunehî da p’ara gelê me jî heye, lê van merivxuran t’irk û t’irkîtî ji xwe r’a kirine sîwan û kirên xwe yên k’irêt di piþt da vediþêrin… Di pirsên bingehîn da ez jî wisa difikirim, lê hinek tiþt hene, ku dive mirov bide ber ç’avan. Eva ku ezê ji we r’a bibêjim, dîsa hevalên min hene, ku li ser wê nêr’înê ne…
Hûn’’ nabêjin, k’a ev deh salan zêdetir e, ez li derveyî welatê xwe çi dikim? Tiþtin hene, ku ne bi dilê me ne ye jî, lê tiþtek ji destê me nayê.
Dibe ku di cîhanê da kêm mirov hebin, ên ku di derbarê nexweþîyên ji bo mirovayîyê û r’ewiran t’ehlûke da nebihîstibin.- Ewî gotina xwe domand.- Cîhana îro bi p’ergalên r’agîhandinê dewlemend e, û di derbarê van nexweþîyan da civaka cîhanê agahdar dike. Lêbelê, ez dibêjim, hê nexweþî mane, yên ku ji hêla mirov va nehatne nasîn.
Tê bîra we, dema kampanîyayên li dijî nexweþîyên AIDS, ç’ilmasîyên (grîp) cuda-cuda (ya mirîþkan, ya xinzîran û yên din) çapemanîyê, r’adîo û têlêvîzîonê k’arekî çawa aktîv dimeþandin?! Sazîyên t’endurustîp’arêz wisa jî bi aktîvî li dijî r’engên cuda yên nexweþîya harbûna seyan û r’ewirên din têkoþîn dimeþandin û îro jî dimeþînin...
Dibêjin, ku gelek nexweþîyên r’ewiran derbasî mirov jî dibin, lê di derbarê nexweþîya harbûnê ya se û guran da mirovayî bêdeng dimîne. Em dizanin, dema seyê har mirov digire, ew mirov dikare bemire, û ji bo wê jî ew demeke dirêj dive bê derzîkirin. Ez dibêjim, mirov wekî din jî nexweþîya seyê har dik’eve. Û, bi nêr’îna min, ew nexweþî di nava serokdewlet û r’ayedarên hinek dewletên R’ojhilata navîn da bi veþartî belav bûye, wek kanîballîzm (merivxurî) di nav afrîkîyan da. Lê, eger wisa nînbûya, ew tiþt, ên ku di van dewletan da dibin, mirovên normal dikaribûn pêk banîyana?.. Helbet, na! Hûn dikarin bawer bikin, an- na, lê li ser vê nefikirin, heqê we nîne…- Wî dixwast dîsa tiþtek bigota, lê em dawetî balefir’e kirkin, û her yek ji me derbazî cîyê xwe bû.
Di balefir’e da gotinên K’emalê t’irk t’ewatî nedidan min. Û mitale li pey mitaleyan dihatin serê min:
-Balkêþ e, wek ku tê xuyanê, ne mirovekî sade ye jî...
-Tiþtê wisa gelo dikare bibe?
-Lê eger bi r’astî wisan e?
-Ger ne wisa ye, lê çi ye? Tiþtên ku van kirine, çi ya seyên har û merivxuran kêmtir e, û Ferqa di nav wan da çi ye?
-Ferqa di nav wan da her t’enê ew e, ku di derbarê serokdewletê kanîbalîst û seyên har da hatye nivîsandin, lê di derbarê harbûna van da- na.- Dengekî di nav min da hêdî ev gitinan serhevda anîn.
Û, eger ew bi r’astî wisa be, wê demê mirovayî divê çawa xwe ji van seên har biparêze? Di sêrî da r’ayedarên dewletên gewre divê bi xwe bifikirin, an- na, eger, Xwedê neke...
Lê ya gelê k’urd?
Gelê k’urd, em dibêjin, wî di dîrokê da gelek tiþtên bi t’ehlûke dîtine û baþ dizane, k’a wê çawa xwe û welatê xwe ji êrîþên seyên har biparêze!..
Vegere Destpêkê......