Hezkirin bi kurdî xweş e
Rukiye Ozmen
Fêrbûna xwendinê, têra kamilbûna tolaransê nake, xwendinî mîna kêrê ye.
Bijîşk bi kêrê mirovan ji mirinê xilas dikin, hin kes jî, bi kêrê mirovan dikujin.
Divê ku xwendinî ne bi lepitandina lêvan be, pêwist e ku xwendinî li ser hîmê felsefe û sincî
xwe bi gewde bike ji bo derdor sûdê jê werbigire.
Ji ber ku dema takekesên dikevin xizmeta gel, da xwedî ramanên maqûl bin û bizanin çi derdibirin. Ji ber ku carina peyvekê karê bibe encama aştiyekê, an jî daxuyaniyek dikare bibe sedema komkujiyekê.
Şaredarê Rîzeyê yê AKP'î Halîl Bakirci daxuyaniyek da û heqaret li jinan û kurdan kir, em jinên kurd biçûk xistin. Halil Bakirci di pêşniyariya xwe ya bêsinc de got “Ji bo ku şerê di navbera tirk û kurdan kêm bibe, jinên kurd pir in, bila xortên tirkan biçin wan wekî jina duyemîn ji xwe re bînin.“
Belê rast e jinên kurd pir in ji ber ku Halil Bakirci tevî hikmet û dewleta xwe, bi vê zihniyeta hovane, law ji hembêza dayikan girtin û sergomkirin, dayik bê law hiştin. Xwişk bira wekî pişt ji xere dibînin, lê pişta wan şikandin û xwişk bê bira hiştin. Qîzên li cihê civanê dildarên xwe bûn, dildarê wan di rê de gulbaran kirin. Bi hezaran mêr kuştin û jin bî hiştin. Destên zava di semawanda wan de xistin qeydê û bûk ser bi xêlî man, ji lew jinê kurd pir in û mêrên kurd hin dikin. Ji ber ku artêşa Halil Bakirci gundên kurdan şewitandin, kurd surgunkirin, kîmya kirin û kuştin û dikujê. Lê kurd xilas nebûn û ji doza xwe nehatin xwarê û nayên xwarê, heta ev maratona bi rûmet bi azadiyê tac nebe.
Di hişê bin aqilê wan de ku hîna bawer dikin wê kurdan asîmîle bikin û xilas bikin. Eger bi jinên kurd re bizewicin wê jin hînî tirkî bibin û wê zarok wekî tirk ji dayik bibin, û wê meseleya kurd bî vî awayî çareser bibe.
Li cîhanê çi metodên li dijî mirovahiyê heyî li hemberî kurdan bi karanîn, ji bo ku kurdan ji kurdbûna wan qut bikin. Dayik û xwişkên gerîla dibirin hepsan û dest direjî wan dikirin, digotin bila kur, birayê te werê teslim bibe.
Lê jinên kurd ev berovajî kirin û li ber xwe dan, ev feraseta wan a namûsê pûç derxistin.
Edî keçen kurd jî derketin çiyê, ew sileha dewletê ya dixwest bi navê namûsê li hemberî jinên kurd bi kar bînin, jinên kurd rastiya namûsê da ispatkirin û bêsinciya wan, bi riya azadiyê diyar kir.
Dayikên kurd ew zihniyeta wan a li dijî mirovahî deşifre kir û li meydanan hesab ji wan dixwaze.
Bila keçên kurdan ne bi tirkan re, bila bi xortên kurd re bizewicin, da zarokên wan genê vê zihniyeta înkarê dimejînê negirin û da wekî wan ziman û çanda kesî qedexe nekin. Mêran nekujin û şêniya jinan ji ya mêran pirtir nehêlin
Bila qîzên kurd bi kurê kurdan re bizewicin, da zarokên wan wekî ereban Helepçeyan saz nekin û Enfalan çênekin. Bila kurd bi hev re bizewicin da wekî farisan bi navê şerîetê mirovan li kolanan recm nekin û wan nedaleqînin. Hevjinîtî bi kurdî be xweş e, dema mirov bi kurdî bibêjê ez ji te hez dikim evîn tê coşê. Bi hevre bûn li ser xaka Kurdistanê xweş e ku mirov kurd be bi kurdî biaxivê bi kurdî bijî.
Rukiye ozmen. rukiyeozmen@hotmail.com