hinek Kar û Chalakî

 

•  Rêbaz û destûra navxweyî ya PEN a Kurd

 

Temamiya wê bixwîne

 

•  Chalakiyên wêjeyî yên ku PENa Kurd ji roja damezrandinê heta niha encamdayîn...

 

Temamiya wê bixwîne

 

•  Kampaniyên PENa kurd yên heta niha ji bo azadkirina endamên xwe ji girtîgehan û exhkence û lisêdaredanê sazkirîn...

 

Temamiya wê bixwîne

 

Dewleta Tirk, dîroka  serneketî

Ez dixwazim di destpêkê de bi kurd û tirkên xwe sipasî hevalên insiyatîvgîrên vê panelê bikim.

Zimanê dayikê, pirsgirêkên li der û dora zimanê dayikê li Tirkiye û gelê Kurd ku bi vî zimanî diaxive îro ji her car zêdetir di rojevê de ye.

Ziman mafekî çendî bingehîn e, gotin jê re nave, belê rastiya ku hê îro jî di sedsala 21 ê î de li Tirkiye hê jî kurd bi zimanê xwe nikarin biaxivin, bi zimanê xwe perwerdeya xwe nikarin bikin û ji ber ku bi zimanê xwe diaxivin, li paytext Enqera ji aliyê polîsê dewletê têne kuştin, têne lînçkirin, dikevin zîndanan, em bi sîstemekî çawa re li  himber hevin û em çendî ji cîhana sivîlîzebûyî dûrin xwiya dibe.

Tirkiye welatekî çendneteweyî, çendzimanî, çendolî û çendmezhebî ye.

Li cîhanê jî gelek welatên wiha di nav mozayîkeke dewlemend de dijîn hene belê rewşa wan bervajê ya li Tirkiye ye.ew ne nimûneyên wiha neyînî belê erênî ne.

Ez sala 1969an, dawiya salê derketim Çekoslovakya.  Min li wur bi bursa Apê Mûsa sosyolojî xwend.

Di destpêka 1975 an de derbasî Siwêd bûm û hê li Siwêdê rûdinim. Navnîşana min li wur e.

Sala Televizyona Med vebû li dora salekê û di nav salên 2001 û 2007 an de jî wek xebatkarekî Radyoya Dengê Mezepotama zêdeyî 6 salan li paytextê Brukselê li Belçîka mam.

Di van salan de min bi dirêjaya jiyana xwe dît bê ka ferqa di nav van welatan û Tirkiye de çendî mezin e, toleransa ji ferq û cihêyîyan re çendî dûre ji hev, rêzdariya beramber mafên zimanî, çandî û Hwd . çendî pêşketiye, çendî layiqtirê însêne.

Çekoslovvakya welatekî duneteweyî û federal bû. Demeke dirêj ev herdû gel di nav rêzdarî û qebûleke wekhev de bê pirsgirêk û problemên cidî jiyan parvekirin û bi hev re man.

Salên 90 î piştî guhertinên di rejîm de û di derbasbûna ji sîstemê husakî ber bi yê Vaclav havelî de silovak û çekan her yekê bi serê xe dewleta xwe avakirin.

Bê ku pozê kesekî xwîn bibe, dest bavêjin zorê, dest û lingên hev bişkînin.

Ji hev bi awayekî medenî  û sivîlîzebûyî cihêbûn . îro jî wek du welatên cîran û bi hurmet ji hev re têkiliyên wan berdewam in.

Belçîka ne duzimanî belê çendzimanî ye. Ne bêserêş û dijwarî be jî nmûneyeke din e ji bo welatên çendgelî û çendzimanî.

Bi hevrebûn û jiyana di nav hev de îro jî dimeşe.

Siwêd jî di vî alî de welatekî xwediyê derbasbûneke balkêş û ji awura erênî ve nimûneyeke istisna ye.

Ezmûn û tecrûbeya Siwêd ne bi tenê ji awura demokrasiya îro belê ji awura çareserkirina pirsgirêkên neteweyî jî çendî cihê ye hêjayê binavkirin û bibîranînê ye.

Heta berî bi 105 salan Norweç perçeyek ji melektî û şahîtiya Siwêdê bû. Norweç di bin destên Siwêd de bû.

Sala 1905 an gelê Norweç xwst ji Siwêdê biqetexwest serbixwe bijî û çarenûsa xwe bigre destên xwe.

Siwêd pêşniyaza Norweç bir referandûmê. Referandûm jî ne ku di nav Siwêdiyan de belê bi tenê di nav Norweçiyan de hate li dar xistin.

Piraniya xelkê Norweçê cihêbûn û serbixwebûn xwest. Siwêd jî encam bê virde wêde pejirand.

Wek îro li Bşûrê Kurdistanê ku piraniya xelkê cihêbûna ji Iraqê dixxwaze.

Cihêbûn yan cihênebûn ev mafê giş gelan e, mafekî xweza ye, giş norm û peymanên navneteweyî rê didin vê. Gel û neteweyek ji mana bi hev re yan jî ji cihêbûnê kîjanê ji xwe re baş dibîne xwedîmaf e hilbijêre.

Me ev nimûne dan ne ji bo ku em dixwazin ji Tirkiye yan jî welatekî din mîna Iran, Sûriye û Hwd biqetin.

Me xwest em ferq û cihêyîya di nav van welatan (Çekoslowakya, Belçîka û Siwêd) û Tirkiye de destnîşan bikin.

Îro bi giranî stratejiya kurdan li Bakur li aliyê jiyana bi hev re ye. Ev dîtina birêz Ocalan, KCK, BDP, şaredariyên Kurd û piraniya gelê Kurd e.

Belê jiyana bi hev re hurmeteke çendalî û wekheviyeke heralî; neteweyî, zimanî çandî, olî û mezhebî dixwaze.

Bi dereceya ev wekhevî tê cîh yan naye cîh, dikeve piratîkê yan na, wê alternativa jiyana bi hev re yan jî cihêbûnê bibe fera giran di mêzênê de.

Kesê ji bo jiyana bi hev re, divê ji bo wekheviyê kar bike, bixebite.

Sîstemê îro li Tirkiye heye li ser bingehê înkara ferq û cihêyîyan va bûye.

Ji awura siyasî û îdeolojîk, zîhnî û mental Ev sîstem nasyonalîst, şovenîst, antîdemokratîk e û gelek caran jî nîjadperest dibe.

Giş saziyên perwerdê, avahiyên siyasî, kulturî û civakî, hiqûqî û îdarî li gora vê îdeolojiyê şikil û teşe girtine.

Sîstemekî total e:

Partiyên siyasî, hikûmetên TC, Meclîsên wê, artêş, weşan û çapemenî, zanîngeh, Radyo û Televizyon û giş saziyên mayin di mesela kurdan de gotina wan yek e, sondxwarî ne.

Sala 1989 an 19 ê meha Tîrmehê Parêzer Şerafettin Kaya metnek li ser rewşa kurdan û siyaseta sîstemê Dewlet û burokrasiya Tirk pêşkêşî Komisyona Têkiliyên Derve û Mafên Mirovan ya Parlamentoya Elman /Federal Alman parlamentosu Diş ilişkiler ve Insan haklari Komusyonu/ raporek pêşkêş kir.

Piştre ev rapor wek pirtûkekê çap bû. Ev rapor belgeyeke xwurt e li ser siyaseta dewleta Trik beramber her tiştî bêhna kurdî jê tê.

Ji vê raporê û ji Lêkolînên Malmisanij, Ismeil Beşikçî, ji lêkolînên Ethem Xemgîn li ser Mafê Mirovan û Hwd mirov dibîne ku ev qedexeyîyên heta îro û ev mentalîteya beramber kurdan, elewiyan, êzdî, Asûrî, Ermenî û zimanên wan hê di serdema Itaihad û Teraqîyiyan ketine rê, di zemanê Mistefa Kemal de ketine qonaxeke nû û piştre sal bi sal kûrtir û tîrtir bûne.

Çend nimûne ji doh ber bi îro de:

1.      3 ê Adarê sala 1924 an weşan û çapemniya bi kurdî hate qedexe kirin

2.      Sala 1925 an di #ar#eweza „Şark Islahat Pilani“ de qedexeyîya zimanê kurdî hat. Piştre qedexeyî kete dibistanan. Dem hat ewçendî ekstirem û har bû ku gundiyên Kurdistanê ji bo her peyva bi kurdî digotin bi pereyan hatin ceza kirin.

3.      Ne dûr berî bi 5 alan, sala 2005 an jinek ji Başûrê Kurdistanê ji ber ku navê wê Kurdistan bû, Şîrketa Balfirgeha Tirk ( Turk Hava Yollari9 liStokholmê nehişt li balafirê siwar be bilêta wê şewtand

4.      Prof. Dr. Diemud Majer liZanîngeha Bilkentê dersdr bû. Ji ber ku ji Rojhilatê Kurdistanê re Kurdistan gotibû ji zanîngehê hate avêtin.

5.      Ne bi tenê li hundur li ser erda di bin destên xwe de, belê li derve jî dewlet û dîplomasiya Tirkiye li dijê her îmkana biçûk ku kurd ji bo ziman û zarokên xwe bidest dixin derdikeve.sala 1985 an li Stokholmê ji ber ku belediya Taxa Tensta zarokxaneyek bi kurdî ji bo 15 zarokên kurdan vekir, dinya rabû. Balyozxaneya dewleta tirk ji bo ev zarokxane bê girtin tişt nema û nekir. Siwêdî ecêbmayî man.

6.      Çend sal in dewleta Tirk dîplomasiya xwe bikar tîne j bo ku Kempa Mexmûrê bigre ji ber ku li kempê dersdarî ji polê ewil heta bi yê 11 an bi kurdî ye.

7.      Sala 1968 an M.E. Bozslan ji ber ku alfebeyeke bi kurdî ji bo zarokên kurdan amdekiribû hate girtin û 4 mehan di zîndanê de ma.

8.      Ji bo çend gotinên bi kurdî di Ilerî Yurt û kitêboka bi navê Kimil de tişt nema ku nehate serê Mûsa Anter, dawî li Amedê kuştin.

9.      Her kodeta û darbeya leşkerî di dereceya yekem de li kurdan dida. Darbeyên salên 71 û 80 î berî herkesî weşan û çapemeniyên bi kurdî sekinandin.

10.  Kodetaya 12 ê Ilonê Destûreke nû pejirand. Xala 26 an wiha ye: „ beyankirin û îfadekirina tu ramanan bi zimanê qedexe nabe.“

11.  Li gora xala 28 an ji heman Destûrê: „ Weşan û çapemenî azad e“. belê weşan û çapemniya kurdî li derveyî vê azdiyê dimîne.

12.  Heman made û xal wiha dewam dike: „ belê bi zimanên bi qanûnan hatine qedexekirin ev weşan nabe“

13.  19 ê meha Çiriyê  sala 1983 an bi qanûna hejmar 2932 „ zimanên Qedexe kîjan in hatin îlankirin. Wiha bû qanûn: „ Ew kesê / kesa bi zimanekî ji zimanên qedexe pirtûkan çap bike ji 6 mehan heta bi 3 salan wê bêne cezakirin“

14.  Li gora xala 31 ê „ çapxaneyên bi zimanê qedexe pirtûkan çap dikin wê bêne girtin“. Zimanê qedexe jî tim kurdî ye helbet.

15.  Beşikçî nimûneyeke baş e. ji sala 1971 ê û pêde Beşikçî 17 salan di girtîxaneyan de ma. Hem ji ber piştgiriya xwe û hem ji bo zimanê kurdî.

16.  Heta îro ( 2006, malmisanij) ji 36 pirtûkên wî 32 heb hatine qedexekirin.

17.  Sala 1991 ê qanûna 2932 an roja 12.04 rabû. Belê rabû lê ya kete şûna wê ne kêmtir bû ji wê.

18.  Ew jî “ Qanûna Têkoşîna li dijê Terorê” ye. Belê cardî qedexeyîyên li ser zimanê kurdî nesekinîn.

19.  Çend sal in xalên qedexekir têne guhertin, belê ev nakevin piratîkê, hêza wan naghe vekirina derî û neqeban di mentalîteya total de ku bi milyonan mirov jî birêve dibe.

20.  Tim made û xala berê, xala ku xwedêgiravî hatiye guhertin, xala mentalte û siyaseta înkarkir li madeya nû siwar e, serdest e, ya xwedîgotin ya Kevin e.

21.  Sala 1996 an Mem  Zîna Bozaslan û Xaniyê ku berî bi 300 û hinek sal hatibû çapkirin li Stenbolê hate qedexekirin û xwediyê weşanxaneyê Ihsan Turmen 13 meh û 10 roj ceza xwarin.

22.  Tirkiye piştî mizakereyên jib o endametiya yekîtiya Ewropa nema kare mina berê bi heşkereyî qedexeyîyan biparêze.

23.  Blgeyên nehênî yên dewletêdidin xwiyakirin ku tim du siyaset yan jî çend siyasetên deweltê hene. Yeke li ser kaxetê û xwiya û yeke nexwiya û nehênî.

24.  Nameya Wezîra Hundur Meral Akşener û talîmata wê 3 ê meha Çile sal 1997 an ji saziyên ewlekariyê re jib o kursên kurdî bi sernekevin, bi hesanî nikaribin vebin.

25.  Rojnameyên Welat, Welatê Me, zadiya Welat û berpirsiyar û nivîskarên wan bi dehan car hatine girtin.

26.  Şîrketên belakirinê wan bela nakin. Poste Pereyên aboneyênderve digre û piştre jî davêje, ji xwediyên wan re naşîne, yan yekê dişîne û didwan davêje.

27.  Sala 1985 an nivskarê navdar, xelatgirê Nobelê Harold Pinter jib o rewşa zîndanan çû Tirkiye û şanoyek li se vê gfera xwe nîvisî. Navê şanoya xwe kir “ Zimanê çiyan”. Di vê şanoyê de Harold Pinter rewşa girtiyekî ku nikare bi dayika xwe re bi kurdî biaxive dike mijar.

28.  Dewleta Tirk berî çek û sîlh li dijê zimanê kurdî û wêjeya bi kurdî ye. Nivîskarek behsa xwe dike û dibêje: crekê Polîs di kontiroleke giştî de li ser min çekek û wêneyek li ber deriyê weşanxaneyeke kurdî girt. “jib o sîleh ez berat kirim, belê jib o wêneyên li ber deriyê weşananeya kurdî ez ceza kirim”

29.  Gelek dê û bavan ji tisa ku tiştek wê bê sere zarokên wan berhem, pirtûk, weşan û çapemeniyên bi kurdî şewitandine.

30.  Salên dawî hinek guhertin bûn. 3 ê Tebaxa 2002 an Meclîsa Tirkize pakêta Ahengê ya Yekîtiya Ewropa pejirand. Qanûna girêdayê navên kurdî sal 2003 an hate guhertin. Belê hê jî pirsgirêk e.

31.  Çîroka Medya 9 -10  salî ku taze ye tê zanîn.

32.  Şaredarê şaredariya Sûrê Abdullah Demirtaş û bi sedan kurdên din ji ber ku li zimanê kurdî xwedî derdikevin di zîndanan de ne. mirov dikare bi sedan nimûneyên din ji îro bide, belê ewqas bila bes be.

Ev aliyê dewletê û hejmarek nimûneyên li dijê ziman, weşan  û apemeniya bi kurdî.

1.      Aliyê Kurd jî li himberê van qanûnan û qedexeyîyên li ser zimanê kurdî bi dirêjaya 30 salên dawî têdikoşin.

2.      Kurd di bin serokayetiya birêz Ocalan û Tevgerarizgarîxazî de di nav berxwedaneke piralî de ne.

3.      Kurdan televizyonên satelîtî vekirin.

4.      Radyoyek wek Radyoya Dengê Mezepotamya ku bi çar zaravên kurdî; kurmancî, soranî, Kirmanckî (zazakî), Hewremanî û hejamrek devok ku îmkana di coxrafyake fireh de; li giş Rojhilata navîn, li Çiyê, di zîndanan de tê guhdarîkirin vekirin.

5.      Ji bo zimanê dayikê ji sala 2003 an û bi vir de zincîrek kampanya li welat û li derveyî di bin navê Konkurdê; yekkomê, KNK, Instîtûtû, YMK û li dar xistin.

6.      KNk û sziyên Kurd rojên 14,15 û 16 Gulanê wek Cejna zimanê kurdî îlan kir.

7.      Ji 2003 an û pêde vê tpkoşîna fireh li hundur û li diyaspora jib o azadiya zimanê kurdî û perwerdeya bi kurdî sal bi sal zêde bû.

8.      Kursên zimanê kurdî derna di sîtemê 90 salî de vekir.

9.      TZP ev derz û terk kir neqeb.

10.  Axaftina Birêz Ahmed turk di meclîsê de ev neqeb kir gelî û giş Tirkiye di weşana zindî de bi xwe hesand.

11.  Gelê kurd ev zimanê ku ewqas sal in ji dest daye ji bo bi şûne de bigre xebatek xwurt dike

12.  Azadiya Welat zêdeyî salekê ye rojane bûye

13.  Lixwekirina kincên kurdî û axaftina bi kurdî ji aliyê şaredarên bajarên mîna Amedê osman Baydemîr, parlamenterên kurd di Newrozên sala 2008 an de.

14.  Xebatên li mexmür

15.  Yên TYP li bakur.

16.  Xebatên saziyên li Ewropa yên Instîtûta Kurdî li elmanya, Knk, YMK, û giş komelên li Eropa

17.  Vebûna bi dehan kenalên televizyonên bi kurdî û malperên bi kurdî

18.  Resmîbûna zimanê kurdî li Ermenistanê

19.  Li Elmanya guhertinên li aliyê zimanê dayikê.

20.  Ev giş qedexeyîyên li Tirkiye bêwate dikin.

Encam:

Qedexeyî îro sistbûne, ne mîna berê ne, dewlet naçar ma TRT 6 veke.

Çare rakirina giş qedexeyîyan e, aadkirin û serbestkirina zimanê kurdî, weşan û çapemeniya bi kurdî ye.

Dewlet divê mafê perwerdeya bi kurdî ji dibistana seretayî heta bi zanîngehê serbest bike û vê jî bi xwe fînanse bike. Ne ev bi tenê van di DestûraHîmî de jî bicîh bike.

 

Dawî ewil siyasetmedarên kurd û piştre giş sziyên mayî li welat û li derveyî welat pêwiste di jiyana rojane de, di civîn û kongrên xwe de bi kurdî biaxivin, raporên xwe bi kurdî binîvisînin û pêşkêş bikin.

 

Û dawî her tirkê enternasyonalîst, demokrat û wehevîxwaz, li dijê şer,  hez ji welatê xwe dike, ji bo jiyana bi hev re û li aliyê wekheviyê ye û naxwaze Tirk û kurd ji hev biqetin bi xwe jç çawa em kurd fêrî tyirkî dibin ew jî xwe fêrî kurdî bikin. 

Mîrhem Yigit

Vegere destpê

Copyright ® 1990 pen-kurd.org

 pen-kurd.org

Navenda PEN a Kurd