Agehdarî:
Mêhvanên Hêja Pirsgirêkek di malpera meda heye, emê hewilbidîn, bi zûtirîn dem Chareser bikîn..di gel rêz û silavan
Webmasterîya PEN a Kurd
Danasîna PENa Kurd
--------------------------------------------------------- |
|
Beriya Mêrdînê Û Rola Jinê Di Civaka Kurdî De
- 30 -
Konê Reş
Berî vê lêkolînê min di lêgerînên xwe de, Beriya Mêrdînê bi berfirehî daye nasîn. Bi min xweş e ku di vê xepartinê de jî karibim ronahiyê berdim ser rola jinê di civaka Kurdan a Beriya Mêrdînê de.
Dibêjin; jin nîvê civakê ye û wek ku diyar e, di vê serdemê de guhdanek mezin bi jinê heye. Nexasim ji rex saziyên sivîl, dewletên demokrat û Netewên Yekgirtî ve û wiha ev dewlet û saziyên têvel bi hewildanin ku wê zilm û zora ku ji sedê salan ve li ser jinê tê meşandin hilînin û nema bikin.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
PISGIRÊKÊN ZIMÊN ÇAWA DIVÊ Ç’ARESER BIBIN?
Ezîz ê Cewo
2 -4-ê adarê di p’aytexta K’urdistanê –Amedê da K’omcivîna zimanê k’urdî pêk hat. Ji heçar p’arç’eyên K’urdistanê û ji gelek welatên cîhanê pisporên zimanê k’urdî, mamosta û gelek kesayetîyên din ên bi pirsên zimên r’a p’ewendîdar hatibûn vê k’omcivînê. Wek hercar, amadek’arên k’omcivênê ez jî dawetkiribûm,
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Xweziyên General Mistefa Barzanî!
( 14. 03. 1903 Barzan – 01. 03. 1979 Waşington D.C )
Kakşar Oremar
Gmail:kaksharoremar@gmail.com
Li adarê hat dinê û li adarê jî wefat kir. 76 sal…, salên ku piraniya wan di nexweşî, awareyî û şerê bi dijminên dagîrker re derbas bûn. Bi navê wî re: şoreş, komara Kurdistan, Barzan, dilê Kurdistanê Kerkûk, Pêşewa Qazî Mihemed, Mehabad, peymana Adarê, Erwendrûd, Elcezîre, Pêşmerge, mêranî, wefadarî, şervanî û berxwedan tên bîra me. Ew bi serê xwe lîstikvanê herî mêrxasê qonaxeke dîroka me ya azadîxwaziyê bû.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Li Moskovayê kurdek heye, lê ne kurdê Sovyetê ye, jê re dibêjin Mustefa Barzanî!’
Salihê Kevirbirî / Alma Ata
Prof. Dr. Nadirê Kerem ku li seranserê dinyayê wekî Nadir Nadirov tê naskirin, meha derbasbûyî 80 saliya xwe pîroz kir. Ew bixwe kurdekî ji dorhêla Wanê, ji Eşîra Birûkan e. Hê gava bavê wî Keremê Hacî Nadir ciwan e, malbat, qewim û eşîra wî, piştî şikestina Şerê Şêx Seîd, di navbera salên 1925-1926’an de ji ber zilma Roma Reş bar dikin têne ber Çemê Arasê.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Gelo wê zivistan derbas bibe ?
Ahmed Dere
Zivistana îsal pir cuda bû. Di demekê ku me hêvî dikir ku wê bahar were de serma çê bû. Ew serma ya ku me îsal dît pir cuda bû. Çendî zarokatiya min li serhedê derbas bûbe û ez li Botan û Zagros jî mabim, min tu car sermayekê weke ya îsal nejî bû. Xirabiya hewuldorê ku ji aliyê pîşesaziyê ve çê bûyî bandorekê mezin dide ser hewayê û tesîra sermayê zêdetir dike. Di meha Sibatê de li Ewropayê me vê xezebê jiyan kir.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Meşa 1993 û 94 an -3-
Mirhem Yigit
Meşên salên 76 û 86 an li Siwêdê, li dijê balyozxaneyên Iran û Tirkiye ji bo min bûn du tecrûbe, du faktorên cesaretê û bahweriya bi xwe. Êdî dema gotin dihate ser meşên dirêj ez ne ew kesê meşnenas û dudilî bûm.
Êdî ez di aliyê hest, dil û mêjî de diserxweretir, ji awira meşên dirêj konetir û bikêrhatîtir bûm. Bi nisbet salên pêşmeşan li ling, cog û bedena xwe jî ewletir bûm.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
DÎROKA ZIMANÊ KURDÎ, Kevneşopî, aqil û ziman
Abdusamet Yigit
Li ser zimanê kurdî, heta nahaka pirr nivîs, pirtûk û roman hatina nivîsandin. Hemû jî di derbarî kurdî, bi karhanîna kurdî û fonolojî û nasîya wê de ya. Di derbarê bi karhanîn û awayê bi karhanînê û denêg peyvên wê de jî heta roja me pirr nivîs û nivîsand in bûya.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Zimanê dayê
Edîb Çelkî
Dîroka dêrîne, gewher û zêrrîne
Dayê zimanê te, gelekê şîrîne
Van dijminan hinde, çêkirin berbende
Lê çemê te her ma, pirr viyan û jîne
(Serbend)
Kurrên te em pêncîn, Kirmancî û Soranî
Yê siye Kelhurr, Lek, Feylî, Lurristanî
Yê çarê Zazakî, Domilî, Kirmanckî
Dayê kurrê pêncê Hewramî, Goranî
***
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
ÇIMA SEROKKOMARÊ ALMANYA ÎSTIFA KIR?
FÛAD SÎPAN
Kurdistaniyên hêja!
Serokkomarê Almanya Christian Wulff îstifa kir. Ev demeke dirêje li Alamnya hema hema ji sibê heya êvarê li ser serokkomarê Almanya tê axifitin. Di destpêkê de rojnama Alman “Bild Zeitung” derbarê xaniyê ku Wulff ji xwe re kirîbû nûçeyek belav kir ku ewî ji dosteka xwe kredît stendiye. Dema Wulff dibihîze ji wî mirovê ku li ser avahiya wî lêkolîn çêkiriye re telefon dike ku ew vê nûçeyê belav neke, heya ew ji serlêdana xwe ya li welatên Ereb vedigere. < span>
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
KURD IM NAVÊ MIN HILDIN
EHMED MUSTEFA
Diyarî ji bo giyanê Şehîdê kurd( Dr: Şêrzad Hac Reşîd .. Şêrzad Alemdar. Şêrzad Efrînî)
Kurd im ser bilindim Navê min hildin Bila zanbin ez Egît dim ez merdim Ez lawê kurd im Pêşmerge me Hevalê Şêxê Meşûq im Navê min hildin Hevalê Mişelê kurd im Kurd im wek lat im çemê diçl e û ferat im kurd im ez hesin û bolat im şêrzad im evîndarê welat im
< span>
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Şopa Xezalê û Rojnivîsên Pezkoviyekî’ .. berhema nû a Hoşeng Osê
HoşengOsê
Ji weşanên yekîtiya nivîskarên Kurd li Duhokê, berhema nû ahelbestê ya helbestvan û nivîskarê Kurd Hoşeng Osêderket.
Berhevoka helbestê bi nave ‘Şopa Xezalê û RojnivîsênPezkoviyekî’ ye û ji 114 rûpel, çapa orte, pêktê. Taboya bergê a hinermendê KurdFehmî Baleyî e.
Bi Forma PDF hemû Helbestan bixwîne..bibîne
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
MİZGÎNİYA BERHEMEK NÛ
Jİ WEŞANÊN RÊ BERHEMEK NÛ Jİ 5 BERGAN
-ANTOLOJİYA ŞAİRÊN KURD-
Jİ WEŞANÊN RÊ
Xwendekarên Hêja!
Mamoste A. Balî Han cara yekem di destpêka salên 1980 yî de bi navê "Berevoka Helbestvanên Kurd" ji 110 rûpelan berhemek li Frankfurtê daye weşandin. Paşê li sala 1992 an li Stenbolê qasî 456 rûpelan bi navê "Antolojiya Helbestvanên Kurd" carek dîn ew berhem hate weşandin. Bi navê "Helbestvanên Kurd Yên Sedsala 20 an" çapkirinek dîn di nav weşanên rê de hate weşandin. Bi kurtahî ew karê sîh salî zêdetir berdewam kirî bi 5 bergan (cilt) dawî lê hat...
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
KOMARA KURDİSTAN
B edirhan Epözdemir
Komara Kurdistan ya Mahabadê, roja 22'ê Çile ya 1946'an de li Rojhilatê Kurdistanê, bi serokatiya Qazî Mûhamed de hate îlan kirin. Damezrandina Komara Kurdistan ya Mahabadê, li qada navdar Çarçirayê bi coş û kelecaneke nedîtî ji alîyé girseyeke mezin va hate péşewazî kirin.
Ez dixwazim berî hertiştî 66 saliya damezirandina Komara Kurdistanê li kurdên herçar beşên Kurdistanê pîroz bikim.
Damezrandina Komara Kurdistané, di dîroka Kurdan da nimûneyeke heré balakéş e..
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Rusiya û siyaseta kevneşopî
Dr.Ebdilmecît Şêxo
Em dixwazin bê serdorên dirêj û fereh bêjin ; Sovyetistana berê jî siyaseta xwe ya dervayî li gor berjewendiyên xwe dajot ; ewê raman û bîrdozên Markis- lênîn û ramanên pêşverû bin pê diikir û ewanan dikir rajeya aboriya siyaseta dewleta xwe .
Destlata Sovyetistanê hevpeymana dostaniyê di sala 1972 an de bi rêcîma Ehmed Hesen Bekir ( Partiya Bes ) ya faşîst re mor kir û her weha jî ewê partiya kumunîst jî neçar kir ku ewa bi partiya (Bes )re di hundir (Eniyekê )de alîkar be . Destlata Bes pişta xwe bi Sovyetistanê
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
DEMOKRASÎ ÇI YE?
Kurdistaniyên hêja!
FÛAD SÎPAN
Ne pêwiste em li ser koka gotina demokrasiyê têkevin nava dîrokê, hûr û kûr li ser bisekinin. Kêm zêde her kes jî dizane dîroka wê ji 2500 sal berê ji Yûnanîstanê ango welatê Grekan derketiye. Lê ezê li ser hêjayiya demokrasiya kolektîv ango ya hevbeş ku kara wê ji bo milletan re çi ye kurtasî bisekinim. Bi taybet jî ji bo milletê Kurd.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
xebat…
Beşîr Mele
Ne tenê hezkiryê axa te bû Dêrik ev şehîd
Wer li şopa wî binêre kî bû hemsazê Egîd
Bîst û hevt kulîlk vejandin li kat û kohî ro lê
Cûdî zane kî bi Nûh re ketî keştiya xwedê
Berf û baranek girane li sert xaka Horiya
Ê li van giran bikole wê bizane çi çiya
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
JÎNBÎ KURDISTANA MIN!
Ava li ser pelên daran,
Diheriqê wekî çeman,
Dêm li keçik wekî sêvan,
Wek hingiv û şerbetê`ye!
* * *
Nêzikê bûm kire roj baş,
Pozê xizêm, bi çavê reş
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Navenda PENa Norwêj û semînareke giring
li ser Turkiyayê
Roja sêşemê, 17.01.2012 Navenda PENa Norwêj semînarek li ser rewşa nivîskar, rojnamevan û xwediyên weşanxaneyên Kurdî li Bakûrê Kurdistan û li Turkiyê birêve bir.
Semînar di bin sernavê «Turkiye sala 2012 ber bi ku ve diçe», li «Avayiya Wêjeyê» li Oslo ya paytext bi beşdariya hejmarek zor ji nivîskarên bi navûdengên yên welatê Norwejê, nûnerên saziyên parêzerên mafê mirov û kesayetiyên siyasî û akademîk û hejmarek sazî û kesayetiyên Kurd bi rê ve çû.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Ji bo serwextkirina malbatên Şehîd û Windayan.
Malbatên dilovan, kezebşewêt û birûmet,
Mîna hun agehdar in berî bi du salan li Elmanya, li bajarê Dortmundê, di konferanseke fireh de, Saziya Malbatên Şehîd û Windayan hate damezrandin.
Sala piştre ev gava yekemîn û damezrêner bi konferanseke duhem li Bonê hinekî din hate bipêş xistin û çespandin.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
KOMKUJÎ:
Daxweyaniya Komîta Rêveber Ya Înstîtûta Kurdî Ji bo lêkolîn û zanist, li ser Komkujiya Şirnexê
Artêşa Tirk Şeva 28´ê kanûnê 2011´an bi balafirên F 16´yan li Şirnexê li Navçeya Qilebanê gundiyên Roboskî û Bujehê yên sivilên bêguneh bi zanayî bi bombeyên napalm bombekirin û jê 35 kes qetil kirin. Kesên ku hatine qetilkirin hemû bêçek û sivîlin û salên wan di navbera 12 û 25´an de ne. Li gor hiquqa navneteweyî ev bûyer komkujî ye.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Cegerxwîn, kelepûr û helbesta hevber
-1-
Dergeh:
Hider Omer
Gava metirsî û belayên mezin gef û guran didin miletan û hebûna wan dixin ber dava dagîrkirin û pişaftinê, û gava zordariya polîtîkî û civakî hêzdar dibe, û hemî awayên azadiya gel dorpêç dike, û xwediyên peyva azad, çi helbestvan bin, û çi jî nivîsevan û ramanbîr bin, bi kotekî neçareyî bêdengiyê dike, wê hîngê ew miletan ji xwe berê û yekser vedigerin rehên xwe yên netewî, bi her du destan û bi hestên germ pê digirin, da hebûna xwe li hember wan metirsiyan biparêzin û giyanê berxwedana xwe gur bikin.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Fînal :Paul Geraldy
Wergerandina ji Tirkî : Dîlan Zêbo
Niha wisa ye?
Tu wisa dibêjê ?
Tiştekî tu jibîr nakê!
Başe,
Ger wisa bê bixatirê te, de here
Tiştê meyî taybet ku em ji hevre bêjin tune ye
Ez destûrê didim, tu kanê herê.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Giyan ê hemdem
Nizar Yosif
Bi gihêje banga vê hawar ê
Hesabdar ê stiriyên vî baxî be
Dîwar ên bi guh
Destvala na!
Û pêxwas neyê
Kelş ên çemê zuha
Avzê daqurtandin
Lewma kelekxem ên me
Liser kimaxan veziliyan
Awirên nêremêr ên tirsok
Di bîrên kûr de çûn jêr
Bayê Das ên sitemê
Çep û rast
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Di şevê de
Silêman Azer
Tiliyên te binermiya xwe, vedikirin qumçikên şevên min di westandinê de. Tu li bijiandinê gur dibî, ji te dibijive mêraniya kelgerim. Li ber dîwarê keçîndariya min
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Nameya Navenda PENa Kurd ji hemû Endaman ra.
Gelî birêzan, endam, berendam, heval û hogirên Navenda PENa Kurd,
Gelî birêzan, nivîskar û wêjevanên Kurd,
di 19.09.2011an de peymanek di navbera bîroyên cihgira serekê PENa Navneteweyî û Navenda PENa Kurd de hate destnîshan kirin (imze kirine) – Peyman di pêvekê de ye.
Ev bîroyên PENa Navneteweyî di bin navên POETIKI and Diversity (Wêje û Cidarengî) de dixebitin.
Armanca wan jî berhevkirin û weshandina berhemên wêjeyî yên PENa Navneteweyî ye, wek helbest, kurtechîrok, chîvanokên gelêrî, essay, (pexshan bi gishtî) ûwd.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Endamê PENa Kurd, Miraz Ronî (Mulazim Ozcan) hate girtin!
Miraz Ronî, bi navê xwe yê fermî Mulazim Özcan e. Endamê Senatoya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye, endamê PEN'a Kurd a Navneteweyî, nivîskar, helbestvan û wergêr e.
Miraz Ronî di sala 1966'an de li gundekî Betlîsê yê bi navê Nîstê hatiye dinê. Dibistana seretayî li Norşên û Tetwanê, ya navîn li Tetwanê û Lîse li Tetwan û Betlîsê qedandiye. Li Zanîngeha Anadoliyê beşa Îktîsadê xwendiye û belgeya karê hesabdariyê girtiye. Piştî sala 1992'yan di nav gelek karên çandî û siyasî de cih girtiye.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
KONGRA PEN INTERNATIONAL U LITTERATURA ZONE DINA
Dr. Ali KILIÇ
Paris 01-10-2011
Vatisé Litteraturî, zône latini ‘ra vejio, Litteratura ya ki “ littera » ra yena nustenê.Latinu’ra avê Hellenu ,filozofia, tragedia, poétika de zof karo delal vıraşti vi. Historia litteratura latini kılmekia ho na é’ra ana’ra zôn. Litteratura dina avê evê kamij zôn dina ama nusténé ama vırasténé, çũtıri littera bena zône dina waxto khe zônê sma ji kırmancũ dewletune koledaru qêdêxê kerdô ? Coka Kongra PEN Internationali a 77 ne Belgrad de Litterature ve Zônê dina sero ma’re zof hewla..
çima ez na xepêrim û nivîsekê li dor şêxên
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
ARZÛYÊN JANKÊŞ
Xizan Şîlan
lê lê kezîzerê
ez êş û janên evîna dilê xwe yê ehmeq
mîna secadeyek reş
li ber lingên te yên narîn
radixim
germa dengê gewriya te
di paranteza deftera çaxên westiyayî de
diparêzim
konê hesreta xwe yê koçber
li ser dermanê lêvên te yên hingivî
vedigirim
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
77 mîn Kongireya PENa Navneteweyî (International PEN), BelgraSirbistan 12-18 September 2011
Daxuyanî
Şanda PENa Kurd îsal jî bi awayek çalak beşdarî Kongireya PENa Navneteweyî li Belgrad bû
Civîna Civata Giştî ya 77 mîn Kongireya PENa Navneteweyî li Belgrad paytextê Sirbistanê, roja çarşem 14.09.2011 bi beşdariya 220 nivîskaran ji 83 welatan karê xwe destpê kir u roja 18.09 bi pejirandina hin biryar u da xuaniyên giring bi dawî hat. Di rojên navbera 12 -14.09.2011 de civînên her çar komîteyên girêdayî PENê pêk hatin. Li ser navê Navenda PENa Kurd, îsal rêzdaran Bêrivan Doskî sekretera PENê u Abdullah Hicab ji KBG beşdarî Kongireya Belgradê bûn. Kongireya îsal li ser navê ”Wêje – Zimanê Cîhanê” bi axaftina
Bi Forma PDFZêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
hatime jibîrkirin
Kamîran Simo Hedilî
pencera biharê hatiye girtin
û pelzeriya payîzê dixuye
xwedewenda şadiyê reviya ye
û ewr
giriyê sorxemgîniya min in
baranê li deşt û çiyan dibarîn im
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
ASTENGÊN Lİ PÊŞ ÇAPEMENİYA KURD
DAXUYANÎ Jİ BO ÇAPEMENİYA KURDİSTAN
A. BALÎ
FERHENGA KURDÎ-TIRKÎ YA ANSÎKLOPEDÎK
KÜRTÇE-TÜRKÇE ANSİKLOPEDİK SÖZLÜK
ÇAPA SÊYEMÎN
FERHENGA KURDÎ-TIRKÎ YA ANSÎKLOPEDÎK çapa sêyêmîm di dema 2011 an, meha Tebaxê de li Meletyê di çapxana Flaş Digital de hate çapkirin û weşandin. Ew berhema jı 3 bergan (cild) pêk hati di navbeyna 34 salan de hatiyê amadekirin. Di naveroka 3 bergan de qasî 2600 wêneyên rengîn jî hene. Çapek wusa ofset ji bo 3 bergan jê re bes ji bo çapkirinê 700 TL pêwist e. Di aliyê dinde ji bo belav kirin û firotina pirtûkxanan % 50 li ser buhayê çapkirinê lê zêde bibe, kirîn û firotina vê berhemê di mercên wusa de hîn jî dijwartir dibe...
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Û ez Hemza me
Yasin Hisên
Ez Hemza me, hûn min nas dikin
Hemzayê Pêlewan
Kurê Xwedê û Yezdanan
…
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Gelî birêzan, endamên Navenda PENa Kurd,
Wek Hûn agadar in, kongireyê PENa Navneteweyî îsal di rojên 12.09. – 18.09.2011 li Belgradê/Serbiya tê li dar xistin.
Ji bo beshdarbûnê di kongire de mafê her PENeke neteweyî heye, ku du endamên fermî bo kongire bishîne. Wekî din endamên din jî yên her PENekê dikarin wek mêvan li kongre beshdar bibin.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Di zarava Kurdaxê de hinek pevek
Yek ji yekî re dibêje: Min Ciwan dît, lê "Destek li pêş, yek li paş".
Ji vê pevekê em têdigihin ku Ciwan ji wê ve tê û destek daye pêș xwe û yek daye paș xwe... Wekî mirovekî tazî ku dixwaze xwe bisitirîne..Hema mebesta bêjerê vê pevekê ne wilo ye. Ev gotin bi mebesta diyarkirina rewșa Ciwan tê gotin..
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Ji bo raya giştî
Çend hefte ne, bûyera siyasetmedarê Kurd, parlamenterê kevin yê Partiya DEP ê (Partiya Ked û Demokrasiyê), yê ku niha di zîndanê de ye, bûye xala rojevê.
Xetîb Dîcle di nav kurdan de kesayetiyeke hezkirî û xwiya ye. Di hilbijartinên 12 ê meha Hezîranê de wek berendamê Biloka Ked, Azadî û Demokrasiyê ji bajarê Amedê bi hejmara herî zêde hate hilbijartin.
Bi Forma Word,Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Ji Navenda PEN a Kurd ji Raya Giştî re
Navenda PEN a Kurd pirozbahiya her 36 berbijêrên Enya Ked, azadî û demokrasiyê û hemu Gelê Kurdistanê dike ku bi irade û deng û yektiya gelê xwe ew şandin Parlemanê Tirkî.
Roj bi roj gelê Kurd nişanî hemu cihanê dide ku ew netewek ştî û demokrat xwaze û dikare bibe inisiatîvek ji buy guhertinên erênî li devera Rojhilata Navîn ger ku derfet jê re hebe.
Yektî û Iradeya gelê me li Bakurê Kurdistanê nişanî hemu cihanê da ku em bixwene yên ku berpirs û nuner û xebatkarên Doza xwe ya rewa heldibjêrîn. Iradeya gelê me girtin û tumetên hin ji wan berbijêran bê wate xistin ku dîsan hatin hilbijartin.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
43. mîn civîna nivîskarên Komîta Aştiyê ya PEN a Navnetewî li Bled, Slovenia
Bêrivan Dosky
Kela Bajarvê Bled
Navenda PENa Kurd, îsal jî di civîna Komîteya Aştiya PENa Navneteweyî de bi awayek çalak beşdar bû u hin destkevtên giring bi dest xwe ve anîn. Di 43.mîn civîna nivîskarên cîhanî de ku, ji aliyê Komîteya Aştiya PENa Navneteweyî ve li rojên 4-8ê Gulanê li bajarê bedeve Bled li welatê Slovenia birêve çû, li ser navê Navenda PENa Kurd, sekretera PENê, Bêrîvan Dosky beşdar bû. Rojeva serekeye civîna Bled mijarên wêjeyî u aştî bû. Piştî vekirina civînê li roja 4ê Gulanê, PENa mîvandar hin xalên serekeye rojevê anîne ber basê ku asoya wêje u astengiyên ser riya nivîsê diyar dikir.
Zêdetir bixwîne
---------------------------------------------------------
|
|
EZBENÎ
Helbestek nû a helebstvanê kurd yê bi navûbang Dr. Bedirxan Sindî
Dr.Bedirxan Sind
Ez benî av şêlî bû, wexte rîbar rabibin,
jî rabûn zehmet e, çare bo wan nabitin.
Begler û axa ji nwi, tijî bajêrên me ne,
Heçiyê bigrî paşa ye, û serdarên serên me ne.
Xadimê Ke'ba Kurdan, herema wê tu bişo,
Zor fere paqij bibit, bawerke hetka me ço.
Zêdetir bixwîne
---------------------------------------------------------
|
|
Nameyeke vekirî ji rewshenbîrê kurd re
li bashur-rojavayê Kurdistanê
Dr. Zerdesht Haco
Kekê birêz,
bi destûra Te dixwazim bi kurtî be jî ez dîtina xwe di biwara tevgera kurdî de li bashur-rojavayê Kurdisatanê bi Te re parve bikim. Li gor chavdêriya min di van salên dawî de du diyardeyên wêranker di tevgera rizgarîxwaza kurdî de li vî parchê welatê me xwe dane pêsh.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Bîranîna Seydayê Cegerxwîn
Dilawerê ZENGÎ
Ey pênûsa mest û jar, li şûnwara tu kanî?!
Li ser van rûpelên xav, tu bê zar û zimanî
Di desta wek şûrê rûs, bêkaranîn bi zanî
Bi gemsarî vebestî, zeng û êşa giranî
Hoşiyarî te ne kir, Peya ji te re nebûn
Êşa milet te nego, Xwendin û rê serxwebûn
Tu ket destê neçakan, Xwenda şêx û mele bûn
Lewra îro ‘m nezanin, Ew paşmêr û kole bûn
Zêdetir bixwîne
---------------------------------------------------------
|
|
Gelo xwe daweşî
Bihrî Bênij
Gelê min gelê min
Birîna vî dilê jar
Barê ser mile min
Hem derd û hem kulê har
***
Bi xwarin û bi xew
Bi pel pel û bi lew lew
Bi gazin û tew
Hê kes ne bûye rizgar
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Konferansa 2’mîn a Malbatên Şehîdên Kurdistanê
Ahmet Aktaş
Vê saziya me ya pîroz konferansa xwe ya 2’mîn çêkir.
Li goreyî agahiyan, li dor 40 hezar şehîdên şoreşa me hene.
Li gel hejmara ewqas mezin a şehîdan, avabûna saziyekê ji bo van rûmetên herî bilind ê şoreşa me, mirov dikare bêje em gelek dereng man.
Her çendîn derengmayî be jî, damezrandin û her wiha domandina vê xebata hêja, li gel xemgînîyê serbilindiyekê jî bi xwe re tiine û dide mirova.
Ez beşdarî herdû konferansan jî bûm û min ev hest û hilwest bi xwe re û bi giraniya beşdaran jî re dît.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Zimanê Kurdî xeleka(1)
Deham Ebdulfettah
TÊBÎNÎ
Bêguman , babeta herî giring û herî aloz di zimanê Kurdî de babeta "kar " ( verb)e . Bi helkeftina roja navnetewî , ya " Zimanê Dayikê " (21) ê Reşemehê – em ê çend xelekên peyapey derbarî babeta " kar " belav bikin.
Hêviya min ji we xwendevanên rêzdar herî ew e , ku hûn sirinc û nêrînên xwe yên rêzimanî , derbarî mijarên belavkirî berçav bikin, Ji nuha ve spas ….!
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
Çîrûkek ji Sedat Yurtaş
Zoe
Sedat Yurtaş
Du meh berê, dehemîn salvegera zewaca me bû. Me deh salên gilover, deh salên zîvîn, zêrîn; deh salên almasî li pêy xwe hîştibûn. Me yê êdî, salên ku mîna avê ji emrê diçûn, ji wan salan ji sala yanzdehan bixwaraya.
Min û kebaniya xwe, di nava van deh salan da, du qîzên ku her yek ji ya din xweşiktirîn bûn, anîbûn dinê û me ew bi çav û dilên têrbûyî digîhandin. Ew bibûn armanca me, hêviya me bibûn pêlîstokên me.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Hêviyên zîldayî
Evîn şikskî < span>
peyîza pêşî bû êvarkî bê dil û bê rumet bû, dara hinarê xwe ji
guneha diweşand peymaneke nu bi bûharê re girê di da ,di çavê Gulê de neçarî û belengazî xûya dikir, biskên pora wê ya bi henê sorkirî ji ber kefika wê ya sipîreng derket bû, xem di dilê xwe de diristin û zîq li kurê xwe Ferhad di nehêrt, kirrênî ji kezeba wê dihat te di got qey ev cara ewilî ye kurê xwe di bîne yan jî ev cara dawî ye wê bibîne di dilê xwe de dikelî ..diforî.. û dipijqî , kesî hest pê nedikir, dixwest ku giyanê xwe ji dîmenên wî yê levhatî tijjî bike dizanî bû kû kurê wê rêwî ye ji xwe
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Gotina Kovara PIRSê
Di yekemîn salvegera koçbûna rewşenbîr û nivîskarê Kurd "Rezoyê Osê" de
Dost û hevalên dilsoz
Belkî ji qedera gelê Kurd e, ku boneyên wî yên herî gewre û rojên wî yên bi êş û şewat jî di mehe Adarê de ne. Berî niha bi salekê, li çarê meha Adarê, lawê gelê Kurd, mirovê zana û rewşenbîr, birayê me yê hêja Rezoyê Osê govdeyê xwe yê nazik li êşa xwe pêça û bi rêwîngiya xwe ya bêveger de çû.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Zanatiya rêvebiran û pergala civakê
Azad ZAL
Di nava civakê de ku zana, xwenda û nezan bi awayê rêjeyî ne guncaw bin ew civak tu caran bi ser nakeve û her tim ya bindest e ya jî dîlê nezaniya mercên azad e.
Di her civakê de zana û hişmend hene.
Di her civakê de xwenda û têgihîştî hene.
Di her civakê de nezan û famekor hene.
Ku di civakekê de zana û hişmend têra xwe hebin û di qadên wekî rêveberî, ramyarî û sazûmankariyê de cî bigirin; ku di wê civakê de xwenda û têgihîştî têra xwe hebin û bi rêk û pêk bikaribin bendewarî û peyrewiya zana û hişmendan bikin wê demê zana û famekor çi qas zêde û jimarpir bin jî tu caran pişta wê civakê nagihîje erdê.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Helbestvan Tengezarê Marînî:
Helbest mîna sîberê ye, di gel mirov bi rê dikeve! *
SALIHÊ KEVIRBIRÎ
Helbestvan Tengezarê Marînî, di sala 1959’an de li Tirbespiya Başûrê Rojavayê Kurdistanê hatiye dinê. Pisporiya Karmendiya Mediya Nû’yê; Communication, Relation and Presentation (Ragehandin, Têkilîgirêdan û Xwepêşandan) xwendiye. Di kovarên Stêr, Pirs, Pêl û Bultena Tewşoyê de kar kiriye. Di Azadiya Welat de, qunciknivîs e. Di gelek rojname û kovarên kurdî de, li welat û derveyî welêt de dinivîse.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Ev perda dawî ye
RUKIYE ÖZMEN
Şevê din dîrokê xwe pirbare kir di rabirduya mêjiya neteweya me de.Gur û hovan peyman danibûn; rûyê xwe ji şerma mirovahiyê bi maskên reş pêçabûn. Û derketin nêçîra rûmeta min li aqarê Medan.
Şevê din, tîmsahan bi neynokên xwe yên qirêj nava min qelaştin û bi diranên xwe yên zingarî xwîn ji kezeba min dohtin..
Dilê min gurand, giyan tavizand di laşê min de û bêbextan rayê hêviyên min qetandin, hemu reng reşkirin di çavên min de.
Nêçîra karxezala dikir..
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Ji birçîbûnê re Yasîn Hisên
-1-
ji bona te
min çiqas dest ramûsandin
Lê....
ne mîna lêvê te bûn...
-2-
Ger tu jinek baya
Min dê te himbêz bikira..
Da dîsa bême kuştin
Zêdetir bixwîne
----------------------------------------------------- |
|
Necîb Balayî ji bo Radioya dengê Amerîka di peyive
Necîb Balayî
Roja dûşembî 07.02 Radioya dengê amerîka VOA - Kurdî
Dîdarek li gel Nivîskar û rojnamevan Necîb Balayî saz kirîye, dîdar ji layê Rojnamevan Dexîlê şemo ve hatîye encam dan,Necîb Balayî mêvanê bernama Ferheng û Torê Kurdî bû û wî gazinde ji nivîsevan û helbestvanên nû kir inkû lezê dikin li nivîsînê.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
اشو ک با
باشوری کوردستان و باشوری سودان
به دره ددین ساڵح
به هۆی ئه وه ی ئێمه ی کوردتا ئێستا ناوه ند ی زانستی و زانکۆ و کانالی درێژخایه نی سیاسی ودیپلۆماسیمان نه بووه بۆیه زۆر ئاسانه خه لکی ولاته که مان، کۆمه لانیکوردستان له خشته ببرێن و نه خوازراوو دژی به رژه وه ندییه کانی خۆشیان به کار بهێنرێت..
له ماوه ی چه ند سالی رابردوودا جار نا جار هه والی وه ک رۆژهه لاتی ناوه راستی نوێ..
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Derheqê Gotina “Kurd û Zaza” de
Îsmaîl Beşîkçî
Bi navê BÎLGESAM dezgehek heye: Navenda Merivên Zanyar û Lêgerînên Stratejîk. Wezîr, general û dozgerên teqawutbûyî (malnişîn), herwisa, profesor û hwd. dibin endamê vê dezgeyê. Wezîrê karê derve yê wextekê û balyozê teqawutbûyî Îlter Turkmen, musteşarê wextekê yê MÎTê (Teşkîlata Îstîxbarata Neteweyî) Sonmez Koksal, Serekê rûmetê yê dadgeha bilind Prof. Dr. Samî Selçuk endamên vê dezgehê ne.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Bîranîna damezrandina Komara kurdistan
Hevpeyvîna Bi Dr. Huseynê Xelîgî re
(Hevpeyvîn di sala 2008an da hatîye kirin)
Mirhem Yigit
Doktor em di meha damezrandina Komara Kurdistan de, ango di meha Çile de ne. Vaye salvegera 62 an jî hat. Berî bi 62 salan li meydana Çarçira Pêşewa Qazî, Komara Kurdîstan îlan kir. Di dîroka Kurdan de cihê vê rojê, deng, olan û hêza wê, bandêra wê li ser salên piştî xwe di nav Kurdan de tê zanîn. Îlana Komarê li ser asteke berz bilaşûgewdbûna kiyaneke neteweyî ye, yan na?
Bê goman. Ji awura ramana neteweyî îlana Komarê nîşana asteke berz e. Kurt be jî xewnên Ehmedê Xanî, Hecî Qadirê Koyî dibin rastî, dikevin jiyanê. Kiyaneke Kurdî, êdî ne bi tenê daxwaz û niyazek e. Bi îlanê re dibe bûyereke dîrokî. Hezar û sedhezar vê dijîn, bi çavên serê xwe dibînin. Li perçên din Kurd pê dihesin. Welatên der û dor, cîran û cîhan dibhîze. Kurd serbilind in. Bi çavekî din li xwe û li cîhanê dinerin. Bahweriya ku “em ne kêmî kesekî ne, vaye em jî dibin xwediyê desthelatdarî û dewleta xwe”, bela dibe, serdest û degel dibe.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Melekî Sebrê
Hisên Abbas
ji Sebrê re ez bume melek
Dinya li min bu sur û xelek
Îdî bese... were felek
Carek bidem taca belek
Rojek bibim ez jî melek
Ji sebre re ez bum melek
Îdî bese... were felek
Ez jî li xwekim şalê sipî
Dora wî jî Xetên rengî
runim ji xwer li ser kursî
Deynim li pêş ala rengî
li mi bicijivin têr û birçî
ez ji wan re bibim qazi
Zêdetir bixwîne
-------------------------------- ------------------------- |
|
Divê Hizbûlah Mûhatap neyê girtin!
HESEN HUSEYîN DENîZ
Qatilên gelê kurd ên bi destê hikûmeta AKP ya xwînxwar azad hatin berdan, dixwazin niha bi rêka banga agirbestê ji xwe re li Kurdistanê statuyeke fermî bidest bixin. Dema ku PKK bersivê bide banga Hizbûlah û agirbesta wê bipejirîne ev tê wateya ku Hizbûlahê wekî hêzeke fermî ya li ser navê gelê kurd kar dike bidest digre û wê demê Hizbûlah li Kurdistanê dikare bi hêsanî xebatên xwe yên xwe jinûverêxistinkirinê bidomîne.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Lêkolîn 16 Derket
Kovara Lêkolîn a weşana Instîtûta Kurdî ji bo lêkolîn û zanist-li Almanya, hejmara 16´an derket.
Mijara vê hejmarê li ser diho, îro û siberoja romana kurdî ye. Hejmar ji pêşgotineke dirêj, çar gotar û deh hevpeyvînan pêk tê.
Wek tê zanîn Întîtûta Kurdî ji bo lêkolîn û zanist li Almanya, van salên dawî ji xwe re kiriye armanc ku her hejmareke xwe ji bo mijareke dîrokî, çandî, wêjeyî, hunerî an jî ji bo kesayetêkî/e kurdî î/ê zanyar veqetîne. Vê carê saziyê dest avêtiye romana kurdî û di vê hejmarê de ew ji her aliyî ve daye nirxandin.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Fikira min derheqa axrîya rojnema RÎYA TEZE da
Eskerê BOYÎK
80 sal berê, sala 1930 î, bi biryara hukumdarîya weletê sovêtê li paytextê komara Ermenistan Yêrêvanê dest bi weşena rojnema bi zimanê kurdî (kurmancî) RÎYA TEZE bû. Rojneme bi elfeba kurdî girafîka latînî, ( ya ewlin) hate weşendin. Ew elfeba dîsa li wur sala 1928 a bi dewletî hatibû çêkirin, hazirkirin û qebûlkirin. (Elfeba Îsahak Marogûlov û Erebê Şemo).
Dema li heçar perçê Kurdistanê her alîya va kurdeyatî qedexe bû, heyîtî nav û nasnema kurdan, bi destê dagerkirên Kurdistanê dinîyayê da dihat qedexekirin, tunekirin weşena rojnemeke bi zimanê kurdî, aw jî bi dewletî, di emrê gelê kurd da bûyateke dîrokî û sîyasîye pirr gring bû.
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
Nama Seroka Rûmetê ya, PEN a Kurd
Sînemxan Celadet A.Berdirxan
Silav
Birastî gelek xweşhalbûm ku xuşka Simin Çaycî ji aliyê hikûmeta Îranê ve hate berdan..
Hêvîdarim ku eve helwesta dawiya Hikûmeta Îranê be ku ev çend sale dijî çalakvanên azadî demokrasiyê helwestên tûnd nîşan dide. Heta niha çendîn rojnamevan û çalakvanên mafê mirovan bi awayeke neheq, bi tawanbarkirina sixûriya welatên Ewrupî dide nîşandan û wan siza dike û her wiha çendîn kesan darvekiriye....
Zêdetir bixwîne
--------------------------------------------------------- |
|
TIRKÎFÎKASYONA XWEMALÎ DI ZIMANÊ MEDYAYA KURDÎ DE LI BAKURÊ KURISTANÊ
Ji bo bilindkirina navê Elîşêrê Koçgîrî ku berî gelek kesan xema kurmanciyê xwar…
Mazlûm Doxan
Armanca vê nivîsarê ew e ku bide xuyakirin tevn û pergal û dengsaziya zimanê tirkî li bakurê Kurdistanê karekî dijwar û berfireh di tevn û pergala zimanê kurdî de kiriye û ev yek dike kurdiyeke nû peyda bibe ku li gorî hiş û tevn û dengsaziya zimanê tirkî hatiye dariştin.
Zêdetir bixwîne
------------------------------------------------------------ |
|
Di vê Malpera nû da, Arshîva hemî Gûtar û Nivîsên sala 2011 |
Basbug û şoreşa Kurdistan Mirhem Yigit
TUFANA NUH Abdusamet Yigit
Shezename Dr.Ebdilmecît Şêxo
Mamoste Ismet û bîranînek Mirhem Yigit
Mişel Temo Helbest: Nizar Yosif
|