XEWNA SERXWEBÛN!
 
 
 Feqîr Ehmed
 
 
 
Gelê Kurdistan, ji xew þîyar bîn,
Destê hev bigrin, serê Çîyan bin!
 
Xewa giranda, hestîyê me hilîyan,
Girtin, girêdan, kirin bin lingan!
 
Lêxistin, koþtin! Bav û kalên me,
Dibirin dajon, xwûþk û dayîkê me.
 
Kirin bin dest, raman dane me,
Mêjîyê kerên xwe, kirin serê me!
 
Ser erd û bin erd, hatina welat,
Dîrok û çandî, kirin malê xwe!
 
Zimanê Kurdî, Cîhanê nas kir,
Li me qedexe, ji xwe ra çêkir!
 
Edetên Kurdî, pirrî dewûlemend,
Hical û berde, daxistin ji ser me!
 
Kirin dîwane, bê hiþ û reben,
Zilm û zorî, mêjîyê me þuþtin!
 
Dane me raman, wana ji bo xwe,
Cengê bikin em, henber gelê xwe!
 
Tev parvekirin, ji hevdi xistin,
Talan û koþtin namûs nehîþtin!
 
Em kirin dîndar, hinek jî solcî,
Pirr kirin kûçik, diz û korucî!
 
Bûne serok hoz, didane dijmin,
Gelî dukoþtin, birin keç û jin!
 
Em kirin, Fariz, Ereb û Tirk!
Ko deng dikin, gurlan dikin zik!
 
Beg û axên me, li cem dijminan,
Bi quriþ firotin, wana keç û jin!
 
Li me digerin, dibînin û digrin,
Kirin zindanan, komkojî kirin!
 
Axan dan dijmin, gelî firotin,
Xwîn rijandin, ser xwe va kirin!
 
Îdrîsî Bîtlîsî û Kamûran Înan,
Çetin û Cehwerî, sedan wekî wan!
 
Pirrî ji wana, bûne çep û rast,
Doza merovê, Kurdistan nexast!
 
Pirrî ji wana, bûne sosalîst,
Çêkirin Rûs, Kurdistan nedîn!
 
Pirrî bûne Sunî, hinek Elawî,
Xwe kirin Yêzîdî, çêbû dubenî!
 
Ji wana zikdir, ji wana mîxbîr!
Navê gel da, wan negirtin þûn.
 
Pirrîyan çêkir, partî û komel,
Negîþtin hev, ko jîn bê gel.
 
Bûne serok, bi yekî û duduyan,
Bûe merbend, ketin nav lingan!
 
Dijmin berdan, hatine ser me,
Bûne mîxbîr, gewadên ser me.
 
Bûne bê kesayet, zikdir û genî
Dev vedikin, tev hev didin bîn!
 
Gelê me kiþand, pirr ji dest van,
Ew pîsên genî, xwe kirin zana!
 
Wana li Ankara, hinek li Tehran,
Ewê li Bexdad azadîzê gerîyan!
 
 
Bûn kûçikên derva, kesê li hindir,
Wana dîwane, li ser me bûne mar!
 
Hinek bûne pena, hinek jî lûmpen,
Duxwun û berdidin, wekî ga û ker!
 
Hinek bûne dîndar, hinek jî bê dîn,
Bi ser gelê me da, wana dihanî þîn!
 
Tim li cem dijmin, mirîd û Kole,
Pirr derdên giran, anîne ser me!
 
Berzanî û Apo, ew rêhberên me,
Wana ceng da, bi hêza gelê xwe
 
Rabû ser lingan, Þêxmehmûdê me,
Mazlûm, Yêzdanþêr ketin rêça me.
 
Qazî Muhemed, ew þerê Zîlan,
Qoçkêrî û Agirî, tev serî hildan.
 
Doktor Þivan û hosta Cîgerxwîn,
Bi hêz û raman, gel kirin hebûn.
 
Doktor Qasimlo û Elî Þêrê me,
Ew Seyîd Riza û Þêx Saîdê me.
 
Zîlan û Delal,  Bêrîvanên me,
Nemirên Kurdan, bûne jîna me.
 
Kiþîya ser Çîyan, bûne þoreþvan,
Gelê Kurdistan, ji wan hêvîdar.
 
Mirin û koþtin, dijmin bikin der,
Pispor û zana, gelek werin ser,
 
Serî bilind kir, Þoreþgerên me,
Þeref û heyîsîyet, wana dayê me.
 
Dijmin derxîn, çêkin serxwebûn,
Bi komar bin, tev bibine hebûn.
 
Cejinê çêkin, li navê Kurdistan,
Þoreþger dakevin, ji serê Çîyan.
 
Keçikên ciwan, kesk, zer û sor,
Maçêk bi lêvan, bidin þoreþvan.
 
Xortên Kurdistan bi çek û rextan,
Maçekê bistînin, ji keçê þoreþvan.
 
Xortên Kurdistan, siwarê hedban,
Keçên Kurdistan, tev hev dilovan.
 
Cejna Kurdistan da, bankin Cîhanê.
Nûçan bidin Hind û tev Yîrîwanê.
 
Gelê Rûs û Hind, tev gelê Cihan,
Hev ra pîrozkin, me Kurdistanê!
 
Gelê Kurd û Tirk, ji hev zana bin,
Dijminî û dubenî, ji navberê rabin.
 
Dubenî rakin, ji nav dorên xwe,
Her kes jîn bibê, li ser qarê xwe!
 
Netewên dor me, wekî bav û dê,
Welat û warê me, tev wekî gulê!
 
Eme razî bibin, doz û warê xwe,
Jînbe gelê Cîhan, tevî gelê me.
 
Serok Mandela, Madem Mîtterand,
Werin pîrozkin, serok Kurdistan!
 
Nemiran bidin, serê meydanan,
Bêþîkçî deyînin, li nav Bajaran.
 
Zana, pispor û mêjîvanên me,
Rista bi aþîtîyê, çekine ser me!
 
Komara Kurdan, bibê dewlemend,
Navê Netewan da, ko bibê rêhber!
 
Çîya û mêrgên me, bibin Gulîstan,
Çem û qûçên me, koprî û otoban!
 
Navê welat da, her kes wekî hev,
Navber û navçe tev bigêne hev!
 
Pispor û zana, dakevin nav gel,
Aborîyê çêkin, welat dor û ser!
 
Artêþa Kurdistan, bi fîze û rokêt,
Doza merovê da, ko xwe bidê ber.
 
Dengbêj û hozan, bikin þîqe, þîq,
Navê Cîhanê da, ko ew bibin jîr.
 
Romanvanên me, bibin hêvîdar,
Jin û keçên me, hîvên li çardan.
 
Dîrokvanên me, tev da bi rûmet,
Helbestvanên me, dibin kesayet.
 
Jin û mêrên Kurd, teve zana bin,
Xort û keçên me, li dibistana bin.
 
Welatê me tev, gula Cîhanê,
Cîhan þah bibê, bi Kurdistanê.
 
Ew gul û gupik, bîna Endeko,
Kesk, zer û sor, bi ser me da bê!
 
Jîyaneke xweþ, li nav gelê me.
Nemir û zindî, tev bigêne hev.
 
Dibin kesayet, Feqîr û zengîn,
Merovên hêja, bikin doza jîn.
 
Kurd û Kurdistan, li hev pîroz,
Cîhan pîrozkê, cejna Newûroz!
 
Serokê Kurdistan, rabê ser banan.
Dengekî bidê, Cîhan Kurdistan!
 
Aborî û aþîtî, me tev pêk anî,
Jînbe gelê Kurd, tev gelê Cîhan!
 
Zanayê Kurdan, bibin jîyan xwaz,
Navê Cîhan da, ko bibin xêrxwaz.
 
Nemiran bîbînin, nebin zulin kar,
Eme bi merov bin, nebin dîn û har.
 
Þeref û heysîyet, bi Bajar û Gund,
Navê Cîhanê da, ko em bidin deng.
 
Tev bikin Kulîlk, cîh û warê xwe,
Kesk, zer û sor, Kurdistana  me!
 
05. 10. 96

 

 

   

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org