|
|
- DÎSA
ÎFTIRA Û GEF
-
-
- FÛAD
SÎPAN, fuadsipan@yahoo.de
-
- Almanya,
30.01.2008
-
-
-
-
-
- Kurdistaniyên
hêja!
-
- Rêxistina
PKK-ê ya leþkerî “Hêzên Parastina Gel” di malpera xwe ya
înternetê de bi îmzeya Aram Masîs di derbarê ronakbîr û
siyasetmedarê Kurd Ibrahîm Guçlu de nivîseke bi navê “Ajanê
dewleta kûr” belav kiriye û wî bi gotinên gef, heqaret, biçûk
dixe, herwisa bê delîl û îspat wek “ajanê dewleta kûr” îlan
dike. Ew mirovê bi navê “Aram Masîs” di ser de jî di
dawiya nivîsa xwe de li ser ji bo holê rakirina birêz Ibrahîm Guçlu
wiha dinivîsîne, “Pir gotin ne pêwist e bê gotin. Ciwanên
welatparêz baþ dizanin û dinasin, çawa ev seyên ku xwe gur dihesibînin
û dizûrin bêdeng bikin”
-
- Çavkanî
malpera HPGê
-
- http://www.hpg-online.net/ku/rojevi/rojevi_7.html
-
- Bi
rastî hin caran mirov dixwaze pê bawer bike ku PKK û rêxistinên der
û dora wan li gorî rewþa cîhanê xwe diguherînin an jî dê lê
bixebitin xwe biguherînin. Lê mixabin dema ew li dijî welatparêzên
Kurd wek her caran bi siyaseta xwe ya bi gef, ji holêrakirin, biçûkxistin
û îftiran dubare dikin dîsa mirov ji wan sar dibe, hêviya mirovan diþkê.
Ev gefa nû jî dide îspat kirin ku PKK hên di pey ewqas tercûbeyan
de ders ji dîroka xwe negirtiye û qet niyet nîne dersan jî jê
bigire.
-
- Lê
vê carê metodê PKK-HPG ne wek ya hercaran e. Ew di malpera xwe de
rasterast mirovekî bi awayekî eþkere wek mirovê dewleta kûr bi nav
dikin û dibêjin, ewê wî bikujin. Em bawer in di lîteratûra PKKê
de tiþtekî wiha nû ye. Çimkî PKK-ê ti demê kuþtina welatparêzan
bi awayekî vekirî ji raya giþtî re nepejirandiye, qebûl nekiriye.
-
- Bi
rastî nayê fêhm kirin ku partiyeke ewqas bi hêz e, mezin e û bi
hezaran xwedî bi leþker û derfetan e, mîlyonan temsîl dike, çawa
xwe dixe vê sewiya nizim û erzan, bi hêsabên biçûk tevdigere. Gef
û tehdîdên wiha bi nivîskî ji raya giþtî re gumaneke pir girîng-ciddî
li ser PKK-ê dihêle. Kirinên wiha tenê ji neyarên Kurdan re bi kêr
tên û derfetên nû didin destê dijminên Kurdan. Em bawer in ku PKK-ê
û HPG-ê vê carê palte li lingê xwe xistiye û dê tengasiya wê him
li Kurdistanê û him jî li derva bibîne.
-
- Divêt
PKK-HPG baþ bizanibin ku tehdîdên bi vî awayî vekirî ji raya giþtî
re ji xêncî terorîzimê pê ve tiþtek nîne. Ev çavkorî ye, mirov
nikare navekî din li wê nivîsa di malpera HPG-ê de hatiye belav
kirin bike.
-
- Divêt
PKK-HPG zûtir dev ji van xwîyên xwe, dest ji siyaseta gef, biçûkxistin
û îftiran berdin. Tehdîdên wiha dê serê PKK-ê di qada navneteweyî
de pir biêþîne.
-
- Ti
kes napejirîne ku PKK-HPG bi vî awayî mamoste Ibrahîm Guçlu di bin
tawanbarî û tehdîdan de bihêle. Divêt PKK-HPG yan îspat bikin û
an jî ji mamoste Ibrahîm Guçlu lêborînê bixwezin û careke din jî
tiþtekî wisa nekin.
-
- Êdî
dema þerê sar qediyaye. Dîwar hatine hilweþandin. Ne mafê rêxistinekê
ye û ne jî mafê ti kesî ye ku bi mantiqa ku "heriyê biavêje
bila qilêra wê pê de bimîne" tevbigere. Ewên bi îsrar vê
siyaseta dijminan bidomînin bila hêsabên xwe baþ bikin ku hên dor
nehatiye wan.
-
- Ez
dixwezim di dawî de ji PKK-ê û hêza wan ya leþkerî re bibêjim,
heger hûn dixwezin ji gelê Kurd re qencî û baþiyê bikin, gelê
Kurd ji tengasiyê xelas bikin, ji çareseriyê re xizmetê bikin û serê
gelê Kurd li hemberî dijminan bilind bikin, ji kerema xwe, xwe ji xeta
Abdulah Ocalan ya Kemalîzimê xelas bikin û fermana generalên Tirk,
ewên bi namûs û hisyeta Kurdan dilîzin derînin, ne ya welatparêzan.
|
|
|