NAVENA NÛÇEYAN – Antolojiya Çîrokên Kurdî ya PENa Kurd a bi navê “Dije Dej” a çîrokên 54 nivîskarî di nav de cih digire hat çapkirin.
Bi amadekariya Anîsa Caferî Mêhr û Jiyar Cihanferd Antolojiya Çîrokên Kurdî ya PENa Kurd a bi navê ‘Dije Dej’ a çîrokên 54 nivîskarî di nav de cih digire hat çapkirin. Çîrokên 54 nivîskaran ên di nava Antolojiya Çîrokên Kurdî ya PENa Kurd de bi zaravayên kurdî yên bi navê kurmancî, kirmanckî, soranî, kelhorî, lekî, hewramî hatine nivîsandin û ev antolojî ji aliyê Weşanxaneya Sîtavê ve hat çapkirin. Her wiha dê wergera “Dije Dej” a bi Îngilizî jî bê kirin.