Azadiya derbirînê mafê herî bingehîn ê her kesayetiyeke civakê ye. Li ku dera dinyayê azadiya derbirînê hebe, li wê derê civak bi ser dikeve. Lê mixabin em şahid in ku azadiya derbirînê, bi taybetî jî ji bo nivîskaran di xeterê de ye û nivîskar li her derê bi teror, gef û kuştinê re rûbirû ne.

Bi vegera Ayetûllah Xumeynî bo Îranê re, sala 1979ê; bi giştî civaka Îranê, bi taybetî jî civaka rojhilatê Kurdistanê bû şahidê gelek bûyerên dijwar, dirinde û dijmirovane. Ji çewisandin, pest û kotekiya li ser gelê bêguneh û dijberên rejîma îslamî bigire heta darvekirin û kuştinên komî, li herêmê bû sedema bingeheke xurt ji bo berzkirin û ferzkirina ramana îslamî ya tûndrew.

Sala 1989ê, piştî belavbûna romaneke Selman Rûştiyê nivîskarê Brîtanî-Hindî, Ayetûllah Xumeynî ferman û fitûya kuştina wî derxist, ji bo vê helwesta hovane gazî hemû misilmanên dinyayê kir û ji bo pêkanîna vê yekê xelateke mezin a diravî eşkere kir. Tevî ku ji bo çareseriya têkiliyên xerab ên di navbera Îran û Brîtanyayê de, rêveberiya Îranê biryara kuştinê bi daxuyaniyekê rawestand jî, Serokê Olî Yê Demê Elî Xemaney bi dijwarî li dijî vê yekê derket û diyar kir ku bi tenê kesê ferman û fitûya kuştinê dabe, dikare rawestîne. Ev jî dihat wateya ku ev biryar wê neyê rawestandin û bi ser de jî xelata kuştina Rûştî hate zêdekirin.

Piştî wê fitû û fermana fikra îslama tûndraw ango radîkal, hewlên ji bo çewisandin û kuştina nivîskar, helbestvan û rewşenbîrên li herêmê her ku çû zêdetir bû. Piştî serhildana Başûrê Kurdistanê û geşedan û berzbûna tevgerênn îslamî yên tûndraw, mixabin li Kurdistanê jî fitû û fermana kuştina helbestvanê navdar Şêrko Bêkas hate dayîn. Ji bilî vê, sala 2005ê ji ber pirtûkeke wî, fermana kuştina Merîwan Helebceyî hate dayîn. Herwiha di çend salên borî de ji bilî fermana kuştinê, nivîskarê navdar û endamê me yê hêja Şêrzad Hesen gelek caran rastî gefan hatiye û li dadgehan doz lê hatine vekirin.

Heyf û mixabin ku di serdema îroyîn a modern de jî tu tirsa xwediyên hizra îslama radîkal ji civaka navneteweyî nemaye û heta niha gelek caran nivîskar, rojnameger û rewşenbîrên li sernaserê dinyayê, ji aliyê wan ve hatine terorîzekirin û hewla kuştina wan hatine dayîn. Vê gavê jî, tevî ku 33 sal di ser fitû û fermana Xumeynî a li dijî Selman Ruşdî derbas jî bûne, nivîskarê navdar rastî hewla kuştinê hatiye, bi awayeke dijwar birîndar bûye û vê gavê li ber mirinê ye.

Bi sedema vê êrîşa hov a dijmirovane, em dibêjin ku tevgerên wiha azadiya derbirînê û fikra hibir û pênûsa nivîskaran dixe nava metirsiyeke kûr û dijwar.

Em wekî Navenda PENa Kurd, kiryarên terorîstane yên fikra îslama radîkal rûreş û şermezar dikin û bang li raya giştî ya navneteweyî dikin ku li dijî kiryarên wiha bêdeng nemînin û dengê xwe bilind bikin.

Navenda PENa Kurd

Komîteya Birêveberiya Giştî

15 Tebax 2022