NAVENDA NÛÇEYAN-Helbestvan, nivîskar, şanoger û karkerê civaka kurd yê navdar Barîyê Bala Bariyê Bala koça xwe ya dawî kir.
Di 25’ê Gulanê de Helbestvan, nivîskar, şanoger û karkerê civaka kurd yê navdar Barîyê Bala çû ser dilovanîya xwe. Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê ‘Berbangê’ têkildarî koça dawî ya Bariyê Bala de diyar kir ku Bi wefata Bariyê Bala stêrkeke geş ji esmanê çand û wêjeya kurdan vemirî.
Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê ‘Berbangê’ wiha dewam kir:
“Di 25’ê Gulana 2020’ an de helbestvan, nivîskar, şanoger, prozaîk, Endamê PÊNa Kurd û Endamê PENa Navneteweyî Barîyê Bala di 84 salîya xwe de li Alma Ataya Qazaxistanê çû ber rehma Xwedê. Bi wefata Bariyê Bala stêrkeke geş ji esmanê çand û wêjeya kurdan vemirî.
Barîyê Bala (Barîyê Elîyê Paşê) 25’ê Tebaxa 1937’ an li nehiya Masîsa Ermenîstanê, li gundê Demîrçîyê di nav malbeteke kurdên sade de ji dayîk bûye. Bavê wî Elîyê Paşayê Miho, dayika wî Qaza Evdoyê Bişo mirovên pir sade û kedhez bûne, bi keda xwe ya helal jiyana xwe derbas kirine. Heft kur û keçeke wî çêbûne.
Barîyê Bala sala 1958’ an dibistana gundê Demîrçîyê ya navîn xilas dike û li bajarê Yerevanê dikeve Para Dîrok û Fîlolojîya Azerî ya Zanîngeha (Îînstîtûta) Dewletê ya Pêdagoiyê ya li ser navê Xaçatûr Abovyan sala 1963’yan bi dereceyeke baş xilas dike. Piştî xilaskirina zankoyê salên dirêj di dibistanê da wekî mamosteyê ziman û wêjeyê kar dike.
Ew di sala 1975’ an de li gundê Hebilkendê, Nehîya Masîsê dibe serwêrê dibistana navîn. Paşwextîyê di vê nehîyê de wekî mufetîşê (înspêktorê) perwerdeya dibistanên navîn de karê xwe dimeşîne. Salên dirêj li nehîya Masîsê bûye serwêrê sovxoza Serwanlerê.
Sala 1989’ an wextê şerê li ser Qerebaxa Çîyayî navbera ermenî û azerîya de malbata Barîyê Bala jî tevî hemû kurdên misilman ji Komara Ermenîstanê dertê, diçe Komara Azirbêcanê. Sala 1998’an tê Qazaxistanê, bajarê Alma Atayê. Li vir jî ew bi awayekî çalak tevlî karê civakî dibe. Di nav xebatên Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê «Berbangê» de wekî mamosteyê ziman û edebîyatê kar dike.
Barîyê Bala wexta şagirtê dibistana navîn bûye dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Helbesta wî ya ewil di sala 1957’an de bi sernivîsara «Dayika min» di rojnama «Riya Teze» de tê weşandin. Paşwextîyê helbestên wî di rojnameyên «Riya Teze», «Dengê Kurd», «Jîyana Kurd», «Ev Roj» «Dîplomat», kovara «Nûbar» û gelekên din de hatine weşandin. Helbest û nivîsên wî yên vekirî bi zimanê ûrisî, azerî, ermenî û qazaxî hatine wergerandin.Di rojname û kovarên wan zimanan de ronkayî dîtine.
Barîyê Bala xwedanê deh pirtûkên weşandî ne. Pirtûka wî ya ewil di sala 1974’an bi navê «Dinya min» li Ermenîstanê ronayê dibîne. Sala 1994’an li Azerbêycanê pirtûka wî ya dudayan bi navê «Ku da herim» tê çapkirin.
Di 2008’an de pirtûka wî ya sisêyan «Dîlbera min» ku pêşkêşî xanima xwe kiriye tê weşandin. Di 2009’an de pirtûka wî ya çara bi navê «Dayik» ku helbestvan rewayî dayika xwe ya zehmetkêş Qaza Evdoyê Bişo kiriye ronahiyê dibîne.
Salên 2011-2012’an de bi alîkariya nivîskar û lêkolînvan Hejarê Şamîl du pirtûkên wî «Kulîlkên neçilmisî» û «Deh bûyer» digihîjine ber destên xwendevanên xwe. Di 2012’an de li Kurdistana Başûr, bajarê Duhokê bi alîkarîya Yekîtîya Nivîskarên Kurdistanê pirtûka helbestên Barîyê Bala bi sernivîsara «Bijare» tê weşandin.
2014-2015’an de bi alîkarîya endamên Yekîtîya Nivîskarên Ermenîstanê û endamên PENa Kurd Nûrê û Zera Serdaryan li bajarê Yêrêvanê du pirtûken wî «Ez û kevokê tenê», «Zerdeştê kal» neşir dibin. Di 2016’an de pirtûka wî ya bi navê «Dilê şikestî (Разбитое сердце)» ronahî dibîne. Di 2005’an de şaîr, nivîskar û dramatûrg Barîyê Bala tê hilbijartin wekî endamê PÊNa Kurd. Di 2014’an de bi xelata ser nave Ehmedê Xanî tê rewakirinê.
Barîyê Bala Pênûsa xwe di hemû mijaran de- helbest, nivîsara vekirî, bîranîn û dramatûrgîyê de ceribandîye. Mijarên helbest û poêmên Barîyê bala cuda-cuda ne: Evînîya du dila, hubhizkirina de û bava, gel û welat, hizkirina mirovahîyê û tebîyetê, rexne, şîret û yên din. Lê helbestvan di helbestên xwe de fikra hîmlî datîne ser welathezî, hub û hezkirinê. Koletî û bindestîya welatê kal û bava Kurdistanê, par-parîbûna gelê kurdi axîn û kedereke giran dixe dilê şaîr. Zilm û komkujîya li Helepçeyê, Şengalê, Kobanîyê, li bajar û gundên kurdên wêranbûyî dilê wî dişewitîne:
Barîyê bala gelek nivîsarên vekirî jî nivîsîne: «Nado û Narê», «Bila dilî dilbe», «Ez û kevokê tenê», «Gelto», «Paşa û Belgîzar», «Çar emir çar demsal», «Cemîle», «Zerdeştê kal», «Ez û kale welathezî pir bi derdî kul», «Kew, bilbil û sorgula tengezar», «Deh buyer»; bîranînê xwe- «Seyda Şamîl» (Şamîl Eskerov), «Bîranîn derheqa Mehmedê Siloyê Bava da», «Mehmedê Sloyê Mihoyê- Îsa Begê Rewanî» ku pêşkêşî pismamê xwe Mehmedê Silo Miho kirîye.
Em wekî Yekîtîya Kurdên Qazaxistanê «Berbangê» bi wefata Şaîr û Nivîskarê kurd Bariyê Bala gelekî xemgîn in. Windabûna Bariyê Bala dibe ku bi awayekî fizîkî be, lê ew ê her dem bi fikir, raman, helbest û nivîsarên xwe, ne tenê li Qefqasyayê û Sovyeta Berê, em di wê baweriyê de ne ku wê li seranserê welatê me di dilê her neferê kurdan de bijî.”