Navenda PENa Kurd, bi bihîstina xebera koça dawiya Ceifer Mayî, nivîskar û lêkolînerê civakî xembare û sersaxiyê li malbata Mayî, civata rewşenbîran, nivîskarên kurd û Badînanê dike.
Ceifer Mayî di sala 1953’an de li gundê Mayê ji dayik bûye û qonaxên xwendinê li Duhok û Bexdayê qedandiye û ji sala 1990’an ve li Swêdê dijî. Mayî di sala 2004’an de vegeriya Başûrê Kurdistanê û di Wezareta Karûbarên Civakî de weke lêkolînerê civakî dest bi kar bû.
Ceifer Mayî ji xeynî xebatên di warê civakî de çîroknivîs jî bû û hejmareke pirtûkan di warê perwerdeyî de bi zimanên Kurdî, Ingilîzî û |Erebî çap û belav kirine.
Mayî di sala 2018’an de tûşi nexweşiya penceşêrê bû, û mixabin roja 21’ê Nîsanê li nexweşxaneyeke Stokhulmê koça dawî kir.
Navenda PENa Kurd
22.04.2022