Cemal Bulut

Komên platforma social media; Facebook, Youtube, Twitter, Whatsapp, Instagram, Pinteres, Spotify, Tiktok û gelek platformên din, di roja îro de bi her awayî bûne cîhê têkilî û danûsitandinên di navbera mirovan bi hevûdin û amûrên herrî girîn bi civakê re. Bi rêya van derfetên di wargehên social media  de, mirov bi mirovên ji welatê xwe, bi mirovên ji derûdorên xwe û bi mirovên li çar aliyên cîhanê dijîn re; bi nas, xizm, dost, heval û hogirên xwe û civaka xwe re, têkilîyan datînin û bi wan re çax û demên xwe dibihêrin û  derbas dikin. Ji ber ku, di wargeh û plarformên  wiha  bibandor de, her kes dikare bi hevûdin re  bi rêya van amûr û înstrûmentên teknolojîya herrî pêşketî, li mala xwe, li cîhê karê xwe bi tena serê xwe û li gelek cîhên jîyanê yên din jî; bi rêya televîzyonan, computeran, notebookan, tabletan, an jî têlefonên destan, bi hevûdinre têkilîyan deynin, hevûdin bibînin, bipeyvin û biaxivin. 

Carna mirov şadmanî û kêfxweşîyên dilê xwe û carna jî xem, êş û elemên xwe bi hevûdin re parvedikin û tiştê herrî girîng; li ser bûyer, qisumet, karesat û geşedanên li derûdorên xwe hevûdin agahdar dikin û li ser van babetan dîtin û nêrrînên xwe delal û zelal tînin ziman û bi hevûdin re li ser van parvekirinan gengeşîyan jî dikin. 

Gelo nêzîkbûn, têkilî û sekna me di derbarê social medîa û bikaranîna van amûran de çîye û çewaye? Gelo em, ango pêkhate, kes û derûdorên cûrbecûr yên civaka me, bi ra rastî “social media” weke li jorê hatîye pênasekirin, dinirxînin, dibînin û wan derfetên ku ev platform didine me, em bi wî awayî bikartînin? 

Em destê xwe li vê derê deynin ser ûjdanê xwe û li ser mijarê xeberdin û dîtinên xwe vekirî bibêjin. Gava ku, em vekirî û biûjdan xeberbidin, emê bibînin ku, em van derfeta ji xwe re û  ji derûdorên xwe re weke ji me tê xwestin, di warê bikaranîna wan amûran de baş pêk naynin.

Carna  dibê qey Xwedê ziman nedaye me rihlibera, ango me mirovan. Ez dîn û bala xwe carna didime van kesên ku, di van civat û wargehên digital yê social media aktîvin, gelo her tiştên têne parvekirin gelo dixwînin, an li ser wan dihonijin? Ku dixwînin û li ser wan dihinijin, gelo çima levzek jî ji devê wan dernakeve?  Gelo ev hermet û camêr çima devê xwe venakin û di derbarên wan dîtin û nêrrînan de qet helwest nastînin? 

Ez ji xwe re ecêbmayî dimînim û dibêjim; xwezîya ji xêra xwezîyê Xwedê re, hima carna hinek  “dilşêrî û mêrxasî” bi van mirovên me re jî hebûya, an jî çêbibya û ewan mirovan jî karîbûna devê xwe  li ser hinek mijaran û di derbarê wan dîtinên ku,  di van platforman de têne parvekirin, vekirî û eşkere, dîtin û nêrrînê xwe bigotina. Gava ku, kes li ser ti mijarî xebernede, helwest nestîne, her kes li her der û deverî hima devê xwe û çave xwe bigre, û “zimanokê” xwe jî daqurçîne û xwe kor ke, hingê li wê derê  xêr û bereket namîne û çênabe. Wê ev wargeh wî çaxî bêgîyan be  “nîvmirî” be. Helbet wî çaxî wê ne wargeh û platformên social media tenê, bikarhênerên wan platforman tev  jî  wê “bêgîyan û nîvmirî” bimînin . Di vê çarçoveyê de hingê bi wî awayî  mirovên weke “me” di wargehên social media de aktiv jî, wê bêhest û bêqewet bibin. Bê zar û bêzimanbûn jî; ji xwe ev rewş e. Ango mirov ê hingê ji “devger” bikeve!

Bi gotineke din, ew der û dever jî wî çaxî wê „stewr“ bibin. Hilberînerî û afirînerî wî çaxî ji holê wê  rabin. Ma qey hima her kes xwe di pişta kewarekê de veşêre û xwe di hinek cîhên tarî de bi telîne û sikût bibe çêdibe? Helbet çênabe. Hingê ew civat, wargeh dibe cîh û warê “mirîyan”. 

Li gorî şert û şirûtên hevaltî, cîrantî, nas û dostanîyê, diviya bû ku, têkilîyên di navbera mêvan û beşdarên van wargehên digital de pirr başbûna. Lê nexêr. Her kes î li wargehê ye, her kes hemû berhemên li wir têne parvekirin bi awayekî dixwîne, lê her tim xwe kerr dike, xwe di xew re dibe. Qet dengê xwe nake. Weke min li jorê jî gotibû, xwe di telîne ûher tiştî tenê temaşe dike. Ango î lal in.

Ev wargeha digital  (koma PENa Kurd) ku, niha nêzîkî dused rewşenbîr têde amadene jî, bi dîtina min, ne tenê ji bona em weke “temaşevanên sînema û an jî şano” yê parvekirinên wêjeyî, vîdeoyê li ser babetên cûrbecûr û hinek “tiştên din” bişopînin hatîye avakirin. Helbet ev kar jî rewa ye û bikarhênerên li vê wargehên azadin û karin wisa jî tevbigerrin. Lê belê divê helwesta rewşenbîr ne wisa be. Hinek temaşevanên sînemayan jî carna dîtin û nêrrînên xwe  parvedikin û tiştekî li ser fîlmê ku, ewan temaşe kiribû dibêjin. Lê belê em kesên li vê platforma ki,  PENa Kurd ji bo me ava kiriye, em weke  bikarhênerên li vê derê li “mala xwe” ne jî, lê dîsa jî em xwe weke temaşevanan dibînin û gelek caran, tiştekî jî nabêjin.

Werin hemû kes û derûdorên li vê wargeha digital ku, accountê wan hene  di vê platformê de î qeyîdkirî ne,  piçekî aktîv bibin. Bi hevûdin re têkevine têkilîyan. Hevûdin nasbikin. Dîtin û nêrrînên xwe bi hevûdin re parvebikin û di derbarê dîtinên hevûdin de nîqaş û gengeşeya  çêbikin. Hûn hemû, hûnê bibînin ku,  kesek jî li vê wargeh û platformê î ne “merivxwere”. Em tev ji welatekî û erdnîgarîyekê tên. Em belgî nikaribin “tifaq û yekîtîyên” mezin di nava hêz û pêkhateyên neteweya xwe de “pêrepêre çêbikin”, lê belê ka werin em li vêderê, vê yekîtî û tifaqê di nava vê kom û wargeha PENa Kurd ji bo me avakirîye de, çêbikin.

Ji bona hûn vî tiştî  di nêzîk de pêkbînin, Xwedê qeweta we hemûyan bide!