Li gorî agahîyên ku ji malbata û parêzerên wî gihaştine ber destên me roja 27.06.2020’ê de, Qehreman Şukrî Zêdan ku rojnamevanekî serbixwe ye û hevkariya Ajansên wek ROJNews û kanalên KNN û Stêrk TV’yê dike, bêyî diyarkirina tu sedeman û hebûna biryara daddgehê, li mala xwe ya li Şêladizê, ji aliyê hêzên Asayîşê ve hatiye binçavkirin.

Li gor agahiyên ku ji devê endamekî malbata wî hatine girtin, her çiqas gelek serlêdan hatibin kirin jî, der barê rewşa wî û sedema girtina wî de tu agahî nehatine dayîn, destûr nehatiye dayîn ku endamên malbata wî yan jî parêzerên wî hevdîtinekê pê re çêbikin.

Em weke Navenda PENa Kurd bi erka xwe dizanin, bi her awayî piştevaniya azadiya xwederbirîna ramanî dikin ûji desthilata siyasî û dadweriya Herêma Kurdistanê dixwazin ku li gor zagon û yasayan tevbigerin û di demeke kin de der barê rewşa Qehreman Şukrî de raya giştî agahdar bikin û heke tu tawanek nekiribe, bê şert û merc, demildest wî azad bikin.

10.07.2020
Komîteya Birêveberiya Giştî ya
Navenda PENa Kurd