NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya Nivîskarên di Zindanan de ya PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd bi munasebeta 15’ê Mijdarê Roja Nivîskarên di Zindanan de çalakiyên curbecur li dar xistin. Di çalakiyan de peyama divê nivîskarên girtî û hemû girtî azad bibin hat dayin.
Komîteya Nivîskarên di Zindanan de ya PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd bi munasebeta 15’ê Mijdarê Roja Nivîskarên di Zindanan de bi beşdariya gelek sazî û kesan, çalakiyên curbecur li dar xistin. Bi beşdariya nivîskar, helbestkar û gelek kesên din bername hatin lidarxistin û daxwaza azadiya nivîskarên di zindanan de hat kirin.
Bernameyên curbecur hatin lidarxistin
Bi pêşengiya Komîteya Nivîskarên di Zindanan de ya PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd di 13’ê Mijdarê de li Komeleya Wêjekarên Kurd panela bi navê “Wêje û Zindan” hat lidarxistin. Nivîskar Feysel Ozdemir û Firat Can ên di girtîgehê de mane wekî panelîst beşdarî bernameyê bûn. Salîha Ayata jî moderatortiya bernameyê kir. Roja 14’ê Mijdarê jî dîsa li Komeleya Wêjekarên Kurd bernameya Şeva Xwendina Helbestên li Zindanan hatine nivîsandin, hat lidarxistin. Bi beşdariya gelek kesî helbestên ku li zindanan hatine nivîsandin hatin xwendin. Di 15’ê Mijdarê de li ber Postaxaneya Ofisa Navçeya Yenişehirê ya Amedê berê pirtûka bi navê Dije Dej û name ji nivîskarên girtî re hat şandin. Piştre li ber Postaxaneyê bi beşdariya nivîskar, helbestkar û saziyan daxuyaniya çapemeniyê hat dayin. Di daxuyaniyê de hat gotin nivîskarên di zindanan de bi fikrên azad û îradeyeke xurt berhem afirandine.