Sersaxiya ji bo malbata Rojnameger Gulîstan Aksoy

Ji ber zext zordestî, polîtîkayên şer û êrîşên li dijî Gelê Kurd çapemenî û rojnamegeriya kurd di bin gefan de karên xwe dikin. Rojnameger û nivîskarên kurd ên ku rastiyê dinivîsin û xizmeta berjewendiya sîstemên desthilatdar nakin dibin hedef. Li gor rapora Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê […]

Daxuyaniya Der Barê Rewşa Qehreman Şukrî Zêdan de

Li gorî agahîyên ku ji malbata û parêzerên wî gihaştine ber destên me roja 27.06.2020’ê de, Qehreman Şukrî Zêdan ku rojnamevanekî serbixwe ye û hevkariya Ajansên wek ROJNews û kanalên KNN û Stêrk TV’yê dike, bêyî diyarkirina tu sedeman û hebûna biryara daddgehê, li mala xwe ya li […]

Ji Çapemenî û Raya Giştî re

Li Tirkiyeyê rewşenbîrî û rojnamegerî di binê xetereyeke mezin de ne. Bi taybetî pêkutî û êrîşeke mezin li ser nivîskar û rojnamegerên Kurd heye. Ligel ku beşa mezin a çapemeniyê ketiye destên desthilatdaran û li ser înternetê jî sansur tê kirin jî, çi kesê/a ku behsa heq û […]

Ji Çapemenî û Raya Giştî ra

Ev çend sal in, ewrên reş li ser welatê me digerin, hêvîyên yekrêzî û yekgirtina kurdan ên ku di navbera salên 2013 û 2015`an de geş bûbûn, bi karesatên ku hatin serê kurdan kiz û kêm bûn. Li Bakurê Kurdistanê şer û lêkdanan ji nû ve dest pê […]

Hêmin Mamend serbest berdin

Li gor Bangewaziya Cîhanî ya Mafê Mirovan, azadiya derbirîna ramanê yek ji mafên bingehîn ê mirovî ye, û her kesekî/ê mafê derbirîna bîr û ramanên xwe heye û di çarçoveya vî mafî da lazim e amûrên guncav yên derbirîn û belavkirinê li ber dest bin. Li gor agahiyan, […]

Sersaxiya ji bo Keyo Cegerxwîn

Welatparêzê Hêja Keyo Cegerxwîn, li Swêdê, li bajarê Stokholmê ji ber Vîrusa Koronayê, di 84 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Em wek PENa Kurd sersaxiyê ji malbata wî û miletê Kurd re dixwazin, cihê wî cunnet be. Keyo Cegerxwîn endamê komele û federasyonên Kurdan bû […]

Newroza we pîroz be;

Bi hêviya ku agirê Newrozê li tevahiya Kurdistanê û di dilê hemû kurdan de her û her geş be; bi hêviya ku ev roja ku mizgîniya rojên xweş û biharê ye fêkiya pîroz a yekîtiyê bi me bide tamkirin; bi hêviya ku hêviyên serkeftinê û azadiyê her şên […]

Daxuyaniya derbarê 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de

Di dinyayê de 21’ê sibatê “Roja Zimanê Dayîkê” hatiye qebûlkirin û her sal vê rojê di derbarê mijarê de çalakî çêdibin. Gelek rêxistinên Kurdan jî, di van rojan de li ser xebat û geşkirina Kurdî panel, bername û çalakiyan çêdikin. Her zimanek heta ku tê efirandin û xwe […]

Pêla girtina nivîskar û çalakvanên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê

Pêla girtina nivîskar û çalakvanên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê Bi navê pênûs û zanyariyê Komara Îslamiya Îranê li Rojhelatê Kurdistanê (Herêmên Kurdan li Îranê) dest bi pêleka berfireh a binçavkirinan kiriye. Ku piraniya kesên hatine binçavkirin çalakvanên kulturî û nivîskar in. Di vê navberê da parêzgeha Kirmaşanê jî […]

Ji bo raya giştî ya Kurdistan û cîhanê

Ji bo raya giştî ya Kurdistan û Cîhanê Di domana sedsalên borî da Rojhilata Navîn her tim bûye qada şerên mezin û malwêranker. Hêzên dagirker û talanker ji bo sepandina serdestî û dagirkerîya xwe, xwîna bi milyonan mirov ji olên cuda rijandine. Di van şeran da her tim […]

SERSAXÎ

Pênaseya hin mirovan zehmet e. Dema hûn behsa aliyekî wan dikin aliyê din divê neye jibîrkirin. Prof. İzzedîn Mustafa Resûl yek ji wan kesan bû ku bi gelek aliyên xwe xizmeta ziman, dîrok û wêjeya Kurdî kiribû. Bi tena serê xwe wekî arşîveke bû. Rewşenbîrê Kurd İzzedîn Mustafa […]

JI ÇAPEMENÎ Û RAYA GIŞTÎ RE

Azadîya derbirîna ramanê yek ji mafên bingehîn ê mirovî û yek ji binemayê sereke yê demokrasîyê ye, lê mixabin pirî caran li welatê me jî bi hincetên cur bi cur ev maf dihê binpêkriin.   Wekî gelek caran, îcar nivîskar û helbestvanê kurd û nûnerê PENa Kurd ê […]