NAVENDA NÛÇEYAN – Mîr Celadet Alî Bedirxan ê ku di 1893’yan de li Stenbolê ji dayik bû di 15’ê Tîrmeha 1951’an li Şamê jiyana xwe ji dest da. Mîr Celadet Alî Bedirxan zimanzan, nivîskar, dîplomat û siyasetmedar bû. Mirovekî gelekî zîrek û jêhatî bû û Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê qedandiye. Di heman demê de Celadet Elî Bedirxan serokê yekem ê Rêxistina Neteweyî ya Xoybûn e.

Celadet Elî Bedirxan ê ku li Stenbolê ji dayik bûye neviyê Mîr Bedirxan û lawê ji rewşenbîrên kurd Emîr Elî Bedirxan e. Dibistana seretayî û navîn li Stenbolê diqedîne û di serdema şerê yekemîn ê cîhanê de wekî serbaz di nava artêşa osmaniyan de cih digire û li Eniya Qefqesyayê cihê xwe digire. Piştî împaratoriya Osmaniyan hildiweşe ji bo yekîtiya eşîretên kurd dikeve nava hewildanê lê mixabin bi ser neket. Yekîtiya eşîretên kurd dê biba sedema avakirina Kurdistanê. Di 1922’yan de bi birayê xwe Kamûran Bedirxan re derbasî Elmanyayê dibe. Celadetê ku li Elmanyayê perwerdeya xwe dike piştre di 1925’an de derbasî Kahireyê dibe. Dawiyê derbasî Sûriyeya di bin himaya Fransayê de dibe. Li wir jî têkoşîna xwe ya ji bo xizmeta ziman, çand, huner, wêje û siyaseta kurd xebatên mezin dike. Li Sûriyeyê bi Heco Axa û pêşengên kurdan re di avakirina Xoybûnê de roleke çalak dilîze.

Di qada ziman de xebatên giranbiha kir

Celadet Elî Bedirxan di warê pêşketina Zimanê Kurdî de mohra xwe li rûpelên serkeftinê yê dîrokê xist. Ji 1930’yan şûnde bêtir giranî da ser xebatên Zimanê Kurdî. Di 15’ê Gulana 1932’yan de Kovara Hewarê çap kir. Bi munasebeta 15’ê Gulanê roja çapkirina Kovara Hewarê 15’ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Di Kovara Hewarê de tîpên latînî hat bikaranînin. Alfabeya tîpên latînî bi Kurdî cara yekem di Kovara Hewarê de hat bikaranînin. Di Kovara Hewarê de nivîsên bi zaravayên Kurmancî, Dimilkî, Soranî hatin weşandin. 57 hejmarên Kovara Hewarê hatin weşandin û di 1943’an de weşan bi dawî bû.

Berî ku koça dawî bike lêkolînên xwe yên têkildarî Kurdî de anî gel hevdu

Celadet Elî Bedirxan piştî Hewarê di 1942’yan de li Şamê Kovara Ronahî çap dike. Kovara Ronahî ya ku tenê bi Kurmancî hat weşandin bi tîpên latînî hat weşandin. Celadet Elî Bedirxan ronakbirên kurd ên mîna Elî Bedirxan, Osman Sebrî, Nurettîn Zaza, Qedrîcan û Cegerxwîn gihandiye hev. Celadet Elî Bedirxan dibêje “Bêyî Zimanê Kurdî doza Gelê Kurd nayê meşandin”. Emrê xwe ji bo pêşxistina zimanê kurdî bexşand. Ji bilî derxistina kovarê ji bo standartîzasyon û pêşxistinê kurdî jî bingeke baş ava kir. Weşandina Kovara Ronahî di 1945’an de bi dawî dibe. Bi tevahî 28 hejmarên Kovara Ronahiyê tê çapkirin. Gelek nivîskarên di Kovara Ronahiyê de dinivîsandin di heman demê de di Kovara Hewarê de jî dinivîsandin. Celadet Elî Bedirxan di 15’êTîrmeha 1951’an de li Şamê jiyana xwe ji dest dide û niha gora wî li Şamê ye. Berî ku koça dawî bike lêkolînên xwe yên têkildarî Kurdî de anî gel hevdu.