Civak û asta rewşenbîriyê

Kakşar Oremar

Li ser asta rewşenbîriyê û rolê wê di guherandinên jiyanê da gelek lêkolîn hatine çêkirin û nivîsandin. Fîlsof, nivîskar, rewşenbîr û rewannasên civakê bi sedan gotar û pirtûk li ser vê mijarê nivîsandine û bûne pêşeng û rêberên civaka xwe. Serok û birêveberên dewletan jî ji azmûnên kesên wiha mifa standine û bîr û ramanên wan kirine bingeha demokrasiyê ji bo pêşkeftina welatê xwe. Di vê derbarê da bi taybetî jî welatên Ewropî xwedî azmûnên dîrokî ne. Heta mirov di nava dilê civaka Kurd da nejî, dibe ku bihayê babetekî wiha girîng baş neyê famkirin û zanîn. Li vira mijar rolê rewşenbîran di guherandinên civakê de ye. Ew çawa dikarin hişê civakê zindî, îradeyê bihêz û di warên din de bibine dînamîzma bihêz a civaka xwe.

Di her civakekê de rewşenbîr wek mêjî û hêz an jî dînamîzma guherandinên bingehîn ên aborî, civakî, çandî û strûktûriyên wê civakê tê hesibandin. Pîvanên rewşenbîriyê li gor her netewe, sazî û civakekê tên guherîn. Ew bi serê xwe weke fenomenek nû ye ku bi rewşên aborî, civakî, dîrokî û radeya xwendevaniya her gelekê ve girêdayî ye. Lewma jî her gel û civakek di demek diyarkirî de bi awayekî cuda ji hev li fenomenên han dinêre.

Civaka Kurd û rewşenbîrî

Di vê rastiyê de tu guman tune ye ku gelê Kurd di warê rewşenbîrî û civakî de weke ku di warên din de jî tê dîtin, di pêşkevtinên dîrokî de cihê xwe yê rastîn jî hîn di asta pêdivî de bi dest nexistiye. Nivîskar û rewşenbîr pêwîst e xebatê bikin da ku deriyekî nû li ser vê mijarê vekin, hewayekî musaîd ji xwe re amade bikin û pêre hingî pênûs bi hêz û hêzeke mezin a ji guherandinê re bêtir bi tiliyên wan bikevin gerê.

Nivîskarên mutewazî, xwedî bawerî bi bandora gotin û nivîsên xwe bi tu şêweyan xwe naxine rêza tejî serbilindî ya rewşenbîran. Ji ber ku ew wan standardên rewşenbiriyê di xwe de nabînin ku bikaribin di hemû waran de rewşa civakê biguherînin.

Tevî perçebûna Kurdistanê di serdema piştî şerê Çaldirana di sala 1514’an û şerê yekemîn yê cîhanê (1914 – 1918) de(1), çar sîstemên cuda yên perwerdeyî û civakî şûna strûktûra eşîrî û yekrengîya civata Kurdistanê digirin ku xwedî ziman û çandên ji hev cuda ne, lê di xalekê de hevpar in ku ew jî siyaseta bişaftina çand û zimanê Kurdî ye.

Perwerdekirina bi metod û şêweyên ku netewên serdest dixwestin hingî zêdetir nêzî serkeftinê bû ku mixabin di nava rewşenbîrên Kurd de jî têgihiştinek hevpar derheqê mafên neteweyî de tune bû. Rewşa ku mixabin di şertên îro de jî berdewam e. Vê yekê kiriye ku carna di “kirasê partiyeke siyasî” de piraniya wan bi ser ramanên cûr bi cûr û gelek caran jî li dijî “ramanên neteweyî” bêne parvekirin. Beriya şoreşa Firansa( 1789-1799 ) bîrmendên weke Jan-Jak Rousso(2) karîn bi yek-du nivîsan gel li dijî dîktatoran bîne ba hev, lê di nava me Kurdan de heta di sedsala teknolojiya pêşkeftî a ragihandinê de jî kesekî/e wiha xwedî hêz peyda nabe!!. Bîr û ramanên Rousso di warên siyasî, wêjeyî û perwerdeyê de xwedî bandoreke mezin bûn. Ew yek ji kilîlên sereke yên vekirina rêya serkeftina şoreşê û stûneke bingehîn ya serfiraziya armancên şoreşa mezin a Firansayê bû. Nêrînên wî li ser mafê mirovan piştre bûn dersên zankoyên welatê Fransa û welatên din ên Ewropayê. Kesên wiha di sedsala 18’an de rê li ber serkeftina şoreşekê vedikin ku piştre li hemû cihanê xwedî bandor bû, lê mixabin heta roja îro jî pirî caran şikesta di qada siyasî an jî bidawîbûna şerê çekdarî yê şoreşekê, bi hevkariya bizava perçeyeke din a Kurdistanê gihaye dawiya jiyana xwe. Û di rewşeke wiha de rewşenbîrên me yan bêdeng in an jî dengên heyî ewqas nizm in ku kes nabihîse!!. Rewşa partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li başûr mînakeke baş a vê gotinê ye. Ew bi destûra Tehranê lê bi hêza li Silêmanî û Hewlêrê di kempên penaberiyê de hatine îzolekirin. Rewşeke wiha em li salên 1945-46’an nabînin ku hezaran Kurdên başûr li pey şikesta şoreşa Barzan a duyê derbasî rojhilatê Kurdistanê bûbûn!

Dema mirov li ser van sedemên ku hatine nivîsandin bi hûrbînî dinêre, hingî dizane ku di rûpelên dîrokê de ger ji bo yek car jî be, li ser sedem û faktorên weke: perwerdehî, civakî û asta têgihiştina rewşenbîran lêkolîn nayên kirin. Carna di nava me de ji hêla hinek rewşenbîran ve birêveberên bizavên siyasî weke mirovên: berjewendpereset, xayîn, xwefiroş û bêşexsiyet têne bi navkirin, bêyî ku rexne an jî lomeyek ji “bizava rewşenbîriya” wê serdemê bê kirin. Çima heta di şertên wiha de çîna rewşenbîr mafê xwe naparêzin? Bêguman gelek caran rewşenbîrên Kurd dixwazin rola xwe ya dîrokî bipejirînin, bilîzin û heta carna bibine sazmankarên doza siyasî ya netewa xwe jî. Di nava me de mînakên wiha kesên weke Elîşêr û Dr. Nûrî Dêrsimî yan jî hinek ji endamên malbata qedirbilind a Bedirxaniyên Botanê ne. Bi van mînakan re min xwest bêjim ku di anatomiya bizava siyasî-civakî ya Kurd de rol û cihê rewşenbîran pir bi kêmî tê xuyakirin. Her wiha perwerdeya xwedî bandor jî tenê ketiye ber hin kesên ku hejmara wan belkî ji hejmara tiliyên du destan derbas nebe. Di çaxê xwe de mamoste Osman Sebrî, Cegerxwîn, Nûredîn Zaza, Hêmin Mûkiriyanî, Giyo Mûkiriyanî û Mesûd Mihemed bi erkên wiha rabûne ku tunebûna piştgîriyê bûye sedema girtin, hejarî û bêderfetiyên wan ên jiyana rojane jî.

Rewşenbîr parêzvanên edaletê li hemberî otorîteya zaliman in. Di vê rêya tije astengî de kêm nebûne kesên ku li Kurdistanê di mijara rewşenbîriyê de xizmeta civakê kirine, lê zext û zorên dewletên dagîrker wisa bihêz û zêde bûne ku nehiştine dengê wan di civakê de belav bibe an jî peyama xwe bigihînin.

Li derveyî Kurdistanê manîfestiya rewşenbîran hêz û bandora xwe ji wê nameya Emile Zola(1840-1902 ) girtiye ku li sala 1898 ji serokkomarê Firansayê re nivîsî û nerazîbûna xwe li dijî girtina Alfred Dreyfus( 1859-1935 ) nivîsîbû. Wê nemaya tije peyamên dîrokî cesaretek mezin li dijî desthilatdarên ku pêngavên xweseran e û dûr ji zanista logîkê hilanîn di nava çîna rewşenbîr a civakê de çêkir.

Ji bo baştir fêmkirina sedemên vê yekê peydekirina sebebên perwerdeyî yên welatên desthilatdar li Kurdistanê yê gelek hevkariya me bikin ku rewşa heyî ya pêr, duh û îro li welatê me bê analîzkirin. Ji ber riha azadîxwazî û serhildanên bêrawestan mirovê Kurd û bi taybetî jî rewşenbîrên Kurd her tim di bin givaşên saykologî (sycologic), aborî û kesayetiyê de jiyane û hê jî di rewşeke wiha de jiyanê derbas dikin. Tu belge ne hewce ne ku bêjin Kurdistan welatekî kolonî û dagirkiriyê welatên biyanî ye. Çimkî etmosferê çêkirî ji hêla navenda desthilatdar ve dike ku Kurd di civakê de xwe hemwilatiyê derce du-sê û bêpar ji gelek xweziyên sirîştî bibîne. Di karê birêvebirina bajar û herêma xwe de xwedî wê hêza hilbijartinê nîne ku li gor daxwaza xwe xizmeta civakê bike. Di rewşeke wiha de gelo ma sirûştî nîne ku nikarîbe bi duristî rolê xwe bilîze? Dema ku heta liv û lebatên jiyana wan a malbatî û şexsî jî bikeve jêr çavdêriyê, êdî kesê xwedî bîr û raman dê çawa bikaribe ya nava dilê xwe bîne ser kaxê û bigihîne têhniyên pêşkeftin û guherandinê?

Rengê bişaftinê

Li welatên weke Tirkiyê û Sûriyeyê rengê asîmîlasyonê reş bûye. Sîstemên desthilatdar tu şans û bext ji bo pêşveçûyîna civaka Kurdî rewa nedîtine. Nivîskar û hunermendên weke Dilşad Merîwan( 1947 – 1989 ) li ser hînkirina zarokên Kurd bi rênivîsa Latînî ji hêla Basîyan ve tê girtin û îdamkirin. Heta di roja îro de di nava Kurdên Xorasanê de li dijî rewşenbîrên weke Elîriza Spahîyê Layîn jî Îranî gefên bê dawî dikin. Li her dera ku navendên rewşenbîrî şîn bibin, rojname û kovar bêne weşandin ew nikarin hebûna wan tehemul bikin. Ji sala 1986’an û şûnde li bajarê Urmiyê him navenda Selahedîn Eyûbî û hem jî navenda Ehmedê Xanî ji hêla rejîma îslamî ya Îranê ve hatine girtin. Wan ew navend weke xwendingehên bihêzkirina doza neteweyî ya Kurd bi nav dikirin. Her wiha bi rêya sîxûrên xwe li ser bednaviya wan saziyan antîpiropagandeyên çewt belav dikirin.

Ji sala 1978an û şûnde cinayetên dijmirovahiyê neman ku cara berê li Mehabad, Urmiyê û piştre jî li hemû rojhilatê Kurdistanê peya nekirin, lê rewşenbîrên me bi qasî ku pêwîst e nikaribûnn rê li ber wan karên bêexlaq bigirin. Û wan jî karîn li her derê tûrên sîxûrî, madeyên bêhoşker ên weke Şîşe, Hiroyîn, Heşîş, Tiryak, nexweşiyên cinsî û dehan lîstikên din bi kar anîn ku hem kesayetiyê bişkênin û hem jî agirê şoreşa Kurdistanê sar bikin. Wan berê ji Mehabadê dest pê kirin û wiha gotin:” Vira navenda Kurdîtiyê ye, paytexta komarê û ji ber dîroka xwe ya tije kar, wek serê mar e û pelixandina mar jî ji serî de dest pê dike….”

Li hemberî van qirêjiyan pirî caran pirsa:” Em çi bikin…!?” ket ber berpirsên doza Kurdistanê, lê valabûna qada xebatê rê li ber dagirkeran vekiribû ku hinek ji planên xwe yên gemar li Kurdistanê cî bi cî bikin. Di rewşeke wiha de tenê berxwedana ji bo “parastina sîstema civakî” erkê yekê bû ku ev jî bi tena serê xwe hemû bersiva pêwîst nebû.

Li Rojavayê Kurdistanê jî li hemberî “înkar û mafê nasnameyê” gelek nivîskar, rewşenbîr û hunermend rastî sivkatî, girtin, şikence û kuştinê hatin, lê encama siyaseta dewletê jî rûçikê xwe yê rastîn li pey sala 2012’an da xuyanîkrin dema ku êdî Kurd li dijî hebûna wan rabûn ser piyan.

Bi van du mînakan re belkî pirsyara yekê ev be:” li hemberî siyaseta asîmîlasyonê rewşenbîrên nava civakê çi kirin…?” Di dirêjahiya vê nivîsê de bersiva vê pirsê jî hinek berfirehtir heye.

Civaka Kurd li pey 1995’an

Beriya sala 1995’an civaka Kurd bi qasî roja îro hevgirtî nebû, lê meşa asîmîlasyonê jî bi taybetî li bakûrê welêt bi çar gavan ber bi pêş ve nediçû. Heya hingî Kurd di nava welatê xwe yê perçebûyî de jî perçe-perçe bûbûn. Civakê rengê xwe yê wekhev û resen hêdî-hêdî dida çend rengên din ên tejî dijhev. Yanî siyaseta bişaftinê dikir ku pirî caran Kurd xwe weke Îraqî, Tirkelî, Sûrî û Îranî bihev bidine nasandin. Sînorên siyasî rewşeke wiha afirandibû. Vê yekê jî gengeşeyên berfireh di navbera herêmên cûr bi cûr ên civaka Kurdî de afirandin. Gengeş hingî gihaştin nîvrêyeke çareseriyê ku di 21ê Adara sala 1995’an de Med TV vebû û êdî ji wir û şûnde ragihandina Kurdî ya satalît roj ji rojê zêdetir Kurd nêzî hev kirin.(3) Wan salan Kurdên başûr xwe ji Kurdên bakur pêşkeftîtir dizanin, Kurdên rojhelat jî xwe xwedî çandeke dewlemendtir û resentir ji Kurdên başûr didan nasandin! Carna jî bi qasî ku pêdivî be haya her sê aliyan jî ji Kurdên Rojava tune bû!!.

Bi geşbûna ragihandina Kurdî re ew pîvan weke berê neman

Di perwerdekirina nifşê rewşenbîr û bi taybetî jî ciwanan de malbat wek bingeha herî girîng û esasî ya civakê xwedî bandoreke mezin bûye. Ev rastuyeke hemû pêvajoyên jiyana li rû erdê û ya hemû civakên dinê ye. Bab û dê dema xwedî nêrînên rewşenbîrane bin, paşeroja kar û xebata çendek ji zarokên malê yê li pey çalakiyên rewşenbîrî an jî siyasî ji bo doza neteweyî be. Êdî ew xwe ji civakê cuda nabînin. Di pîşeya xwe de weke hakim û doxtorekî xwedî pirensîp tevgerê dikin.

Pêwîstiya bi diyalogê

Ji bo gûherandin û pêşkeftinê di nava rewşenbîrên civakê de diyalogek saxlem pêwîst e. Nabe di asta erkên ji bo bizava siyasî-neteweyî û rewşenbîr hev û din wendakirnek çêbibe. Bila sazî û rêxistinên siyasî ji hêla rewşenbîran ve bêne rexnekirin û berpirsên wan jî bi milpanî guhdarî rexneyên wan ên dilsozane bikin. Çimkî li pey azmûnên salên bihûrî pirsgirêka herî mezin di navbera rewşenbîr û partiyên Kurd de yên çar aliyên Kurdistanê de, “nebûna têgihiştina hevpar di asta pirsa neteweyî û liberçavgirtina berjewendîyên neteweyî” ne.

Hinek ji endamên rêxstinên siyasî li Kurdistanê endambûna rewşenbîran di nav hereketa xwe de wek metirsî û tehdîdekê li hemberî berjewendiyên xwe dibînin. Ew kesên dogmatîk in ku awayê dan-standina Josef Stalîn( 1878-1953) a li pey mirina V. Lenîn( 1870 – 1924 ) tevî rewşenbîrên hemû komên etnîkî yên Soveyeta berê bi bîra me tînin. Yanî kesên ku li dijî siyaset û ramanên wî bûn serî li girtîgehên tije tirs û kempên karkirinê yên li Sîbiya derdixstin.

Hakim û çîna rewşenbîr tim li hemberî hev sekinîne lê hêza guherandinên zanista diyalîktîkê jî tim li pişta çîna rewşenbîr bûye. Guherandinan pêşkeftin anîne holê û serkêşên civakê ew derfet bi sûda jiyana piraniya gel bi kar anîne. Kar û kiyarên ku tenê di sed salên bihûrî de li Îran, Tirkiyeyê, Sûriyeyê û Îraqê li dijî pêşkeftina rewşenbîrên Kurd hatine kirin ji yên dîktatorên herî xwînxwar li welatên din nehatine kirin.

Kesayetî û bawerî

Kesayetiya serbixwe û xwedî bawerî pêwîstî bi pêkanîna kiyaneke serbixwe jî heye. Heya em nebin xwedî welatekî serbixwe nabe li benda wê hindê jî bin ku em ê di bin bandora rewşbîrên Fars, Tirk û Ereb de jî nebin. Yek ji pirsgirêkên herî mezin ên rewşenbîr û xwendevanên Kurd li çar perçeyên Kurdistanê, girêdayîbûna bi rewşenbîrên netewên serdest ve ye. Nêrîneke sade li tûrên civakî yê baştir me bi vê rastiyê bihesîne. Mînak: dema nivîskar an jî hunermendekî herî naskirî yê Kurd bi zimanê Kurdî kurt e nivîsan li ser dîwarê Facebooka xwe belav dike bi qasî nivîsên wî yên Farsî, Tirkî an jî Erebî rastî pêşwaziyê nayên! Ew wiha dizanin li piraniya çavkanî û teoriyên ku rewşenbîrên me serokaniya xwe jê distînin û havênê ramanên nivîskar û bîrmendên Ereb, Tirk, Fars an jî biyanî ne. Her bi vê nêrîna çewt kesên mîna Mihemed Qazî, Selîm Berekat û Yaşar Kemal ketin xizmeta wêje û zimanê Farsî, Erebî û Tirkî. Mixabin di nava nivîskarên Kurd de kesên ku piştgermiya xwe bi çand û folklora Kurdî ve girê bidin, kêmbûne. Sebeba vê ne tenê nezanîna ziman an bi dest neanîna serokaniyan e, belkî pîvan cih û ew têrbûna xwedî pênûsên girêdayî navenda desthilatê ye ku ji her alî de xwedî hevkarîyên madî-manewî ne. Ji ber wê jî erka sereke di çalakiyên sazî, rêxistin û wan rewşenbîrên xwedî hestên neteweyî de ew e ku bawerî bi diyaloga navxweyî ya civaka Kurd hebin. Belkî du mînakên jêr jî ji we re balkêş bin:

Demokrasî bi rêya jin û mêrên rewşenbîr dikare bibe xwedî bihêztirîn stûnên parastina mafên demokrasiyê. Sala 1891’an bû ku li welatekî weke Almanya û elbete di nava dilê sîstemeke seltenetî de du jinên weke Rosa Luxemburkî( 1871 – 1919) û Clara Zetkin( 1857-1933) daxwaza mafê dengê jinan dikin. Her du endamên Partiya Sosyal Demokrat bûn. 28 sal piştre li 1919’an wan karîn mafê dengdayînê li parlmentoyê bi dest bixin. Ev daxwaz destkefteke mezin bû. Çimkî êdî wan karîn hilbijêrin û bêne hilbijartin jî. Piştre wan ji bo mafên wekhev û xwendinê di hemû waran de dest bi rewşengeriyê di civakê de kirin. Li pey wê şoreşê bû ku êdî dewleta Almanya ber bi pêşkeftinên mezin ve çû. Li dijî bîr û ramanên kevin ew du jin bûn pêşeng ku heya roja îro jî civak xwe deyndarê ked û fikra wan a pêşverû dizanin.

Di nava pêşengên rêxistinên siyasî yên Kurdistanê de Pêşewa Qazî Mihemed di çend salên karê xwe yê siyasî de bihayekî giran jî dida aliyê çandî û ragihandina Kurdî. Wî karî di bin banê avakirina komara Kurdistanê de dehan rewşenbîrên ji çar aliyên welat li dora hev kom bike. Ev jî bû destpêka ronesansekê ku helbestvan û rewşenbîrên weke: Hêmin, Hejar, Heqîqî, Zebîhî û çendîn kesên din xwendingeheke wêjeyî ya nû biafirînin. Wan karekî wiha erka yekê ya ser milên rewşenbîrên Kurd dizanî ku li rex xizmeta ziman, daxwaza mafên xwe jî bikin û cîhê xwe di nav refên neteweperweriyê de peyda bikin.

Encam

Di vê kurtenivîsê de min zêdetir li ser hinek kêmasiyan û bi çavekî rexneyî ev gotar nivîsî, lê ji bîr nekin ku ji xeynî pêşkeftin û serkeftinê çi çara me nîne. Kesek bi tena serê xwe jî dikare bibe pêşengê gûherandinên mezin. Hemû arêşe û kêmasiyên civaka me bi “şoreşa zêhniyet” û “bilindkirina asta rewşenbîriyê” re çarser dibin. Kesên ku serkêşiya karekî wiha jî dikin di pêngava yekê de rewşenbîrên nava civakê ne.

Ji bo vê gotinê jî li rolê rewşenbîrên Yehûdî yan jî Ermen binêrin ka çawa di pêvajoyên dîrokî de bûne sedema pêşkeftina ziman û jiyana civaka xwe.

Li gor min zêdetir ji têrkirina zikê xelkê pêwîstiya me bi şoreşeke hemû alî û ya zihniyetê yan jî têrkirina fikrê heye. Gerek eqliyeta civakê bê guherandin. Ger Kurd bi giştî di sîstema xwe ya rêveberiyê da xeta ji hev cuda nekin, yê serkeftin gelekî zehmet be. Kirîzên aborî-siyasî jî wiha ber bi wan dewlet û welatan ve tên ku hesab û kitabên rojên wiha nakin an jî li dora wan şêwirmendên rewşebîr nîne. Kar û keda me bi tedbîrên dûrbînane yê bibe malê dîrokê. Bi mînakên wiha re rewşenbîrên ku dikarin di ragihandinê de gotina dilê xwe di nava gel de belav bikin.

Daxwaza serfiraziyê ji we xwendevanên hêja re dikim.

(1). Bi peymana Qesrî Şirîn re Kurdistan kirin du parçe û piştre di sala 1916’an bi peymana Sykes-Picot re Kurdistan di navbera çar welatên Îran, Tirkiye, Îraq û Sûriyeê de hate parvekirin ku sê welatê dawiyê nûavabûyî bûn.

(2). Bi Firansî: Jean-Jacques Rousseau.

(3). Gotara min li ser rolê Med TV di lînka jêr de dikarin bixwînin:

http://rewanbej.net/rola-med-tv-di-prosesa-netewebune-de-kaksar-oremar.html