Azadî mafê rewa yê her mirovî ye û ger jin azad nebe civak jî azad nabe.

Rejîma Komara Îslamî ya Îranê di heyama desthilatdariya xwe de berdewam êriş biriye ser nêrînên cuda yên siyasî, olî, zayendî, zimanî û…hwd û jin jî kirine armanc. Vê rejîmê ji bo berdewamiya desthilatdariya xwe gelek tawan encam dane û îro civaka me ji ber kuştina “Jîna Emînî” yê şînê digire.

Çend roj berê Jîna Emînî (22 salî) xelkê Seqizê li Tehranê ji aliyê hêzên tepeserker ên rejîma Îslamî ya Îranê ve bi hinceta hicabê hatibû girtin û kuştin. Ji bo vê jî gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê li piraniya bajar û bajarokan û bi taybet li Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên xwe yên sivîl nîşan didin û rejîma çekdar êrîşî xwepêşanderan dikin, gelek kes hatine binçavkirin û civanekî kurd jî hatiye kuştin.
Di sînorên desthilatdariya vê rejîmê de jin bi awayên cuda tên çewisandin û her roj di bin metirsiya girtin, destavêtin û kuştinê de ne.
Em hevxemiya xwe bi malbata Jîna Emînî û gelê azadîxwaz ên Kurdistanê re parve dikin, xwepêşandanên sivîl û kolanan ên xelkê rewa dibînin, rêzê li bersiva xelkê dijî zilm û zordariyê digrin û piştevaniya greva giştî ya roja duşemê 19.09.2022’ê dikin.