Ji Raya Giştî re

Di encama qetilkirina jina kurd Jîna Emînî de, çend roj in li rojhilatê Kurdistan û tevahiya Îranê di pêşengiya jin û kurdan de raperînek heye û vê raperînê bandora xwe li her çar milên Kurdistan û cîhanê kiriye, milyonan kes daxwaza şoreşeke azadî û demokrasiyê dikin.

Pergala îslamî ya siyasî ya dîktator a Îranê ji şoreşeke wiha gelek ditirse. Baş dizane ku şoreşek wiha dê bibe dawiya wê. Ji ber vê bi awayekî herî hovane êrişî jin, kurd û gelên Îranê yên azadîxwaz dike, wan qetl dike û desteser dike. Di encama van êrişan de heta niha rojnameger, çalakgerên mafê mirovan jin û ciwan jî tê de bi sedan kurd û ji gelên din kes hatine qetlkirin, bi hezaran kes hatine girtin.

Pergala dîktator a Îranê wek her carê hewl dide ku bi riya Kurdistanfobîtiyê raperîna kurdan li ber çavên gelê fars û gelên din ên Îranê reş bike,  cudakar û terorîstên ku Îranê parçe dikin nîşan bide, ji bo vê jî êrişî kurdan dike. Dixwaze bala gelên din ji raperîna şoreşê dûr bixe û bî pêşî li tevlîbûna gelên din a ji bo têkoşîna şoreşê  bigire.

Bi vê armancê, herî dawiyê duh dewleta Îranê êriş bir ser başûrê Kurdistanê û di encamê zarok û jin jî tê de gelek kurd, bi awayekî hovane hatin qetlkirin, gelek kes hatin birîndarkirin û rojnameger Soran Kamêran jî bi xedarî birîndar bûye.

Rejîma Îranê dixwaze tola serhildana gelemperiya Îranê ji destpêkerê vê, anku ji kurdan hilîne.

Em wek PENa Kurd vê qirkirinê û hemû qirkirinên Îranê yên li ser gelê kurd bi tundî şermezar û mehkûm dikin. Di heman demê de, daxwaz ji hikûmeta herêma Kurdistanê jî dikin, ku ne tenê bi şermezarkirinê, li dijî destdirêjiyên rejîma Îranê bi awayekî cidî û şênber bertek nîşan bide û rê nede welatên dagîrker ên wek Tirkiye û Îranê ku li herêma başûrê Kurdistanê teror û kuştina kurdan pêk bînin.

Her wiha em bang û gazî dikin ku hemû hêzên navneteweyî, PENên hemû welatan û PENa navneteweyî jî dengê jinên azadîxwaz, neteweya kurd û hemû gelên Îranê bibihîze û li dijî tawanên dîktatoriya Îranê û hemû dagirkerên li Kurdistanê pêwîstiyên azadî, demokrasî û mafên mirovan pêk bîne.