Destpêk

Kurtenasîna PEN

Navendeke Çalak a PENa Navneteweyî: Navenda PENa Kurd

PENa Navneteweyî rêxistineke nivîskaran a navneteweyî ye û di sala 1921’an de hatiye damezirandin. Di sala 1921’an de li Londonê nivîskara bi navê Catharine Amy Dawson Scott kulûbeke nivîskaran ava kiriye ku ev kulûb bûye bingeha PENa Navneteweyî. Di nav endamên pêşîn ên vê klûbê de nivîskarên navdar ên dema xwe yên wek Joseph ConradGeorge Bernard Shaw û Herbert Well hebûne. Di demeke kin de kesên wek Anatole France, Paul Valery, Thomas Mann, Karel CapekAlberto MoraviaArthur MillerPierre Emmanuel, Heinrich BöllMario Vargas Llosa û György Konrád jîli van kesan zêde bûne û di tevgera PENê de roleke giring lîstine. Ofîsa PENa Navneteweyî niha jî li Londonê ye û navend û biryargeha giştî ya PENa Navneteweyî ye.

Berdawam …

Heta destpêka salên 1990’î, ji komên PENê re PEN Club (Kulûba PENê) hatiye gotin, lê niha têgiha PEN Centre (Navenda PENê) tê bikaranîn. Her çiqas ji aliyê gelek kesan ve ‘PEN’ wek peyva ku di îngilîzî de bi wateya ‘pênûs’ê tê bikaranîn bê zanîn jî, ew lihevhatineke xweş e ku; peyva PEN’ê kurtenavek e ku ji tîpên destpêkê yên her sê bêjeyên ‘P’oets (Helbestvan), ‘E’ssayist (Cerebenûs / Gotarnûs / Kurteçîroknûs) û ‘N’ovelists (Romanûs) pêk tê ye.

Di nav PENa Navneteweyî de çar komîteyên sereke hene ku karên lobî û dîplomasiyê dikin û hemû navendên ku bi PENa Navneteweyî ve girêdayî ne jî neçar in ku van komîteyan ava bikin. Çar komîteyên sereke ev in: Komîteya Nivîskarên di Zindanan deKomîteya Mafê Ziman û WergerêKomîteya Nivîskarên ji bo Aştiyê û Komîteya Nivîskarên Jin ku hêjayî gotinê ye ev komîteya PENa Navneteweyî bi pêşniyaza Navenda PENa Kurd hatiye avakirin.

Armancên sereke yên PENa Navneteweyî û navendên pê ve girêdayî parastin û bipêşxistina wêje û çanda neteweyên curbicur, avakirina têkiliyên xurt di navbera nivîskaran de û parastina azadiya ramanê, çapemeniyê, mafê mirovan, parastina mafên nivîskaran a li tevahiya cîhanê ne. Lewma jî PEN ji aliyê UNESCO (United Nations Educational, Scientific and Cultural Organization-Rêxistina Perwerdehî, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekgirtî) û Neteweyên Yekgirtî (United Nations) ve wek dengê wijdana nivîskaran tê pejirandin.

PEN dibêje “wêje sînoran nas nake” û dixwaze endamên PENê bi vê hişmediyê tevbigerin. PEN dixwaze di her rewşê de û bi taybetî di rewşa şer de, hunermend û berhemên hunerî li hember siyaseta nijadperestiyê werin parastin. Divê endamên PENê li hember serdestiya çînî, neteweyî, nijadî û zayendî têbikoşin û ji bo aştiya cîhanê bixebitin.

PEN azadiya çapemeniyê diparêze, sansurê qebûl nake, kirinên neheq ên hikûmat û dewletan rexne dike, li dijî van kirinan kampanyayan li dar dixe. Çi li welatê ku ew lê dijîn, çi jî li aliyekî din ê dinyayê neheqî, zordarî, çewisandin hebe, endamên PENê li hember radibin û bertekan nîşan didin. Rêya endambûna PENê bêyî cudahiya netewe, ziman, nijad, reng û dînî; ji bo hemû nivîskar, wergêr, edîtor û weşangerên ku van armancan dipejirînin, vekirî ye.

Îro hejmara PENan gihîştiye 154’an û hejmara endaman jî bi ser 20 hezar nivîskarî ketiye. Seroka PENa Navneteweyî Jennifer Clement e ku ew bixwe ji damezirandina PENa Navneteweyî û heta niha yekemîn û tekane jin e ku serokatiya giştî ya PENa Navneteweyî kiriye ye. Jennifer Clement nivîskareke meksîkî ye, seroka berê ya PEN Mexico ye û 4 romanên wê hatine çapkirin ku li 30 zimanan hatine wergerandin. Sekreter û birêvebirên PENa Navneteweyî di civînên giştî yên salane de tên hilbijartin ku ev civîn her sal li welatekî cuda, li bajarekî cuda tên çêkirin. Her çiqas di xebatên PENa Navneteweyî de û di malpera wan de bi gelek zimanên cuda nivîs û gotar hebin jî, zimanên fermî yên PENa Navneteweyî îngilîzîfransî û îspanî ne.

pold Image #1

This is the extra information

amad-1 Image #2 c2440ae8-1c5c-4056-8970-6652794982f4 mal-ezd Berdawam …

Di rêxistineke ev qas berfireh û girîng de bêguman diviyabû deng û rengên kurdan jî hebûna; diviyabû ava bi çêj û bereket a robarê ziman, wêje û çanda kurdî jî biherikiya vê Zeryaya qedîm; diviyabû lehengên kurdan ên wek Derwêş, Guharê, Kawa, Jîr, Zînê, Siyabend, Xanê Çengzêrîn, Edûlê, Mem û hwd jî biketina dîlana xweşreqaseyên hemçax, hembêj û hemxemên xwe û bibûna hinek ji sazûmankar û Aldarên vê hevgiriya bêsînor a rewşenbîrî.

Wek ku tê zanîn, ji ber şert û mercên li welêt ên xerab û xeternak, gelek nivîskar û rewşenbîrên kurd bûbûn penaber û ji welêt hatibûn sirgûnkirin. Di vê dema tarî û reşbîn a li welêt de, bi serkêşiya Huseyîn Erdem û hevsera wî Emîne Erdem, di sala 1980’yî de hîmên bingehîn ên PENa Kurd hatin danîn û ji bo damezirandinê xebat hatin kirin. Piştî xebatên dûr û dirêj û xwebexşiyeke ji dil û can, di avrêla sala 1988’an de, di Civîna Giştî ya PENa Navneteweyî ya li Cambridgeyê de serlêdana rewşenbîrên kurd a ji bo damezirandina Navenda PENa Kurd hat gengeşekirin û bi yekdengî PENa Kurd wek navendeke PENa Navneteweyî hat erêkirin. Ev xebat bi hewldanên komek rewşenbîrên kurd ên li derveyî welêt ên ji axa xwe dûr, li sirgûnê biencam bû. Piştî ku PENa Kurd wek navendeke PENa Navneteweyî hat erêkirin, li Almanyayê ji bo fermîkirina Navendê, gelek xebat hatin kirin û di bihara sala 1990’î de Dadgeha Herêmî û Buroya Bacan a bajarê Kolnê yê Almanyayê damezirandina Navenda PENa Kurd bi awayekî fermî erê kirin. Hinek ji rewşenbîr û nivîskarên ku ev xebat hemû kirine, paşê jî PENa Kurd li dadgehên Almanyayê bi awayekî fermî jî qeyd kirine, rêyeke ronî ya rêxistinbûnê li rewşenbîriya kurdî vekirine û divê navên wan her tim di bîra me de bin ev in (li gor rêzkirina alfabetîk): Emîne Erdem, Evdirehman Neqşîbendî, Haydar Işik, Huseyîn Erdem, Huseyîn Kartal, Mostoo Xêro, Riza Topal, Yayla Mönch-Bucak.

Berdawam …

Di navbera salên 1990’î 1993’yan de serkêşiya vê xebatê dîsa ji aliyê Huseyîn Erdem ve dihat kirin. Piştî ku ji ber sedemên tenduristiyê di sala 1993’yan de Huseyîn Erdem xwe ji rêveberiyê vekişand, komîteyeke nû hat hilbijartin û ev komîteya nû sê salan li ser kar ma. Di vê serdemê de mixabin ev komîte bi awayekî çalak nekarî bixebite û jihevdeketineke kûr serî da. Di encamê de, piştî ku sekreterê giştî xwe ji kar vekişand û têkiliyên bi berpirsê darayî re qut bûn, komîte ji hev belav bû û serekê komîteyê ev yek bi nameyekê ragihand Navenda PENa Navneteweyî (21.10.1996). Piştî vê nameya ku rewşa Navenda PENa Kurd radigihand û tê de biryara destkişandina ji kar a serokê komîteyê jî hebû, PENa Navneteweyî di civîna xwe ya giştî ya li Guadalajaraya Meksîkoyê de (12.11.1996) biryar da (biryara 29’emîn) ku Navenda PENa Kurd sar bike.

Berdawam …

Piştî vê rewşa giran, hinek endamên Navenda PENa Kurd bi berpirsiyariyeke rewşenbîrî rabûn û li Berlîna Almanyayê civîneke navxweyî çêkirin (01.02.1997). Di encama vê civîna dûvdirêj de komîteyeke nû ya ku tê de Haydar Işik wek serok û Dr Zerdeşt Haco jî wek sekreterê giştî bû, hat hilbijartin. Piştî vê civînê komîteya nû, ku mirov dikare wek komîteya vejandina Navenda PENa Kurd jî bi nav bike, demildest dest bi xebatan kir, bi endamên xwe, PENa Navneteweyî û gelek PENên din re têkiliyên xwe xurt kirin. Di encama vê xebata têr û tijî de, Navenda PENa Kurd bi nûnerên xwe beşdarî civîna giştî ya PENa Navneteweyî ya li Edenburga Îngilîstanê bû (05-11.08.1997). Di vê civîna giştî de xebatên ku bi xwebexşiyeke mezin hatibûn kirin encam dan û sarkirina ji ser Navenda PENa Kurd hat rakirin û êdî careke din rê li ber rewşenbîriya kurdî vebû ku wek navendeke PENa Navneteweyî xebatên xwe bidomîne. Mirov bi serbilindî dikare bibêje ku ew roj û îroj Navenda PENa Kurd mînaka herî xurt û berbiçav a tifaqa kurdan e û ji hemû hêzên kurd dixwaze ku ji bo xurtkirina tifaqa kurdan hewl bidin û ew bixwe jî her ku diçe bi awayekî berfirehtir û geştir xebatên xwe didomîne. Vê komîteyê xebatên xwe bi awayekî têr û tijî heta civîna giştî ya 13.02.1999’an a li Berlînê domandin. Di vê civîna giştî ya Navenda PENa Kurd de, sekreterê giştî yê berê Dr Zerdeşt Haco wek serokê Navenda PENa Kurd hat hilbijartin û heta civîna giştî ya 8’emîn a Navenda PENa Kurd a li Amedê ya di sala 2013’an de ev peywir bi xwebexşiyeke zêde bi cih anî.

Her çiqas Komîteya Birêvbir a Giştî û piraniya endamên Navenda PENa Kurd li derveyî welêt bûn jî, dil û aqil her bi welêt de xwar bûn. Di civîna giştî ya 26.03.2000’î de, biryar hat dayîn ku li welêt şaxên Navenda PENa Kurd werin vekirin. Piştî vê biryarê li çar aliyê welêt hewl hatin dayîn, têkilî hatin bidestxistin û endamên komîteyê hatin şandin ji bo Kurdistanê da ku ev biryara girîng pêk were. Piştî xebatên ku li welêt hatin kirin li başûrê rojavayê Kurdistanê şaxek hat vekirin lê mixabin ji ber jihevtênegihîştineke di navbera Navenda PENa Kurd û serokê Komeleya Nivîskarên Kurd a li Amedê de hewla avakirina şaxeke Navenda PENa Kurd a li bakurê Kurdistanê şikest û ew xebat nîvçe ma.

Lê ti caran dev ji vê biryarê nehat berdan û her û her hewl hat dayîn da ku xebatên Navenda PENa Kurd li welêt jî şax bidin. Di pêvajoya xurtkirina têkiliyên bi Bakur re de bûyera herî girîng û bingehîn ew bû di 2005’an de, li civîna giştî ya PENa Navneteweyî ya li Trosmoya Norwêjê biryar hatibûn dayîn ku di bin sîwana PENa Navneteweyî de, bi beşdarbûna UNESCO’yê di navbera Navenda PENa Kurd û Navenda PENa Tirk de li Amedê konferansek were lidarxistin. Piştî gelek xebatan, di navbera 20-25.03.2005’an de li Amedê konferanseke navneteweyî bi beşdariyeke xurt hat lidarxistin û derfetên xweş jî çêbûn ku bi nivîskar û rewşenbîrên li bakurê Kurdistanê re têkiliyên xurt werin danîn.

Berdawam …

Piştî ku bi berxwedan û têkoşîneke bêhempa şert û mercên li welêt xweştir bûn, rê li ber vegera li welêt vebû û Navenda PENa Kurd biryar da ku civîna xwe ya giştî ya 8’emîn li Amedê li dar bixe.  Di vê civîna di sala 2013’an de, bi yekdengî, Amed wek navend û biryargeha PENa Kurd hat pejirandin. Her wiha di vê civînê de serokê Yekîtiyên Nivîskaran ên Başûr, Kakamen Botanî, wek serokê rûmetê yê PENa Kurd hat pejirandin. Di encama kongreyeke serkeftî de rêveberiyeke nû ji bo PENa Kurd hat hilbijartin, di civîna yekemîn a rêveberiya nû de karbeşî hat kirin û li gor vê karbeşiyê Şêxmûs Sefer wek serok, Dr Bêrîvan Doskî wek cîgira serok, Kakşar Oremar wek sekreterê giştî, Mem Mîrxan jî wek berpirsê darayî hatin hilbijartin. Dîsa endamên din ên Komîteya Birêvebir a Giştî Dilşa Yûsif wek seroka Komîteya Nivîskarên Jin, Îrfan Babaoglu wek serokê Komîteya Nivîskarên di Zindanan de, Omer Fîdan wek serokê Komîteya Nivîskarên ji bo Aştiyê û Mem Mîrxan wek serokê Komîteya Mafê Ziman û Wergerê hatin hilbijartin. Rêveberiya nû ya ku di rewşeke giştî ya aram de hat hilbijartin di vê rewşa xweşbîn a giştî de derfet dît ku – her çiqas li Rojhilat bi sînor mabin jî – li çar aliyê Kurdistanê gelek xebatan bike û tora xwe berfirehtir bike.

Berdawam …

Piştî 3 salan, di 20’ê gulana 2016’an de, civîna giştî ya 9’emîn a Navenda PENa Kurd jî bi diruşma “Ger Dê Hebûya Me Îtifaqek”, bi beşdariya derdora 100 endaman, li Amedê hat lidarxistin. Di vê civîna ku rêveberiyeke ji 11 kesan (7 esîl, 4 cîgir) pêk dihat hat hilbijartin de jî “pergala hevserokatiyê” hat pejirandin. Di vê rêveberiyê de nûnertiya çar aliyên Kurdistanê û nivîskarên li derveyî welêt, nûnertiya zaravayên sereke yên kurdî û nûnertiya nivîskarên jin bi awayekî xurt çêbû. Dîsa di civîna giştî ya 9’emîn de sê serokên berê yên Navenda PENa Kurd, Huseyîn Erdem, Dr Zerdeşt Haco û Şêxmûs Sefer wek serokên rûmetê yên PENa Kurd hatin pejirandin. Di civîna yekemîn a rêveberiya nû de, karbeşî hat kirin û li gor vê karbeşiyê Dr Bêrîvan Doskî û Osman Ozçelîk wek hevserok, Omer Fîdan wek sekreterê giştî, Îrfan Babaoglu jî wek berpirsê darayî hatin hilbijartin. Dîsa di vê civînê de Prof Jabar Qadir – piştî demekê Omer Fîdan – wek serokê Komîteya Aştiyê, Dilşa Yûsif wek seroka Komîteya Nivîskarên Jin, Kakşar Oremar – piştî demekê Abdulah Hîcab – wek serokê Komîteya Nivîskarên di Zindanan de, Netîce Altûn Demîr wek seroka Komîteya Mafê Ziman û Wergerê û Fereydûn Saman jî wek berpirsê Peywendiyên Kurdistanî hatin hilbijartin.

Berdawam …

Wek ku tê zanîn, heta dawiya sala 2015’an jî, li çar aliyên Kurdistanê geşedan û pêşveçûnên girîng ên xweş hebûn û atmosfereke giştî ya hêvîdar hebû. Lê, mixabin beriya Civîna Giştî ya 9’emîn a Navenda PENa Kurd bi demeke kin, wek serkêşa polîtîkayên li hemberî kurdan, bi pêşengiya Tirkiyeyê, di serî de li Tirkiyeyê, li çar aliyên Kurdistanê ev atmosfera xweş û hêvîdar ji bo kurdan ji sedî sed veguherî.

Dîsa piştî Civîna Giştî ya 9’emîn bi demeke kurt, di 15’ê tîrmeha 2016’an de, nakokî û şerê di navbera du hêzên hevkar ên desthilatdarên Tirkiyeyê de wek hewla darbeyeke leşkerî xwe da der. Di vî şerê navxweyî yê di navbera du heval û hevkaran de eniya rêveberiya heyî ya Tirkiyeyê bi ser ket. Piştî vê “karbeşiya” di nav dewleta tirk de, hemû hêz û aliyên li Tirkiyeyê hatin gel hev û di domandina polîtîkayên êrîşkar, înkarker û tuneker ên li hemberî kurdan de li hev kirin. Bi vê yekê re dest bi êrîşeke mezin a li hemberî kurdan kirin, bi sedan sazî û dezgehên sîvîl ên kurdan hatin girtin, endam û rêveberên wan bi tawanên giran hatin tawanbarkirin, bi hezaran karmendên kurd ji kar hatin dûrxistin, dest danîn ser şaredariyên ku kurdan bi dest xistibûn, bi hezaran siyasetmedarên kurd hatin zindankirin û hwd.

Vê yekê jî bêguman li ser xebatên Navenda PENa Kurd bandoreke neyînî ya zêde kir. Di atmosfereke ku endambûna Komeleya Nivîskarên Kurd wek “terorîzmê” dihat binavkirin û her cure xebata ku kurdan dikir dihat krîmînalîzekirin de gelek endamên Navenda PENa Kurd ji xebatên nivîskarî û rewşenbîriyê dûr ketin, hemû pêkhateyên civakê ketin rewşa xweparastinê. Mixabin siya vê rewşa giştî ya li Kurdistanê, ket ser Navenda PENa Kurd jî.

Ji bilî vê, 4 rêvebirên Navenda PENa Kurd ên ku nû hatibûn hilbijartin piştî civîna giştî bi demeke pir kin ji xebatên saziyê dûr ketin û hemû xebat li ser milên 7 rêvebirên mayî, du serokên rûmetê, Dr Zerdeşt Haco û Şêxmûs Sefer û hinek endamên çalak man.

Ji ber pêkutiyên li ser saziyên sîvîl û pêşengên civakê, barê Navenda PENa Kurd gelekî giran bû. Ligel ku li çar aliyên Kurdistanê pêkutî û zordestiyên li hemberî kurdan girantir dibûn, bi taybetî li bakurê Kurdistanê ji bo têkoşer, çalakvan û berxwedêrên kurdî û Kurdistanê rewş xeternaktir bû. Vê yekê bandor li ser hemû endam û rêvebirên PENa Kurd jî kir. Gelek endam û rêvebirên li Bakur hatin binçavkirin, gef li wan hatin xwarin, bi tawanên giran doz li wan hatin vekirin, ji kar hatin avêtin, pasaportên wan hatin betalkirin û hwd. Di rewşeke wiha ya ku dijberatî/dijminatî zêde dibe de diviyabû xebat jî zêdetir bibin û bûn jî.

Berdawam …

Ligel ku gelek pêşketinên xurt di nav PENa Kurd de çêbûn û gelek xebat hatin kirin jî, ji ber rewşa giştî ya nediyar û neewle ya li çar aliyên Kurdistanê, ji ber ku li kîjan aliyê Kurdistanê çêbibûya dê ji aliyê din û Ewropayê beşdarî yan nebûya yan jî kêm bibûya, ji ber ku KBG’yê nexwest ku ti endamek bi rewşeke xeternak re rû bi rû bimîne, biryar hat dayîn ku Civîna Giştî ya 10’emîn li Oldenburga Almanyayê were lidarxistin. Piştî xebateke hûr û kûr a bi qasî 6 mehan, di 22’yê Pûşpera 2019’an de li bajarê Oldenburgê yê Almanyayê bi beşdariya nêzî 100 kesan Civîna Giştî ya 10’emîn bi diruşma “Berxwedan Jiyan e” hat lidarxistin. Di vê civînê de Rêbaza Navenda PENa Kurd li gor pêşveçûnên giştî û navxweyî hat nûjenkirin, hejmara endamên KBG’yê wek 15 (9 esîl û 6 cihgir) hat diyarkirin û li gor rêbaza nû rêveberiyeke nû ya ku ji 15 kesan pêk tê hat hilbijartin. Dîsa di civîna giştî ya 10’emîn de Dr Bêrîvan Doskî û Şêrzad Hesen wek serokên rûmetê yên PENa Kurd hatin pejirandin. Di civîna yekemîn a rêveberiya nû ya piştî civîna giştî de karbeşî hat kirin û li gor vê karbeşiyê Eslîxan Yildirim û Samî Tan wek hevserok, Omer Fîdan wek sekreterê giştî û serperiştê buroya sekreteryayê, Ronî Stêrk û Jiyar Cîhanferd wek endamên buroya sekreteryayê, Kakşar Oremar û Salihê Kevirbirî jî wek berpirsên darayî hatin hilbijartin. Dîsa di vê civînê de Çîmen Mûrad wek seroka Komîteya Nivîskarên ji bo Aştiyê, Dilşa Yûsif wek seroka Komîteya Nivîskarên Jin, Dêrsim Oremar wek serokê Komîteya Nivîskarên di Zindanan de, Resûl Geyîk wek serokê Komîteya Mafê Ziman û Wergerê, Kakşar Oremar wek berpirsê Peywendiyên Kurdistanî, Jiyar Cîhanferd wek serokê Komîteya Nivîskarên li Derveyî Welêt, Dilşad Xoşnaw wek serokê Komîteya Malpera PENa Kurd û Behar Muftî jî wek seroka Komîteya Medya û Ragihandinê hatin hilbijartin.

Berdawam …

Navenda PENa Kurd a ku ji roja damezirandina xwe û vir ve hewl dide ku nûneriya tevahiya nivîskarên kurd bike roj bi roj tora xwe ya rêxistinî ya navxweyî û navneteweyî berfirehtir dike. Di Civîna Giştî ya 10’emîn de hejmara endamên PENa Kurd ji 300’î derbas bûye û palpişt û piştgirên wê yên di qada navneteweyî de jî zêdetir bûne. Ligel gelek xebatên ku divê bên kirin û gelek kêmasiyên ku hene jî, mirov bi hêsanî dikare bibêje ku Navenda PENa Kurd yek ji navendên herî çalak û li pêş ên PENa Navneteweyî ye û gelek dost û piştgirên wê hene. Her wiha di serî de PENa Ermen û PENa Iraqê, PENa Kurd di damezirandina gelek PENên din de roleke girîng lîstiye û gelek PENên dostên PENa Kurd çêbûne û bi vana re têkiliyên xurt hatine danîn.

Bi vê rêxistinbûna xwe ya berfireh, heta niha Navenda PENa Kurd mora xwe li gelek xebatên girîng ên neteweyî û navneteweyî xistiye. Di serî de li Kurdistanê, li Parlamentoya Ewropayê û gelek welatên din gelek konferans dane; li çar aliyên Welêt bi dehan civînên bi nivîskaran re li dar xistine; ji bo bi dehan nivîskarên ku bi xetereyan re rû bi rû mane kampanyayên neteweyî û navneteweyî dane destpêkirin; bi awayekî çalak û bandorker beşdarî kongreyên PENa Navneteweyî bûye, di van kongreyan de rezolusyon û raportên ku bûne mijarên sereke yên van kongreyan pêşkêş kirine, dane pejirandin; bi hevkariya PENên din serperiştiya gelek xebatên navneteweyî kiriye; bi PENa Navneteweyî re projeyên giştî sepandine; bi dehan xebat û çalakiyên xwecihî, neteweyî û navneteweyî kirine; li gor geşedanên nû rêbaza xwe nûjen kiriye û logoya xwe guherandiye; hewl daye di hemû qadên jiyanê de gotina rewşenbîriyê berz bibe; ji bo danasîna xwe, parvekirina xebatên xwe, endamên xwe û ber û berhemên wan malperek çêkiriye (www.pen-kurd.org); her çar komîteyên xwe yên domdar çalak kirine û ligel wan, komîteyên demkî ava kirine û çalak kirine; ji bo endaman nasname derxistine; ji qada medyaya civakî bigire heta qada siyasetê, di hemû qadên jiyanê de hewl daye ku gotine xwe bibêje; piştgirî daye hemû xebatên ku ji bo ziman, wêje û çanda kurdî hatine kirin, rêxistinbûnên di van qadan de; hewl daye ku ji bo rewşenbîr û nivîskarên qedirbilind çalakiyan li dar bixe bi qedr û qîmeta wan bizanibe û bide zanîn û ji bo yên ku dinyaya xwe guherandine çalakiyên yadkirinê çêbike û hwd.

Û helbet wek navendeke PENa Navneteweyî, PENa Kurd hemû berpirsiyarî û pewirên xwe yên li hemberî PENa Navneteweyî bi cih anîne. Hewl daye ku beşdar bibe an jî piştgiriyê bide hemû xebatên PENa Navneteweyî û navendên PENên din ên cîhanê. Her sal heqê endametiya xwe daye, ji amadekariya civîna xwe ya giştî bigire, heta guherandina logoyê, PENa Navneteweyî ji hemû xebatên xwe agahdar kiriye.

Nîşe*: Ji bo vê nivîsê ji hevpeyvînên bi birêz Serokê Rûmetê yê Navenda PENa Kurd Dr Zerdeşt Haco, nivîsa birêz Sekreterê Giştî yê Navenda PENa Kurd ê berê Zorab Aloian û birêz Hevserokê Navenda PENa Kurd ê berê Osman Ozçelîk sûd hatiye wergirtin.

Nîşe**: Ji ber ku diviyabû ev nivîs di demeke kin de bihata amadekirin û weşandin mixabin derfeta xebateke dûr û dirêj tune bû ku ez li ser kongreyên berê lêkolîneke hûr û kûr bikim û navên hemû kedkar û rêvebirên hêja yên berê yek bi yek binivîsim. Bêguman hemû xebatên ku heta niha di bin banê Navenda PENa Kurd de hatine kirin û ew ê bin kirin bi xêra rêlêvekirina wan kesên hêja ye ku hêvîdar im her kes ji me dê hewl bide ji aliyê xwe ve lêbikole, bi xebateke dûr û dirêj û têr û tijî keda wan û navên wan hêjayan heta bi hetayê biparêze.

Omer Fîdan

Sekreterê Giştî yê

Navenda PENa Kurd

15.12.2019, Amed, Kurdistan