Îro roja rojnamegeriya Kurdan e, 124emîn salvegera rojnemegeriya Kurdî li hemû Kurdan pîroz pîroz be. Kesên ku di hemû “mercên dijwar” û “îmkanên herî kêm” de pêngaveke wiha “mezin, şoreşgerî” û xizmeta ji “ziman, nasname û hebûna” me Kurdan re hilanîn, reformxwazên mezin bûn. Hemû peyv û risteyên qedirnasiyê têr nakin dema ku em navê Mîqdad Mîdhet Bedirxan, Simkoyê Şikak, Ehmed û Mihemed Tûracanîzade, Giyo Mûkriyanî, Mîr Celadet Bedirxan, Îbrahîm Ehmed, Pêşewa Qazî û hwd dibihîzin. Ew kesên herî zana yên serdema xwe bûn ku bi “awayekî dûrbînane” bi “pênûs û hemû fedakariyên xwe” re bûne sedema çêbûna ronesanseke civakî û siyasî li welatê me yê parvekirî KURDISTANÊ de.

Gerek em jî riya wan bişopînin û erka xwe bi rêk û pêk bimeşînin, Lê mixabin em bi gelek pirsgirêkan re rû b rû ne, loma divê em pir bi hişyarî tevbigerin. Wek ku tê zanîn, herçar dewletên ku Kurdistan dagir kirine, ji bo ku Kurdan û çand û dîroka wan ji holê rakin her riyê bikar tînin. Çewtkirina dîroka Kurdan, diziya çanda wan jî yek ji van rêbazan e. Axilbe pir hewl didin ku ferq û nîfaqê di navbera Kurdan de xurt bikin da ku nebin yek û ji taqet bikevin. Em pir heşkere dibînin ku trol û sîxur xwe berdane nav dezgeh û partiyên Kurdan û ji bo wan bera hev bidin têdikoşin. Wek gelê Kurd gerek em neyên van lîstîkan û bi dujmin re nebin alîkar.

Wek mînak; Newroz cejna netewî ya gelê Kurde, ya ku hemu Kurd li ser vê bûneyê kokin û hevdigrin. Jiber wê jî pêwîste nav, nirx û buhagiraniyên Newrozê li cem Kurdan gelek bilind bên parastin û xwedîtiyeke baş lê bê kirin. Erkê parastina “nav û dîroka Newrozê” jî dikeve ser milê her kes, alî, partî û dezgehên Kurdan li hemû Kurdistanê. Lê ji hemû dezgehan zêdetir ev erkê kenal û dezgehên ragehandinê û rojnamevanên xwedî berpirsiyartî û agahdarî rewşa gel û welatê xwe ne.

Mixabin di Newroza îsal de hinek kes û dezgehên ragihandinê ew berpirsiyarîya “netewî u dîrokî” ji dest dabûn û bi nêrîneke berteng û dûr ji şopên dîrokê li ser Newroza bakurê KURDISTANê nivîsîn û nûçeyên berevajî rastiyan belav kirin ku dihat gotin; Newroz cejneke Farisan e û ji “Bakurê Kurdistan”ê re jî gotine “başûrê Rojhilatê Tirkiyê”. Wekî din; di gel ku ew bingehên herî xurt yê Kurdayetiyê ne, hinek dibêjin Zaza ne Kurd in, geh dibêjin Êzîdî ne Kurd in û dixwazin bi vî awayî Kurdan perçe perçe bikin. Ev ne rast in, gerek di nivîs û vegotinên xwe de em gelekî baldar bin, bi zimanê dujmin em tevnegerin û gelê xwe ji lîstikan agahdar bikin. Di vir de erka mezin dikeve ser rewşenbîr û rojnamevanên Kurd.

PENa Kurd, wek temsilvanê rewşenbîrîya her çar perçê Kurdistanê û rêxistinek navnetewî, dagirkeriya Tirkiyê ya bi ser Başûrê Kurdistanê jî wek xetereyek mezin dibîne û sekna Hukûmeta Başûrê Kurdistanê ne di cih de dibîne; agahiyên tekkûz yên danûstendinên bi Dewleta Tirkiyê re nagihe ber destê xelkê û ev jî gûmanan xurt dike. Gelê Kurd li bende wan û dengekî berz ya li hember vê dagirkeriyê ye.

Îro gelek kanalên Kurdan bi awayekî perofesyonal karê ragehandinê gehandine astekî bilind, hewce ye ev derfet di riya rast de bên bikaranîn, nabê rê li ber hinek kesan vebe ku li dijî berjewendî û kevneşopiyên Kurdan yê dîrokî û bajarvaniya wan a dêrîn hestên civaka me a birîndar “birîndartir” bikin. Em weke Navenda PEN a Kurd ku xebatê ji bo “berjewendîya ziman, wêje, çand û taybetmendiyên pênaseya Kurdan” li hemû “Kurdistan, qada navxweyî û navnetewî” xebatê dikin hêvîxwazîn ku dengê me bigehe hemû berpirsyaran û em tevde bigihin encamek erênî. Em ji hemû rêxistin û qanalên ragihandinê daxwaz dikin ku bi berpirsyarî tev bigerin, nakokiyên navbera Kurdan gur nekin û ji berjewendîyên netewî dûr nekevin. Gerek li hember sîxurî û destdirêjiya dujmin ya di nav xwe de jî hişyar bin û rê li ber ragihandinên ne li rê were girtin.

Em weke Navenda PENa Kurd ji hemû sazî-alavên ragehandinê û axilbe ji “rojnamevan û karvanên ragehandinê yên Kurd” daxwaz dikin ku bi berpirsyarî û dûrbînane sûdê ji van îmkanên li ber destê xwe wergirin. Bila karê me tevan ew “pêngava girîng û mezin” be ku li welatê xwe yê mezin hemû aliyên siyasî di nava xwe de “aştiyeke navxweyî” bihêztir bikin. Tenê bi vê yekê re em dikarin bigehin dawazên xwe yên bingehîn û dîrokî.

Têbînî: Em pêwîst dibînin ku rewşenbîrên 4 aliyên welatê me li ser rojnamegeriya Kurdî û pirsgirêkên wê bi “awayekî vekirî û pêşkêşkirina belgeyên pêwîst” di TV yan de yan jî di torên civakî de, bi hev re gengeşe bikin û rewşê raxin ber çavan da ku baştir kar bê meşandin.

NAVENDA PENA KURD

22.04.2022