Em careke din bi felaket û bobelateke mezin re rûbirû ne. Erdhejên ku navendên wan Albistan û Bazarcixa Gurgumê (Mereş) ne, 6ê Sibata 2023yê, di nava 12 saetan de, bi şidên 7.7an û 7.6an pêk hatin, herêmeke berfireh a bi 500 kîlometreyan bandoreke pir xerab kir.

Erdheja ku li 11-12 bajarên bi navê Gurgum, Semsûr (Adiyaman), Hatay, Dîlok (Entab), Meletî, Amed, Edene, Mûş, Mêrdîn, Batman, Şernex, Efrîn û Kobaniyê û li navçe û gundên wan, zirareke mezin ê can û malî gihand, li gorî daneyên fermî yên dewletê ji niha ve bûye sedema mirina 10 hezar kesan û birîndarbûna 50-60 hezar kesan. Lê em baş dizanin, di vê erdheja ku bûye sedema rûxandin û kavilbûna bi hezaran avahiyan, bi 10 hezaran hemwelatî, di vê serma, seqem, berf û barana zivistanê de, di bin kavilan de ne. Tirs ew e ku di encama vê erdhejê de hejmara qurbaniyan di navbera 150-200 hezar kesan de be. Mixabin ev reqem ji niha ve, ji aliyê gelek pisporên erdhejê ve jî têne gotin.

Li gorî agahiyên ku ji van navçe û bajaran tên, rewşa heyî ya alîkariya rizgariyê nebaş e û bi awayeke rêkûpêk û asayî nameşe. Tevî ku ji seranserê dinyayê alîkariyeke mezin a madî û manewî roj bi roj tê jî, mixabin ku ev alîkarî cihê xwe yê pêwist nagire, hejmara kuştî û birîndaran deqe bi deqe zêde dibe û bi milyonan kes ji hemû pêwistiyên hewandinê bêpar in. tê gotin ku hejmara kesên ketine ber pêla xerab a erdhejê, raserî 12 milyon kes e. Li piraniya van bajar û navçeyan, bi milyonan kes şev û rojên xwe li derve, li park û salonan di bin şert û mercên gelek giran de derbas dikin.

Hatay, Gurgum û Semsûr îro bûne bajarên mirî. Mixabin hêviyeke jiyanê, li van bajaran nemaye. Rewşa Amed û Meletiyê herçiqas ji van deran baştir jî be, van herdu bajaran jî derbeyêngiran xwarine. Li herdu bajaran jî bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dane, bi hezaran birîndar hene û bi sedan kes di bin kavilan de mane û çi sax, çi mirî li benda derxistinê ne.

Herwekî me got, erdheja mezin erdnîgariyeke mezin daye ber xwe. Giranî li ser Rojavayê Kurdistanê û Suriyê, pêla xwe gihandiye heta Lûbnanê jî. Erdhej xisareke mezin a canî û malî daye gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê. Li gorî daneyên xwecihî û fermî yên navneteweyî, ji niha ve bi hezaran mirî û bi deh hezaran kes birîndar in. Bi hezaran kes di bin kavilan de, li benda rizgarkirinê ne.

Li Amedê (Diyarbekirê), tîmên rizgarkirinê piştî 6-7 saetan hatine ser kavilên xaniyan. Ji ber vê yekê jî, wekî gelek bajaran, li vî bajarî jî gel bi derfet û mecalên xwe hewla rizgarkirina mirovan û rakirina kavilan da. Li ser van kavilan nahêlin ku mirov foto û vîdeoyan jî bikişîne. Li hêla din, li vî bajarî amûrên mezin ên rizgarkirinê tunene. Alavên heyî jî pir giran kar dikin. Hemwelatî bi alavên biçûk hewl didan ku kes û karên xwe rizgar bikin. Lê paşê tîmên ewlekariyê yên dewletê, piştî ku hatin, nehiştin ku ev kar jî bêne kirin.

Beriya alîkariya lezgîn û alîkariya tendirûstiyê û beriya ku Rewşa Awarte ya ji bo 3 mehan bê ragihandin, dewletê hêzên xwe yên alîkariyê bi çekên giran şandine cihê erdhejê. Em tev dizanin ku hikûmeta heyî, Rewşa Awarte ne ji bo berjewendiya gel û qurbaniyên erdhejê, lê ji bo berjewendî û parastina desthilatdariya xwe ragihandiye. Li hêla din piştî erdhejê bi 3 rojan Serokomar û alîkarê wî hatine bajarekî erdhejê (Hatay) û gef li gel xwarine. Di encama van gef û tehdîdan de, gelek rojnameger hatine binçavkirin, kartên rojnamegeriyê yên hinek rojnamegeran, ji destên wan hatine derxistin û ji qadên rizgarkirinê hatine dûrxistin.

Herwekî baş tê zanîn ku armanceke sereke ya Navenda PENa Kurd jî azadiya ramanê, xwegihandina agahiyên rast û parastina mafên rojnameger û nivîskaran e. Li gorî agahiyên cihê erdhejê, li Bêrecûka Rihayê rojnamegerên kurd Mahmût Altintaş û Sema Çaglak hatine binçavkirin û piştî lêpirsînê, dest danîne ser kartên wan ên rojnamegeriyê û ji wan re wiha hatiye pirsîn: “Hûn ji bo çi hatine vir?” Piştî lêpirsîn û gefxwarinê, herdu rojnameger hatine berdan, lê em ji ber binpêkirina derbirîna azadiyê di nav gumanan de ne.

Piştî erdhejê derbarê Merdan Yanardag û Enver Aysever ku du rojnamegerên çapemeniya tirk in û bi dijberiya xwe ya hikûmetê têne naskirin, lêpirsîn hatiyeb destpêkirin. Li hêla din zanistê siyasetê Oozgun Emre Koç jî, ji ber parvekirinên li ser erdhejê ku li ser tora ragihandina civakî de parve kiribû, hatibû binçavkirin û piştî binçavkirina şevekê hatibû berdan. 

Di mijara rizgarkirinê de, jimareyeke telefonê yê taybet heye ku mirov xwe bigihîninê û hewara xwe bigihînine raya giştî û derdorên peywendîdar. Ev jimare 157 e. Xwedêgiravî ev xet bi tirkî, erebî, farisî, îngilîzî, rûsî, almanî û peştoyî xizmetê dike. Lê heyf û mixabin, tevî ku erdhej li Kurdistanê çêbûye û piraniya kesên ketine ber pêla vê bobelatê kurd in, zimanê kurdî di nav van zimanan de tüne ye. Ev jî nedilsozî û nesamîmiyeta rayedarên hikûmeta heyî û dewletê nîşanî me dide.

Îro roja şeşemîn a vê bobelata mezin e. Mixabin rewş pir kambax e. Sedema vê yekê dewlet û hikûmeta heyî bixwe ye. 24 sal berê jî erdhejeke wisa mezin pêk hatibû. Ji wê demê heta niha bi awayeke fermî 75-80 milyar lîra baca erdhejê hatiye standin. Lê wisa diyar e ku ji bo felaketên wiha tiştekî berbiçav nehatiye kirin û rê li ber felaketên wiha nehatiye girtin.

Gelê kurd, miletekî xweragir û dildarê wekhevî û azadiyê ye. Tevî hemû astengî û rêlibergirtinanên xêrnexwazên ku li ser me hikmê xwe dimeşînin, di nava piştgirî û hevgirtineke bêhempa ya neteweyî de ne. Ji dema ku erdhej pêk hatiye û heta niha gelê me destê xwe daye hev, bi derfet û mecalên pir hindik, hewla rizgarkirina mirovan dide, ji ber kavilan ranabe û di nava piştgiriyeke madî û manewî ya mezin de ye.

Navenda PENa Kurd ji ber vê felaket û bobelata mezin gelekî xemgîn e û diyar dike ku dilê wê bi kesûkarên qurbaniyên erdhejê re ye. Navenda PENa Kurd sersaxiyê ji malbatên qurbaniyan re dişîne, saxî û silametiyê ji birîndaran re dixwaze û hêvî dike ku kesên di bin kavilan de mane, di zûtirîn demê de bi saxî û silametî bêne derxistin. Li hêla din Navenda PENa Kurd, ji bilî banga seferberiya li tevahiya dinyayê, bang li tevahiya derdorên siyasî û rewşenbîrî yên kurdan jî dike ku li dor gelê xwe yê bêçare û belengaz kom bibin.

Dilê me xembar e û em hevparê gelê xwe ne.

Navenda PENa Kurd

Komîteya Birêveberiya Giştî