Navenda PENa Kurd kuştina nivîskar, rojnameger û akademîsyena jin Nagihan AKARSEL a ku di 4ê cotmehê de, li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê li nêzîkî mala xwe hate kuştin şermezar kir û bang li hikûmeta Herêma Başurê Kurdistanê kir ku sînorekê ji kuştina nivîskar u rojnamegeran re deyne.

Nagihan AKARSEL rojnameger û nivîskareke kurd a ku ji bajarê Konyaya Tirkiyê ye bû, ev demek bû ku li Silêmaniyê jiyana xwe berdewam dikir. Akarsel sernivîser û endama damezirîner a kovara Jineolojiyê, û endama lijneya birêveberiya Akademiya Jineolojiyê bû.

Kuştina nivîskar û rojnamegeran li Herêma Başurê Kurdistanê ne nû ye, lê niha bûye diyardeyek, em dibînin ku di nava 40 rojên dawî de ev bûyera duyemîn e ku nivîskarên li Başûrê Kurdistanê dibin hedefa êrîşên hovane yên çekdarî ku tê de du kes canê xwe ji dest didin.

Navenda PENa Kurd vê rewşê bi awayeke pir cidî û metirsîdar dinirxîne û dipirse: “Gelo Hikûmeta Başûrê Kurdistanê çima nikare rê li ber êrîşên li ser rojnameger, nivîskar û rewşenbîrên kurd bigire û heta kengî wê mirovên fikir û ramanê bikevin heyra jiyana xwe?”

Bi rastî jî cihê daxê û nîgeraniyê ye ku di nava 40 rojan de, piştî kuştina nivîskar û lêkolîner Suhêl Xurşîd, ev bûyera qirêj pêk hatiye û heyf û mixabin e ku dezgehên hikmî û ewlekariyê nekarîne rê li ber vê bûyerê jî bigirin û kiryarên herdu êrîşan desteser bikin û bînin ber dîwana heq û edaletê.

Navenda PENa Kurd careke din bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike ku tenê li kuştina rojnamegeran nenihêre û sînorekê ji kuştina nivîskar û rojnamegeran re deyne; herwiha divê rayedar erka xwe pêk bînin, terorîstan bigirin û ceza bikin. Eger ev êrîşa terorê neyê rawestandin, li başûrê Kurdistanê tu nivîskar û rojnamegerek nikare bê tirs û xof bi aramî û keda xwe bidomîne.

Navenda PENa Kurd

Komîteya Rêveberiya Giştî

05 Cotmeh 2022