Li Tirkiyeyê zext, zor û çewsandina li ser rojnamegeran û azadiya derbirînê her ku diçe zêdetir dibe. Cara dawî li Amedê gelek kedkarên çapemeniya kurdan, bi avêtina ser malên wan de hatine binçavkirin.

Li gorî ragihandina çapemeniyê; Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê Serdar Altan û Gerînendeya Jin Newsê Safiye Alagaş jî tê de, 13 rojnameger hatine binçavkirin. Navên rojnamegerên din ên binçavkirî ev in: Gulşen Koçak, Omer Çelîk, Azîz Oruç, Suat Doguhan, Ramazan Gecîken, Berivan Karatoprak, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyuncu, Esmer Tunç, Mehmet Şahîn û Zeynel Abîdîn Bulut.

Divê bê gotin ku sê roj berê jî Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê Dîcle Muftuoglu jî hatibû binçavkirin, lê du roj berê hat berdan.

Dema ku ev daxuyanî dihat nivîsandin, me bihîst ku hêzên ewlekariyê bi ser avahiya Jin Newsê de jî girtine.

Em wekî Navenda PENa Kurd ji ber zext û zora li ser rojnamegeran û binpêkirina ravekirina fikir û ramanê xemgîn û dilgiran in, rewşa heyî ya nexweş şermezar dikin û hêvî dikin ku rojnamegerên hatine binçavkirin yekser û demildest bêne berdan.

Komîteya Birêveberiya Giştî ya Navenda PENa Kurd