Du Xanedanên Kurd ên li Misirê

Eslîxan Yildirim

Du xanedanên Kurd hene ku di dîroka Misirê de cihekî girîng digirin. Yek ji wan Xanedana Eyyûbiyan e ku Dewleta Eyyûbiyan ava kirine û ji salên1171’an heya 1260’an hukim li Misirê kirine. Bi demê re dewleta xwe heya Sûriyê , Kurdistanê, Hîcazê, Yemenê, Bakurê Efrîqayê fireh kirine ku hukumdariya hin şaxê wan heya salên 1510’an dom kiriye. Ya din Xanedana Mihemed Elî Paşa ye ku ji sala 1805’an heya 1952’ya Misirê bi rê ve birine. Ew jî di hin deman de hukmê xwe heya Hîcaz, Sûdan, Sûriyê  û Filîstînê berfireh kirine. Di van herdu dewran de jî xebatên pir hêja hatine kirin û Misir bi pêş xistine. Her çiqasî di gelek kitêban de Kurdbûna wan zelal be jî ji ber bayê netewdewletiyê ya dusedsalên dawî, tê xwestin ku Kurdbûna wan bê temisandin.

Mixabin ji ber ku Kurd nebûn xwedî netewdewletekê ne tenê ji bo van herdu malbatan, di gelek waran de dîroka Kurdan hatiye berovajîkirin û windakirin. Dema piştî Herba Dinyayê ya 1’emîn Kurdistan hat perçekirin û her perçeyek wê kete bin desthilatdariya dewleteke cuda, hat xwestin ku navê Kurd û Kurdistanê ji holê bê rakirin, di kitêbên ku hatin nivîsandin de ev gotin nehatin bikaranîn û dema wergerên berhemên pêwendîdar ên berê hatin kirin jî navê Kurd û Kurdistanê ji wan hatin derxistin. Heta ji bo serîtevlihevkirinê hin navê kes û warên Kurdan yan xelit hatin nivîsandin, yan  hinek herf  jê hatin kêmkirin. Loma rojek berî ya din gerek Kurd xwedî li dîroka xwe derkevin, ew bixwe berhemên dîrokî wergerînin û bi hişmendiya van tehrîfata, bi zanistî li ser dîroka xwe bixebitin.

Helbet gelek malbat û xelkên Kurd li Misrê hene ku dawiyê em ê bi çend hevokan behsa wan bikin, lê mijara me ya bingehîn wek malbatên ku li Misrê bûne xwedî dewletên biqewet, em ê bi kurtayî li ser van herdu xanedanan bisekinin.

Xanedana Sultan Selaheddînê Eyyûbî

Malbata Selaheddînê Eyyûbî ji Kurdên Rewadî ne yê ji hoz û eşîra mezin ya Hezbanîyan in. Di sala 1128’an de ji ber êrîşên Tirkmenan mecbûr mane cih û warê xwe biterikînin û xwe bera ber bi Başûrê Kurdistanê de berdin. Ji ber hin têkilî û dostaniyên berê û bi jêhatîbûn û mêrxasiyên xwe di demek kin de li herêma Şam û Helebê bûne xwedî meqam û cihê qedirbilind. Piştre jî bi zanebûn û tekoşînek bêrawestan roj bi roj hêza wan mezin bûye heta dewletek bi nav û deng ava kirine.

Di derbarê Dewleta Eyyûbiyan de di dest me de berhemên ku di sedsalên 12’emîn û 13’emîn de, yanî di dema wan bixwe de hatine nivîsandin hene. Wek mînak, berhema İbnul Esîr ya bi navê el-Kamil fi’t Tarîx yek ji van e, ya din kitêba bi navê “Tarîxul Dewletul Ekrad(Tarîxa Dewleta Kurdan)” e ku ji aliyê el-Xezrecî ve hatiye nivîsandin. “Tarîxa Dewleta Kurdan” bi taybet li ser dema Selaheddînê Eyyûbî û Dewleta Eyyûbîyan hatiye nivîsandin. Ji roja ewil heya roja me bi dehan bi sedan kitêb li ser Selaheddînê Eyyûbî û Dewleta Eyyûbiyan hatiye nivîsandin, axilbe ji aliyên Ewrûpiyan ve. Salên dawî li ser bingeha rojnivîska Selaheddîn Eyyûbî ya ku di kitêbxaneya Îskenderîyê de hatîye dîtin, rojnamevana Fransî Genevieve Chauvel romaneke belgewarî li ser Selaheddîn nivîsîye ku Kurdbûna wî bê şik tê îfadekirin. Wekî din hema hema hemû berhem behsa wî û hêjabûna wî dikin û wek yek ji şexşiyetê  herî navdar û qedirbilind ya di dîroka dinyayê de tê naskirin.

Di kitêba “Tarîxa Dewleta Kurdan” de sal bi sal çi qewimiye hatiye nivîsandin. Di gel bihevrebûn û alîgiriya Ereb û Tirkmenan, li ser Kurdan û rola wan ya di Împeratorîya Eyyûbîyan de agahiyên berfireh dide. Di gelek cihan de bi navê Kurdan wek serdar, rêber, alim derbas dibin. Jixwe beşeke Kurdistanê di hundirê împaratoriyê de cih digirt û mîr û mîrekên Kurd jî her bi wan re bûn. Wek ku tê zanîn dusedsalên dawî dewletên neteweyî hatine damezrandin, heya wê demê dewlet û împeratorî li ser navê malbateke xwedî hêz a esilzade bûn; mîna Emewî, Fatimî, Biweyhî, Selçûqî, Şedadî, Merwanî, Hesnewî, Zengî, Osmanî, Sefewî û gelekên din. Lê ev kitêba behsa Selaheddînê Eyyûbî û Dewleta Eyyûbiyan dike ku navê wê bixwe “Tarîxa Dewleta Kurdan” e, dide xuyakirin ku ev dewlet bi navê Dewleta Kurdan dihat naskirin.

Eşîra Hezbanîyan eşîreke mezin e, di dema xwe ya zêrîn de ji başûrê Kurdistanê heya bigihê deverên Azerbaycan û hawîrdorên wê li gelek navendan belav bûne û desthilatdarî jî li wan deran kirine. Lê dema Selçûqî hatine û herêm wêran kirine bapîrê Selaheddînê Eyyûbî, Şadî bi herdu kurên xwe, Esededîn Şêrkoh û Necmedîn Eyyûb (digel hinek mêrxasên pismamên xwe) ve berê xwe dane Bexdayê û ji wê derê jî çûne Tikrîtê ku Selaheddînê Eyyûbî li wir hatiye dinyayê(1138).

Dûra ji ber hin pirsgirêkan ji Tikrîtê derketine çûne Mûsilê û ji hêla Îmadedîn Zengî ve bûne xwedî wezîfeyên payebilind. Necmedîn Eyyûb û Eseddedîn Şêrkoh li herêma Şam û Helebê bûne rêveber. Dema di salên 1163-69’an de ji bo tevliheviyên li Misirê, hewce dike Şêrkoh çend carî biçe ser Kahîreyê Selaheddîn Eyyûbî jî bi apê xwe re ye. Dûra Şêrkoh wek wezîrê Misirê tê wezîfedarkirin. Lê nêzî du meh şûn de Şêrkoh jiyana xwe ji dest dide û Selaheddînê Eyyûbî dibe wezîr(1169). Hin dîrokzan vê salê destpêka avakirina Dewleta Eyyûbîyan qebûl dikin, lê esas dema di sala 1171’ê de Dewleta Fatimiyan bi dawî bû, Dewleta Eyyûbiyan hat avakirin. Selaheddînê Eyyûbî heya dema ku li Şamê jiyana xwe ji dest da(1193) her di nav  tekoşînê de bû û împaratoriyek berfireh li dû xwe hişt.

Yek ji serkeftinên Selaheddînê Eyyûbî yê herî navdar Cenga Hittînê ye. Bi vê serkeftinê re  Qudsê hat bidestxistin(1187). Di dîroka dinyayê de vegirtina Qudsê ya ji aliyê Selaheddînê Eyyûbî ve cihekî girîng digire. Tevgera wî ya dema teslîmgirtina bajêr, serbilindahiyeke mirovatiyê ye. Ji ber ku 88 sal berê dema Xaçîyan Qûdus stendibûn, bêcudahiya navbera jin, mêr, zarok, kal û pîr; çi Cihû, çi Misilman û çi jî yên din, kî kete ber wan zêdeyî heftê hezar însan hatin kuştin; li bendê bûn ku Selaheddînê Eyyûbî jî heman tiştî bîne serê wan. Lê Selaheddînê Eyyûbî, bi dayîna serê şexsekî bedelek pir biçûk ew rizgar kirin û ji bo ewlehiya yê ku xwestin herin ew bi baldarî şopandin. Sedemê navdarîya wî li nav cîhanê, ne tenê ji bo hêza wî ya leşkerî û serkeftinên wî yên şer û cengê ne, giranbuhayîya wî bêhtir ji ber ciwanmêrî û dadmendîya wî û van xesletên wî ne.

Sultan Selaheddîn pir ji zana û aliman hez dikir û qîmet dida her cure xwendin û zanînê, loma li avedanîyên xwendin û zanînê jî miqate bû û li gelek cihan medrese vekirin. Wekî din gelek nexweşxane, cihê alîkariya zarokên bêkes û kesên feqîr hatibûn avakirin. Ji aliyê din ve sin’et û teknîk bi pêş ket; bi hilberîna kaxet, eşyayên ji hesin û ji camê, qumaşên ji hirî, hevrêşim û pembo navdar bû.  Bi kinayî, li gor heyama xwe Sultan Selaheddîn hem di warê fermandarî û leşkeriyê de, hem jî di warê çand û zanyariyê de pir pêşketî bû û li her derê dewletê gavên girîng avêtin. Di hêla wêje, ziman, civaknasî, zanistên fenî û olî de gelek şexsiyetên mezin gihandin. Ji ber van tevan tesîra wî heya roja me jî berdewam dike.

Helbestvanê navdar Mehmet Akîf Ersoy, di helbestek xwe de gotiye; “Sultanê herî xoşewîst yê Şerqê, Selaheddîn.” Di sala 1898’an de gava Împaratorê Almanya Wilhemê 2’yemîn serdana Şamê kiriye û çûye ziyaretiya tirba wî, weha pesnê Selaheddîn daye: “Tiştê dilşadîya min zêde dike ew e ku ez li wî welatî me ku mezintirîn kesê serdema xwe û mêrxastirîn û xweşmêrtirîn gernasê wextê xwe lê jîyaye, ew ê ku hatina wî bi xwe bûye rûmet û esalet û navûdengê wî li hemû welat û şaristanan bilind û belav bûye; ew jî Selaheddînê Eyyûbî ye.”

Dewleta Eyyûbiyan ji Misir, Sûrî, Yemen, Filîstin û beşek ji Kurdistanê pêk dihat û heya sala 1260’î dom kiriye. Lê li hin cihan hukmê Eyyûbiyan zêdeyî 300 salan dom kiriye. Weke mînak li Heskîfê heya salên derdora 1510’an dom kiribû û Melik Xelîlê Eyyûbî hukumdarê wan yê dawî bû.

Roja îro jî di Rojhilata Navîn de gelek cih û war li ser navê Selaheddînê Eyyûbî hene, kitêb û roman li ser tên nivîsandin û hîn jî ji bo pêşerojê mînak e.

 Keleha Selaheddîn Eyyûbî ya li payîtexta Misrê, Kahîre

Xanedana Mihemed Elî Paşa

Damezrînerê  Misira modern Mihemed Elîyê Brahîm Axa ji dema ku di 1805’an de bû waliyê Misirê û heya 1952’yan malbata wî Dewleta Misirê bi rê ve birin û îro wek Xanedaniya Mihemed Elî Paşa tên naskirin.

Mihemed Elîyê Brahîm Axa, di sala 1769’an de li bajarokê Kavala ya ku îro di welatê Yewnenîstanê de ye, hate dinyayê; wê demê ev herêm perçak ji Dewleta Osmanî bû. Loma bi pirayî wek Mihemed Elî Paşayê Kavalayî tê naskirin. Lê torinê wî Qral Farûk ku ji 1936’an heya 1952’yan qralê Misirê bû, di nivîsek kovara “El Misir” de(1948) zelal dike ku malbata wî bi eslê xwe ji gundêkî bakurê Kurdistanê, ji Îlîçê ye ku îro wek bajarokekî bi bajarê Erzînganê ve girêdayî ye. Li gor vegotinên malbata wan û hin çavkaniyan ew malbateke Kurd in, di sedsala 18’emîn de ji Îlîçê derbasî Konya dibin, dûra piştî hin pirsgirêkan hin ji wan ji wir diherin Edîrne û dawî li Kavala bicîh dibin. Li Kavala malbata Mihemed Elîyê Brahîm Axa ticareta tûtinê dikin. Bi tuccarên ji dewletê Ewrûpî re tîcaret kirine, loma hem fêrî zimanan bûne, hem di têkiliyên ticaretê de xurt bûne(Ev bingeh, dûra li Misirê ji bo serkeftinên Mihemed Eliyê Brahîm Axa wê bibe alîkar).

Dîroka vê xanedanê bi têkoşîna li Misirê ya Mihemed Elîyê Brahîm Axa dest pê dike û ev xanedan nêzî 150 salî Misirê bi rê ve dibe. Di gel ku dîroka demeke nêzîk e û di herêmê de cihekî girîng girtiye, ji ber sînorên netewdewletan û polîtîkayên wan di nav Kurdan de ev mijar zêde nayê zanîn. Gelek belge û berhem di vê derbarê de hene, kesekî ku bixwaze bigihe zanînên berfireh dikare bi rehetî xwe bigihîne hin ji van berhem û agahiyan.

Wek ku tê zanîn he rtim hem bi riya koçberî û surgunê, hem bi wezîfedarkirinê gelek kes an malbat ji aliyekî derbasî aliyê din ya Împaratoriya Osmanî bûne û gelek ji van li wan dera mane. Axilbe sedsalên dawî gelek pirsgirêk di Kurdistanê de derketine û zêde cihguhertin çêbûne. Wek mînak, piştî serhildana Mîr Bedirxan têk çû(1847) ew surgunî Girîtê kirin, heman demê gelek serek û rêberên Kurdan yên hevalbendên wî surgunî hin cihên din yê dûr kirin. Hin ji wan ev bûn: Serokê eşîra Omerya ya herêma Mêrdînê Sa’dûn Axa(ez bixwe yek ji neviyê wî me) û hevalê wî Xelîlê Qurdîsî, Sa’dûnê Darî, Ehmed Ato, Ehmedê Tixubî û Eliyê Millî surgunî Rusçuk-Bulgarîstanê bûne. Sa’dûn Axa piştî 11 salan vegeriya, lê bêgûman gelek ji van li wan dera man. Ne tenê bi surgunê, bi awayên cuda Kurd li gelek herêman bela bûne û ji Xorasanê, ji Afganîstanê heya bi Dewleta Endulusê jî Kurdên bi nav û deng hene.

Xuyaye Malbata Mhemed Elîyê Brahîm Axa jî ji ber hin pirsgirêkan ji Kurdistanê berê wan ketiye Kavala. Piştî zarotî û xortaniya ku li Kavala derbas dibe Mihemed Elîyê Brahîm Axa riya wî dikeve ber bi Misirê ve. Misir perçak ji Dewleta Osmanî bû û Napolyon di 1798’an de bi hêzek eskerî ya xurt Misir dagir kiribû. Loma Dewleta Osmanî jî hêzekê amade dike ku bişîne Misirê û wê ji dagirkeriyê xelas bike. Mihemed Elîyê Brahîm Axa jî di nav vê hêzê de wek alîgirê sereskerê hêzên ku ji aliyê Kavala hatibûn komkirin cih girtiye û di 1801’ê de çûye Misirê.

Piştî derxistina Fransizan ji Misirê, tevliheviyê herêmî dom dikin, Mihemed Elîyê Brahîm Axa bi şarezatî û jêhatîbûna xwe derdikeve pêş, di demeke kin de bi berxwedan û organîzekirina esker û xelkê, di sala 1805’dan dibe waliyê Misirê. Ji aliyekî ve pirsgirêkên hundirîn, ji aliyê din ve çavberdana Misirê ya İngilîz û Fransizan dike ku Mihemed Elî Paşa tim di hundirê tekoşîn û hewldanê de be. Di heman demê de di hundirê Dewleta Osmanî de gelek pirsgirêk hene, hem bi Rûsan re di herbê de ne, hem padîşah Selîmê 3’yemîn hatiye kuştin û dewlet pir qels ketiye; loma ji bo serhildanên li Hîcaz û Yûnanîstan (ku di bin hukmê Dewleta Osmanî de bûn) alîkariyê ji Mihemed Elî Paşa dixwazin. Di bin van xetereyên mezin de Mihemed Elî Paşa ji bo Misirê li ser linga bihêle û bi pêş bixîne, di demeke kin de ji avakirina artêşeke modern bigirin heya bi saziyan, febrîqeyan, mekteban ketiye nav tekoşîneke bê hed û hesab. 

Mihemed Elî Paşa

Ji sala 1811’an heya 1818’an di bin serdariya lawê xwe de li ser navê Dewleta Osmanî esker şandin ser Hîcazê, serhildana Wehabiyan safî kir, riyên ticaretê xistin bin ewlehiyê û bi vê serketinê nav û dengê wî bela bû. Di sala 1820-21’ê de jî Sûdan xist bin kontrola xwe de. Mihemed Elî Paşa bi lihevkirina ku walîtiya Mora û Gîrîtê bidine lawê wî, sefera li ser Mora jî qebûl kir. Lawê wî Brahîm Paşa di sala 1824’an bi artêşa bejî û deryayî berê xwe da Mora da ku serhildana wir jî bêencam bihêle. Sala 1827’an heya bi Atîna hatibû safîkirin; lê Îngiltere, Fransa ve Rûsya zor dan Dewleta Osmanî ku herbê bisekinîne û Brahîm Paşa ji Yewnanistanê vekişe. Ji ber ku di navbera Dewleta Osmanî û dewletê Ewrûpiyan de peyman hatibû çêkirin Brahîm Paşa mecbûr ma vegeriya û di miqabil windahiyên xwe de ji padîşah walîtiya Sûrî xwestin, lê nehat qebûlkirin.

Dewleta Osmanî bi gelek hawayan ketibû bin bandora dewletê Ewrûpî, artêşa bingehîn ya dewletê Yenîçerî hatibû lexukirin û belakirin. Yewnanîstan gihiştibû azadiya xwe, di heman demê de li gelek cihan serhildan hebûn û dewlet li ber xerabûnê bû. Dewleta Osmanî ji bo avakirina artêşeke nû ya navendî  ji gelek herêma dest bi danheva mêra kir, yek ji van herêma Kurdistan bû û xelk li hember vê derdiket, nedixwestin xortê xwe bidin. Loma li Sûrî û Kurdistan jî tevger hebûn û ji bo serxwebûnê dest bi amadekariyan dikirin. Gelek mîrekî û mezinê Kurdan jî artêşê xwe amade kiribûn, dest bi çêkirina sîleh kiribûn û serî hildabûn. Yek ji van Mîrê Soran Mîr Mhemed bû ku payeya wî Mîrê Mîran bû; keleh, pir û qesir çêkirin, di serê riyan de cihê parastinê ava kirin. Wekî din ji bo sîleh û cebilxaneyan febrîqe ava kirin, li gor hin çavkaniyan artêşa wî jî kêm zêde gihabû derdora 30 hezar eskerî. Di serî de geh bi lihevhatin, geh bi zor heya bi Kurdistana aliyê Îranê bi mîrê derdora xwe re jî yekîtî pêk anî.

Di belgeyên Osmanî de tê dîtin ku Mîr Mihemedê Rewandizî û Mihemed Elî Paşayê Misirê di nav têkilî û hevkariyê de ne. Ne ew tenê, piraya Kurdan jî destek didan Mihemed Elî Paşa; wek mînak, Mîrê Botan Mîr Seyfettîn, Eşîra Millan û Omerya jî hevalbendê Mîr Mihemed in. Dema Brahîm Paşayê lawê Mihemed Elî Paşa çû Sûrî û ew û artêşa Dewleta Osmanî di 1832-33’yan de bi hev re şer kirin, ji ber ku desteka xelkê herêmê hebû Brahîm Paşa bi rehetî Sûrî xist bin hukmê xwe, xwe gihand heya bi bajarê Qonyayê, li wir jî zoriya artêşa Dewleta Osmanî bir û çûn heya bi bajarê Kutahya. Bi vî awayî navbera artêşa Misirê û Stenbola payîtext tu astengî nemabû. Brahîm Paşa dixwest heya bi Stenbol here û padîşah ji text bixîne, lê bavê wî Mihemed Elî Paşa li hember vê derket. Gelek dîrokzan dibêjin ku wê demê Dewleta Osmanî têketa destê Xanedana Mihemed Elî Paşa, dibe ku dewlet ji paşdemayînê xelas bûba û ji nû ve biqewet bûba; ji ber ku li Misirê gelek bingehên pêşketinê ava kiribû. Lê dewletê Ewrûpî jî ev nexwestin; Rûsî, Ingilîz û Fransiz bûne yek û hevaltiya Dewleta Osmanî kirin. Bi lihevkirina ku walîtîya Girîtê, Sûrî û heya bi Edenê di dest Brahîm Paşa de bimîne Peymana Kutahya hate îmzekirin(1833).

Dewleta Osmanî ji vê têkçûnê pir aciz bûbû, dixwest herêmên ku ketibû dest Brahîm Paşa ji nû ve bistîne. Pêşî êrîş birin ser Kurdistan; walîyê Diyarbekirê Reşît Paşa girt ser herêma Botan û Mêrdînê(1835), gelek kes kuştin, herêm da ber topan û esker dan hev. Reşît Paşa di 1836’an de dimre, Hafiz Mehmed Paşa dişînin şûna wî. Ew jî êrîşî Şingal û Xerzan û gelek herêmên Kurdan dike, xelkê qir dike û gelek mêra digre wek esker. Danheva eskeran ji bo herba di miqabil Mihemed Elî Paşa de ye, Kurd jî li himber vê derdikevin û naxwazin tev li artêşê bibin. Lê xelkê kêmtaqet li hember artêşa dewletê xwe nagirin û gelek windahiyan didin; di heman demê de di nav Kurdan de dubendîtî derdikeve, wek alîgirên Dewleta Osmanî û yê nealîgir. Wek mînak di Herba Nizîbê de Mîr Bedirxan di nav artêşa Osmanî de cih digirt, li aliyê Mêrdînê jî hin ji eşîrê Millî û Omerî rê li ber eskerê Osmanî digirtin da xwe negihînin Nizîbê.

Di 1839’an de li Nizîbê artêşa Misirê ya di bin pêşengiya Brahîm Paşa de û artêşa Osmanî ku ji gelek herêman esker kom kiribûn ketin nava cengê, di demeke kin de artêşa Osmanî gelek windahî dan û belav bû; Brahîm Paşa dîsa bi ser ket. Li ser vê rewşê dîsa dewletên Ewrûpî li London civiyan û li hember Mihemed Elî Paşa sekinîn; amadekariya êrîşê kirin û doza lihevhatinê lê kirin. Mihemed Elî Paşa mecbûr ma Sûrî, Gîrît û Edenê li Dewleta Osmanî vegerîne, lê Misir îca wê ji malbata wî re bimaya, yanî desthilatdariya Misirê ma ji xanedaniya Mihemed Elî Paşa re.

Mihemed Elî Paşa ji bo Misirê gelek guhertin, nûkirin pêk aniye. Berî Dewleta Osmanî ji bo pêşketina civatê gelek nûbûyîn daye destpêkirin û di dinyayê de cihekî nû ji welatê Misirê re ava kiriye. Di warê çandiniyê de, di avakirina febrîqeyan de, di çêkirina gemiyan de, di vekirina mekteban de gelek xebat kirine. Her çiqasî bi Dewleta Osmanî ve girêdayî bê xuyakirin jî, ew bûbû hukumdarê Misir, Sûdan, Fîlîstîn û Sûriyê û di gelek waran de ji Dewleta Osmanî re bûbû mînak. Piştî jiyanek tije têkoşîn, tevlihevî û gelek serkeftinan, di sala 1849’an de li Misirê jiyana xwe ji dest da, lê malbata wî nêzî 150 salî ev dewlet bi rê ve birin. Îngîltere di 1882’an de Misir dixe bin hukmê xwe heya 1922’yan, lê birêvebirina dewleta Misir dîsa di dest xanedaniya Mihemed Elî Paşa de ye. Di 1922’yan de Misir serxwebûna xwe îlan dike, ji xanedanê Fûadê 1’emîn dibe qral. Bi darbeya eskerî ya sala 1952’yan dawî li rêveberiya xanedanê ya li Misrê tê.

Heyama Mihemed Elî Paşa ne wek heyama Selaheddînê Eyyûbî bû, bayê avakirina netewdewleta hebû û ew bûbû serokê xelkê Misirê. Loma hewce dikir di serî de ji bo xelkê Misirê bixebite. Erê ew ji malbatek Kurd bû, lê zarotî û xortaniya wî li Yunanîstan derbas bûbû, bi Arnawûtan re têkilî û hevkariya wî xurt bû, ji aliyekî ve jî bi Dewleta Osmanî ve girêdayî bû, di heman demê de ji teknîka Ewrûpîyan jî sûd werdigirt; yanî piralî bû, lê ya herî muhîm ew bûbû rêberê Misiriyan û her tişt ji bo pêşxistina vê dewletê û xelkê wê bû. Îro çi kesê bi zanistî dîroka vê heyamê bixwîne, di gel kêmanî û xelitiyan wê bibîne ku di vê demê de Misir bi gelek hawayan bi pêş ketiye.

Dema ji aliyê Kurdan ve em lê binêrin, di vê demê de Mihemed Elî Paşa jî, zarok û neviyên ku bûn hukumdar jî, mirov kare meyla wan ya ser Kurda û hevkariya wan bibîne. Hin mînak: Hevkariya bi mîrekî û eşîrên Kurdan re.

Seroka Cemiyeta Tealî ya Jinên Kurd Emîna Halîm bû ya ji Xanedana Mihemed Elî Paşa, di heman demê de bi Şerîf Paşa re zewicîbû ku ew li Sewrê(1919) delegeyê Kurdan bû.

Alikariya bi malbata Bedirxaniyan re ku ji bo azadiya Kurdan di nav tevgerê de bûn û rojnameya ewil ya Kurdan ya bi navê “Kurdistan” pêşî li Kahîre derdiket(1898).

Destekdayîn û rêvekirin ji bo rewşenbîrên Kurd û wezîfestendina wan ya li Misirê; weknivîskar û rewşenbîrê payebilind Muhammed Alî Awnî yê Siwêrekî.

Esas Misirê ne welatekî dûrî Kurdan û Kurdistanê ye, berî bi hezaran sala têkilî û hevkarî çêbûye heya roja îro. Di heyama Selaheddînê Eyyûbî de gelek Kurd li Misirê bicîh bûne, di sefera Yavuz S. Selim ya li ser Misirê de Kurd hebûn, di şerê miqabil artêşa Napolyon de jî Kurdan cih stendibû. Îro jî hin berhemên hêja yê ser navê Kurdan li Misirê hene û di gelek waran de Kurdên xwedî ked û bi nav û deng hene.

Wek ku me di serî de îfade kir, heya sedsalên dawî netewdewlet tunebûn, di hundirê dewletan de gelek netew hebûn. Di herêma me de di gel ku rêveber dihatin guhertin û ji neteweyên cuda bûn, piraya zimanê dewletên ku dihatin avakirin Farisî bû, heya demekê zimanê Dewleta Osmanî jî hem Farisî û hem Erebî bû. Şah Îsmaîlê Sefewî yê esilkurd şahê Dewleta Sefewiyan bû, zimanê dewletê ya fermî Farisî bû, lê helbestê xwe bi Azerîkî nivîsîne. Yavuz Selîmê padîşahê Osmanî jî helbestê xwe bi Farisî nivîsîne û ev tiştekî xwezayî bû, kesek jî li hember vê dernediket. Alimê bi nav û deng yê Kurd ku bi navê Melle Goranî(1406-1488) tê naskirin mamosteyê padîşahê Osmanî Fatîh Sultan Mehmed e û di şexsiyet û tevgera wî de xwedî bandoreke girîng e. Îdrîsê Bitlîsî ku di bihevrebûna Mîrekiyê Kurdan û Dewleta Osmanî de xwedî roleke girîng e, di dewletê de xwedî payeyê bilind e û bûye kazaskerê Ecem û Ereban jî; di heman demê de piraya berhemên xwe bi Farisî û Erebî nivîsîye. Ev tenê çend mînak in. Di van heyaman de rêjeya xwendin û nivîsandinê pir kêm e û ne tenê Kurd, piraya alim û rewşenbîran berhemên xwe bi hin zimanan dinivîsandin, wek Farisî û Erebî. Mixabin îro ji ber bayê netewdewletiyê tê xwestin ku nirxên Kurdan, şexsiyet û çanda wan bên windakirin û şexsên pir zelal tê zanîn ku Kurd in bi awayekî din têne îfadekirin. Milletê Kurd xwedî gelek şexsiyetên payebilind in, gerek bi baldarî û bi hûrgulî em di vî warî de jî xebatên zanistî bikin û rastiya wan derxînin holê.