Bi xemgînî û mixabinîve em agahdar bûn ku Prof. Dr. Kemal Mezher roja sêşemê 16’ê Adarê li nexweşxaneyeke bajarê Bonn a welatê Elmaniya bi sedema nexweşiyê wefat kiriye. Ji destdana dîroknas Prof. Dr. Kemal Mezher xesareke mezin e ji bo gelê Kurd û dagirtina cihê wî zehmet e.

Kemal Mezher Ehmed di sala 1937’an de li gundê Axceler a girêdayî bajarê Kerkûkê ji dayik bûye, di sala 1959’an de li Zanîngeha Bexdayê beşa dîrokê qedandiye. Di sala 1963’yan de li Enîstîtuya Rojhelatnasiya Akademiya Zanistên Soviyetê doktoraya dîroka hevçerx bidest xistiye. Weke endamekî çalak ê Kora Zanyariya Kurd xizmeteke mezin kiriye.

Beşek ji berhemên nemir Kemal Mezher:

– Jin Di Dîrokê De: Kurtenivîseke Dîrokî û Civakî

– Têgehiştina Rastiyê: Cihê Wê Di Rojnamevaniya Kurdî De

– Çîna Karkeran li Îraqê

– Çend Rûpel Ji Dîroka Gelê Kurd – 2 berg

– Xebata Rizgarîxwaziya Kurd û Azeriyan li Îranê

– Ronesans

– Zaraveya Kargêriyê (Erebî- Kurdî)

– Kurdistan Di Salên Şerê Cîhanê Ya Yekem De

– Mîr

Dr. Kemal piraniya jiyana xwe ji bo xizmeta dîroka gelê xwe veqetand, bi zanatî û zanistî bi sedan belgeyên girîng yên di derbarê dîroka Kurdan de ji Asiya û Ewrûpayê kom kiriye û lêkolîn li ser kirine; bi pisporî gelek aliyên veşartî yên dîrokî aşkera kirine û bi vî awayî çendîn pirtûkên bi nirx pêşkêşî kitêbxaneya Kurdî kiriye. 

Ji destdana kesayetiyeke weke Prof. Dr. Kemal Mezher ji bo hemû gelê Kurd xesareke gelekî mezine. Weke Komîteya Rêvebir a Navenda PENa Kurd, em sersaxiyê li malbat, nivîskar û gelê Kurd dikin. Em ê şopînerê riya te bin.

Komîteya Rêvebir a Giştî ya

Navenda PENa Kurd

17.02.2021