Serê sibehê nivîskar û wergêrê navdar ê kurd Ezîz Gerdî yê 75 salî li Hewlêrê oxira dawiyê kir. Ezîz Gerdî yê pisporê zimanên Îngilîzî, Firansizî, Erebî, Îspanî, Farisî bû di heman demê de mamosteyê beşa Îngilizî û Fransizî ya Zanistgeha Seleheddinê ya li Hewlêrê bû. Ezîz Gerdî heta niha 200 kitêb nivîsiye û wergerandiye. Mamoste Ezîz Gerdî ji bo doktoraya xwe berhema Mem û Zînê ya Ehmedê Xanî wergerî îngilizî kiribû. Her wiha Romeo û Julîet jî wergerandibû kurdî. Em wekî navenda PENa Kurd bi oxira dawiyê ya nivîskar û mamosteyê wiha qedirgiran xemgîn in. Em ê her tim bi dilekî germ hosteyê ziman û nivîsê mamoste Ezîz Gerdî bi bîr bînin û xwedî li mîrateya ku hiştiye derkevin.