Eslîxan Yildirim:Zarokên Kurdan bêyî çîrokên xwe, bêyî çanda xwe mezin dibin

Roza Metîna

Di çarçoveya Hefteya Pirtûkên Zarokan a Cîhanê de Hevseroka PEN a Kurd Eslîxan Yildirim diyar kir ku ji ber ku Kurd ne xwedî dibistan û dezgehên bi zimanên xwe ne û zarokên wan li dibistana çîrokên biyanî dixwînin û her çiqasî dê û bavê wan bi wan re bi Kurdî biaxivin jî her bi her ji zimanê xwe û ji çanda xwe dûr dikevin û got:” Xweparastina civata Kurdan maye bi berxwedanên di hundirê malbatê de, heke em ji zarokê xwe re bi zimanê xwe çîrokê xwe nebêjin, em ê xwe û zimanê xwe winda bikin.”

Hefteya Pirtûkên Zarokan a Cîhanê her sal di hefteya duyem a mijdarê de ji bo balkişandina ser girîngiya xwendinê û pirtûkên zarokan tê pîrozkirin. Têkildarî mijarê me bi Hevseroka PEN a Kurd Eslîxan Yildirim re gotibêj kir. Eslîxan Yildirim li Nisêbînê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û ya navîn li Nisebînê xwendiye. Piştre li Erziromê, li Lîseya Mamostetiyê ya Jinan a Nenehatûnê û dîsa di heman dibistanê de Enstîtuya Perwerdeyê qedandiye. Bîst salan li Nisêbînê mamostetî kiriye. Ji sala 1999’an ve li ser dîrok û çandê lêkolînê dike. Berî dest bi weşangeriyê bike, bi hin weşanxaneyan re bi hevkarî dest bi çapkirina berhemên li ser çand û dîroka Kurdistanê kiriye. Di sala 2012’an de li Londonê ‘Weşanxaneya Azad’ vekiriye û bi pirayî berhemên li ser çand û dîroka Kurdan çap kiriye. Niha li Londonê dijî.

Eslîxanê di derbarê Hefteya Pirtûkên Zarokan a Cîhanê de bi awayekî berfireh ji me re behsa girîngî û taybetmendiya vê rojê her wiha behsa girîngiya wêjeya zarokan û bandora wê ya li ser çand, huner û civakê kir. 

Li gor we giringî û taybetmendiya Hefteya Pirtûkên Zarokan a Cîhanê çi ye?

Di Hefteya Kitêbê Zarokan de çalakî û tevger ji bo amadekirin û zêdekirina xwendina kitêbên zarokan tê meşandin. Armanca vê hefteyê ew e ku hezkirin û fêrkirina xwendinê li ba zarokan zêde bibe. Ji ber ku bingeha hezkirina xwendinê bi pirayî di zarokatiyê de tê avêtin bi min ev hefte girîng e, ji bo civata Kurdan. Ji ber ku di jiyana gelê me de gelek pirsgirêk hene carinan rê li ber hin mijaran tê girtin. Lê di van rojên taybet de li ser vê mijarê bal tê kişandin, hin çalakiyên taybet tên lidarxistin û xebatê ku heta niha di vî warî de hatine kirin di ber çavan re tê derbaskirin. 

Kesayetiya mirovekî bi pirayî di zarokatiyê de bi teşe dibe. Loma liv û tevgera ku ji bo zarokan tê kirin di esasê xwe de bingehekê ji pêşerojê re jî ava dike. Ji ber ku xwediyê sibehê, yanî mezinê sibehê zarokê niha ne. Di vê heyamê de kesekî ku nexwîne nikare xwe bi demê re bigihîne û bibe şexseke/î hemdem. Wek mamosteyekê ez hêvî dikim ku ne tenê di van rojan de, em her tim giringîyê bidin vê mijarê û ji her tiştî bêhtir em ji bo pêşxistina zarokên xwe bixebitin.

Gelo ji kengî ve bi taybetî ji bo zarokan pirtûk hatine nivîsandin?

Wêjeya devkî em dikarin bibêjin ji dema ku mirov xwe nas kiriye heye û her ku ziman bi pêş ketiye zargotin jî berfirehtir û bi qewettir bûye. Ew jî bûye bingeha wêjeya nivîskî. Nivîsandina çîrokên ku îro em ji geleka ji wan re dibêjin çîrokê zarokan, bi kêmanî berî bi hezar salan dest pê kiriye. Li dinyayê tevî pirtûka çîrokan a nivîskî ya herî bi nav û deng pirtûka “Hezar û Yek Şev”ê ye û bingeha vê kitêbê zêdeyî hezar sal berê hatiye avêtin. Her çiqasî ne bi navê pirtûka zarokan hatibe nivîsandin jî îro çavkaniya bi hezara pirtûkê çîrokê zarokan jî ev berhem e. Xweş tê zanîn ku xwediyê vê berhemê civata Rojhilata Navîn e, ev berhem ji danheva çîrok, destan û efsaneyên vê civatê pêk hatiye; bi demê re li her herêmekê ya lêzêdekirin ya jî kêmkirin hatine kirin û bi awayên cuda gihiştine roja me. Ji aliyê zanayên mijarê ve fikara herî li pêş ew e ku bingeha vê berhemê pirtûka Aryanan a bi navê “Hezar Efsane” ye. Yek ji kaniya vê kitêbê welatê Kurdan e û şopê çanda Kurdan rasterast xwe di çîrokan de jî dide der. Ev çîrok bi sed salan di nav Kurdan de jî hatine gotin û bûye perçeyek ji wêjeya Kurdî. Ev pirtûk ji sedsala 18’an ve hem wergerî gelek zimanan bûye, hem jî gelek nivîskarên navdar sûd ji vê berhemê girtine; li ser bingeha wê bi hezaran kitêbên din hatine nivîsandin, fîlm hatine çêkirin, navê lehengê pirtûkê li gelek dezgeh û saziyan hatine kirin. Wek Şehrazad, wek Sînbad û hwd. 

Li Ewrûpa di sedsala 17’emîn de çapkirina pirtûkên zarokan dest pê kiriye, lê di sedsala 18’emîn de hebekî bi pêş ketiye. Çîrokên La Fontaine(1621-1695) li dinyayê bi nav û deng in û wek destpêka edebiyata zarokan tê hesibandin, ew jî bingeha xwe ji çîrokên Rojhilatiyan û yê Yewnanan girtiye.

Heke em behsa kitêbê zarokan yê Kurmancî bikin berhemên ewil ên ku hatine nivîsandin bi gelemperî ferheng in. Di sala 1683’yan de Ehmedê Xanî  bi navê “Nûbihara Biçûkan” ferhengeh Kurdî-Erebî nivîsiye û bi salan di medreseyan de wek kitêbeke dersê hatiye xwendin. Wek nivîskî ev di wêjeya Kurdî de ji bo perwerdehiya zarokan berhema yekem e. Di serê beşan de ji bo zarokan şîret hene û bal tê kişandin ser giringîya ilm û zanînê. Şagirtê Şêx Ehmedê Xanî Ismaîlê Bazîdî (1655- 1710) jî bi navê Gulzar ferhengek sê zimanî, bi Kurdî-Erebî-Farisî nivîsandiye. Şêx Me‘rûfî Nodeyî, wek ferhenga Kurdî (Soranî)-Erebî, Luxetnâmeyê Ehmedî nivîsîye, tê texmînkirin ku berhem di sala 1790’î de hatiye nivîsandin. Eqîdeya Mewlewî (1806-1882) jî yek ji berhema ku ji bo zarokan hatiye nivîsandin. Mîrsadul Etfâl (Şahrahê Kûdekan), ji hêla Şêx Mihemed Kerbelayî ve wek ferhenga Kurdî-Farisî di 1912’an de nivîsîye. Di vê heyamê de ji ber ku giraniya xwendinê di medreseyan de li ser dîn bû û ew jî bi Erebî bû, berhemên nivîskî yê Kurdî zêde tune ne.

Gelo demê dawî rewşa pirtûkên zarokan yên Kurdî çawa ye?

Kurdan her demê ji bo pêşxistina civata xwe xebat kirine. Piştî Meşrûtiyetê jî bi bayê azadiyê re Kurdan di gelek waran de dest bi xebatê kirine. Yek ji wan vekirina dibistana Kurdî ye. Di 1910’an de ji aliyê komeleya “Kurd Neşrê Me’arif” ve li Çemberlîtaşê/Stenbolê yekemîn dibistana Kurdî bi navê “Kurd Nimûne İbtidaîsi-Meşrutiyet” hatiye vekirin. Xelîl Xeyalî di sala 1909’an de li Stenbolê yekemîn elfabeya Kurdî ya bi tîpên Erebî çêkiriye û navê wê daniye “Elifbaya Kurmancî”. Di vekirina vê dibistanê de roleke Xelîl Xeyalî ya girîng heye û li vir li gor elfabeya wî perwerdeyî bi zimanê Kurdî hatiye kirin. Di rûpela dawîn a vê alfabeyê de nivîskar dide xuyakirin ku li pey vê di warê xwendin, peyvsazî û rêzimanî jî dê kitêb werin çapkirin. Lê wek ku tê zanîn bi dû de ne bi gelekî Herba Dinyayê ya Yekemîn dest pê kir û piştî herbê jî Kurdistan hat perçekirin, loma Kurd ji gelek derfetan bêpar man û xwestek û armancên xwe nikarîbûn bicih bînin. Piştî vê karesatê ji ber ku tim şer û zordarî li Kurdistanê hebû û Kurd nebûn xwedî dibistan û dezgeh, hin hewldanên şexsî hebin jî wek gelek mijaran xebatên kitêbê zarokan jî pir qels mane.

Di salên 1930’î û 1940’î de li Sovyetê(axilbe li Ermenîstanê) û li Sûrîyeyê bi Kurdî di warê berhem û nivîsên wêjeya ji bo zaroka xebatên hêja hatine kirin. Hin helbestvan û nivîskarên Kurd yên wek Pîremêrd, Faîq Bêkes, Casimê Celîl, Hejar Mukriyanî, Goran, Qanî, Miftî Pêncuwînî,Cegerxwîn, Kamuran Mukrî, Erebê Şemo, Heciyê Cindî, Necmettîn Mela, Yûnis Raûf Dildar, Osman Sebrî, Nûrî Şêx Salih, Dilzar, Seydayê Tîrêj, Qedrîcan, Namî, Kamîran Bedirxan, Celadet Bedirxan jî ji bo zarokan çîrok, fabl û helbest nivîsandine, hin ji wan di kovaran de hatine belavkirin, wekî din hin kitêb jî ji zimanin din wergerandine Kurdî. Li Başûrê Kurdistanê jî dema derfet çêbûne hin xebat hatine kirin, lê li Tirkiyeyê ji ber ku Kurdî axaftin jî qedexe bû demeke dirêj bi bêdengî derbas bûye.

Dema di salên 1960-70’yî de li Tirkiyeyê li ser navê çepitî û wekheviyê rê li ber Kurdan hebekî vebû, nivîsên Kurdî jî ji nû ve kat da. Ez qet ji bîr nakim, bavê min alfabeya Kurdî ya ku M. Emîn Bozarslan di 1968’an de nivîsîbû anîbû û me dixwend, em pê gelekî kêfxweş bûbûn. Lê mixabin ev mînak zêde nebûn. Wek ku tê dîtin, dema ber zimanê Kurdî vedibe, wek beşê din berhemên ji bo zarokan jî derdikevin holê. Lê ji ber ku heta salên 1990’î qedexeya li ser Kurdî berdewam kir, wêjeya nivîskî ya ji bo zarokan jî bi pêş neket.

Piştî vê demê, wexta Kurdan berê xwe da Ewrûpa, hewce dike ku em behsa xebatên wêjeya Kurdî ya li Swêdê bikin. Di gel pêşketina hemû cure wêjeya Kurdî, li Swêdê xebatên ji bo zarokan jî pir baş hatine kirin. Ji ber ku dewletê alîkarî daye qursên zimanê dayîkê, Kurdan li vir derfeta ku wêjeya xwe bi pêş bixînin dîtine û xebatên li wir xizmeteke pir hêja ji ziman û çanda Kurdî re kiriye. 

Di demê nêzîk de jî, piştî destkeftiyên Herêma Başûrê Kurdistanê û hin gavên ku li Tirkiyeyê hatin avêtin(berî êrîşkirina Rojava), her çiqas ne têrber be jî em dikarin bêjin çapkirina kitêb û kovarên zarokan hebekî baştir e. 

Giringî û taybetmendiya çîrok û wêjeya zarokan li gor we çi ye?

Di heyamê berê de zarok bi pirayî bi çîrokan dihatin perwerdekirin. Heta dema ku televizyon û înternet tunebûn, ez yeqîn nakim ku tu zarok bêyî guhdarkirina çîrokan mezin bûbin û hema hema zarokên ku ji çîrokan hez nedikir tunebû. 

Bê şik, çîrok alîkariya pêşxistina aqil û zanînê dike, xeyalên zarokan berfireh dike. Ev jî ji bo zarokan gelekî pêwîst e. Di serî de çîrok bi gotinên wek, “hebû tunebû” dest pê dike û zarokan dikşîne dinyayek bêhempa. Di çîrokan de lehengî hene, qencî û xerabî hene, gelek caran tê de biserketina heqiyê heye ku ev hêviyê dide zarokan ji bo li hember hemû neheqiyan, li hember hemû astengiyan têbikoşin. Çîrok gelek caran dide xuyakirin ku kesekî ketibe rewşa herî xerab jî riyek xelasiyê illeh heye. Di hin çîrokan de têkoşîna bi sebir serkeftinê bi xwe re tîne û kesên bi aqil bin karin ê gelekî ji xwe mezintir, yan bi qewettir jî têk bibin. Ev jî bixwebawerbûnê tîne û bi vî awayî zarok fêrî berxwedana jiyanê dibin. 

Ji aliyê din ve ji ber ku lehengê çîrokan axilbe ajal in û xweza ye, ev hem hejêkirin û bihevrebûna hemû zindîyan û xwezayê dide hem jî dinyaya xeyal û fikarên zarokan berfireh dike û mejî bi gelek hawayan çalak dike. 

Bi vegotina çîrokan, bi axaftina li ser  wan, ziman jî bi pêş dikeve, xwe îfadekirin bi qewet dibe, zarok fêr dibin ku hestên xwe bidin der. Ev tev de di binehişê zarokan de cih digrin û di rojê teng de ji wan re dibe rêber. Yanî çîrok bi gelek awayan ji zarokan re dibe alîkar û dibe şewqek di riya jiyana wan de.

Çîrokên Kurdî yên zarokan bandorek çawa li ser zimanê Kurdî, wêjeya Kurdî û bi vê yekê girêdayî li ser çand, huner û civakê dike?

Helbet çîrokên ku ji zarokan re dihatin gotin ewil ji aliyê mezinan ve hatine gotin û tê de gelek armanc hene. Ji bo ku ev armanc xweşik di çîrokê de bicih bibin zanebûn û hunerek wêjeyî jê re divê. Dema em li çîrokên Kurdî yên zarokan dinêrin, em dibînin ku bingeheke pir xurt ya vegotinên devkî hene û ev heta berî derketina televizyonan berdewam kiriye. Ji aliyê çîrokên zarokan ve, Kurd xwedî wêjeyeke devkî ya dewlemend in. Ji ber hin sedeman edebiyata nivîskî ya Kurdan bi qasî ya devkî xwe dernexistiye pêş, lê bi riya wêjeya devkî Kurdî û wêjeya Kurdî hatiye parastin. Wek ku hûn dizanin, di nav Kurdan de serpêhatî û destan jî di wêjeya devkî de cihekî pir girîng girtiye. Ev tev de wêjeya Kurdî xurt kiriye û li gel hemû qeyd û bendan wêjeya Kurdî cihê xwe parastiye.

Ji ber rewşa siyasî ya sedsala dawî dema Kurd bê dewlet man û wek millet hebûna wan ket xeterê çand û hunera wan jî bi paş ket, yan na tu kêmaniya wan ji xelkê derdora wan tune bû. Gerek em di bîr bînin ku berî Dewleta Tirkîyeyê ava bibe di nav erdê Împaratoriya Osmanî de rêjeya xwendekaran li dor ji % 5 an 6 e û wêjeya devkî li pêş bû. Li nav Kurdan jî hema hema li her derdorê odeyên şevbuhêrkan, dengbêj û çîrokbêjên wan ên taybet hebûn. Ev kir ku ew berhem bigihijin heta roja me. Kurdiya wan jî Kurdiyek hur e, ji ber ku bandora perwerdeya zimanê dewletê li ser wan tune bû. 

Min bi xwe bi dehan çîrok ji mezinên xwe guhdar kiribûn û bandora wan gelekî li min bûbû. Piştî demekê min gelek ji wan ji bîr kirin û çîrokbêjên ku wana wek berê karibin bêjin jî pir kêm bûbûn. Loma ji bo ew çîrok winda nebin min ji derdora xwe hin çîrok dan hev û ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Amedê ve di 2009’an de wek kitêb bi navê ‘Herdemciwanê’ hatibû çapkirin. Enstîtuyê ji bo zarokan jî 5 heb ji wan çîrokan, her yekê bi serê xwe û bi wêne çap kiribû. Salên dawî ji nav gel gelek çîrok, serpêhatî û destan hatin nivîsandin û derbasî qeydiyan bûne, ev xebateke pir hêja ye û ez yeqîn dikim di derfetek kêm de jî wê ev tev de ji gelek berhemê nûh re bibin bingeh. Dema Kurd ber xwe bibînin ji bo sinemayên wan, ji bo şano, rêzefilm, xêzefilmên wan ev wê bibin kaniyek ji bo wan. Wek ku me berê got, çîrokên “Hezar û Yek Şev”ê ji alî fikir û sin’et de gelek tesîr li dinyayê tevdî kiriye. Bûye kanî û bingeh ji gelek mijarên roman, şano, muzîk û filmê sînemaya. Ev tenê mînakek e li ser giringî û tesîra çîrokan ya li ser wêje û çanda civakê. Di zargotina Kurdî de dinyayek pir dewlemend heye û zimanê Kurdî pir bi hosteyî hatiye bikaranîn;ez bi hêvî me ku ev wê tim riya me ronî bike. 

Di vir de hewce dike ez balê bikşînim ser mijarekê. Çîrok, destan û serpêhatiyên civatan nêrîn û çanda wan vedibêje, nirxê wan di wan de bicîh dibe; dema hûn li çîrokên gelekî binêrin kêm zêde hûn dikarin di derbarê wê civatê de bigihêjin qinetekê. Loma zargotin, wêje xezîneya gelekî ye. Lê em zanin ku bi demê re çîrok û destan jî ji civatekê derbasî ya din bûye û li gora rengê wê civatê xwe bi awayekî din daye der. Wek mînak, gelek berhemên nivîskar û xwediyê filmên Rojavayî, mijarên xwe li ser bingeha çîrokên Rojhilatî ava kirine. Lê her çiqasî di hin cihan de ev agahî derbas bibin jî, berhemên nuh wek çanda civata kesê ku ew berhem derxistiye tê xuyakirin. Wek mînak, çîroka “Şengê û Pengê” îro bi navên cuda li dinyayê tevdî çîrokek pir bi nav û deng e, lê ne wek çîroka Kurdan tê zanîn. Ez di gelek berheman de rastî vî awayî bûme, loma ku em xwedî li berhemê xwe, li çanda xwe dernekevin dibe ku sibe ew bibin malê hina din. Di vî warî de pêwîstî bi xebatek taybet ya zanistî heye. Ez hêvî dikim hevalên ku di vî warî de xwedî bingeh in, hebekî li ser vê mijarê bisekinin.

Ger di wêjeyê de çîrokên ji bo zarokan kêm ba vê yekê ew ê bandorek çawa li ser zarok, civak û wêjeyê bikira?

Bersiva vê pirsê îro di hundirê jiyana Kurdan de xwe pir zelal derxistiye holê. Ji ber ku Kurd ne xwedî dibistan û dezgehên bi zimanên xwe ne û zarokên wan li dibistanan çîrokên biyanî dixwînin û her çiqasî dê û bavê wan bi wan re bi Kurdî biaxivin jî her bi her ji zimanê xwe û ji çanda xwe dûr dikevin. Di vir de xweparastina civata Kurdan maye bi berxwedanên di hundirê malbatê de, heke em ji zarokê xwe re bi zimanê xwe çîrokê xwe nebêjin, em ê xwe û zimanê xwe winda bikin.

Esas wêjeya zarokan û ya mezinan di nav hev de ye, hevdu temam dike. Em li heyamê berê binêrin, gelek çîrok hebûn ku em dikarin bêjin ji bo zarokan e lê ew gelek caran ji aliyê mezinan ve jî hatine guhdarkirin an jî hatine xwendin. Hin çîrok û destan hebûn ku rastûrê bi mezinan ve eleqedar bûn û ew jî bala zarokan dikişand, zarok ji wan jî sûd werdigirtin. Lê di dema îro de, axilbe zarokên li bajaran bi pirayî di hundiran de, bi xêzefilmê televizyon û internetê, bi filmê ku jê re dibêjin anîmasyon wext derbas dikin. Ev jî sektoreke bi serê xwe ye; kî di warê teknîkê de di pêş de be çîrok û lehengê wan derdikeve pêşiyê. Îro ji bilî zimanê dewletê, bi riya înternet û televizyonan, ji ber teknîk û desthilatiyê ku hene gelek pirtûk, xêzefilmên ji bo zarokan bi zimanê Ingilîzî bi ser zarokê dinyayê tevdî de diherike. Di vê rewşê de şensê zimanên kêm derfet pir lawaz dibe. Di wir de jî çandeke cuda, dinyayeke cuda derdikeve pêşiya zarokên me. Di roja me de zarokên Kurdan bêyî çîrokên xwe, bêyî çanda xwe mezin dibin û ev wê bandoreke neyênî ji Kurdan re bîne. Ji ber wilo ve xebatên bi rêk û pêk û xwedî dezgeh ji bo Kurdan pêwîst in. 

Li ser giringîya hilbijartin û kalîteya pirtûkên zarokan hûn çi difikirin?

Ev jî mijareke gelekî muhîm e. Ji bo ku zarok hez ji kitêbekê bikin, gerek ew kitêb bala zarokan bikşîne. Ji aliyê din ve divê  mijarên kitêba li gor emrê zarokan bin û zimanê wan xweş bin. Îro di piyasê de gelek kitêbê zarokan hene, divê mamoste û têgihiştîyên derdora zarokan bikin ku zarok xwe bigihînin kitêbê baş û yê ku riyek pêşxistinê bide ber wan. 

Ez zanim hûn jî di çarçoveya Hefteya Kitêbê Zarokan de van rojan di nav hewldanê de ne. Ez serkeftinê ji we re jî dixwazim û ez hêvî dikim germaya tevgera van rojan tesîrê li rojê pêşiya me jî bike.