Mêvanên hêja u berketî,
Endamên buhadarên Navenda PEN a Kurd,
Mijara me ya îro mijarek giring u bi bandore liser civaka me…her ji destpêka dîroka biserdagirtina olê Islamê civaka me u heta roja îro guherînên mezin biser civaka me de anîne di warê bawerî u çand u buha u nirxên civakê de….Liser navê wî olî komelkujîyên cor bi cor biserê gelê me hatine….jiber wê jî ne tenê dem hatiye, lê belê em gelek dreng mane ku bi ciddî liser bandora olî di civaka xwe de rawestîn u civakên xwe ji bandora olan xelas kirî u buhayên sivil u mirovdost kirîne bingeh jibu xwe, u dîn tenê wek peywendîyek ruhî di navbera tak u Xwedayî de hêştine u wisa jî pêşketin bi destve xistîne, em wan ji xwe re bikîn mînak..
Dem hatiye em jî xwedî li nirxên xwe, li civaka xwe u li pêşeroja zaroyên xwe derkevîn u hewlên ciddî bideyn jibuy ku hinek aliyên bandora olî di civaka xwe de biguherîn u civaka xwe ber bi buhayên sivîl u mirovdost ve bibeyn. Ev erke jî bi giranî dikeve sermilê rewşenbîran. Lê gelo rewşenbîrên Kurd şiyane bi vî erkê giran rabin an na? Belkî îro di gutar u dîtin u buçûnên we yên hêja de hewlên rewşenbîrên Kurd bên diyar kirin, u rengdana wan hewlan di wêje u çanda Kurdî de were destnîşan kirin.
Bi dîtina gele rewşenbîrên Kurd u biyanî vî olê Islamê gele bandor liser civaka me kiriye u buha u bawerî u çanda Kurdan wisa bi neyênî guherîye ku gehiştiye astek metirsîdar. Bi dîtin u çavdêriya gele pispor u jinên bi ageh jî bandora olan u bi taybeti olê Islamê pile u paye u habûn u rola jinan di civakê de bi temamî guherîye, u ne tenê ji mafên xwe hatine bêpar kirin lê belê ji mirovbun u jiyanek bi rumet jî hatine dûr xistin.
Jina Kurd buye qurbaniya herî mezin a olên ji dervey sinûrên Kurdistanê hatîn u biser Kurdistanê de girtîn…anku olên jêr dibêjin olên asmanî, yên ku jîngeh u warê serhildana wan hersîyan gele dur bun ji jîngeh u war u buhayên xwezayî yên Kurdan… Diyare jî her olek ne encama hişmendîya civakekê be u li jîngeh u warê wê civakê serhilnedabe, ew nehatîye ji encama pêwîstîyên wê civakê. Jiber vê yekê jî olên ku biser civaka me de hatîn sepandin neşyane bibine bersivek jibu pêwistî u pêşketina civaka me. Belki beruvajî civaka me wisa xetimandîne ku hêvîyên guherînê kirine xewneke dûr.
Ya diyare ku bandora heri mezin a van olan liser civaka me kirî, ola Islamê bu ku gelek çavkanî dibêjin bi darê zorê xwe biser civaka me de sepandiye piştî ku li gelek deveran Kurda qurbaniyên mezin dane jibu bergiriyê ji civaka xwe. Helbete gorrên wan şervanên di dema cengên berfirehbuna Islamê de berya 1400 salan şahidên vê yekê ne li Kurdistanê. Lê belê çavkaniyên dîrokî belkî gele kêm bune di dema wan cengan de ku şer u pefchun u amarên qurbanîyan biden me, jiber wê jî agahiyên tewawên bergirya Kurdan ji xak u xelkê xwe di wê demê de ne pirrin u ne liberdestin…Lê ezmuna şerê bi çeteyên (DAISH) re, ew hovtiya ku heya îro ne diyarbu ket berçavan ka bi çi şêweyekê tund u hovane destbiser welatê me de hatibu girtin u binavên cuda cuda heya niha jî civaka me bi hizr u rewştên vî olî her dagiirkiriye. Her wisa mînaka bê wêne ya bergiriya keç u xortên gelê me jî belkî nişanî me dabe ka dapîrk û bavkalkên me çi kirîne jibuy ku nekevin bindestê çand u olên biyanî.
Hinek çavkaniyên dîrokî radigehînin ku olên asmaniyên dî jî li gele ciyan tundrew bune lê belkî bandora wan liser civaka me Kurda ne ewqas buye wekî olê Islamê yêku şiyayî pirrengîya ol u baweriyên di welatê me de heyî hema hema bi dawi binît u weku diyare niha piraniya Kurda musilmanin bi tayfe u teriiqe u şewêyên xwe ve.
Jiberku dîroka gelê me bi pirranî ne dîrokek nivîskiye icar dema em li çavkanîyên çand u kultura xwe digerîn em dîroka devkî ya di stran u helbest u pêgotinan de ji xwere dikeyn bingeh digel hin tîtal u rewiştên ku taybetin bi gelê Kurd ve. U herwisa pişt bi çavkanîyên biyanî dibestîn…herjiber vê yekê ye belkî kêmasî di lêkolinên zanistî de hebin ku bandora rastî ya olê Islamê ji kevin de u heta niha liser civaka Kurdî bînine ziman.
Dîsa jî em di dîroka niviskî ya wêje u edebyata Kurdî de u di qonaxên cuda yên dîroka Kurdan de dibînîn ku hinek wêjevan u (rewshenbîrên) Kurd rastewxo an nerastewxo li himber hin norm u buha u tîtalên civakê derketine u banga nwixwaziyê kirine.
Îro ro jî di vê demê de yaku hêrişên hovane hatîn ser gelê me ji aliyên tundrewên olî yên (DAISH) u alîgirên wan, çand u buha u bawerîyên gelek ji tak u komên gelê me ru bi ruyî lêgerînek u milmilanêyeke ciddî bune, bi taybetî jî rewşenbîr.
Lê gelo rewşenbîrên Kurd heta çi rade karîne êş u elemên gelê xwe liser destê tundrewên olî bînine ziman? u heta çi rade xebat kirîne jibû nehêştina wan buhayên tundrew, u şiyane bi hizir u buçûn u nivîsên xwe u bi amraz u keresteyên liber destê xwe van buhayên ne hêjayî mirovatiyê ret biken? Diyare di Kurdistanek dagîrkî de wê zehmet be rewşenbîr ji deselatên dagîrker nwixwazî u guherîn u mirovdostiyê dawa bikin, lê gelo heta çi astê şiyane wan daxwaziya ji deselata Kurdan bixwazin u bişên bandorê bixin ser civakê jî, bi taybetî li Başûrê Kurdistanê ku rêvebirîyek xweser heye.
Berî bersiva vê pisyarê divê pênase u taybetmendîya civaka me ya îro bê ziman, u duurre jî rola rewşenbîran di civaka Kurdî de bê nirxandin ka gelo çend karîne bi azadî u serbixweyî bibine xwedî hêzek ku deselat hisabê jêre biket u civak jî nivîs u têz u hizrên wan bi mifa wergirît.
Diyare ev jî ne karek hêsane u tevî hemû gilî u gazindên ku ji koma rewşenbîra tê kirin gelik hewilên tak u tinê hene jibuy ku bi wêrekî u pisporî alîyên neyênî yên olî bînin ziman…Merîwan Helebjeyî u Shêrzad Hesen u hinekên din mînakên hewlên ciddi u pispor yên hin rewşenbîrên Kurdin di vî warî de.
Lê ji buy ku pênaseyek ji rewşenbîrên Kurd re bê dayîn divê helu mercên civakî, siyasî u kilturî yên Kurdan bên liberçav girtin……
Ya diyare ku yek ji binemayên serekî jibo pêkhatina karakterê rewşenbîran azadî ye. Biser de ku hemu tak u xak u welatê me dagîrkiriye jî lê renge gelek ji rewşenbîrên Kurd bangewaza azadyê biken, u heta radeyekê xwe xwedî hizrek azad bibînin….helbete azadî bi rengên xwe ve yên sîyasî û ruhî û hizirî û civakii u htdw….
Jan Jack Rosso dibêjît: (mirov bi azadî ji dayîk dibît, lê piştî hîngee bi çendîn pet û zincîran dihête desteserikirin).
Ema belki beruvajî wê têzê mirov dema ji dayik dibît hêşta fama azadîyê nîne, u her ji wextê em dibîn bêy ku me dest têde hebît em dinav kulturek destnîşankirî de mezin dibîn û ew çand jî dinav me da mezin dibît. Ew kultur şîyanên hizirikirinê û rewiştan didet me. Ol û malbat û nav û nîşanan bo me pênase diket. Ew çand sinurên azadyê û pîrozîyan û heram û helal û baş û xirabiyê bo me rengrêj diket. Lê mirovê hişmend digel mezin bûna xwe de hewil didet xwe azad biket, xwe ji wan pet u zincîrên derbaz biket li gorî zanîn u tegeh u hizir u dunyabînina xwe u helbete bi mifa dîtin ji kereste u amrazên li ber destê xwe.
Di vêrê de diyare mirovî jibu azadbuna xwe pewîstî bi hişmendî u rewşenbîrîyê heye di nav gele hel u mercên din de ku bibne keresteyên azadîya wî/wê.
Lê gelo çend ji rewşenbîrên Kurd şîyane li gor banga azadîyê tevbigerin u bi hest u helwêst u berhemên afrandineke azad xwe nîşan bidin ku raste ew xwedî karakterek azadin?
Eger em bêjîn wan şîyanên bihêz nînin ku bi azadî bibine hêzek karîger bo guhurînê di civaka me de dê heta radekî em vê çendê qebul bikeyin û hokaran bo dest nîşan bikeyin. Ew hokar jî gelekin ku bi rengek rastewxo karîgeriyê li rewşenbîrî u hişmendiya mirovî diken di civaka me de, ji wane jî dîn, sîyaset, idolojî, eşîret, bandora dagîrkirinê, û rewşt û tîtal û buhayên çivakê û…htdw. Jiber wê jî berî pisîyara nasnameya rewşenbîrên Kurd bê kirin, divê li buha u pêkhateyên civakê bê temaşe kirin, ku rewşenbîrîya kurdî jî di wê civakê de serhildidet.
Dîn (Ol): Diyare yek ji pêkhateyên herî sereke yên buhayên civakê ole. Dîyare jî digel cîyawazyên olên kurdan her ji zerdeştî û êzîdîyatîyê u hetanî îslam û olên din, ol şîyaye bibîte qonaxek ji qonaxên çanda mirovê Kurd. Di despêka hatina Îslamê û heta vê gavê jî Îslam wek hêzeka rastewxo û nerastewxo şîyaye beşdar bît di buhayên kulturîyên civaka kurdî da.
Icar niha ku dîn bûye mentalîte u şêwazekê hizirikirinê û temaşe kirina dunîyayê, u civak ber bi arasteyekê metirsîdar biriye, rewşenbîr liber durryaneke exlaqî u berpisyarîyeke dîrokî ru bi ruye ku bibîte hêzek dijî buhayên tundrewên dînî u civakê bigehintê lêwareka azadtir u aramtir ji yê ku dîn dibexşit?
Sîyaset: Her wesa pêkhateyek din ku bandorê liser civakê diket siyasete…Dîyare jî sîyaset wek modîlek dînî di Kurdistanê de dihête peyrewkirin, û pîrozyên sîyasî û taboyên sîyasî û heram û helalên sîyasî û hizbî bi heman rehendên dînî hatîne boyax kirin. Dîn û sîyaset herdû modîlekin jibu berhemanîna buhayên reha. Dîn çewa xwe dibinît jêder bo hemû heqîqetên civakê û dunîyayê, partiyên Kurdî jî bi heman şêweyî. Dîyare sîyaset û dîn herdû kombûne li dur pîroziyan….Pîroziyên dînî wek (Xwedê, Firîşte û Beheşt) û htdw, sîyaset jî şîyaye wan naverokan dinav xwede bikete (Serok, Pêşimerge û Nîştiman), û htdw…anku partî formeka dîye ji olî û bi pîvanên olî û pîrozyên mînanî olî karê xwe diket .
Eşîret yan xêl: Herwesa eşîret jî dîsan hêşta beşekê serekî û aktîve di berihemanîna civakê de u xwedan kereste û amrazên taybet bi xweye jibu sepandina komeka buha û rewşt û tîtalan ku çivakê pê pêgîr diket. Dîyare jî li Kurdistanê eşîret bi binemayên hizirî yên xweve hêşta hêz û şîyan hene ku dîtinên xwe bikete di jîyanê da û buhayên eşîrîtyê wek corek ji mentalîte bo xelkî pêşber biket. Herwesa eşîret şîyaye bibîte parçeyek dinav hizb u partiyan de û partiyan jî dinav xwe da bikete parçeyek. Hevbendîya eşîrî û hizbî u olî hevbendîyek aloz û kûre li welatê me. Her bu nimûne piranîya serikirdeyên Kurd ku pêşengiya tevgera azadîxwaza Kurdistanê kirine, u wisa pêshengiya civaka Kurdî kirine zilamên hem dînî û hem serok xêl û eşîr bûne.
Rewşa dagîrkirinê: Ema pêkhateya herî metirsiidar a civakê helbete rewşa dagîrkirina xak u xelk u civak u çavkaniyên Kurdane ku wisa kiriye civaka Kurd di nav van buhayan de bixetimît u pêşketinan bi xweve nebînît, u her rewşenbîrek jî ser an deng bilind biket di nava çar dîwarên zîndanê de dihête bê derfet kirin u belkî jî jinav birin.
Êdî madem rewşenbîrên Kurd jî beşek bin ji wê civaka xwedî van buhayên hatîn gotin…gelo ew rewşenbîr şiyane xudan mercî3yetek ser bixwe bin? Anku jêder u serukaniya hêz u azadîya wan hizr u eql û wijdana wan bît ku pişt bi zanist u buhayên sivîl yên cihana pêşketî dibestît bi nirxên xwe yên demokrat u yeksan u mirovdost? Yani jêderê hêza rewşnbîran hizra wan bît. Li vêrê ya fere bê gotin ku gelek hizirmend û nivîser jî liser vê çendê kokin ku rewşenbîr ew kese hizirê berihem dihînît. Bextîyar Elî yêk ji wan kesaye ku di erkê rewşenbîrî da dibêjît: (wek bîrkerêk îşî berhemhênanî fîkir u teqandinewey tiwanakanî bîrikirdineweye le komellga da…. wek hêzêkî çawdêrî kirdinî komelayetî ye).
Xwandina susologîya rewşenbîrî jî nişan didet ku rewşenbîr ew kese yê/ya dişêt hizirê bi rêyeke rexneyî bikaribînît. Anku rewşenbîr ew kese (wek Merîwan wirîya qan3) dibêjît: hizirê wek çalakîyeke gumankar bikardihînît, wek hêrişkerek bo ser pîvanên tradisional û na dîmukiratîk di civak û sîyasetê de).
Li vir hêjayii gotinê ye ku Cegerxwin mînaka gaziya nwixwaziyê u pîvanên yeksanîyê bu di dema xwe de ku banga ru bi ru buna normên civakî u olî u eşîrî dikir.
(Merîwan wirîya qani3) herwisa dibêjît: (roşinbîran be hukmî ewey le qonaxî cîya cîya da erkî cîya cîyayan lesere, boye leberdemî helumerce mêjûyîye cîya cîyakanîşda manay cîyawaz degirine xo).
Liser vê çendê jî mirov dikare bêje ku Ehmedê Xanî rewşenbîrîyek dinyabîn jibu dema xwe diafrand u banga pîvanên nu yên wê serdemê jibu buhayên netewî dikir. Herwisa wekî di dîroka edebyata Kurdî de jî diyare Melayên xwendevan hebûne ku bi germî di têkistên xwe da gazî xwandin û fêrbûna huner û zanisit û buhayên nu kirîne. U di despêka çerxê bîstê de bi dehan nav weke ku (Bextîyar Elî dibêjît: Qanî3, Zîwer, Fayiq Bêkes, Refîq Hîlmî, Ehmed Muxtar û Pîremêrd, htdw. Dibêjît: herçend e ku hewlên wan hemû di biwarê helbestê de bûn û gelek şarezay felsefê û dunîya me3rîfî nebûn, lê ew baş têgehiştibûn ku dîn bi tenê dê çi dunîyayekê dirust ket?! Jiber wê jî banga derketina dervey wan buhayan dikirin.
Di cîhanê de mînakên pênaseya rewşenbîran pirrin….her ji dema filosofên Yonanîyan pênase bo rewşenbîran hatîye kirin, bo nimûne Ploto dibêjît ku rewşenbîr wijdana rexnegira çivakê ye – anku wijdana rexnegirtinê bi naverokek cewherî bo kesê rewşenbîr dibînît.
Sarter bo pênaseya rewşenbîrî gotinek bernîyas heye dibêjît: (rewşenbîr keseke mayê xwe di wan tiştan diket ku peywendî bi wî ve nine… Ew kese yê mayê xwe di hertishtî de diket).
Mîşêl Foko dû corên rewşenbîran cuda diket, (rewşenbîrên cîhanbîn) yên çerxên nozdê û despêka çerxê bîstê ku nivîser bûn u bergirî li dadiperweriyê dikirin, an kesanên sharazayên yasa u qanunê bûn û bi buhayên cîhanî xwe wek pispor dinasandin.
Lê aya ew helumercên dîrokî yên em evro têda, handerin jibu çêbûna rewşenbîran û şînbûna xewnên wan di civaka Kurdî de? Aya çand u kultur û pêkhateyên wan rê didin ew rewşenbîrên taybetmend wek Foko dibêjît, an ew wîjdana rexnegir wek Ploto pêşber diket, an ew kesê mayê xo di hemû tişta de diket wek Sarter bu diçît, li Kurdistanê bibne deng û hêz û gûtarên xwe yên rexneyî arastey deselat u çivakê biken?
Eger rewşenbîr li Kurdistanê hêşta wek kesek tak û tenê kar biket. Eger li Kurdistanê hêşta dam û dezgeh nebin wisa li deselatê bikin xwe li hember koma hêzên me3rîfiyên kemelgehê bibînit. Eger hêşta deselat bisanehî bişêt li hember çend rewşenbîreka rabiwesitît û gutarên wan têk bişkênît. Aya rewşenbîr bi tinê dişêt çi biket bêy hêzen organî û bizavên komelayetî û rêxistinên civaka medenî?
Diayre bêy hişyarbûnek netewî ku rewşenbîr peşengiyê biken, dûr ji buha u berjewendiyên tengên olî u hizbî u eşîrî wê karê rewşenbîrên Kurd zehmet bît, u weke niha em dibînîn wê gelek ji wan nikaribin xwe ji hawkêşeya civak, ol u partîyan derxînin…
Bêrîvan Doskî