Salih Kevirbirî

Li Deşta Silêmaniyê, bihara rengîn… Welatê Rojê ji bakur ta başûr; ji rojava ta rojhilat amadekariya Newrozeke nû dike. Berfa serê çiyayên Zagros, Herekol, Cûdî û Gabarê hêdî hêdî dihele û ber bi deşt û newalan ve diherike. Zindîbûnê, dirûveke xweşik daye hêşînahiya biharê. 10-15 roj berî îro, pirraniya ‘Herêma Şarezûr’ ketiye destê şervanên kurd. Ji ber vê yekê jî wateya Newroza ku wê bê, gellekî kûr e. Li ser çiyayên nêzîkî Helebceyê, gul û kulîlkan xwe bi rengên ‘keskesor’ xemilandine. Mîna tevahiya bajar û navçeyên kurdan, li Helebceyê jiyan serê sibê zû dest pê dike, dengê mirov û sewalan kolanan dadigire.

Gelo, bi gotinan mirov dikare biharê rave bike? Lê bi nivîsînê? Bihara ku hatiye Deşta Şarezûrê, berê xwe daye çiyayên Gilêzer û Qeywanê. Her tişt di nava hişyarbûnekê de ye.

Lê ev çi ne? Ji nişka ve hêşînahiya asîmanan ji hev tê veçirandin, hin reşahî li ber çavan dikevin! Reşahî, reşahî, reşahiyeke din… Reş, gewr, balindeyên hesinî… Belê ev qasidên zilmê ne. Balafir û firoke li ser Helebceyê her diçin û tên. Piştî demeke kurt, giyanewerên Helebceyê dibin xwedî hesteke biyanî. Li navçeyê çend kesên navsere, jin û zarok hene. Tevahiya zilam û ciwanên raserî sala panzdehan, li ser çiyayên welêt şerwan û pêşmerge ne. Her kes dizane ku wê tiştên xerab biqewimin. Hêdî hêdî bêhna mirinê li derdorê belav dibe. Piştre ‘waweyla’ û ‘qêrîn’ tevlihev dibin.

Qey mirin bi gotinan tê ziman? Lê mirina zarokan?

Pêşî her kes bi cihekî de dipengize, piştre jî ji bêçaretiyê li ber derî siyên xaniyên xwe rûdinên û wekî dîtina dawî, li xaka pîroz dinihêrin. Çawa ku li benda mirinê bin. Hêdî hêdî çavên zarokan wekî gulên ku bê av mabin; diçilmisin, tevgera wan qels dibe. Jinek diqîre û ‘Jehrîîî’ dibêje. Xuşk û bira hev hembêz dikin û hêdî hêdî dibin şahidên mirina hev. Xirecir cihê xwe ji bêdengiyê re dihêle. Mehşer û dojeha ku bi qêrîn û qîjînan dest pê kiribû, bi nalînan diqede. Asîmanên bihuştîn ên Kurdistanê êdî ji ber çavan winda dibin. Êdî dest û mil hev nagirin, ziman lal dibin: Kake giyan bo çi dengî to niye?

Wê rojê dîroka mirovahiyê, bi awayekî ‘stûxwar’, 16’ê Adara 1988’an nîşan dida. Çima ne stûxwar be? Wê roja hanê, bi jehrên kîmyayî li Helebceyê ji 5000’î zêdetir mirovên bêguneh hatibûn qirkirin. Mîna ku Hozan Şivan Perwer jî dibêje, wê rojê zarokan ji ber bêhna gazên ‘sarîn’ û ‘xerdelê’ digot; ‘Dayê bêhna sêvan tê!’ Ji bilî Helebceyê, li bajarên Duceyde û Înapê, bi dehezaran kes jî birîndar ketibûn. Ji bilî mirovan, li van bajaran tevahiya sewalan jî telef bûn. Ji çar hezarî bêhtir gund û navçe ji nexşeyan hatin hilanîn.

Tazî, birçî, perîşan berê xwe da sînoran!

Seddam Huseyînê ‘xwînxwar’, di 8 salên şerê Îran-Îraqê de ti carî gazên kîmyewî (jehrî) bi kar neanîbû. Lê dema ku di şer de bêhêz ket, vê carê berê çekên kîmyayî dagerand ser gelê kurd. Jixwe di şerê Îran û Îraqê de jî, di pêvajoya 8 salan de, her dem kurd dibûn hedefa êrîşan. Windahî û xisarên herî giran bûn para kurdan. Piştî damezirandina ‘Komara Îslamî’ Îranê kurd kişandin cem xwe. Lê dema Îranê, Îraq bombebaran dikir, pêşî herêmên kurdan ji xwe re dikirin hedef. Her wiha Îraqê jî, dema Îran bombebaran dikir hedef dîsa Kurdistan bû. Piştî Tevkujiya Helebceyê kurdên ku ji ber kabûsa kîmyabaranê reviyabûn, bi rewşeke tazî, birçî, perîşan berê xwe da sînorên Îran û Tirkiyeyê. Ji 100 hezarî zêdetir kurd hatin Bakurê welêt, 200-300 hezar ji wan jî derbasî Rojhilatê welêt bûn.

Helebce, navçeyeke girêdayî bajarê Silêmaniyeyê ku navenda 120 gundî ye. Tê gotin ku li derdora çiyayên Hewreman, Zencîre, Sûren û Balanboyê ku Helebce di nava xwe de rapêçane, cureyên kulîlkên ku li rûyê cîhanê nayên dîtin şîn dibin. Li hêla din dîsa tê gotin ku li keviyên çemên Tencero, Sîrwan û Zelmê titûneke bêhempa û bêhnxweş hêşîn dibe. Silêmaniyeya ku Helebce girêdayî wê ye, di dîrokê de û îro jî mîna ‘Paytexta Çandê’ tê binavkirin. Li Zanîngeha Silêmaniyeyê îro bi zimanê kurdî perwerdehî pêk tê. Heta vê gavê ji vê zanîngehê bi sedan hunermend, nivîskar û rojnameger hatine gihandin…

* Ji kitêba min a bi navê ‘Hevîrtirş’, Weşanxaneya Do, Cotmeha 2009, Stenbol, Kurdî 184 Rûpel. Nivîsar sala 2000-î hatiye nivîsandin. (S.K)